Mesrûr Barzanî û Sûdanî civînên xwe yên bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re betal kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê civînên xwe yên bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re betal kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê li Davosê civînên xwe yên bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan re betal kirin.

Hat ragihandin ku sedema betalkirina civînan, êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê ye.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Me roja sêşemê li ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li Hewlêrê ku di encamê de welatiyên sivîl ên bêguneh bûne qurbanî û birîndarkirin û ziyan gihîşt mal û milkên giştî û taybet, gilînameyek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir.”

Şêwirmendê Ewlehiyê yê Serokwezîrê Îraqê Xalid Yaqûbî roja sêşemê ragihand:

“Em bi tundî bombebarana Îranê ya li Hewlêrê şermezar dikin. Ev êriş serweriya Îraqê û prensîbên cîrantiya baş binpê dike.”

Li gorî Şêwirmendê Sûdanî, êrişa mûşekî dê di gelek waran de pêwendiyên di navbera Bexda û Tehranê de biguhere.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *