Mela Eledîn

Şakir Epozdemîr

Mela Eladîn xwendevanekî Medreseyê; yê gelek zîrek bû. Beşer xweş û devbiken bû. Çewa hun di wêneyê da dibînin hê şîrintir bû.

Di tenzîma Koserê da berpirsyarê navça Kızıltepeyê bû. Serokê Koma Cî bû. Ji Koserê ew û Seydayê Mela Nezîr Aydın 19.01.1968 da di operasyona MİTê ya li ser PDKT da hatibûne girtin û wan anîbûne Amedê.

Ew, emên girtî, em 9 kes, ji şeva 19 yê manga 1ê heya 27ê mehê, 8 şev û roj di binê işkenceyê da li Amedê û li bînaya MİTê de mabûn.

Roja 27 ê siet li dora 12.00yê, gava min birine Midûriyeta Emnî ku di bînaya wilayetê da bû, min rast birin ba hevalên min.

Hevalên girti: 1- Emer Turhan, 2- Ebdirrehman Uçeman, 3- Şemsi Arıdıcı, 4- Nezir Aydın, 5- Eladdin Laçîn, 6- Şikrî Alpergin, 7- Mehmed Sadik Gül, 8- Şefik Issi, 9- ( EZ ) Şakir Epözdemir em 9 kes bûn.

Hevalên min giÅŸ li ba hev, li salonekê rûniÅŸtî bûn. Kêfa wan xweÅŸ û gula wan geÅŸ bû. PiÅŸtî em bi hev xweÅŸ bûn, min ji Emer Turhan bi dizî pirsi: “ka tiÅŸtek gotiye” Emer go: “- min navê te, yê Kek Seîd û yê Faiq Bucaq daye.”

Min jî go: “- Wisa ye, ez û tu, em programa partiyê biparêzin, em li partiyê xwedî derkevin, bila ev hevalên din bibêjin xebera me ji vê rêxistinê nîn e.”

Emer got:”- Temam, baÅŸ e. Lewra Emer Wekilê Sekreter bû. Seîd Elçî, li Kutahya yê li sirgunê bû, Emer di ÅŸuna wî da wekil bû.

Min ji Emer ra got: “- Ji hevalan ra bêje, bila bêjin haya me ji vê rêxistinê nîn e.” Emer berê xwe da wan hevalan û got:

“- Ez û Åžakir, emê berevanîya partîyê bikin, dê hûnê jî bibêjin xebera me ji vê meseleyê tune ye! Erê em dost û nasên hev in; lê me vê meseleyê taze bihîstîye!”

Hevalan gotin: “madem ku hun xwe feda dikin, bo çi em jî xwe feda nekin!?”

Emer got: “- Çiqas em hindik bedel bidin, hewçend baÅŸtir e.”

Li ser vî qewlî, piştî sietek du siet em li Serayê, li wê Mehkema ku di istiklalê da idama bi dehan egîd û mezinên Kurdan dabûn, em giş bi hevra derketine huzura Hakim.

Gava ku ifadeyên me 9 kesan qedîya, hakim Eladdin Laçin, Nezir Aydın û Şikrî Alpergin texlîye kir û me 6 kesan tewqîf kir.

Babê min ji min ra qise kir got: Åžakir, gava ew 3 kes berdan, em li ofisa Av. Edip Altınakar bûn, hatine ba me, ew xortê reÅŸik hat destê min maç kir got :”- Xalo, tû babê Åžakir’i, kurê te şêr bû em ruvî ne. Ew ji şêran ditirsin, ji rûvîyan natırsın!”

Du roj şunda Mela nezir û Şikrî Alpergin, carek din jî anîne cem me, em bune 8 girtî, piştra Zibeyr Axa, Derwêş Sado û Saîd Elçî jî anîn em bûne 11 girti.

Eladdin Laçin, Seraceddin Ünlü, İskan Azizoğlu, Ali Güneş û Feqi Hiseyn (Musa Sağniç) ji derva dihatana darizandin.

Me 16 kesan ji yek maddeyê ceza xwar. Ew stratejiya ku me da ber xwe neçû serî! Xwezîla hema me hemîyan bigota ” me parti ava kiriye, me qenc û xweÅŸ kirî ye!”…

Divê merivên xwedî maf, ji mucriman şerm nekin û ji wan xûnfirran netirsin, lewra ew bi kirinên xwe yên qirêj gunehkar ın û gunehkar ditirsin. Ma guneyê me Kurdan çîye ku em bitirsin; an ku şerm bikin!? Eladdin vê dizanîya.

Sed heyf, bi hezaran heyf ku ew teşkîlata min û Emer li seranserê Kurdistanê da tenzîmkirin, bê xwedî ma û ji hev belav bûn! Her wisa hişê me, ezbera me, zîhna me, mejîyê me jî piştî vê mehkemeyê ji hev hate belawela kirin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *