Ev demekî dûr û dirêj e, li taxa Medyaya civakî, reng û pêlên payîzê xwedî bandorek xirab e û rê li ber nexweşîyên hêvî şikestinê vedike.
Ev hewldan û israrbûna dijîtîya navxwo, bayê têkçûn û xirabîyên civakî geş dike.
Em dibînin ku ev bayê hanê, roj bi roj bi hêztir dibe û stratejîya dîlbûnê, weke çarenivîsekê, li ser civatê ferz dike.
Neyarên gelê Kurd, bi operasîyonên dizî û yên eşkera, birînên qalik girtî dixurînin û dixwazin ji xwe re jê encamekî (sûdekî) bi kêrhatî werbigirin.
Bêhntengî, bêtehamulî, çavnebarî, zikreşî, tawanbarî, dijîtî û neyartîyek bê wate, ji ziman û kilavyên wan diherike. Tu pîvanên ehlaqî yên civakî, sîyasî û kesayetî ber çav nagirin û çî tê ber devê wan dibêjin. Rê û rêgehên berjewendîyên gelemperî ji bo berjewendîyên xwe yên kesayetî gulebaran dikin.
Ev rewşa hanê jî meriv bixwazî an nexwazî, agirê bêhêvîtîyê geş dike û destê neyarên gelê Kurd xurt dike. Tawanbarîyên bê pîvan, biryarên bê ûjdan û egoya “ez û ez” her diçe, di nav civatê de rê li ber derizandinên nû vedike.
Hinek alî û kesên rojane tevdigerin, li ber bayê berjewendîyên kesayetî direqisin; bi gotin û hevokên qirase, medyaya civakî weke platforma “şer” bi kar tînin. Her roj mirov, bi wan şûrtûjên simbêlan diqusînin re rûbirû dibe. Her yeke jê weke murîdê bi tayê ketine, zikir dikin. Hinek jê jî, bi karekterê “badigardên” ber derîyan û “amîgoyên” werzişê, zimanek tundrev û xirab bi kar tînin.
Di germaya pêlên êrîşan de, nafikirin ku gotinên wan tê çi wateyê! Tenê li “pesinandin” û şîroveyên bin qêrînên xwe dinhêrin. Ji jîyana rasteqîn fersah fersah dûr disekinin û weke feylozofên li ser ewrên gewr, xalîça hevrîşim raxistine û wêneyên “têkoşînê” li hev zêde dikin.
Dijminê xwe ji bîrve kirine, hebe tunebe enerjî û taqeta xwe, bi dijberên xwe re xerc dikin. Li ber bayê desthilatdar, her tim sergovend in, weke paleyên xirabkirinê, di hemû deman de xwedî mezîyet in(!) Xwe weke “stêrkên” asîman dibînin. Nexweşîya pesindayin û xuyakirinê, balkişandinê, xewnên “fenomenîyê”, weke karekî sereke dinîrxînin.
Ji ber ku di tu demê de, sêlika hêkan li ser milê xwe nedîtine, di warê heqî û neheqîyê de zêdetir tu berpirsîyarîya wan nîne. Di warê bêedebî û xirabkirinê de tu pîvan, hûqûq û nîrxên civatê nasnakin. Çek û zimanê wan ji navê berjêrtir e.
Sedemên van nexweşîyan, cûr be cûr in. Tunebûna rêxistinên demkî, derî li asoyên ronak girtîye. Civata Kurd, di labîrenta xaço û maçoyî de, her tim bi ”guhertina meqesên” nerast qîbla xwe şaşkirîye.
Di qada sîyasetê de, em dibînin ku bi giranî kesên di rêza sêyemîn de cîh girtine, îro pêşkêşîya sîyasetê dikin. Ji ber sedemên şaşîyên salên borî, valahîyek mezin çêbûye. Kêmasîya kadroyên zîrek, rê li ber wêneyên bi vî rengî vekirîye.
Ew kesên xwedî erk, xwedî statu, ji dêvila berpirsîyarên xwe bi cîh bînin, li ser tora medyaya civakî, weke alîgirên tîmên werzişê tevdigerin. Ji nîyet xwendinê, bigirin heta ku bêbextîyên bê bingeh, di tûrikê wan de çi hebe, di reşînin ser dikê. Zimanek bi jahr, sixêf (çêr), heqaret û gotinên bê edeb, weke mezîyetek mezin dibînin. Enerjî û zanabûna xwe, ji bo avakirinê bi kar naynin.
Ne hostayê avakirinê, ne jî kedkarê doza netewî ne! Tenê “şervanên” partî û rêxistinên xwe ne. Ji bo dahatû û berjewendîyên xwe yên kesayetî, dikarin bi “hevrê”yên xwe çil salî re şer bikin. Dikarin ji bo tasek vala hevdû rezîl û ruswa bikin.
Piştî pêvajoya îxaneta 16`ê cotmehê sala 2017 an şûnde, bi şêweyek sîstematîk û plansazîyek kûr, dewletên dagîrker û hevalbendên wan li dijî doza netewî, êrîş û helwestên dorpeçkirinê li hev zêde kirin. Îtîfaqên dizî îro eşkera dimeşin. Ji bo bi dawîanîna destkeftîyên heyî, peymanên pir alî di rojevê de ne.
Ew dewletên li heremê şerê wekeletê dimeşînin, dixwazin cardin li ser erdnegîyarîya Kurdistana azad, hespên xwe bilezînin. Ji ber vê yekê, pêwîstîya gelê Kurd, bi aqilekî dewletbûnê heye. Rexne û gengeşîyên nîyet xwendinê, tu alîyekî bi ser naxe, zêdebûnekê jî bi xwe re nayne.
Êrîş û şerê li dijî statu û servêrîya başûrê Kurdistanê tê meşandin, encamên plansazî û stratejîyek hevpar ya dewletên dagîrker in.
Em hemû baş dizanin ku têkoşîna parastina destkeftîyên Kurdistanê, erka her welatparêz û dilsozê doza netewî ye! Li kîjan beşê Kurdistanê dibe bila bibe, azadkirina bihostek axa Kurdistanê û parastina destkeftîyên heyî, yek ji wan erkên pîroz e.
Kî bi çi nav û sedeman; bi çi reng û kirasan, êrîşî serverî û statuya başûrê Kurdistanê bike, raste rast şirîkê dagîrkeran e! Kes û alîyên rêz li parlemento, hukumet û serverîya Kurdistanê negirin, mafê gelê Kurd ne parêzin û xwedî li destkeftîyên heyî nekin, paleyên xirabîyê, hêzên milê pêncemînin!
Roj ne roja partîperestî û rêxistinperestîyê ye, roj roja parastina berjewendîyên netewî, hildana ala Kurdistanê ye. Divê em tu car ji bîr nekin: ax perçe nabe! Lê gava mirovên li ser axê ji hev dûr bikevin, di nav xwe de dîwarên dijîtîyê bilind bikin û girsaya xwe li hemberî hev mobîlîze bikin, wê gavê perçebûn, veqetandin û hilweşandina destkeftîyan dest pê dike. Bawerîyên kor û îdeolojîk, rê li ber derizandina civatê vedike. Bi pînekirin û sîyaseta çavsorîyê, paşeroj ronî û ava nabe. Cano Amedi 15-04-2021