Mafê jinê

Vê roja ku ji bo azadîya jinê girîng, bi tekoşîna jinên karker û daxwazkirina mafan pêkhatîye. Jinên karker yên li bajarê Şîkago, bi canê xwe berdêlek giranbuha dan, ji bo ku ji alî sîstemê de, mafê wan wek yê mêran bên pejirandin, wek mêran 8 saetan karbikin û berdêla keda xwe bistînin, ji bo dema wan bimîne ku zarokên xwe jî xwedîbikin. Loma bi vê serhildanê re, fitîla tekoşîna mafê jinan li hemû cîhanê, ji bo azadîya jinê û wekhevîya wê ya bi mêr re jî vêxist.

Li welatên ku di warê aborî de pêşde çûye û demokarîseyek lîberal avabûye, rewşa jinan baştir e. Lê li welatên ku di warê aborî de bi şûnde mane û bi taybetî yên mîna Kurdisatan mêtingeh in, rewşa jinan, nêzî serdema navîn xerab e.

Ji bo ku li Kurdistanê, rewşa jinê başbibe, divê berêberê di warê netewî de gelê Kurd rizgar bibe.

Rewşa civatê ya sîyasî, aborî û çandî çend pêşde biçe, wê rewşa jina Kurd jî baştir bibe û ji bo wê îmkanê tekoşînê bêtir bike.

Divê ev neyê wateya ku bira jin li bendî rizgarîya Kurdistanê bimîne; divê bi tekoşîna rizgarîya neteweyî re, tekoşîna wekhevîya xwe jî bidomîne; lê divê neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê, rizgarîya rastî ya çînî û cinsî bi ya netewî ve girêdayî ye.

Îro li her çar alîyên Kurdistanê, di nava civata Kurd de, di warê mafê jinan de, bi giranî zagonên serdema navîn serwerin.

Perçakî welatê me rizgar bûye, lê hîna jî rewşa bindestî, tade û koletîya jinê nehatîye guhertin. Bi ser de jî zagona du jin anînê jî hat derxistin.

Roj tuneye ku ji ber lêdan, birçîbûn, urf û edetên şaş ku jinek neyê kuştin. Pirê caran jin xwe dikuje, yan agir bera canê xwe dide.

Hefteyek berê, li Amedê, jina 25 salî ji bo ku nikarîbû zarokên xwe xwedî bike xwe kuşt.

Li Hewlêrê, jina ku mêrê wê bi şîş û zincîran lêdida, ar bera canê xwe da û xwe şewitand.

Li Silêmanî, jina ji bo ku bavê wê nedayê, bi evîndarê xwe revîyabû; evîndarê wê bi awayekî şik hat kuştin û birê wê keça wê ya du salî ji dest girt û li ber çavê wê kuşt. Ji bo ku wê jî nekujin, revîyaye sitargeha jinan.

Li devernî Kurdistanê, wek sunetek dînê îslamê, jin hîna bi keçiktî tê sunetkirin. Halbûkî di dînê îslamê de jî me ferz û sunetek werê nebihîstiye.

Ji bo ku jin li “namûsa xwe” û ya malbatê xwedî dernakeve, tê ricimandin, pozê wê tê jêkirin û tê kuştin.

Li Kurdistanê hîna keç bi qelen, yan bi berdêlî tên dan. Wek li jor jî min mînaka wê rêda, bav kê bixwaze, divê keç bi wî re bizewice.

Hinek bav, keçên xwe, beramberî peran difroşin mirovên 60-70 salî. Gava ew jina ciwan ji cem wî kalî bireve û bera du yekî de jî, tê pejirandin ku hem namûsa mêr û hem jî ya bavê binpê dike. Wê gavê ew jin bi kuştinê tê cezakirin.

Jinên Kurd karên herî zor û zahmet dikin, lê nikarin bibin xwedîyê keda xwe û mêr dest datîne ser keda wan.

Her çiqas li tirkîye qanûnên medenî, mafê mulkîyetê dide jinan û di vî warî de bi mêr re wekhev digire, hîna jî jina Kurd ne xwedîyê mulkîyetê ye û ji mafê mîratê bêpar e.

Beşek bavên Kurd, keçên xwe naşînin dibistanê. Hinek destûr dide ku tenê dibistana pêşî bixwînin.

Kurdên ku bi zora dewletê koçberî metropolan bûne, li kevîyên bajaran, di nava jîyanek belengaz û reben de, ji bo parîyek nan bi dest bixin, keç û jinên xwe dişînin her karê giran û zêdeyî hêza wan.

Îro li metropolan, di binê jêrzemînan de, di zevîyên pembo û findikan de, di manîfaktor û kargehan de, bê mafê sîgorta û mîna koleyan bi berdêlek gelek kêm, di mercên gelek xirab de, jin û keçên Kurd tên xebitandin.

Heger îro jinên Kurd ji yên welatên din bi du qat û sê qat bêtir tên eciqandin, zulm û zodarîyê dibînin, helbet ji bo ku civata Kurd wek mêtingehekê, di warê aborî de gelek bi şûnde maye û ne xwedîyê desthilatîya xwe ye.

Daxwaza me, li Kurdistana fedeeral, zagonên dijî mafê jinan bêt guhertin. Divê bê zanîn ku di rewşa civata Başûrê Kurdistanê de, her guhertina erênî, rasterê wê bandorê li alîyên Kurdistanê yên din jî bike.

Rizgarîya jinê, bi pêşveçûn û geşbûna hêz û pêwendîyên hilberînê û şoreşa civatî ve girêdayîye.

Divê jina Kurd di her fersen de û di her warî de xwe bi rêxistin bike, tekoşîna rizgarîya cinsê xwe bide.

Divê ji na Kurd, heta karibe, di her sazî, rêxistin û partîyên rêvebirî, civatî û neteweyî de cîh bistînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *