Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Partîya Demokrat a Kurdistanê!

Tevgera Demokratik a Kurdistan – TEVGER
 Kürdistan Demokratik Hareketi – TEVGER   
         Kurdistan Demokratische Bewegung – TEVGER  
      Democratic Movement of Kurdistan – TEVGER 


Birêzan, hevrê û hogirên hêja!

Em weke TDK-TEVGER silavên xwe yên ji dil ji endamên Dîwana Kongerya 14an ya PDK, serokatî, berpirsiyar û hemû endamên we re dişînin.

Kongreya we, di demek ku tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê di pêvajokeke gelekî girîng û hesas re derbas dibe de, tê li dar xistin. Bê gûman di vê pêvajoyê de, hevkarî, yekitî û hevahengîya nava hêz û partîyên neteweyî û kurdistanî gelek girîn e û heyatî ye. Parastina deskeftîyên Başûrê Kurdistanê û gihaştina armanca dewleteke serbixwe ku miletê Kurd û kurdistanîyan bi Referandûma Serxwebûna Kurdistanê pesen kiribû, dîsa bi pêkanîna yekitî, hevkarî û hevahengîya nava hezên neteweyî û kurdistanî mumkun e.

Loma jî em di vê bawerîyê de ne ku Kongreya we ya 14an ya bi dirûşma ”Azadî, Demokrasî û
Dadwerî” dest pê dike, wê ji bo parastin û berfirehkirina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û herweha ji bo hevahengî, hevkarî û yekitîya neteweyî biryaryên girîng bistîne û di vî warî de bibe destpêk, hêvî û gaveke nû.

Em weke TDK-Tevger dubare rêz û silavên xwe ji we hêjayan re dişînin û hevîdarîn ku Kongreya we ya 14an, di kar û xebata xwe de serketî be.

Bijî xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

Bijî hevkarî û yekitîya neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd û kurdistanîyan!

Serketin dê her para miletê Kurd û kurdistanîyan be!

TDK – TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *