Li taxa Kurdî rola Beko Ewanan û Medyaya civakî

Di van salên dawî de, bi taybetî piştî pêvajoya pandemîyê li ser tora medyaya civakî, li taxa Kurdî şerekî dijwar destpêkirîye û didome. Pîvan, sînor û hûqûq pirî caran tune tê hesibandin. Ewrekî reş li ser taxê digere û her der, di nav mij û dûmanê de, berbe tarîbûnek ne diyar ve diherike. Dem dem weke babîloskên payîzan ter û hişk li ber ba û bahozan dikeve. Munaqaşeyên neyartîyê, rexneyên tawanbarî û êrîşên mobîlîze, weke brûskên şevê rojeva taxê diguherine.

Gotinek pêşîya heye, dibêjin: “qewimandinek, ji hezar şîretî bi bandortir e!” Ji mêj ve di derbarê medyaya Kurdî de rexne, gilî û gazinên di cîh de hene. Ji sedemên pêvajoyên xeter gelek caran ev rexne û bertek bê bersîv mane. Ji ber girîngî û hesasîyetên demê, xwedîyên rexnan gelek caran bêdengîyek demkî pejirandine.

Gava li cihekî prensîb û parastina berpirsîyarîya giştî, parastina berjewendîyên netewî, pîvan û ehleqê civatî tunebe; hûqûqek gelemperî di nav beşên civatê de bi cîh nebe, ew pîvanên gelemperî ji alîyê civatê ve neyê pejirandin, hûqûqê çavsorîyê, hûqûqê rêxistinê, hûqûqê kolanan dibe desthilatdar. Ew nexweşîyên ku ji encamên bêdewletbûnê pêktên, di hemû deman de mirov pê re rûbirû dibe û di jiyana civatan astengî û problemên mezin derdixe holê. Civatên ne azad û ne birêxistinî her tim neçar, belangaz û dîlê serdestan e! Kîjan hêz desthilatdar û xwedî çek be, civatên kedîkirî muridên wan in.

Em pirî caran dibînin ku rexne û pêşnîyarên rasteqîn ji alîyê muhataban ve tê piştguh kirin. Lê mixabin şaşî, xeletî û kêmasî her diçe zêde dibe. Gava hewldanên nûjenkirin û guhertinê lawazbin, pêşketin û serfirazî zehmet e! Xêrnexwaz û paleyên fesadîyê, her tim di kemînan de, li benda xirabîyê ne. Rola ragihandinê, di warê ronîkirin û zanyarîyên rasteqîn de gelek girînge!

Dîroka medyaya şoreşê an jî ya dema şerên peşmergeyatîyê gelek bi zehmetî û dijwarî derbas bûye, em baş dizanin bi îmkanên kêm, bi zehmetîyên mezin û bi fedakarîyek bêhempa dimşîya. Berhemên wê keda zêrîn, destkeftî û pêşketîyên pîroz bûn. Ji nivîsandina belavokekî bigirin heta bernameyên radyoyê hemû hewldanên agahdarkirinê bi ked û xwêdana mirovên dilsoz, bawermend û fedakar pêk dihat. Lê belê piştî salên 1990 an şûn de medyaya ragihandinê derket pêş. Lê mixabin rêxistin û alîyên bi asoyên îdeolojîk tevdigerîyan ev derfet û îmkanên nû ji bo berjewendîyên xwe bi kar anîn. Wan derfetan, li şûna ji bo şîyarkirina civatê bikarbînin, rabûn weke çekek tevizandin û bêhişkirina li ser civatê ferz kirin.     

Medyaya rêxistinî û partîzanî, heta niha tu carî kirasekî netewî li xwe nekirîye û ji bo paşerojê jî, hêvîyek germ di ajanda û asoya wan de xuya nake. Li ser tora medyaya rêxistin û ya civakî, di navbera alîyan de şerê propagandayek gemarî, şerê reşkirina bûyer û rastîyan didome. Paleyên xirabîyê û aqilê stratejîk ji bo Medyaya netewî li ser bingehek azad û demokratîk tevnegere, çi ji destê wan tê dikin. Ev paleyên hilweşandin û xirabîyê, li gor berjewendîyên stratejîya nîzama dijî gelê Kurd tevdigerin. Derfet û îmkanên bi dest dikeve, ji bo sîyasetek têkçûnê bi kar tînin. Helwest û tevgerên wan derdoran, bi giranî li ser astên berjewendîyên kesayetî û rojane dimeşe.

Li ser platforma medyaya civakî, hejmarek girsayî dijîtîya partî û rêxistinê Kurd weke erkekî sereke ji xwe re dipejirînin. Hêrs û neyartîya li dijî hev bikartinin, Ji wî %40 li dijî dagirkeran bi kar naynin. Ev karekterê hane, di van salê dawî de gihiştîye asta herî bilind. Hemû alî xwe li ser dijberên xwe ferz dikin. Tespît û pêwîstîyên demê/rojevê pirî caran piştguh dikin. Berjewendîyên netewî û destkeftîyên giştî binpê dikin.

Bi taybetî, di çil salên dawî de, şerê îdeolojîk û ferzkirina desthilatdarîya rêxistinî, tevna civata Kurd pûç kirîye. Zimanê dagirkeran, şêwirmendî û rêvebirîya Kemalîst, Baasî û Ayettullahan civaknasî û dêrûnîya gelê Kurd serûbin kirîye. Ev stratejîya kûr û hûr roj bi roj meqes guhert û di qada siyasî de, tovê dijîtîyê direşîne! Di navbera partî û rêxistinên kurd de alozî û nakokîyên mezin derdixe holê. Ji mêj ve hespên dijmîn li qada jîyana rêxistinî de dibezin! Aktor û kadroyên xwe di hemû beşên jiyanê de bi rêxistin kirine. Qada medyayê ji bo wan gelek girînge. Ji bo pûçkirin û tunekirina hişmendîya netewî dezgehên medyayê bi kar tînin.

Di pêvajoya nêzîk ya 40 salî de ew şagirtên di bin serokatîya Yalçin Kuçik û Doğu Perikçek de, di dibîstana “2000’e Doğru û Toplumsal Kurtuluş” hatine perwerde kirin, berpirs û tawanbarên nakokîyên navbera hêzên Kurdî ne. Gelê Kurd heta wan kurmokan ji nav birînên xwe paqij nekin, dermankirina êşa îroyin  gelek zehmete!

Di hemû warên jiyanê de, berpirsîyarîya kesayetî û civakî,  mesûlîyeta sazî û navendan, hûqûq û rêgeha çapemenîyê li gor pîvanên berjewendîyên mirovahî û berjewendîyên netewî tên tayin kirin. Hûqûq û pîvanên li ser bingeha berjewendîyên netewî ji bo me hemûyan pêwîstîyên sereke ne! Bi hişmendîyek netewî, pêwîstîya me hemûyan bi aqilekî hevpar, bi hûqûqek rasteqîn û bi pîvanên ehlaqê medyayê heye. Sazî û dezgehên çapemenîyê divê rojek zûtirîn van pêwîstîyan bi cîh bînin.  Cano Amedî  14-08-2020 AMED

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir