Lİ SER MİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (4)

Piştî salên 1990an şûnde, di hemû waran de, bi taybetî di warê xebatên legal de PKK hegomanya xwe dîyar kir. Ew kesên di nav rêxistinên xwe de, dijberî û xirabîya hevalên xwe dikirin, weke xezînakî bibînin ber bi PKK ve kişîyan. Enerjî û tecrubên xwe, hêz û qewetên xwe radestî pkk`ê kirin. Tiştê pkk`ê dixwest çavek bû, lê wan her dû çav jî dîyarî kiribûn.

Li ser navê rewşenbîrî û hêvîyên postan, li Ewropa, Stenbol û Amedê xewn didîtin û berbe Bekaa`yê ve diherikîn. Yên “bi siûd bûn” di vegerê de, lotik davêtin.

Pîvan û mercên xwe îspatkirinê, înkara ked û xebatên berîya pkk`ê bû. Li hevalên xwe yên berê şûr kişandin, weke şert dabûn ber wan! Şert û mercên bîatkirinê, ked û pîrozbahîyên xwe, fikir û ramanên xwe, hêjayî û dîroka xwe, binpêkirin bû. Divîya ew nîrxên netewî bavêtina sergo!.. Lê mixabin gelek jê bê şik û bê pirs, xwe ser dev avêtin kûraya sergo!

Ji salên 1990an şûnda xebatên vekirî û veşartî (dizî) ji alî me hemûyan ve ayan û beyan in. Rêxistinên dervayî PKK`ê, “destên xwe şûştin û legana hevîr bi dîwar ve daliqandin” Qada xebatên veşartî û eşkera tenê di bin bandora sîyaseta PKK`ê de diherikî.

Bingehên rêxistinên din û gelek kesên cüda, wargeha sîyaseta PKK`ê weke cîhê “hêvî”yê dîtin. Hêzbûn tiştek ewha ye, gava di kûrahîya asoyê de ronîyek derewîn jî xûya bike kerr, lal û kor jî xwe lê digirin.

Gava xewnên post, maqam û kursîyan xurt be, bîhna berjewendîyên rojane û xeyalên pereyan zêde be, ne îlke, ne bername, ne jî pîvanek rêxistinî dimîne. Ev derûnî gava baş bê analîzkirin, ez bawer im emê bigihîjin bersîva gelek pirsan. Ev jî bi serê xwe mijarek girîng e. Divê mirov pirsan ji xwe û derdora xwe bike. Çima, ji bo çî û hwd divê em xwe bigihîjinin bersîva pirsên din.

Sîstema Kemalist, piştî salên 1980an û şunda, enerjî û potansîyela tevgera rizgarxwazên netewa Kurdistan, di bendava pûçkirinê de fetisand. Lê dîsa jî, li ser bingeha netewî hêzbûnek çênebe, mîsyoner û aktorên xwe di kozikan de zîndî digirtin, carnan jî bo hêvîyan vemirînin bayê “yekîtî”yê geş dikirin. Bi transfer û projeyên tarî “şêrgeleyên” ji mala xwe re nedibûn, weke “pakrewanên” demkî pêşkêşî civatê dikirin. Ev aktorên hanê, di demên hilbijartinan de, li ber derîyên serdestan, li ser yek lingî rêz dibûn û serkêşîya govêndê dikişandin û dikişînin.

Ez bawer im gelek ji me dîrok û çîroka xebatên pêvajoyên UGD, HEVKARÎ, TEVGER,  hewldanên ENÎYA KURDÎSTANÎ, PYSK û her wekî dinê baş nizane. Ev hewldan, xebat û karên hevpar çima bi ser neketin? 

Aktor, berpirsîyar, û şahidên wan deman îro çi difikirin? Ev mijar, ji bo rêxistinên me çiqas girîng bû, çîhê pirsê ye?

Ger ev proje jî li gor berjewendîyên netewî û li gor stratejîyek netewî bihata meşandin, gelo îro wê rewş çewa bûya?

Ev hewldanên li ser bingeha xebatên hevkarî û yekrêzîya nav mala Kurd, çima bûbû kelemek û xulamokên dagîrkeran diêşand?

Hinek alîyên sîyasî û çepgirên tirk ji bo ev hewldan û xebatên hêja bi sernekevin, gelek alozî û pirsgirêkên mezin derxistin. Mîsyoner û hevalbendên wan jî li gor talîmatan tevgerîyan û rê li ber hilweşandin û têkçûnê vekirin. Ev jî rûpelek rastîya dîroka me ye.

Pêvajoya damezrandina HEP, DEP, ÖZDEP, HADEP, DEHAP, DTP, ÖZGÜR PARTÎ, DBP, HDP bi serê xwe mijarek cûda û girîng e!

Di destpêka damezrandina HEP Û DEPê de, hemû alîyên hêzên Kurd beşdarî wan xebatan bûn. Pêşkêşî û piştevanîya xebatên vekirî kirin. Kadro û bername bi giranî di bin bandora wan de bû, lê belê çek, hêz û bandora tirsê, di destê pkk`ê de bû.

Demek şûnda, kadroyên rêxistinên din û hinek rewşenbîr li dijî talîmatên bîatkirinê/teslîmbûnê xwe vekişandin. Beşek mezin bîat kir an jî bi wê pêvajoyê bawerbûn û îrada xwe radestî pkk`ê kirin. Encamên wê pêvajoyê jî dîyar e û em hemû şahidê wan rojan e!

Ev rêgeh, heta îro çima alternatîfek Kurdî, radestî gelê kurd nekir? Li ser navê gelê Kurd, ji bo çi guncavkirina Kemalîzmê/Îttihat Terakî weke erk tê dîtin?  Dîzayinkirina tevgera Kemalist, çima bi xwîna xortên Kurd tê avdan, dibê baş bê zanîn!

Ev potansîyel û enerjîya gelê Kurd radestî PKKê kirîye, heta îro li tu welatî û li tu beşî çênebûye! Ev bi serê xwe rastîyek e û em dibînin û dijîn. Serkeftin û destkeftîyên hemû alîyan hene, lê belê li Bakûr tu mafekî an destkeftîyek li holê tune ye!

Tenê bi sîyaseta “netewa demokratîk” li çar beşên Kurdistanê, ji bo “demokrasî û demokratîkbûna” dewletên dagîrker û netewên serdest xwîna xort û kêçên Kurd tê rijandin û hêjî didome.

Erdnîgarîya gelê Kurd, bûye laboratûvara şerê reş! Artêşên dagîrkeran weke tatbîkatan bikin bi hevra şerê gelê Kurd dikin. Ev sîyaseta “Kêroşk bireve, Tajî bigire!” her diçe rê li ber birînên nû vedike. Ev rastîyên hanê, ji alîyê gelek derdoran ve tê zanîn, lê belê  “hêvî”, xewn û xeyalên “kursîyan”  lîstoka sê meymûnan bi wan şêrîntir dike!

Heta niha, di hemû demên hilbijartinên derbasbûyî de, nebîyên Enver, Talat û Cemal Paşa, weke mufettişên umumî/giştî pêşkêşîya civata Bakûr kirine! Ev mekanîzma tarî û bi hêz, sîyasetê dîzayn dike, rêxistinan ji hev belav dike, bi transfer û mîsyonerên xwe, rê li ber yekîtî û hevkarîyên rasteqîn digirin!

Nexweşîya bêaqûbetîyê, di kûraya mêjîyê me de bi cîh kirine. Em nikarin hevdû gohdar bikin, bi hevra tevbigerin an jî bi hevra bimeşin. Ev nexweşî ji qada sîyasetê derketîye, giranîya civatê xistîye bin bandora xwe.

Li ser hesabên partîyên sîstemê, ji bo xulamtî û hîzmetkarîya dagirkeran şerê dêrûnî, şerê navxwo, bi şêweyekî bi sîstem hatîye meşandin û îro jî didome!

Heta niha hewldanên “yekîtî û hevkarîyê”, li ser hesabên dorpeçkirina bingeha hev hatîye meşandin. Gava bawerî û rastî ji holê rabe, nexweşîyên dêrûnî dest pêdike.  Ger hinek jê wan lîstokan weke serkeftinekê nîşan bidin, ev problemek nexweşîya dêrûnî ye!

Em hemû baş dizanin û dibînin ku li rojhilata nêzîk û li kurdistanê guhertinên demkî û dîrokî pêktên. Kengî û li ku wê erdhêj çêbibin, ne dîyar e.

Civatên xwe bi rêxistin kirine, her dem dikarin xwe biparêzin, lê civatên bê rêxistin her tim li ber ba û bahozan dikevin tayê. Mînakên herî balkêş pêvajoya şerê cîhanê ya yekem û duyeme! Bi taybetî jî ji bo gelê Kurd minakek girînge!

Pêvajoya îro em bi hevra dijîn, bi serê xwe mijarek cûdaye û divê kûr û dirêj bê dîrxandin.

Dîrokê, her dem nîşan kirîye ku civat û gelên nexwedî, asoyek netewîbin nikarin biserkevin. Gava stratejî û bernameyek netewî tune be, parastina destkeftîyên rojane demkîye. Hêzbûn û rêxistinbûn li gor demê dirize, pûç dibe. Lê gava armanc dewletbûn û destkeftîyên bi axê ve girêdayî be, her dem mirov bi ser dikeve. Pêşketin û serfirazî bi bername û rêgehek zelal mumkun e!

Kesayet û hêzên li gor bayê desthilatdaran tevdigerin û helwest digirin, parêzvanî û piştevanîya sîstemê dikin, xwe dixapînin, gel dixapînin. Kirasê dewlet dixwaze li gelê Kurd bike, em ne mecbûrin bi parêzin an berevanîya şaşî û xeletîyan bikin. Em ne mecbûrin piştevanî û hevaltîya ew kes û derdorên fikrên serxwebûnê û dewletbûna Kurdistanê, avêtine teneka sergo bikin. Ew derdorên xwe û keda xwe înkar dikin, li gor daxwazên desthilatdaran tevdigerin, berjewendîyên gelemperî li gor berjewendîyên hîzbî bin pê dikin, nikarin rêgehek guhertinê pêşkêşî civatê bikin.

Guhertin wesfekî şoreşgerîyê ye, Şoreşger berîya her tiştî divê, di mejîyê xwe de, di jiyana xwe de, di rabûn û rûniştina xwe de guhertinan pêk bîne. Di hewldan û tevgera civata xwe de rê li ber guhertinan veke. Ev jî girêdayî, li hevhatina gotin û kirinê ye. Gava kirin û gotin ji hev cûda be, rengê bawerîyê tê guhertin. Ji ber vê yekê em dikarin bi hêsanî bibêjin:

Pêvajoya hilbijartinan ji bo gelek derûdoran weke qaxiza tûrnesolê ye. Nîyet, bawerî, kesayetî, îlke, prensîp, pîvan li gor wê testê dîyar dibe.

Sîyaseta li dijî dagirkerî û mêtinkarîyê, li ser stratejîya netewî şîn dibe. Gava daxwazên nêzîk û yên dûrtirîn, li ser stratejîyek netewî neyê damezrandin, nasnameyên jêrîn û nasnameyên jorîn di bin sîwana netewî neyê nîşan kirin.

Em bixwazin an nexwazin encamên sîyasetê, ber bi destxistina parlementerî û xewnên kursîyan diherike. Ji ber van sedeman em dikarin bi hêsanî bibêjin siyaset, bi hilbijartinan ve hatîye girêdan. Heta îro, bi vê rêyê tu destkeftîyek ji bo gelê Kurd nehatîye bi destxistin.

Hinek simsar û celebên sîyasetê, li ser navê gelê Kurd, herdem li pey berjewendîyên xwe bezîyane û bêrîka xwe tije kirine. Mînakên herî nêzîk di pêvajoya deh salên dawî de me bi hevre dît. Kî li ser hesabê kê, çewa ked û dîroka hevalê xwe firot, çewa hevalên xwe xapand, çewa navê rêxistina xwe firot û komîsîyona post û kursîyan girt em hemû dizanin.

Pêwîstîya sîyaseta netewî, bi paradîgmayek nû, bi rêgehek kurdî heye. Ji bo armanc û berjewendîyên netewî, divê hemû hêz û alî, ezberên xwe yên heta îro biguherînin, metodên nûjen û stratejîyek girêdayî netewe û axê ava bikin.

Hilbijartin amûrek girîng e û pêwîst e. Dîvê li gor sratejîyek bingehîn mirov vê mijarê cardin binîrxîne. Ger hilbijartin weke wasitayek gihîştina armancên netewî be, li gor bername û prensîbên netewî divê bê pesinandin û hevkarîyek sîyasî pêk bê.

Gelê Kurd, weke aktorekî sereke, dikare bandorek li ser sîyaseta dagirkeran û xulamokan bike! Îradeya mala Kurd, bi hemû renk û şêweyên xwe, gava li ser berjewendîyên netewî, li gor heq û hûqûqê bê darezandin û desthilatdarîya erdnîgarîya xwe, weke armancek sereke hilbijêre, ez bawerim di pêşerojê de barê gelê Kurd û sîyaysetmedaran sivik dibe.

Hilbijartin, li welatekî azad û serbixwe, encamên kar û xebatên sivîl in. Hilbijartin encam û hêzbûna rêxistinek vekirî û meşru ye. Hilbijartin ji bo propaganda, ji bo rêxistinbûnê, ji bo desthilatdarî û xîzmetê dezgeha biryara gel û pejirandina sîyasetek civakî ye. 

Partî, grûp, rêxistin, kom û komelên sîyasî li gor stratejî û bernameyên xwe, helwestên xwe diyar dikin. Program û çalakîyên xwe pêşkêşî civatê dikin. Civat sîyaseta wan dipejirîne an na, di encamên hilbijartinên de dîyar dibe. Lê belê ev pîvan û îzahat ji bo welatên hûqûqnas û demokratik in. Ne ji bo welatên dagîrker, mêtinkar û dîktator in!

Dewletek welatê te dagîr bike, hebûna gelê te înkar bike, aborîya welatê te talan bike, qanûnên xwe  li ser tunekirina rûmetên te yên dîrokî, çandî, sîyasî û neteweyî sazkiribe, te mecbûrî sondek nîjadperest û înkarkirina hebûna te bike, beşdarîya hilbijartinên vê dewletê, tenê înkara xwe û meşrûkirina sîyaseta vê dewletê ye.

Heger şert meriv bi awakî mecbûr bike jî pîvanên beşdarbûna hilbijartinan, divê ne kursî,  ne post,  ne berjewendîyên kesayetî û ne jî firotina nîrxên netewî be!

Pîvanên sereke, divê xebatên bi destxistina mafên netewî be. Li ser bingeha berjewendîyên netewî, pîvan parastin û bi destxistina statuyek sîyasî be. Gava ev armanc tunebin, tu cudahîyek me û partîyên sîstemê ji hev namîne. Ev helwest jî wê sîyaseta mêtinkarîyê ya asimilasyon, Turkîyeyîbûn û kedîkirina gelê Kurd meşrû bike!

Ji ber van sedeman divê mirov hemû alternatîfan baş binîrxîne ! Bingeha helwest, pîvan, stratejî û sîyaseta îtîfaqan divê li dijî sîyaseta kedîkirinê bê durustkirin. 31/05/2019 AMED    

Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir