Li Qoserê Polîsan midaxaleyî belav kirina  broşurên PAKê yên  ji bo dersa bijarte ya kurdî kirin

PAKê roja 03.02.2022 xwest li kolan û cade û bazarên navçeya Qoser a Mardînê broşuran  belav bike  û ji malbatan daxwaz bike da ku ji zarokên re dersa kurdî bibijêrin.

Çalakîya belav kirina broşuran li Cadeya Cimhûrîyetê(Qada Azadîyê), li ber Teşkîlata Mardînê ya PAKê destpê bû.Lê di destpêkê de polîsan midaxeleyî rêvebir û endamên PAKê kir û nehiştin broşur bê belav kirin.

 

Polîsan gotin ‘’Li gorî biryara Parêzgerîya Mardînê , ji bo belav kirina broşuran divê hûn ji Qeymaqemîya Qoserê îznê wergirin.Ji ber wê jî em nahêlin hûn broşuran belav bikin’’.

 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê û Serokê Teşkîlata Mardînê ya PAKê Bedran Acar û rêvebirên PAKê yên li Mardînê  gotin emê broşuran belav bikin.

Bedran Acar ji polîsan re got ‘’Dersa bijarte ya kurdî mafekî me ye. Li Amedê û li Batmanê jî, me wek PAK di vê derbarê de broşur belav kirin , lê li tu derê polîsan midaxale nekirin. Tiştên hûn dikin di eslê xwe de rê li ber girtina bijartina dersa bijarte ya kurdî ye. Ji ber wê jî emê van broşuran belav bikin’’.

Di vê navbeynê de, ji ber gengeşîya rêvebirên PAKê û polîsan,  girseyeke mezin li wê derê kom bû.

Gelê Qoserê jî berteke mezin nîşanî polîsan da û piştgirîya helwesta biryardar ya PAKîyan kir. Piştî midaxaleya polîsan girseyek mezin ji gelê Qoserê , broşur ji PAKîyan wergirtin û belav kirin.

Endamê Meclîsa PAKê Şeyhmûs Unal û rêvbirên din ê PAKê jî piştgirîya Bedran Acar kirin.

Polîsan gotin ‘’Ji me re emir hatîye, nabe ku hûn bêyî îzîn wergirtinê broşuran belav bikin’’.

Rêvbirên PAKê jî gotin ‘’Emê broşurên xwe belav bikin. Fermo hûn jî wek yasayî di derbarê me de lêpirsînê destpê bikin.’’

Polîsan dest danîn ser nasnameya Bedran Acar û Şeyhmûs Unal.

Lê PAKîyan bi piştgirîya gelê Qoserê, ji Cadeya Cumhûrîyetê dest pê kirin, heta Dortyol û Reya Ruhayê broşur belav kirin.

Polîs di belav kirina broşuran de her  PAKî dişopandin û her dixwestin rê li ber bigirin.

Lê çalakîya PAKê ya ji bo belav kirina broşurên ji bo bijartina dersa kurdî bi dawî hat.PAKîyan ji 2000î zêdetir broşur belav kirin.

Di encama çalakîyê de, polîsan nesnameya Bedran Acar û Şeyhmûs Unal teslîmî wan kirin.

Bedran Acar jî ji polîsan re got ‘’Ne rast e ku hûn bi vî şiklî midaxaleyî belav kirina broşureke bi vî rengî bikin. Hûn bixwazin jî hûn dikarin lêpirsîneke yasayî jî destpê bikin’’.

Çalakîya belav kirina broşurên PAKê yên ji bo dersa bijarte ya kurdî , bi piştgirîya gelê me yê Qoserê û  bi eleqeyeke germ ya gelê me bi biryardarî û bi serkeftî bidawî hat.

03.02.2022

Buroya Çapemenî û ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *