Li Kurdistanê Roja Şayiyê; Roja Şînê û Reş Û Tarî…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di sala 2017an de ji bona kurdên her çar parçeyan û kurdên dinyayê du rojên dîrokî hatin holê û rojevê.

Rojek, di 25ê îlonê de hat rojevê, ev roja ji bona Kurdistaniyan roja şayiyê bû.

Rojek jî, di 16ê Cotmehê 2017an de hat rojevê, ev roja jî,roja şînê û reş û tarî . Roja xiyanetê û xençer li dilê Kurdistanê Kerkukê xistin bû!

ROJA ŞAYIYÊ: ROJA REFERANDÛMA SERXEWBÛNA KURDİSTANÊ Û JI DEWLETA KURDİSTANÊ RE “ERÊ” GOTIN…

Meha îlonê ji bona kurdan rojeke pîroz e. Li Kurdistanê du qewimandinên dîrokî di meha îlonê de hatin holê. Bûyera dîrokî ya yekemîn, di îlona 1961an de, bi Şoreşa Milî ya Îlonê, di bin pêşengiya Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê de dest pê kir. Encama vê şoreşa milî ya pîroz, Kurdistaniyan li Kurdistanê di çarçeweya otonomiyê de bûn desthilatdar û serwer.

Piştî ruxandina Otonomîya Kurdistanê (1925), Şoreşa milî domand. Şerê Kendavê yê Yekem û Duyem di herêmê de û di Kurdistanê de guhertinên bingehî anîn rojevê. Kurdistan bû herêmeke azad û federe. Bi piştgirîya Kurdistanê, di sala 2005an de Iraq jî bû dewleteke federal û Kurdistan bû dewleta federe.

Hezar mixabin ereb ji bona ku ji nîjadperestî û neteweperestîya teng xelas nebûn, ji bona dewleteke federal û demokrat xebat nekirin. Loma jî Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê biryara serxwebûnê û dewleta Kurdistanê dan. Ji bona ku ev biryara bibe biryara Kurdistanîyan, biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê wergirtin.

Referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê îlona 2017an de hat li darxistin. Li Kurdistanê bi awayekî siyasî û demokratîk û aşaitîxwazî Şoreşa Milî ya Siyasî qewimî. Kurdistaniyan bi %93 dengan, biryara dewletavakirinê dan.

Ev biryara, biryareke dîrokî bû. Roja Şoreşa Milî a Siyasî bû. Loma jî li hemû parçeyên Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de bû roja şayiyê. Lewra ji bona dewleta Kurdistanê rê vekir û pêvajoyê dest pê kir.

ROJA ŞÎNÊ Û REŞ Û TARÎ: ROJA XIYANETÊ Û XENÇER Lİ DILÊ KURDISTANÊ KERKÛKÊ XISTIN…

Berîya Referandûma serxwebûna Kurdistanê, çar dewletên kolonyalîst, hêzên navneteweyî (di serî de jî Emerîkayê) ji referandûmê re ecizîya xwe diyar kirin. Gotin ku divê li Başûrê Kurdistanê Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê dev ji referandûma serxebûna Kurdistan berdin û referandûmê paşve bixin.

Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê ev daxwazan qebûl nekirin, bi qerardarî referandûma serxwebûna Kurdistanê li darxistin. Kurdistaniyan jî ruyê wan spî kir, piştgiriya xwe li hemberî êrişên dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî dîyar kirin.

Dema ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bi serkeftî derbas bû, Kurdistaniyan biryara dewletavakirinê dan, dewletên kolonyalîst gelek eciz bûn. Ji bona pêşeroja xwe tirsîyan. Ji bona pêşî li dewletbûna Kurdistanê bigirin, ketin nav hewildanên gelek qirêj û xeter. Planên xûrt çêkirin. Li Kurdistanê jî, ji bona xwe li heval û hevalbendan gerîyan. Ew amade kirin.

Ev amadekarîya dewletên kolonyalîst û hêzên navneteweyî, 20 rojan domand. Piştî 20 rojan di 21ê Cotmeha 2017an êrîşa leşkerî dest pê kir. Grûba Xiyanetê ya di nav YNKê de, PKK û Goranê; hêzên navneteweyî Îngiltere û Emerîka ji dewletên kolonyalîst re piştgirî kirin, bûn sedem ku Kerkûk û gelek deverên Kurdistanê îşgal bibin..

Serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê, ji bona ku şerê navxwe dernekeve nikarîbûn şer bikin; pêşîya vê îşgalê bigrin; dest û lingên wan hatin girêdan.

Ev roja, ji bona kurdan li her çar parçeyan bû roja şînê, bû rojek reş û tarî. Xençer li dilê Kurdistanê û Kerkûkê hat xistin. Ji wê rojê vir ve dilê Kurdistanê xwîn dibe. Kurdistanî, di nav şînê de ne. Heta ku Kerkûk ji îşgalê xelas nebe, Dewleta Kurdistanê ava nebe, ew şîna dê dom bike.

DIVÊ KU EM HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YÊN LI NETEWEYA KURD XIYANET KIRINE, BAŞ NAS BIKIN…

Neteweya kurd, Kurdistaniyan bes bi êrîşên dewletên kolonyalîst û bi xiyanetên hûndir wenda nekir; di hemandem de bi êriş û piştgirîya hêzên navneteweyî ji dewletên kolonyalîst re jî wenda kir. Nikarîbû dewleta xwe ava bike.

Hêz û dewletên navneteweyî, piştî şerê Cîhanî yê 1em, bi pêknenaîna Peymana Sewrê, di Serhildanên milî yên Kurdistanê de bi dewletên kolonyalîst re alîkarî kirin, piştî Şerê Cîhanî yê 2em, di ruxandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, di sala 1975an de di têkbirina Otonomiya Kurdistanê de xiyenat li Kurdistanê û Kurdistanîyan kirin.

Di dawî de jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ji dewletên koolonyalîst re alîkarî kirin. Bûn sedem ku Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê bên îşgal kirin.

Loma divê em hêzên navneteweyî baş nas bikin. Di pêwendiyên xwe yên navneteweyî de gorî wê naskirinê, tevbigerin.

DIVÊ EM NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BAŞ NAS BIKIN KU KURDAN TEMSÎL NAKE…

Neteweyên Yekbûyî xwe wek dezgeheke ku hemû neteweyan temsîl dike, ji bona berjewendiya hemû neteweyan tevdigere, diyar dike. Wûsa jî tê nas kirin û tê nasandin.

Lê hezar mixabin, Neteweyên Yekbûyî hiç wextekê berjewendîa neteweya kurd û Kurdistaniyan neparast. Loma jî mirov nikare bibêje ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdistaniyan temsîl dike.

Neteweyên Yekbûyî di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê û di îşgala Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê di ezmûnê de ye.

Neteweya Kurd û Kurdistaniyan bi rêyeke gelek demokratîk û aşitîyane, bi rêya referandûmê biryar da ku dewleta xwe ava bike. Hezar mixabin Neteweyên Yekbûyî ji ev biryara pîroz ya Neteweya Kurd û Kurdistaniyan re xwedî dernekert. Li dijî êrişên dewletên kolonyalîst û îşgala Kerkukê bêdeng ma.
Lê tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî li Yekîtiya Sovyetan, li Yûgoslavyayê û li gelek deverên din ji referandûma neteweyan re xwedî derket, dewletbûna gelek neteweyan “erê” kir.
Carek din derket holê, ku Neteweyên Yekbûyî neteweya kurd û Kurdisyaniyan temsîl nake.

Divê neteweya kurd û Kurdistanî vê yekê û ev pozîsyona Neteweyên Yekbûyî baş nas bike, gor vêya, siyaset û helwesta xwe diyar bike. Tu dem ji Neteweyên Yekbûyî re bawerîya xwe nîşan nede. Her dem Neteweyên Yekbûyî rexne bike.

DIVÊ KES Û GRÛBA XIYANETÊ ÊN KURD BAŞ NAS BIKE. DIVÊ EW DADGEH Û CİZA BIBIN…

İşgala Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê bû sedem ku pêşîya dewletavakirina Kurdistanê bê girtin. Li hemberî neteweya kurd û Kurdistanîyan, ji vê mezintir xiyanet neba.

Tê zanîn ku di demên bûhûrî de jî, li neteweya kurd û Kurdistanê xiyanet hatîye kirin. Lê ev xiyaneta dawî, xiyaneta mezintirîn e.

Loma jî divê ev xiyaneta bê ciza kirin. Ew kes û hêzên ku ev xiyaneta mezin ya sedsala 21an kirine, bên nas kirin, bên dageh kirin û ciza kirin.

DIVÊ JI BONA KURDISTANIYAN STRATEJIYA SEREKE: KERKUK JI ÎŞGALÊ XELAS KIRIN, PÊVAJOYA DEWLETA KURDISTANÊ DESTPÊKIRIN, BE…

Baş tê zanîn û îlima siyasî û jîyana civatan diyar dike ku her dem heman stratejî nayê meşandin. Stratejî, gor demê, gor şertan, gor konjonkturê, gor şertên navneteweyî tên gûhertin.

Di vê merheleyê de stratejîya sereke, li Başûrê Kurdistanê, divê rizgarkirina Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê ku hatine îşgal kirin; pêvajoya dewlet avakirinê meşandine..

JI BONA KERKUK JI ÎŞGALÊ BÊ XELAS KİRİN, DEWLETA KURDISTANÊ BÊ AVAKIRIN, DIVÊ JI SEROK MESÛD BARZANÎ Û PARTİYA WÎ RE PIŞTGIRÎ BÊ KIRIN…

Ji bona ku ev stratejîya sereke bê meşandin, divê hemû kurd li Serok Barzanî û Partiya wî xwedî derkevin. Lewra nûha ew ji vê stratejîya sereke re, bi qerardarî xwedî derdikevin.

Kurdistanî, di hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de, vê piştgirîya xwe nîşan dan. Bi vê piştgirîyê Kurdistaniyan dîyar kirin ku stretajîya wan ya sereke çi ye.

Amed, 19. 10. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *