LI KURDISTANÊ PÎROZBAHÎYA SERSALÊ

Êvara sersalê, (13.01.) herkes li gorî rewşa xwe tevdîra xwe dike: Xwarin, fêkî û şêranîyên xwe amade dikin. Li her mal gund û bajarî, heval û hogir, lêzim û zeyî li hev vedihewin; bi saz û  sazende, bi dengbêj û stran, bi lîstik, şano hirboqî, bi pêkenok, zalve û qerfan sersala xwe pîroz dikin.

Li her şênîyê Kurdistanê, xortên jêhatî, şeg û bi huner xwe didin hev, dest bi amadeyî û provayên şano û dîyalogên pêşandana pîrozbahîya sersalê dikin. Sersal ji bo herkesî rojek taybetî û xwediyê wateyek girîng e. Divê li gorî nîrxê wê, herkes rola xwe bilîze û berpirsîyarîya xwe pêk bîne. Loma berpirsîyarîya xortan bi hunerên xwe şakirina civatê ye, ya civatê jî, bi pere û xwarinên xweş, razîkirina xortan e.

Di komika şano û pêşandanê de xortek rola Pîrê Salê, yek ya Kose (qirdik), yek ya Bûkê û yê din jî rola zavê digire. Ev kom dibe ku bi fîguranên lîstik û dîlanê, bi sazbend, bilurvan an defrêşan dewlemendtir bibe.

Pîrê salê, hinekî Kalê Xizir temsîl dike, hinekî jî dişibihe Kalê Noel (Father Chrîstmas)’ê filehan. Xortê vî rolî dilîze, ji hirîya sipî rîh û simbêlên xwe çê dike, kum û kolos an cemedanekê li dora serê xwe digerîne û gopalekî dike destê xwe. Tenê ne sala derbasbûyî, ew tevaya dîroka civatê temsîl dike. Wî roj û demsalên baş û xerab buhartîye. Wî azadî û dîlîtî, şer û aşitî, xela û adanî, xizanî û dewlemendî, xweşî û nexweşî, başî û xerabîyê dinyayê dîtîye. Ew xwedîyê zanîna kevneşopî, bawerî û çanda civakê ye. Zana, pispor, aqilmend û jîrikê gel e. Aştîxwaz, dilnerm û şîretkarê gel e. Li hember xwînmij û zordestan, zalim û neyarên êrîşkar jî parêzgerekî bi hêrs û bi biryar e. Perwerdekarê zaro û nevîyan, piştgirê jin û qelsan e. Rola wî ya di şanoyê de, bi vê giranî û berpirsiyarîyê ye.

Kose, li hinek deran jî jê re qirdik tê gotin: Lê di terîmolojîya civata Kurd de, ev du kesayetîyên ji hev cuda û dijî hev in. Kose, mizawirî, konetî, fenekî û zexelîyê temsîl dike; lê Qirdik, kawikî, qerfokî, qeşmerî û pêkenokîyê temsîl dike. Xortê ku xwe dike Kose, bê rîh û bê simbêl e; rûyê xwe serapeng bi tenîya sêlê reş dike, kumekî dide serê xwe: Ew demsala zivistanê, ba û bahoz û tarîyê, nexweşî û xerabîyê, xayintî, fesadî, derew û fetbazîyê temsîl dike. Di birçîtî û xizanîyê, di şer û tevkujîyan, di hemû bela û karesatên xweza û civakê de rola wî heye. Rolê qeşmerî, hoqebazî, zalve û pêkenînan jî dide ser xwe.

Xortek bi cilê bûkanîyê xwe dixemilîne û xêlîyekê davê ser serê xwe. (Vêya keçek jî kare bike.) Xortek jî cilên zavatîyê li xwe dike. Bûk û zava jî sala nû, biharê, bereket û adanî, kêf û şahî, dewlemendî, aşitî û tenduristî, bedewî û delalîyê, dar û beran, roj, heyv û stêran, hêvî, tekoşîn û serketin, tovê jiyana civatê, azadî û serxwebûna gel, Kurd û Kurdistanê temsîl dikin.

Komika hunermendan ku xwe amade dikin, êvara sersalê dest bi gera malan dikin. Pêşî Pîrê Salê li derî dixe û bi keremkirina xwedîyê malê re derbasî hundir dibin. Piştî silav û êvarbaşîyê, Pîrê Salê, niyaza xwe û hevalên xwe pêşkêşî xwedîyê malê dike:

Serê selê, binê salê xwedê zarokekî bide vê malê! Piştre tev bi hev re ji ferdên malê re dibên:

Êvara we xweş, sersala we pîroz be! Malxwê û kevanîya malê jî, bi dilgermî û dilgeşî li wan vedgerîne:

Gelek berxwedar bin; hûn di ser seran û çavan re, bi xêr û xweşî hatin; sersala we jî pîroz be û hûn gelek sersalan bibînin! Wê gavê ferdên malê bi rûkenî û dilpakî li wan temaşe dikin. Pîrê Salê dertê pêş, bi herdû destan bi ser gopalê xwe ve xûz dibe û xwe dide nasîn:

Ez dîrok im, serkan im, mîr im, bapîr im. Min gelek dem û dewran, sal û demsal buhart. Min dîtin biharên rengîn, zivistanên reş û tarî! Bi şîrqînên birûskan, bi gurmînên ewran re li min da ba û bahoz, berf û baran! Min xweşî dît û nexweşîyên giran! Geh bûm nêçîrvan, geh cotkar û şivan, geh bûm cegerxwîn, geh cengawer û şervan! Şa bûm ez bi xêr û bêr, gul û gîha, bi zaro û nevîyan! Carcaran xemgîn bûm bi hatina karesat û belan, xela û xizanîya dinyayê! Ya dijwar jî, min dîtin gelek talan û êrîş, êrîşên teyr û teban, keftar û guran; gurên hov, gurên devbixwîn; êrîşên artêşan, artêşên hovan: Talan kirin, şewitandin, hilweşandin gund û bajar; qir kirin jin û mêr, nefî kirin êl û eşîr, seranser wêran kirin Kurdistan!..

Pîrê Salê, bi xembarî serê xwe ditewîne û dihejîne.

Kose dertê pêş û xwe dide nasîn:

Ez Kose me, rûreş û diltarî me. Ez melkemotê mirinê, Ahrîman im, qeda û bela, xem û nexweşîyê dibarînim; ez zivistan im, ba û bahozan radikim, ewrên reş û tarî dadixim, brûskan dişîrqînim! Xizanî û xela me, birçîtî û bela me! Ez neyar im; hevalneyar im; xweperest û dilhişk, famkor û fetbaz im; bê bîr û bal, fesad û Beko Ewan im!

Piştî axaftinê Kose, mîna aqilsivika, bêşerm û bi rûreşî zû zû li dora xwe dinêre û bi dengekî hişkezirav dike hîqe-hîq û dikene. Wê gavê zave dertê pêş û xwe dinasîne:

Ez pêşeroj im; civat û gel im; karker û gundî, şivan û gavan im. Kedkar û berhemkar im; serdar û yar im; kelemê pêş çavê neyar im. Lê çi bikim, îro mame xizan, dîl, prîşan û nezan im! Evîndarê yara xwe me, xwedîyê vîyanên germ, hêvîdarê dahatuya xwe me! Lewma têkoşer û xebatkar im, Kurd im, dozkar û sozdarê Kurdistan im!

Piştî ku zave axaftina xwe diqedîne, bûk dertê pêş û dipeyive:

Ez bihar im; gul û gulîstan, tov û jîyan im. Niştîman im; mêrg û kanî, deşt û zozan im. Çand û huner im ez, ziman û stran, deng û awaz im; blûr, govend û dîlan im. Evîndar û dildar im; herdem xêr û bêr, aşitî û azadîxwaz im; bûka salê dayika we Kurdistan im!

Piştî ku qahremanên me xwe didin nasîn, dest bi şanoya xwe dikin. Mijarên şanoyê bi piranî li ser bûyerên balkêş ku di nav civatê de diqewimin. Ev bûyerana bi piranî “trajîkomîk” in: Hinek li ser zilm û zordarîya polîs û leşkerên dewletê ne, hin liser bûyerên navbêna jin û mêran, hin li ser evîndarîyê ne.

Zalve û texlîtên meş û axaftina mirovan, an texlîtê meş û dengê teyr û teba dikin. Qerf û henekan dikin; serpêhatîyên balkêş yên bi tomet, ecêp û bi pêkenîn dibên. Bi stran û dîlan, bi qeşmerî û hoqebazîyan dawîya pêşandana xwe tînin.

Gava ku xatirxwestin û şevbaşîya malê dikin, malxwê û kevanî, li gorî karinîya xwe pere, fêkî, xwarin û vexwarin, zad an şêranî dide wan. Ew jî berê xwe didin malek din…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir