Hevpeyvînek taybetî bi mamosta Cemîla Celîl ra

70 mîn salroja ji dayikbûna komponîst û muzîkzana Kurd hunermenda navdar Cemîla Celîl pîroz be.

Hevpeyvîn û amadekar: Kakş­ar Oremar

Email: kakshar_oremar@yahoo.de

 Ar­îva Foto: Cemîla Celîl û Prof. Celîlê Celîl

Cemila Celil

19ê vê mehê roja ji dayikbûna du hunermendên Kurd yên mezin bû. Cemîla Celîl û Şehram Nazirî. Xizmeta Cemîlê li ber çavane û ew di hevpeyvîna xwe ya dûr û dirêj da li ser hemû aliyên jiyana xwe diaxive. Di nava Farsan da hunermendek heye ku hemû temenê xwe daye ser komkirina stranên folkolorîk. Ew gund bi gund, şar bi şar digere û stranên gelêrî komî serhev dike û bi awayê pirtûk û CD diweşîne. Navê wê “Sîma Bîna” ye. Dewletek û saziyên mezin li pişta wê ne, lê Cemîla me Kurda hem berî wê karekî wiha ji muzîk û stranên me yên gelêrî ra kiriye û hem jî di rewşekê da xebateke wiha giranbuha gehandiye encamê ku ti sazî û hikumetan piştgîrî nedane wê. Ev ji mera bexteweriyeke mezine ku jinên wiha hêja û dûrbîn ketin ser rêyeke wiha pîroz.

Di vê hevpeyvînê da ku ji rêya dûr û bi awayê şandina pirsan jêra, hatiye çêkirin, hûnê herin nava detayên çîroka jiyana jineke qehreman. Tevî ku têhnatiya min bi hevpeyvînên wiha ra naşikê, lê mamosta Cemîla Celîl ji mera dide kifşê ka remz û razên serkeftina çar xwîşk û bira ji kû tê. Babê hêja, zana, dûrbîn û dayika dilovan, mêvanhez û zehmetkêş çawa li ser tore û karê wan disekinîn ku ji paşeroja xwe û netewa xwe ra bibin mirovên bi kêr û bêr?.Cemîle carna mirova dikenîne û carna jî bi şewateke wisa natûr li ser êş û elemên jiyana dê- bav û birayên xwe diaxive ku çavên herkesî şil dike. Ew di vegêrana giliyên xwe da pir semîmiye.

Ev hevpeyvîn belge an jî mêjûnameyeke zindiye ku li ser rewşa Kurdên Ermenistanê zaniyarîyên girîng dide me. Edebiyata Kurda li wira çawa û bi saya serê kîjan rewşenbîrên Kurd ket ser rêya xwe ya tejî zehmetî? Wê demê serkêşên huner û çanda Kurda kî bûn? Û… mamostaya me Cemîla Celîl bi dirêjî li ser wê çîroka nenivîsandî û têrnebihîstî diaxive. Casimê Celîl wek bav û rewşenbîrekî Kurd kî bû ku wisa bi hezeke mezin her zarekî xwe hînî huner û bisporiyekê kir ku nav û karê wan ji dîrokê ra bibe mal û mîrasek giranbuha ji gencîneya huner , dîrok û edebiyata Kurda ra? Dayik xîretkêş bi çîrokên xwe çawa zimanê Kurdî li ber zarên malê şirînkir?

Di destpêka hevpeyvîn da dibêjim: Sipas bo te û hîvîdarim ku 100 salên din jî bijî. Werin em tev herin nava rûpelên jiyana hunermenda mezin Cemîla Celîl.

_ Cemîla Celîl kiye? Ji malbateke çawa tê û bi koka xwe ji Kurdên kûdera Kurdistanê ne?

Cemîla Celîl: Bavê min Casimê Celîlê Osê yek ji wan zaroka bûye, yên li sala 1918-a bi malbatî wek Kurdên Êzîdî gund mal û milkê xwe cîda hîştine û riya revê dane bêr xwe, ku ji ber qetil û kuştina Osmaniyê xilas bin. Piştî ku wî malbata mezin unda kir, wek sêwî dehsalya xweda li sêwîxaniyên Ermenya da sitar bûye. Malbata bavê min ji gundê Qizilqûlêye, ser qeza Dîgorê li wilayeta Qersê li bakurê Kurdistanê. Diya min Xanima Cindiyê Rizgo jî ji gundê Qizilqûlê bûye. Çaranvîsa malbata diya min jî wek ya bavê min bûye. Dîsa sêwîxane bona zara 8 salî, û batmîşbûna malbata mezin ji 35-40 neferî qedera diya min jî bûye.

Bavê min hên zarotiya xweda zêna wî ser erf-edet, rabûn rûniştina gel xurt bûye, bi xwe rojên berxwaniyê hînî fîqe(şimşal) lêdanê bûbû û stran awazên nava gund şayada bihîstibû û lêdida, distra. Wî fîqa xwe rojên revê jî ji destê xwe bernedabû û xwera anîbû heylo heta sêwîxanê. Bîra bavê min gelekî xurt bû, tim bîrdanî şayê gund, cirîda xorta. Yeko-yeko gilî dikir ser

rewş û tertîba mala bavê xwe û bi zêna xwe me metal dihîşt. Bîra diya minda bi xurtî dîdema odê û goma bavê wê mabû. Digot: „Li gund da oda mezin oda bavê min bû û def-dewata gund li goma meda digerandin, ji berku ew jî di gund da ya here mezin bû“. Diya min bêtir bîr tanî sêwîtya zelûl, bê sitar û bi çîrokên xwe me hînî rehmbûnê û bînfireyê dikir.

_Hûn kengê li Yêrîvanê cîwar bûne?

Cemîla Celîl: Cîwarbûna mala me li Yêrîvanê ji bavê min despê dibe, gava wî li sala 1931 ji Tilbîsê cîguhêzî Yêrîvanê dikin, wekî rêvebiriya Têxnîkûma pêdagogiyêye Kurdaye Pişklavkazê bike. Têxnîkum hesêbankî înstîtût bû, ya çar salî, ku li wê zaroyên Kurda ku dibistana 8 sala xilas dikirin, nava çar salada perwerdeyî pisporiya mamostatiyê dibûn, wekî li dibistanên Kurdîda bibin dersdar. Ew têxnîkûm jî dibe sebeb ku dê-bavê min rastî hev bên û bingeha malbata me nûva daynin û em herçar zarok li Yêrîvanê bêne dinyayê: Ordîxanê bira sala 1932-a; Celîlê bira sala 1936-a; ez li sala 1940-î û xuşka mine ji min biçûk(Zînê) sala 1947-an hate dinê.

_ Çaxê teye zarotyê li ku derbas bû? Tu di zarotiyê da xwedî çi taybetmendiyên berçav bûyî?

Cemila Celil1C.Celîl: Zarotiya xwe min li Yêrîvanê derbaz kiriye. Carna, li mehên havînê bavê min em dibirin gundên Kurda, malên dost û hevalên xwe. Armanca wî bû ku em ji ziman, rabûnrûniştina gelê xwe dûr nekevin, jiyana Kurdewerî ji mera xerîb nemîne. Çima? Cînarê me, der dora mala me hemû Ermenî bûn, heval û hogirê me jî Ermenî bûn. Serda jî xwendina me jî li dibistana Ermeniya bû. Bi zimanê Kurdî me her tenê malda bi hevra xeber dida. Vê yekê bavê min hindik didît. Dema 12 saliya min xitimî, bavê min ez birim gundê Gelto, mala merivê me, wesande wana, bi minra tenê bi Kurdî biaxivin. Paşe, salên mayîn em diçûne Gundê Sîcanliyê, gundên Kurdaye ser deşta Araratê.

Tu bêjî taybetmendiyekî xuya bi mira hebûye, ez texmîn nakim. Taybetmendiya min şexsî ez nabînim. Ez jî wek hemû zarokên hemû dinyaê bûme. Belkî taybetmendî ew atmosfêra nava mala me da bûye, ku hêdî-hêdî di şexsiyeta meda cî girtiye. Gelo, taybetmendî nîne ew, ku tirsa undakirina ziman û taybetiya Kurdbûnê, di nava dirêjaya dîrokê da, ber me hemû Kurda rawastiyaî bûye? Jiyana Kurdewarî, daxwaza her tiştê me bi Kurdî û Kurdewarî be, ber mala me jî hebûye. Belkî ji yekîra, ku nava gundê Kurda da mezin bûye, jêra taybetmendî nebûye, ew jiyaneke normal û herrojî bûye, lê ji mera parastina Kurdbûnê, ew jiyana berxwedanê bûye. Ji ber wê jî Kurdbûna me bi zanîn û ji zarotiye gihîştye ber aqil û hişê me. Hercara gava em diçûne gund, bi taybetî bona dewat û şahiyê, çend roja hema gund- gundîtî distran, dîlanê digirtin û dewat bû. Gava bûkê wê siyar kirana, cihêzê vedikirin, nîşanî xelqê didan. Gorê rîs, ku bûkê hûnandibû belayî nava dxwendiya dikirin. Ji wan gorê rîsî bi nexşê Kurdî timê pêşkêşî bavê min jî dikirin. Dewatên Kurdên Ermenistanê û Gurcistanê gelekî bi nav û deng bûn, bi sifrê têr û tijî bona sedan mêvana, stran û dilanên bê navbirî li nava gund da. Sifra mezin bi hezar tematîska dagirtî vedikirin li kuçe û soqaqa, gava ew dewat li bajarada dibû. Dora sifrê diciviyan hemû, nas û nenas, meriyên ku disekinîn li wê şayê temaşe bikin. Ay hingê dewat bû. Naka ew şayî kêm bûne. Xelq, der, cînar digotin dewata Kurdane, dihatine temaşê û xwe jî şa dibûn. Îdî nabêjim çiqas baldar bûn dewat-şayîyên me bona zarokên dor û berê. Hemû govend digirtin, kê dixwast şa be, Ermenî, Kurd, Azerî, Rûs, nas û nenas. Zurna Kurdî çokê hemya direqisand, govendê da ew hemû dibû teqleke nebînayî, dilê kal û temirî genc dibûn, xurt dibûn.

_ Di malê da hûn çend kes bûn û xwî­k û birayên te xwedî çi taybetmendî û sifetên ji hev cuda bûn?

C.Celîl: Wek min jorê jî got em çar zarok( du bira du xûşk bûn) û dê û bavê me. Malbata me şeş meriv bûn. Kesî me tûne bû. Ji herdu alya ne kalik, ne pîrik, ne met, ne xatî, ne ap, ne xal. Diya min birê minî mezin Ordîxanra digo: „Tu bavê minî, Celîl, birê mine, Cemîle tû diya minî, lê Zînê xûşka mine“. Bi van gotina diya me barekî giran datanî ser milê me. Me baş zanibû sêwîtya wê, çaranivîsa malbatêye reş. Em berxwe diketin wekî dayka me hemû hezkiryê ber dilê xwe wunda kirine û me dikir bi hilwesta xwe dilê wê neêşînin, timê wisa bikin, ku xema dilê wê sivik bive(bibe).

Cemila Celil2Ordîxanê birê min heşt sala ser min mezin bû, xemxurya wî hindava serê min gelek mezin bû. Ordîxan êdî ji salên 1946-47-a pêda alî bavê min dikir, nivîsên bavê min ber digirt, bi xetekî xweş jêra dinivîsîn. Bavê min hergav Ordîxan mecbûr dikir, wan nivîsa jêra bi Kurdî bixune, bi teql û bi întonasya Kurdî. Carna Ordîxan diwestî, dixwast terk bide, bavê min rê û mecalê nedidayê. Zêna wî gelekî xurt bû. Carna ji dibistanê vedigerya, dersê xwe êdî amadekirî bû. Ji şirovekirina dersdara cîbicî digirt û xwendineke sivîk jêra êdî têrê dikir. Her çiku(her tiştê) bixwenda, yan bibhîsta ji bîra wî nediçû. Ordîxan bi xisûsyata xwe gelekî hevalhez bû û ji aliyê hevala da jî xurtekî hizkirî bû.

Celîlê bira ji wî cuda dibû, zêde rûniştinê û xwendinê hiz dikir. Dikaribû temamya rojê bixwenda û qet eciz nebûya. Zîna xûşk heft sala ji min bîçûktir bû, ew hîzkirya me gişka bû. Em pê şa dibûn. Gava mezin bû, me anî gîhande refa xwe. Bavê min digot: „Zînê bira zimanê Rûsî baş hînbe, wekî karibe çanda gelê me ya devkî û nivîskî bi zimanê Rûsî bighîne miletên Sovyêtê. Usa jî bû. Zînê li Ûnîvêrsîtêta edebyetê ser para wergerê li Moskovayê xwend û bû wergera profêsyonal.

Salên 1953-54-a em malêva demsala havînê çûbûne Sîçanliyê. Gundekî berpala ciyayê Ellegezêye bakûr-rojavayê, bilindcîkî, ku ji wî gundî wêda zozan bûn. Celîl temamya rojê nava gund bû, tevî hevala diçû kewşana, ber zanga gêlî digerya. Pêşyê diya min gelek nerehet bû, ditirsya ji ser zinarekê bikeve, yan tiştek bê serê wî, paşê hêdî-hêdî hêsa bû, neditirsya. Çiqas tê bîra min Celîl çîrokên biçûk, gotinên pêşya dicivandin, ew dianîn ji diya minra dixwendin.

Hisa evînê ber bi stran û dîlanên Kurdî cem min pêşda hat bi saya bavê min û her du birên min. Salekê Ordîxan çûbû Asiya Navîn nava Kurda, wêderê stranên Kurdî ser qeytanê girtibû. Gava vegerya hate Yêrîvanê, wî ez maç kirim û got: „Xûşka min, ji wêderê min tera pêşkêşeke mezin aniye, stranên Kurdê ji komarên Asiya Navîn, da ku tu wana bikî note“. Paşwextiyê min wana kire note û li paşkoka „Zargotina Kurda“ li Moskovayê çap kirin.

_ Ger bê bîra te, cara yekê kengê bû ku te fem kir bavê te mirovekî zana, rew­enbîr û Kurdhize?

Cemila Celil3C.Celîl: Ger ez bixwazim bînim bîra xwe, ka cara pêşin kengê bû, ku min fem kir bavê min merivekî zana û rewşenbîre, mira hinekî çetine. Hilbet bavê zaroka, bona her zarokekî yê here baş, zana û bi hêze. Ew his bi minra jî bûye. Rewşenbîrên Kurd, yên Yêrîvanê kar dikirin, timê dihatine mala me, ji gunda jî dersdar û hunermend gava bona pirsên cûre-cûrê dihatine Rewanê, timê seredana mala me dikirin. Nêzîkî mala me hewşeke fire hebû bi dar û kulîlka dagirtî, têda xanîkî du qatî hebû, jêra digotin „Mala gundiya 2. Ewder wek otêlê bû. Gundiyê ku bi karê dewletê yan bi kirîn firotana mal û dewar dihatine bajêr, şevê li wir xew dikirin. Gele cara bavê min yan diçû wana dipirsî, yan ewana îdî ciyê mala me zanibûn, dihatine cem me bi seredan. Tevî rewşenbîr û mamostaya hilbet xeberdan ser çand û edebyeta Kurdî dimeşiya, gundî ji rewşa gund gilî dikirin, yan jî bi daxwaza bavê min distiran. Bavê min timê ji wan strana û serpêhatiya, ku wana bi Kurdî çêr dikirin, heyacan dibû û ji wanara şêwirdar bû:“ ziman û zargotina xwe ber nedin.“ Ka ew axaftina wana Kurdhizî bû yan na, di wan salada min nikarbû ji xwera bişkavta. Lê ez bawarim, wekî ew xwehesîn cem zara peyda dibe, gava ewana fem dikin çiye gelperestin û çiye zordarî ser çand, huner û zimanê dê.

Tê bîra min çend hevalên bavê min salên çilî û pêncî dihatin mala me û bi bavê mira ser çapkirina berevokên edebyeta Kurdî diaxivîn, dixwastin karê amadekirin û weşandina wê berevokê bavê min bigirta ser milê xwe. Ew dem dema Stalîn bû, piştî bidawîbûna şer, çapkirina pirtûkên Kurdî hên riya rismî ber xwe venekiribûn. Tecrûba bavê min bona çapkirina pirtûka mezin bû. Salên sîhî, hema-hema hemû pirtûkên Kurdî ser alîfba Latînî bi destê bavê min çap dibûn, meydana çapemeniya pirtûka, meydana bavê min bû. Piştî van axaftina gava ewana wê derketina biçûyana, çend cara min bihîstiye, digotin: „Bira serê Casimî reş bi mera xweş be“. Hingê min fem nedikir mana van gotina. Carekê min ji diya xwe pirsî, çima usa divêjin?!, diya min minra şirovekir. Jina zanyar û nivîsarvanê Kurdî naskirî Emînê Evdal, meta Almastê (rehma Xwedê lê be, jineke heyf bû) carekê ji diya minra şirovekiribû, wekî ewana dixwazin berevoka berhemên rewşenbîra bidin weşandin û daxwaza wane, bavê min pêk bîne, ji ber wê jî wa dibêjin. Hingê belkî ew bû bûyarek ku di bîra minda maye û naçe.

_ Tu weke hunermendekê çawa dikarî mamoste Casimê Celîl bi me bidî naskirin? Ew kesekî çawa bû?

Cemila Celil4C.Celîl: Pirsa parastina gencîna kelepûra Kurdaye gelêrîda, ew merîkî bêkompromîs bû. Gava didît neheqiyê dikin, mafê Kurda dixun, çanda wiya didizin û ser navê xwe dikin, dibû şêrekî hov, hemû êtîkê rewşenbîryê dikarbû bida binpê û bi sîngê xwe biparasta. Meriv vê yekê dikare himber bike dayikekê, ku bona parastina ewledê xwe, çêjikên xwe ber dijmin disekine sîngê xwe dide ber û amadeye bê kuştin lê nehêle ser wîra derbaz bin û zirarê bidine ewledên wê. Ev his wek înstînk nava bavê minda rûniştibû. Carekê hunermendeke Ermenî, xanimeke hêja, dosteke bavê min, gava xwe amade dikir stranê Kurdî bi rengê opêrayê bona radioya Kurdî bistrê, gava hate mala me, ku bavê min bibihê, hema stra bavê min dît çawa stranê me dilîlîne, hema ne da ne stand, go: „Xûşka Mêlanya,(navê wê Mêlanya bû), dema tu strana Kurdî nastrêy, tu mîna hespêkê dikî hîre-hîr“ Feqîrî usa xeyîdî, soro-moro bû, mala me hîşt û çû. Bûyarek jî ji bîra min naçe. Gava bavê min berpirsyarê radioya Kurdî dixebitî, 10 deqe ji Studioê rêzêrve kiribû bona dengnivîsandinê(tomarkirina deng). Dengbêjê gerekê ji gund bihata, deh deqe derengî ma. Serokê para dengnivîsandinê Tsîtsîlya Birûtyan, muzîkareke hêja, ji ber derengbûna dengbêj deqê dayî bona Studioê ji destê bavê min girt û nivîsar pêk nehat. Îcar de bavê min çi kiribû serê wê ez nizanim, lê ez zanim, wekî heta mirinê jî bavê min ew nebexşand, pêra xeber neda. Diya minra gotibû: „Ew dengbêjê camêr ji gund heta vira hatiye, rê dûr, transport ne bi gorî wextê xwe diçin-tên, xerîb li van kûçe û soqaqa û serda jî bêpera tê ji mera distrê, wa bêînsafî paşda vegerînin? Ewê neheqiya mezin kiriye, ez nabexşînim“. Lê dîsa Prof. Dr. Tsîtsîlya Brûtyan piştî wefata bavê min bîranînên gelekî germ ser Kurdhizya wî nivîsîbûn.

Wek rewşenbîr û perwarê hunera Kurdî bavê min ser paqijî û zelalya hunera gelêrî, bi taybetî ser stranên Kurdî sekinî bû. Carna bi sazbendara dikete hucetê wekî ewana „nexşê“ xerîb miqamên Kurdî da kar neynin. Çiqas jî bavê min ji dîtina pêşîn dikarbû hişk, hêrs bihata xuyakirin, lê bin sîngê wîda dilekî nazik lêdida, evîneke bê sînor û nerm, delal, dilrehim pêra hebû û ew hisa nazik wî bi nivîsandina hilbestên lîrîkiyê dida der. Gele hilbestên wî bûne bingeha stranê nazik û hizkirî.

_ Daxwazên herî mezin, ku bavê te ji te û ji birayên te dikirin, çi bûn? 7îretên wî ji wera çi bûn?

C.Celîl: Bavê min zargotina Kurda baş nas dikir û gelek bilind dinirxand. Zargotina Kurda bavê min usa qebûl dikir, çawa ku eslê xweda hebû: paqij, jiyandar, bê veçêkirin û bêneqişandina daxwazên meriyên „Hoste“ û „xwandewar“. Ew timê nerazî dima gava stran û awazada, zargotinê da dest têda dilîstin. Tirsa wî ya herrojî ew bû, ku zargotina me wunda nebe. Wî timê mera digot: „Ew ku zargotina me dewlemende, ne bese. Tu tişt herher nîne, tevî demê ew jî kêm dibe û gorî jiyanê û rewşa nû tê guhastinê. Girînge ew gişk tomer kin, bikine pirtûk, ku bêne parastin“. Wî usa bi evîna mezin zargotina me raberî me dikir, ku ez bawarim heger deh kur, deh qîzê wî hebyana, wê hemiya bida ser karê parastina çand û hunera gelê xwe.

Daxaza bavê min ji min serê sêrîda ew bû, ku ez ser amûrê Piyanoyê karîbim stran û awazên Kurdî lêdim. Pêşiyê, hê ez deh-yanzde salî bûm, ez ser hewcatiya vî karî zêde serwext nedibûm. Rastî bêjim, pêşiyê ji minra lev jî nedihat ez stranê Kurdî lêxim, min digot: „Stranê Kurdî ne bona piyanoyêne“. Metal dima, digo: „Ew çawane, ez ser vê fîqê, ku gişk ser hev 7 qulê wê hene, stranê Kurdî derdixim, tu ser piyanoyê, ku 30-40 darikên wê yên reş û spî hene û hemû jî bi dengin, tu nikarî stranê Kurdî derxî? Divê tu lêxî“. Zûtirekê lêdana stranê Kurdî ser piyanyoê ji minra hêsa bû û bavê min kêfxweş dibû, gava min lêdixist, Îca fîqa xwe hildida bi mira lêdixist, fîqe dadanî dest bi stranê dikir, heger kêleka wî jî yek hebiya destê wî digirt û govendê digerand. Bi zargotina Kurda gelekî serbilind bû. Wesiyeta wî bû ew cewahirên zargotî vekin û raberî gelên dinyaê bikin, wekî cihan gelê Kurd û hunera wî baş nas bike û jê hiz bike.

Paşwextiyê gava min xwendina xwe ya muzîkayê serhevda anîbû û li Radioya Kurdîda kar dikir, herroj gava ji karê xwe ez vedigeryame malê, min didît bavê min tevî herdu birê min rûniştiye û dixebitin, dilê min bi şabûnê tije dibû, hêzeke mezin minda peyda dibû, ku ez jî stranên nû ji zimanê gel binivîsim û bi radioya Kurdî bela bikim. Timê mala me ya biçûk min wek Kurdistanek didît.

 _ Dayka te (Xanim) di kar û jiyana we û serkeftina bavê teda xwedî roleke çawa bû?

Cemila Celil5C.Celîl: Dayka min, navê wê Xanime û ew nav gelekî jî lê dihat. Xanimeke rastî bû. Xanim bû bi bedewya xwe, bi başya xwe-xeysetê xwe, bi giranya merîfet û rabûn rûniştina xwe. Xanim bû bi perwerdaya xweye Kurdîtyêva. Li Têxnîkûma Kurdiye perwerdeyê da xwendibû. Perwerdeya meye dibistanê ji roja pêşînva bi diya meva girêdayî bûye. Diha raste ez bêjim, ku her zarokek ji dayikbûnê heta mezin dibe bin bandor û giranya terbiyeta diya xwe dinê nas dike, xeysetê xwe kamil dike. Em jî usa, mîna gişka. Dayka me timê çîrokên Kurdî ji mera digotin, wek „Çîroka Hevka Hinêr“, „Pişko nirno,“ „Çîroka Gulbarînê û çêleka sor“, „Serpêhatiyên Rîgazê Qambuhust“ û yên mayîn, ku wê zarotiya xweda ji dayka xwe li Qizilqulê bihîstibûn. Çîrok ji mera gotine, ji zaroyê mera, ji nebiyên mera jî gotine. Û ew di bîra wanda hê mane. Dema em zaro bûn me xwendinê nizanbû, êvara, wextê razana me, dayka min bi çîrokên xwe me dida xew kirinê. Carna çîroka dixwand ji kitêbên Ermenî, carna jî çîrokên xwe digotin. Çîrokên wê dilşewat bûn. Wê bi kel û heybet çîrokê xwe ji mera digotin. Gava li çîrokada zarok sêwî diman û dijwaryên jiyanê didîtin, demên usa diya min digot û kûr axînên xwe dikşandin. Bê guman, mala bavê xwe, giranya sêwîtya xwe bîr danî. Serpêhatiyên xwe ku dayka min gilî kirine, heta naka bîra mindanin û jiyana wê wek fîlmeke giran û dilşewat ber çevê minra derbaz dibe. Gava em mezin bûn û her yekê me riya xwe ya jiyanê û pêşekgirtinê dabû ber xwe, em dîsa dora dê bavê xwe dicivyan. Diya min di rûniştinê meda kewa aştiyê bû, bingeha hev hizkirinê. Nizanim ji çi bû? Belkî ji wê, ku çaranûsa herdûya: dê û bavê min bû, ku ewana di pirsên terbyetkirina meda, rêbijartina xizmeta çand û hunera Kurdî da yek deng bûn, hev temam dikirin. Diya min kanya xîretê bû, ew şîrêza nav mala me bû, me hemya bi hev girêdida, bi hev dida hizkirin, amade dikir em alîkarê hev bin, armanca Kurdperweriyê nav meda xurt dikir. Bona vê hilwesta wê bavê min gelekî serbilind û piştgerm bû.

_ Dema tu mezin bûyî, ferqên malbata we û malbatên din yên Kurd li Yêrîvanê çi bûn?

C.Celîl: Ez çi bêjim? Belkî ew firqbûn hûn jê derxin. Mera awqas xuya nîbû. Herkes, her malbatek bi tiştekî mijûl bû, di meydaneke jiyanê pispor bûn, pêşekzan û xebatkar bûn. Malê rewşenbîra hemû jî ez divêm, yekin. Yek kêm, yek zêde. Belkî firqî ew be ku em gişk, herçar zarok û bavê me jî pêra em bi Kurdzaniyê, çand û hunera Kurdîva gîro bûn. Ji ber vê jî hevsûd(hesûd) û xêrnexazê me û bavê me jî ne kêm bûn. Lê xêrnexazya wana me gelekî hêz dida û xîret zêde dikir. Ez divên spas ji wanara. Lê rastiya Xwedê dixwaze ez bêjim, wekî hemû malbatên rewşenbîrên Kurd Kurdperwer bûn, zimanê xwe yê dê Kurdî ne ku wunda nekiribûn, lê bi dewlemendî parastibûn û xwendin û nivîsandina Kurdî ji xwera kiribûn zanistiya girîng. Bona van malbatara serbilindî û tiştê şabûnê bûye, dema endamek yan du-du ji wana li ocaxên çandiye Kurdî da kar û xizmet kirine. Kurdê me hemû jî koçber bûn, di jiyana nûda kesera welêt, hisa Kurdbûnê di dilê wanda timê xurt bûye û zelal maye. Mala me jî yek ji wan mala, ji mera karekî pîroz bû ku em tev xizmeta çanda gelê xwe bikin, bigerin, binivîsin, cewahirê Kurdîtiyê çap bikin, muzîka û zimanê Kurdiye şîrin biparêzin.

_ Mêvanên we hingî kî bûn? Kîjan sinifa civakê bêtir bi bavê te û we zarokên malbatêra di peywendiyê da bûn?

C.Celîl: Li Sovyêtê tenê sinifek hebû, sinifa pala û gundiya. Xelqê meyî Kurd mihacir, pey revê û hêsîryê hîmlî li gunda da hêwirîbûn, dewlet alî wan kiribû gunda da nîştecû bin. Kolxoz çêkiribûn û havîna jî diçûne zozana. Li bajarê Yêrîvanê Kurd gelekî kêm bûn, Kurdên bajêr, ku timê dihatine mala me, ew rewşenbîrên nûbişkivî bûn. Piranya mêvanê mala me gundî bûn, merivê me yên dûr û nêzîk, berpirsyarên kolxoz û sovxoza, ku bi kar dihatine nav bajêr û dihatne silavdana dersdarê xweyî têxnîkûmê: Casimê Celîl. Pey salên vekirina radioya Kurdî, mêvanê mala me hergav dengbêj, stranvan û sazbendên Kurd bûn, xwendkar bûn, ku ji gund hatibûn û li bajêr dixwendin, ew jî hîmlî hevalê birayê min Ordîxan û Celîl bûn. Bi giştî malbatên rewşenbîrên Kurda çûyîn hatina wana, hevpirsîna navbera mala me û wanada hêbû.

_ Xebata we ya li radioyê kengê despê kir û we li wira çi kar dikir?

Cemila Celil6C.Celîl: Sala 1967-a min dest bi karê serwêrya para muzîka Kurdî li radioya Kurdî girte ser milê xwe, bûme rêdaktor û berpirsyara wê parê û heta sal 2002 min ew kar sî û pênc sala, bê navbirî meşand. Dîrok û dengdana radioya Kurdî six girêdayiye bi weşandina stran û awazên Kurdî yên gelêrîva. Sala 1955-a yekê yanvarê, gava bingeha radioyê cara pêşîn li Sovyêtê hate danîn, berpirsiyarê wê parê bavê min, Casimê Celîl bû, ku heta sala 1963 li wê xebitî, pêşyê heta nîveka sala 1958 wek berpirsiyarê sereke, paşê, heta sala 1963 dawiya meha dêcambirê, wek bêrpirsiyarê rêdaksyona edebyetê û muzîkayê. Piştî wî çar sala şûnda, dema min Konsêrvatorya Yêrîvanêye dewletê ser navê Komîtas, para têoriya muzîkayê xilas kir, wek pispor derbazî ser karê radioyê bûm, bi wezîfa berpirsyara para muzîkayê. Gava ez derbazî ser kar bûm, di fonda dengxana rêdaksyaêda îdî dora 700-800 stran û awazên Kurdî hatibûn tomarkirin. Wek hatiye zanîn ew bingeha dengxanê bavê min bi hêz û hereket, evîn û eşqa dilê xwe ser stran û awazên Kurdî ava kiriye, navê vê bingehêra jî nav lê kiriye „Fonda zêrîn“. Heger bingeha muzîka Kurdî tunebya, tenê nûçeyên ji kolxoza û pêşketina civaka Sovyêtê û sosyalîstiyê bihata xwendin, belkî dengdana wê pêlweşînê ewqas bi bandor û naskirî nebûya. Dema ez hatim radioyê, gele tişt îdî ji salên radioyê yên pêşîn hatibûn guhastin, stranê radioyê gele xweşî xelqê me hatibû, sazbend, dengbêj û stranvan timê amade bûn bên stranê nû bêjin. Dibû car gava dengbêjek ji gund tenê dihate radioyê, min ji xebetkarên radioyê grupeke xwe re amade dikir û ez jî tevî wana, me distira û vedigerande stranvan. Seredana mine sîstêmatîk gundên Kurda, gele navên nû yên dengbêj û stranvana derdixistin holê û min wanara demeke kurt kar dikir, paşê danîn studioyê bona bernivîsarê. Di vî karîda gelek alî me dikirin muzîkarên piremek Egîtê Cimo û Xelîlê Evdile. Ewana wek sazbend timê nava gelda digeryan. Gele cara wana navên dengbêja mira digotin û mi biryar digirt kengê bêne radioyê û stranên xwe yên nû bêjin.

Dengnivîsar li studioyê ji minra karê herî berpirsyariyê bû. Studio bi demeke kurt didane me. Dengbêj bê tecrube bûn, hînî mîkraofonê û şertê studioyê nebibûn, gele cara tevlî hev dibûn. Min wana rehet dikir, şirovedikir, girîngya rastnivîsandina dengê wê yan wî jêra beyan dikir. Min dicedand, her tişt dikir, wekî stranê me bi zelaliya xwe ya sirûştî, wek wana li gundada, li çiyê strane, usa jî li studioyê bistirên. Tu cara min pirînsîp-şerta, ku bavê min ji mira wesyat kiribû, ez jê dûr neketime. Hemû stranên, ku min bona radioyê nivîsîne(tomar kirine), ewana zelal û helalin, usa çawa şîrê dayka me ji mera helal bûye.

Timê bi radioyê ez bi nivîsar-lêkolînên xweva ser jiyana Kurdaye muzîkayê, ser dengbêj û sazbendên Kurda, bi munesebeta salvegerên komponîstên dinê yên naskirî, yên Rûsa û Ermenya bi nivîsên li ser jiyan û karê wan ez tim pêşda hatime. Salên dirêj roja yekşemê min bernamekê jî bi navê „Posta sazbendiyê“ bi dirêjaya sehetekê çêkiribû û heta derbazî ser pênsyayê bûm min wê bernamê dimeşand. Ev bernema bibû pirakî navbera Kurdên radioguhdar ji xerîbiyê û ji malbatên wanara. Min bi dehan nama distandin ji xortên ku dûrî Ermenistanê xizmeta leşkeryê dikirin, ji Kurdên me yên hemû aliyên Kurdistana mezin û parçe kîrî.

Tiştek jî pir girîng bû, ji wan nama ji mera xuya dibû, ka dengê kîjan stranvanî, kîjan strana bala radioguhdara zêde kişîndiye ser xwe û zêde hizkiriye. Nava salên ku min li radioyê kar kiriye bi sedan stranên nû nivîsiye û li ser xana „Fonda zêrîn“ zêde kiriye.

 _ Rola radioya Yêrîvanê di dîroka Kurda da çawa dinirxînin.?

C.Celîl: Îro gava Sovyêt bi sîstêma xweye sosyalîstiyê ve nemaye, derge vebûne, peywendiya dinyaê tevî me çê bûye, çûyîn hatin heye, em ji gelên meye dervayî Sovyêtê û Ermenistanê dibêhên, ka radioya Yêrîvanê ser xwehesîna gelê Kurd çi roleke mezin lîstiye. Hilbet, di mercên siyasî, abûrî, civakî û candî yên giran, ku gelê Kurd li Turkyayê, Îran, Îraq, Sûryayê û welatên din jiyana xwe derbaz dikirin, eşkeraye ku dewra dengê radioya Yêrîvanê wê hisa mezin, xwenasîn û Kurdperweriya xurt nava gelda pêşda baniya. Vê yekê hûn diha çêtir dikarin binirxînin. Me karê xwe bizanetî kiriye û em bextewarin, wekî xizmeta me tovê xwe avêtiye nava gel û ji dîrokê ra bûye mal û mîrasekî bêmirin.

_ Di nava hemû beş­ên xwendinê da çima hunera Kurda wiha bala we kiş­and?

Cemila Celil7C.Celîl: Eva gişk pilanê bavê min bûn. Ez hê nediçûme dibistanê jî, bavê min rokê çû piyanînoke mezin kirî û çar hembal ancax rakirin qatê sisya, mala me. Min teze wê amûra muzîkayê didît. Bala min dikişand, ku gava bi tilya pê li darikên reş û spî dikir, deng ji wana derdiket. Zanîna min ser wê amûrê, ser muzîka Kurdî û xwendina mine muzîkayê ji mira tiştine xerîb bûn. Piyanîno, bawar dikim, hingê piştî şerê cihanê yê du-duya, belkî ne tenê di nava malên Kurda, lê hema malên Ermeniya da jî kêm peyda dibûn. Çaxê salê min gihîştine jiyana xwendinê, bavê min tevî xwendina dibistana giştî navê min li dibistana muzîkayê jî nivîsand û ez du dibistana diçûm, ya xwendina giştî li ser navê Maksîm Gorkî û ya muzîkayê li ser navê Alêksandir Spêndyarov. Xaniyê herdu dibistana jî rex hev bûn û ji mala me jî ne dûr. Hê ez nû nota muzîkayê hîn dibûm, bavê min fîqa xwe digirt destê xwe stranê Kurdî lêdida û digo: „De tu jî lêde“. Çîroka vê wekî ez bêjim gelekî dûr û dirêje. Pêşiyê ez eciz dibûm, lê paşê stranê Kurdî ji mira bûne wek hewa û ronkaya rojê. Ez bi pêşeka xwe bextewar û serbilindim. Bi taybetî, ku min bi notanivîsîna wan strana despê kir û bûma xudana bi deha pirtûka.

_ Li gor we ku salên dirêjin li ser muzîk û hunera Kurdî dixebitin, ferqên di navbera hunera Kurda û Ermeniyan da çine? Kîjan dewlemendtire?

C.Celîl: Gelê Ermenî xweyê çanda kevnedîrokî û pêşketiye. Wek dewlet jî ew gavên gele girîng avîtine bona pêşxistina hunera muzîkayê. Wan bi sedan dibistanê muzîkayê vekiribûn li serenserî Ermenistanê, xwendingehên muzîkayê yên bilind. Hunera opêrayê, fîlharmoniyayê, semfonî û yên mayîn gelekî xurt û ser rengê netewayê bûn. Xwandewarî û dewra diyanetê jî şopa xwe hîştibû ser çanda Ermeniya. Em Kurd di jiyana xweye Kurdî da diha girtî, çarçovkirî û patriyarxal û natûral mabûn. Ev gişk şertên girîng bûne ku çanda gelerî zû wunda nebe, dewlemendiya xwe biparêze û bandora hunera xerîb li ser tunebe. Rastî em bêjin, stran û govend, çîrokbêjî, ev gişk pareke jiyana her maleke Kurda bûye. Tunebûye mal ku qîz û xort nestirane. Tebyet jî wana bi dengê baş rewa kiriye. Stran û awazên Kurdî nek tenê li Ermenistanê, lê li hemû welatên dorberê, nava gelên cînar da ji hemûya dewlemendtir û hizkirî bûne. Belkî ji vêye ku nava Kurda da gelek stranvan û dengbêjên hêja, ku eslê wana ne Kurd bûye, ji gelên dorûber bûne û bi Kurdî strane. Pêşdaçûyîna civaka Kurdî, peydabûna mecalên êlêktronîk, têlêvîsiyon, ev hemû civaka meye patriyarxal têk didin û ew gulvedan û parastina stranên kevin çarçov dikin, jiyana wana dikin di qefesa sêlika, şirîta û bandên stranvana yên ji civaka nû, bajarî!

_ Mamosta Cemîle xwendina te di çend qonaxan da derbas bû?

We li zankoyê kîjan par bi dawî anî? C.Celîl: Min xwendina xwe di sê qonaxada derbaz kiriye. Pêşiyê dibistana dehsale ser navê Maksîm Gorkî û pêra jî dibistana muzîkayê ser navê Alêksander Spêndyarov li sala 1958-a xilas kiriye. Qonaxa du-duya li dibistana mamostatiya muzîkayê (jêra Ûçîlîşça divêjin) ser navê Romanos Mêlîkyan (1960-1964). Xwendina çar sala bû. Paşê qonaxa sêsiya: xwendina bilind ya muzîkayê li Konsêrvatoriyayê (1964-1969) li para têoriya muzîkayê. Di navbera van qonaxa da salekê (1964-1965) li nehiya Telînê dibistana muzîkayê bûme mamosta muzîkayê, lê li Yêrîvanê (salên 1960-1967) li dibistana ser navê M. Gorkî, (li cihê ku min deh sala xwendibû), bûme mamosta ya dersê muzîkayê. Ji sala 1967 heta sala 2002-an ez 35 sala li radioya Kurdî bûme berpirsyara para muzîka Kurdî.

_ We kengî û bi kêra jiyana hevpar pêk anî?

Çend zarokên we hene û çi dikin? C.Celîl: Hevparê min Sûtoyê Cindî, bi pêşeka xwe pizîşk bû, xîrûrg û demeke dirêj li nehiya Masîsê, nêzîkî Yêrîvanê li nexweşxanê kar dikir. Masîs nehiyeke întêrnasiyonal bû.Têda him Ermenî, hem Kurd û him jî Azerî hebûn. Salên paşwextiyê, pey şerê cihanê yî du-daya, ji Sûriyayê û Îraqê gele Ermenî ji xerîbiyê cîguhêzî Ermenistanê bibûn. Zimanê axaftina wana Kurdî bû. Wana gelek ji doxtirê Kurd Sûto hiz dikirin. Nava wanda gele stranvanên hêja hebûn. Bi alîkarya Sûto min ji wana gele stran û awaza nivîsîne. Sûto çîrokên biçûk dinivîsîn ser bûyarên ji serborya wiye doxtiriyê. Pirtûkeke şêwirdariya doxtiriyê bona tenduristiyê jî çap kiriye. Sala 2006 çûye ber rehma Xwedê. Sê zarê min hene: du qîz, kurek: Nermîn, Nazê û Rostem. Nazê bi riya min diçe, konsêrvatorya xilas kiriye û bûye pispora muzîka Kurdî. Naka jî li Austriyayê doktota xwe ser êtnologiya Kurdî dinivîse.

_ Hûn rewş­a hunera Kurda ya berê û îro çawa didin ber hev?

C.Celîl: Hergê em tenê wek statîstîk bidin ber çavan, stranê me bi taybetî û zargotina Kurda bi giştî, berê gelekî dewlemend bû. Îro tu nikarî jiyana nû himberî ya kevin bikî(bi hevra qiyas bikî). Gelek tişt hatine guhastinê. Pêşdaçûyîna jiyanê mezine. Rewşa berê bi odava, zozanê rengînva xemilandî bû. Civaka berê bi hevra rûniştina êvar-êvar li her gundekî û li her obekê da îro tuyê li ku bivînî? Aûdîtoriya guhdara jî gelek hatiye guhastinê(guherandinê). Stranê Kurdî bi radio, têlêvîzyon û dengnivîsoka li her malekê da cî girtiye. Bawerke, herkes, kê ku bengiyê ser stranê Kurdî be, dikare li berîka xweda bi sedan strana bigerîne û hergav lê guhdarî bike. Dengbêjê îro, îdî hunermendin, xwe hînî mîkrofonê û studioyê kirine, stranê xwe gorî daxwaza dilê xwe disêwirînin, yan jî stranê gelêrî „hên baş“ çê dikin.

Ev çik min got proseseke normel, tebetiye, li civaka hemû gelanda jî em rastiyeke wiha dibînin. Îro daxwaz mezine, ku her stranek, ku hên li bin siyêda mane, nehatine tomar kirin, divê bi esiliya xweye paqijsva bêne nivîsandin. Îro em gele tişt wunda dikin.

_ Salên dirêje ku hûn li ser hunera Kurda ya otantîk dixebitin û nasnama hunera Kurdî ba­ nas diken. Gelo li gor we cî û rola dengbêjên Kurd di parastina hunera Kurdî da çiye?

Cemila Celil8C.Celîl: Stran û awaz nava dîroka gelê me da timê bûne bingeha ruhdarbûnê, şedê mêrxasiyê û mêranyê, pareke şayî û dewataye girîng, rêber û rêhevalên xerîbiyê, zelûliyê, şîn û girînê. Strana da jiyana rêal, bûyarên qewimî, ku dengbêja bi çavê xwe dîtine, bêguhastin, raste-rast, bi kela dil hatine strandin. Dengbêj berê û îro jî di nava gelê Kurd da hêjayî rûmeta mezin, hizkirî û nirxbilind bûne. Dîroknivîsê gelê Kurd eref-Xanê Bitlîsî „şerefnamê“ mera hîştiye, lê ser bûyêrên pey salên „erefnamê“ kes nenivîsiye, ew her bi riya stranên me yên dîrokî, yên mêrxasiyê û şera ji mera mîrat mane. Xudanê wan starana hîmlî dengbêjin. Her axayek, mîrek, serokeşîrek dengbêjê wana hebûne. Dengbêj rewşa koçk û dîwana bûne. Ber maqûla û torina dîwanada stranê şera û mêraniyê strane, yên evîndariyê nestrane. Stranê wana bûne defterên dîroka her herêmekê û eşîrekê, lê belê bi zar. Heger di deftera dîroknivîsandî da ser bûyera tenê hizir û ramanê xudanê nivîsarê cî girtine, lê di stranên dengbêja da hizir û ramanên gel cî girtine. Heger girîngiya bûyerê çaranûsa gelva girêdayî bûye, stranê hûnandî zû bi zû belayî nava xelqê seranserî Kurdistanê bûye û bûye demnivîsa wê demê, wan bûyara. Dewra dengbêja mezinbûye usa jî bona parastina dewlemendiya zimanê Kurdî, fikirdariya kal û bava. Stîl û şêwa strana xisûsiyeta psîkologiya gel şimşat kirine û xuyatiya Kurdîtiyê parastine.

Îro dibistana dengbêjiyê ciyê xwe hîştiye ji êlêktronîkayê ra. Eva îşareteke, ku çarçova jiyandariya zargotinê, bi taybetî ya strana û muzîkayê ji bikiriya xwe û zelalya Kurdewariyê rengguhêzî dibe. Destê profêsiyonalên stranvana û muzîkara awazên gelêrî bi motîvationên îroyînva cardin vedigerin nava gel. Ewana îdî stranê gelêrî, yên dengbêja nînin. Ewana bi xudanin û gorî daxwaza îro hatine sêwirandin.

_ Hûn ji kîjan stîla hunera Kurdî hez dikin. Li gor we cihê hunera Kurdî di nava hunera gelên Fars, Tirk û Ereb da di kîjan astêdaye?

C.Cemîl: Stîl ew şêwa stranêye ku ji aliyê stranvana va tê strîn. Stran çiqas nêzîkî bingeha gelêrî be, ewqas nêzîkî ber dilê mine. Hergê tu ji min dipirsî di nava malbatên stranada (janra) kîjanî ez zêde hiz dikim? Ezê bêjim hemû, stranên êpîkî jî, yên mêraniyê, evîndariyê, govend û dîlanê jî, yên şînê û dewata, hemû jî weke hev şîrin û bi nirxin ji minra. Tu nikarî ji dayikekê bipirsî: kîjan zarê te bona te zêde hizkiriye?!. Şîrinaya her yekî jî taybetiye, yek ser yekîrane.

Stranê Kurdî pirin, bêhijmarin, ewana bi giraniya xweva rewşa berêda mane û wek milkê çanda gelê Kurd dinyayêva nenas mane. Xelq muzîka Kurdî digire ji xwera dike milk. Wek tu bêjî zarokê Kurda bibin, malê xweda mezin kin û ji xwera bikin ewlad. Divê komponîstê Kurda pêyda bin, dibistana muzîka Kurdî ava bikin, bi pisporî û dilgermî muzîka gelêrî bînin ser asta nû û bilind. Zanayê me di hine welatan da muzîka Kurdî didine ber xizmeta çanda biyanya. Navê Kurdiyê ser efrandinê xwe danayinin.

_ Huner û strana Kurdî xwedî nasnameyeke çawane, ku wê ji ya gelên cîran cuda dike?

C.Celîl: Gelo te dîtiye Kurdekî, yan Kurdekê ku ji xwera nestrê?. Tu rastî Kurda bêy li serê çiya, li deştê, li ser rê, xerîbiyê, şahiyê, şînê… Kurd bê stran, bê awazên xwe debar naken. Kurdê bê stran û awaz ew weke dara bêbere, şîn nîne, wek dara bêavdane ku hişk bûye. Heger taybetiya stran û awazên Kurdî tunebiya, taybetiya Kurdbûnê pêva tunebûya, ew ewqas hizkirî nedibû. Stran û awazên Kurdî çi qalibîda bin, ji devê dengbêjê çi miletî jî bibihêy ila tu nas dikî, wekî ew ji nava Kurda derketiye, wê xerîb kirine, birine ji xwera û weka xwe distirên,bêtam û bêxwê ye. Gelo stranên me yên mêraniyê we di nava tradîsiyona stranvanên Ereba, Tirka, Farisa, Ermeniya dîtine? Na! nikare bibe. Ew dengê mêrxasiyê ye. îna ser mêrxasa, dengê perîşanbûnê nîne, ew dengê tolhildanê ye, ew dengê êşa wê hisê ye, ku mêrekî hêja ji nava gel çû. We stranê me yên evîndariyê devê kêda bihîstiye. Nikarin bistirên. Bi Kurdî belkî bistirên, lê awaz û karaktêra wan strana bi zimanê xerîbda wê bibe qeşmerî,qefesa bê ruh. Stranê me yên şahiyê an jî govendê gelên cînar ji xwera dibin, distrên û dikine milkê xwe. Rastî bêjim, ewana bi dize-diz naben, ewana me eşkere talan dikin.

_ Bi dîtina we: Ji welatên ku Kurdistan dagîrkirine, kê bêtir huner û çanda Kurda talan û asîmîle kiriye?

C.Celîl: Tu bêje kê nekiriye. Çawa em, Kurd, usa jî çand û hunera me bê xwayî bûye, em weke pezê bona kêrê bûne. Zana û hunermend, nivîsarvanên me keda xwe danîne li xezna dîrok, çand û hunera xelqê da, xelq jî (dema heyîna Kurd înkar kiriye) çanda wî jî milkê xwe hesibandiye û ji xwera biriye. Çiqas stranvanên me hene ku mecbûr yan ne mecbûr bi kêfxweşî stranê me bi zimanê dagîrkera strane û ji alyê wana ve hêjayî çepika û baqê gula bûne?!!!

_ Temenê we bû 70 sal, di 70 salên derbasbûyî da we çend berhem afirandine?

  1. Cemila Celil9Celîl: Rastî bêjim pîr jî nînin, lê min nejimartiye. Belkî ser pirsa we, ez bicerbînim lîsteke biçûk jê derxim. Pirtûkên ku stran û awazên gelêrî min tomer kirine û bi note çap kirine evin:
  2. Kilamêd Cimeta Kurda. Yêrîvan, 1964. 75 stran.
  3. Kilamêd cimeta Kurda. Moskova, 1965. 100 stran. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  4. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1973. 103 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  5. Stranê cimeta Kurda.Yêrîvan, 1977. 103 stran.
  6. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Stokholm, 1982. Bi tîpên Latînî.
  7. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1985. 102 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  8. Goraniye milliyekanî Kurdî. Hewlêr. 1998. 100 stran. Bi tîpên Erebî.
  9. Stran û dîlanên Kurdî. Benda I. Yêrîvan, 2001. 157 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî hatiye çapkirin.
  10. Stran û awazên Kurdî. Benda II. Yêrîvan, 2002, 241 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî. Pêşgotin bi Almanî.
  11. Goranî millî Kurdî. Sulêymanî, 2004. 100 stran. Bi tîpên Latînî û Erebî.
  12. Stran û awazên Kurdî. Hewraman. Benda III, Yêrîvan, 2006. 179 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Starnên gelêrî veçêkirî bona koma sazbenda
  13. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para I. Bona koma sazbenda. Yêrîvan, 2001. 20 stran.
  14. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para II. Bona koma sazbenda. Yêrîvan, 2001. 20 stran.

Gelek stranên Kurdî jî hene ku di berevokên cude-cudeda çap bûne.

Stran û awazên ku di van pirtûk û berevoka da çap bûne, min tomarkirina wana hên ji dawiya salên 50 despêkiribû. Alîkarya bavê min ji minra pir mezin bû. Ez hê 15-16 salî bûm, bavê min bi xwera dibir gunda û me tevayî guhdariya stranbêja dikir, paşê wana gazî dikir, dianî Yêrîvanê studioyê dengê wana bona radioyê dinivîsî. Hebûn dengbêj hema usa dihatine radioyê bona dengê xwe binivîsin. Êvarê vedigeriyan dihatine mala me xew dikirin. Hingê birayên min Ordîxan û Celîl ji wana gelek tişt dinivîsîn. Stranê ku bona radioyê negotibûn min digirt ji xwera. Paşwextiyê gava min xwendina xwe ya pêşekî ser muzîkayê li xwendingehên bilind da berdewam dikir, ez diçûme gundên Ermenistanê, Tibîlîsê û min stran dicivandin. Di jiyan minda rojên here bextewer ew bû, ku çend cara ez çûme Kurdistanê û welatê şîrin min bi çavê xwe dît. Çûyîna Kurdistanê ji mira xewna şeva bû, ku bû rastî. Sala 1988 tevî birê xwe Celîl ez çûme gera zanistiyê li nava Kurdên Sûryayê. Çûme li Helebê, Çiyaê Kurmênc, li Ein Erebê, Qamîşloyê, Dêrikê. Li çiyaê Qereçox, nava eşîra koçera min bi sedan stranên wek cewahir civandin, Celîl jî stranê êpîkî, çîrok û çîvanoka dinivîsî. Stranê ku min li Sûriyayê, bi taybetî nava koçera tomar kiribû li berevoka benda 2 (sala 2002) weşand. Çil stranên gelêrî ku awazên wana bi xweşikbûna xwe gelekî bala min dikşandin ser xwe, min bona çend amûrên orkêstrêrayê veçêkiriye. Wan stranan bi semfonîk orkêstira li Sulêymaniyê hatiye dengnivîsar û ketiye ser CDyê.

 _ Projeyên li pêş­berî we çine?

C.Celîl: Karê tomarkirina stran û awaza ez berdewam dikim û dil heye bendên nû bidime çapê. Îro, wek ez dibînim ji tomarkirina stran û awazên Kurdî, ku hên nehatine civandin pir mane û ewana ber govenda mirinê ne. Divê em wana bicivînin û biparêzin, li wana xudî derkevin. Sibê, dusibê tiştên tomarkirî dibin dokûmênt, şedenivîs bona dîrokê, bona îzbatkirina Kurdbûna wana.

_ Di jiyanêda bîranîna te ya herî xwe­ û nexwe­ kîjane?

C.Celîl: Bîranînên xweş jî û nexweş jî gelekin. Bicerbînim ji wana yek du-du biniqînim. Yek wekî, min dema gavên nû di warê tomarkirina stranên Kurdî da despêkiribûn, komponîstê dinya naskirî Aram Xaçatûryan, gava destnivîsa berevoka min dîtibû, gelekî kêfxweş bibû û fikra xwe bona çapkirina pirtûkê erênî dabû xuya kirin û pêra jî şikil-nîgara xwe bi diyarînivîsê ji minra şandibû. Yek jî ew bû, gava min didît bavê min hergav, dema pirtûkên min çap dibûn (yên birê min jî her wusa), çawa pê şa dibû, pirtûka nû digirte destê xwe û paç(maç) dikir û heftek du-duya jî datanî bin serê xwe û paşê radiza. Ji tiştê xirab, dilêşî jî hebûn, mînak, wekî stranê me hine miletê dora me sernavê xwe distran û navê Kurd hilnedidan, yek jî gava pirtûkê min li çap dibûn, hine Kurd ji hewsûdî û zikreşî dikirin û ne bi dostanî pişt minva xeber didan.

_ Mezintirîn xwezî û an jî daxwaza te ya niha çiye?

C.Celîl: Wekî Xwedê 20-25 salên min yên derbazbûyî vegeranda û hêza fîzîkiyê têra min bikira minê bi meha li Kurdistanê gund bi gund bigeriyama û minê stran û awazên gelêrî tomar bikirana, yek jî wekî ew çi ku min tomar kirine têra sê-çar benda, ku êdî amedene, min karibiya çap bikira.

_Gelo we bîranînên xwe nivîsandine?

  1. Celîl: Min despê kiriye û navbiriyê daye. Ezê berdewam bikim gava bendên amade bidime çapê.

_ Nêrîna te li ser hunermendên jêr çiye? Hesen Cizîrî, Şakiro, Şeroyê Biro, Şivan û Gulistan Perwer, Meyrem Xan, Re­îdê Baso, Aramê Tîgran.

C.Celîl: Te navên xweş hilbijartine. Te dikaribû navên wana berdewam bikira. Evana gişk jî stûnê hunera Kurdî û muzîkayê bûne. Dengbêjên bijare tu nikarî ber hev bidî, bêjî kîjan çêtire. Heryek ji wana xudî merîfet, zên û dengekî taybetiye. Stran hene ku li nava dîrokê bi stran û dengê wana hatine naskirin, dubarekirin ji aliyê yekî din, bandora wê ewqas xurt nabe. Sebebeke dinê jî heye. Ew stranana dîrokîne, dem ser wanara derbaz bûye, ewana dilê guhdarada îdî ciyê xwe girtine. Dem wana kiriye pîroz û hizkirî, bi wê jî ewana nemir dimînin. Çawa huner nemir û her ûsa jî hunermend bi şureta xwe nemire. Stranên ivan Perwer, ew tenê stran nînin, ew hîmana (sirûda) şorişê nebûn, nasnameye Kurdbûnê, hisa serbilindiyê û mêrxasyê xûna meda difûrandin. Şivan Perwar hunermen de, ku di bin giranya dîrokê da, giranya xizmeta xweda bûye Hêrkûlês, lêgênda zêndî. Lê stranê Meyrem Xan, Kaws Axa, Hesen Cizîrî, Şeroyê Biro…, navê kîjanî hildî, wekî karibî bi têra wana wesfê wî/ê bidî? Karekî hêsan nîne. Ew tev taca zêrîna hunera Kurdî ne. Kar-xebatê wana yê dîrokê da nemir bimînin.

_ Ji deng û stîla kîjan stranbêjî û hunermendên ku niha di qada hunera Kurdî da dixebitin, hez dikin û OK dikin?

C.Celîl: Rastî ez bêjim, pirseke çetin we da. Naka dengbêjê me yên baş hewqas pirin û piranya wana jî ewqas başin, ku ez ditirsim navê yekî, yan jî yekê bidim û yên dinê bîr bikim. Belkî bi hunera hinekara ez hê nebûme nas jî, ji ber ku sêlikên wana negihîştine destê min. Hingê kêmnavkirin ji aliyê min ve dibe neheqî. Hergê rastiya hunera mezin dipirsin, herin ji gel bipirsin. Stranê kîjan dengbêjî gel pir hiz dike, a ew jî wê bibe ew OK ku hûn digerin.

_ Belkî hûn wek jineke Kurd û hunernas baş­tir ji kesên din bikarin bersiva vê pirsa min bidin: Cihê jina Kurd di hunera Kurdî da li kûye?

Cemila Celil10C.Celîl: Rola jina Kurd him di civakê da (civaka Kurdî, ne ya îslamî), him di malê da berbiçav û xurt bûye, ne kêmî rol û bandora mêra bûye. Jina Kurd him çekdar bûye, him jina dilovan, him dayka dilnazik û heyran bûye, him cînara baş û xebatkara mala xwe. Dilê nazik timê dengbêje. Di nava zargotina Kurda da tune bergeh, ku hunermendiya jina Kurd têda cî negirtiye. Stranên evîndariyê di keçkanyê da ji wanara meydana dîharkirina hiss û evîna gur bûne: ber edetên kevin – dengê dijberiyê. Di nava xebat û karê nav malê da (Teşîrêstinê, meşkê, dankutê, danhêrkê, qehwe hêrandinê, tewinkariyê) strane. Stran xebata giran hêsa kiriye. Wana straye bi hevra, bi kom, hinekan jî vegerandine. Stranên şînê milkê jina bûne. Stranên dilkovaniyê şîna giran sivik kirine. Û her weha, gava dîroka Kurda jî vedikî, dibînî ku aqil, kemal, sirafet û hunermendiya jina Kurd ji tebyeta Kurdaye çiyayî xuliqiye. Dot û zeriyên Kurda sirûştî, wek cimaet dibêje ji dayîna Xudê hunermend bûne, ji çalakiya nava civatê da bêpar nemane. Mîrasa kal û bava, di gela bergeha zargotinê da payê pirê jin parastine û jiyandar kirine.

_ Salên dirêjin ku hûn di kar û xebata hunerê da ne. Rewsa îro ya hunerê di nava Kurdên Qefqaziya da çawa dibînin? Paş­roj û qedera Kurdên wira çawa dibînin?

C.Celîl: Em Kurdê Qefqaziyayê payê pirê mihacrê ji Turkiya Osmanî bûn. Me mal û jiyana xwe li ser kelefa wêrankariyê, perîşanya sosyal û aboriyê ava kir, hêlûna xwe hûnand, em bûn xwedî nasnama xwe û ziman û çanda xwe parast. Hêlûn avakirin û jiyan geşkirin paşî wan şipûkên giran, ku hatibû serê Kurdên mihacir ewqandî(ewqasî) karê hêsan nebû. Jêra dema dirêj û hereket divya. Pir hindikî em gihîştibûn destanîna, ku bala Kurdên Kurdistanê jî dikşandin ser xwe. Pey hilweşîna Sovyêtê, civaka wê û bihaneyên merivheziyê, mafên hindkayan, bi carkêva her tişt rabû û dora Kurda xeyîrî. Kurda dîsa riya mihaciryê dane ber xwe. Icar ewana hêwrek û sitarek cîkî, ser erdekî ser hev, dora hev nikaribûn bidîtana, ku sitar bûna. Rûsya mezin hemiya cî kir. Erdnîgariya wê serî heye binî tune. Ji civaka berê tiştek nema. Parastina çand û ziman bêhîvî û kurtejiyan bûne. Zordarî û bindestî tune, lê şertên mihobûnê bi xwe faktorên obêcêktîvin ku Kurdên Qefqaziyayê wê hêdî-hêdî bihelînin. Kurdistana aza, serbixwe û yekgirtî, ewe riya jiyandarya me gişka, avakirina civaka Kurdî ser xweliya weten, ser kaniya emekdar û dayka helal.

Jiyana Cemîla Celîl bi kurtî

Cemila Celil11Cemîla Casimê Celîl, komponîst û muzîkazane. 19 fêbrarê sala 1940-î li bajarê Yêrîvanê – paytexta komara Ermenistanê, li mala rew­anbîr, ­ayîr û Kurdperwerê navûdeng Casimê Celîl ji dayka xwe bûye.

Bi daxwaza dê û bavê xwe Cemîle tevî xwendina li dibistana normal (1948-1958), çûye dibistana taybetî ya muzîkayê li ser navê Alêksandr Spêndyaryan. Li vê dibistanê da Cemîla hînî nota û lêdana ser piyano bûye. Pi­tî temam kirina dibistana dehsala, Cemîle li sala 1959 dibistana muzîkayê ya he­t sala jî xilas kiriye û li sala 1960 bûye xwendkara(stûdênta) kolêca muzîkayê ya ser navê Romanos Mêlîkiyane çar sale. Li vê kolêcê ji bona dibistana mamostayên muzîkayê amade dikirin. Li sala 1964 Cemîla Celîl kolêcê xilas dike û diçe nehiya Telînê (li Ermenistanê, li ku 12 gundê Kurda hebûn) û salekê li navenda nehiyêda di dibistana muzîkayê da dibe mamoste. Bi çûyîna Cemîla Celîl li Telînê gele Kurdên vê nêhiyê dilgerm dibin û zarokên xwe di­înin wê dibistanê, ku ber destê Cemîla Celîl hînî muzîkayê bibin. Salên 1960-1967 Cemîla Celîl li dibistana dehsalada bi navê Maksîm Gorkî mamostatiya dersêns muzîkayê dike. Tevî karê mamostatiyê Cemîla Celîl xwendina muzîkayê berdewam dike û sala 1964 dibe stûdênt(xwîndevan)a Konsêrvatorya Yêrîvanê ya ser navê Komîtas û li fakûltêta teoriya muzîkayê pênc sala dixûne heta sala 1969-an.

Hê Cemîle li konsêrvatoryayê dixwend, pêra jî ewê dest bi karê hêja dike, dibe rêdaktor(berpirsyar)a para muzîka Kurdî li radioya Yêrîvanê ya xeberdanê bi zimanê Kurdî. Ji sala 1967-a heta sala 2002 Cemîle Celîl sî û pênc sala li radioya Kurdî da karê xwe yê muzîkzaniyê berdewam dike.

Pir bi nirx û mezine xizmeta Cemîla Celîl di ber kultûra Kurda da, xasma li ber huner û muzîka Kurda ya gelêrî da. Fonda muzîka Kurdî ya radioya Yêrîvanê bi hêz û tuwanaya Casimê Celîl û Cemîla Celîl hatiye ava kirin. Casimê Celîl ji sala 1955 heta sala 1963 û pa­ê Cemîle ji sala1967 heta naka li Radioya Yêrîvanê da „Fonda muzîka Kurdî“ ava kirine û xudîtî li wê fondê kirine. Her tenê bi destê Casimê Celîl 700 stranên Kurdî yên pê­în û xwe­ik, yên ku heta îro bi radioya Kurdî tên we­andin, hatine amade kirin. Yên mayîn jî dora 1000 stran û awaz bi destê Cemîlê hatine civandin û ewana li wê fonda zêrînda ciyê xwe girtine.

Hê li ser kursiya dibistana muzîkayê, dema Cemîla Celîl xwendkar bû, bin bandora bavê xwe, evîna xizmeta kultûra gelê Kurd di dilê Cemîlê da cî digire û karekî wiha dîrokî dide destpêkirin. Pê­iyê stranên Kurdî li ser piyanoyê lêdide û pa­ê wan stranana dike nota. Sala 1964-a berevoka ji van strana – 75 stran, bi pirtûk li Yêrîvanê çap dibe. Cemîla pirtûka xwe ya pê­în pê­kê­î ­ehîdên Kurda kiribû, ­ehîdên ku jiyana xwe boy azadiya Kurdistanê dabûn. Ew dem dema giran bû ji bona Kurdistanê, gelê Kurd li Îraqê dijî hikumetê ­erê jiyan û mirinê dikir.

Salekê ­şûnda, sala 1965an li Moskovayê berevoka Cemîla Celîl ya du-duya (100 stran) bi tîpên Latînî, têksta Kurdî bi wergera ser zimanê Rûsî çap dibe. Ev berevok bûyareke girîng bû di jiyana çanda Kurdî da, ji ber ku temamiya muzîkar û muzîkzanên Sovyêtê cara pê­în nasya xwe didan bi muzîka Kurdi ya dewlemend û bi dewlemendiya wê dihesiyan. Moskova ji muzîka Kurda hez kir. Baldariya mezin ser muzîka Kurdî rê vekir ber Cemîlê, ku karê xwe berdewam bike û xûdana enya xwe ya salên dûr-dirê car din bi du berhemên bi nirx û nû, yek li sala 1973-a (103 stran û mêlodî) û ya dinê li sala 1986-a (102 stran û mêlodî) bi tîpên Latînî, têksta Kurdî bi wergera ser zimanê Rûsî, li Moskovayê çap dikin. Cemîla Celîl berevoka pênca li sala 1977 li Yêrîvanê çap kir (103 stran û mêlodî). Di vê berevokê da muzîka Kurdî bi pirawaziya xweva hate dîharkirin û ber çavê herkesî kif­ bû ku muzîk û hunera Kurda xwedî nasnama xwe ya taybetîye. Têda tevî stranên govendê, stranên evîndariyê, yê mêraniyê, êpîka-dastanên bi navûdeng, stranê ­înê, qewl û beytên Êzdiya jî cî girtibûn.

Bi dehan berevokên muzîkayê yen cûre-cûre da notanivîsên Cemîla Celîl ser muzîka Kurdî çap bûne. Hêjaye bê gotin, ku hema sî û sê stran yên Kurdên Qezaxistanê û Qirqîzstanê berevkirî bi notanivîsa Cemîla Celîl di berevoka „Zargotina Kurda“da (ji du cilda pêk tê), ku Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl çap kiribûn, têda cî girtibûn. Berevokên stran û awazên Kurdî, ku Cemîla Celîl nivîsîne bi pirtûk li Stokholmê, li ba­ûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmaniyê), li Tirkiyayê jî çap bûne.

Zêdetir ji pêncî salan e ku Cemîla Celîl diçe gundên Kurda û stran û awazên Kurdî dicivîne û dike note. Di fonda muzîkayê ya malbata Casimê Celîl da ku bi hereketa hemû endamên vê malbatê hatiye ava kirin, ji deh hezarî zêdetir stran û awaz hatine civandin û tên parastin. Gundekî Kurda li Ermenistanê nemaye ku Cemîla Celîl neçûye û stranên Kurdî ji zarê dengbêja nenivîsîne.

Di sala 1988-a Cemîle Celîl tevî Celîlê Celîl rêwîtîke zanyariyê bi sê meha li Sûryayê kir. Geryan li nava Kurdên Helebê, Çiyayê Kurmênc, Qamî­loyê, Dêrikê, Eyn-erebê û ciyên mayîn û dora 1000 stran û awazên hêja civandin. Berevoka vê civandinê bi pirtûkeke taybetîva çap bûye.

Cemîle Celîl li gelek konfêrans û sîmpozyûma da li bajarên Yeketiya Sovyêtê(berê), li Anglyayê, Kurdistana Azad, Austriyayê, Fînladiyayê, Sûryayê, li Hollandayê, Polandê, Lîtvanyayê û ciyên mayîn pêk hatine, bi axavtinên zanyariyê li ser muzîka Kurdî pê­da hatiye. Di kovar û rojnameyên cûre-cûrada gotarên wê li ser muzîka Kurdî çap bûne. Cemîle Celîl endama “Yeketiya Muzîkarên Sovyêt”ê bû û ya Ermenistanê ye. Endama yeketiya rojnemegerên Sovyêtê bû û ya Ermenistanê ye jî.

Di nava Kurda da bûye taybetî, gava yek xwendina bilind distîne(diqedîne), zanîngehê bidawî tîne, xwe mezin û rew­enbîr dibîne, nivîsarekî biçûk dike û êdî ji xwera li pey nav digere, ciyê germ û nerm dixwaze. Pozê xwe ewqas bilind dike, ku gelê xwe êdî nabîne, lê bi navê gel xeber dide. Berevajî kesên wiha dema Cemîla Celîl xwendina bilind ya muzîkayê stand, ciyê germ negeriya, zanîna hunera muzîkayê ber xizmeta armancên pîroz danî, dest bi civandin û notanivîsarê stran û awazên Kurdî kir, nivîsarên xwe kirine pirtûk û ji dîrokê ra, ji sedsalara hi­t. Xîreta Cemîlê wek xîreta bavê wê bû, nexwest ku ew dewlemendiya mezin, xezîna kal û bava wunda bibe, bibe xurê xelqê. Her cara dilê wê diê­iya, gava stran û awazên Kurdî bi radioyê, bi têlêvîzyonê, di birc û serayê xelqêda wek muzîka gelên cînar: Azeriya, Ermeniya, Tirka, Ereba dibihîst. Cemîle stranên gelê xwe ba­ nas kirin, dît ku cînar ji me didizîn, talan dikin, dibin dikin milkê kultûra gelê xwe. Ji ber vê jî dilê wê nazik xemgîn dibû, birîndar û kovan dibû. Cemîle Celîl çentê mezin bi mekîna dengnivîsê(denggir), defter û qelemê xwe digirte destê xwe û gund bi gund, zozan bi zozan digeriya û ji zarê xelkê stran tomar dikirin. Giranya çentê, riya gundên ne ava, Cemîla nazik eciz nedikirin, nediwastandin, ji ber ku wê ba­ zanibû ku karê dike îro lazime bê kirin, sibê wê dereng be. Keça Kurda ya çeleng hîvya tu kesî nedima, zivistan biya, havîn biya yan jî payîz bûya, Cemîlêra tev yek bûn, ew hemû dema li nava gelê xwe da bû. Dengbêja gi­ka Cemîle nas dikirin, hurmeta wê li ba wan bilind bû û wê wek xu­ka xwe qebûl dikirin û ber xizmeta wê bûn. Distiran, stran û awaz ber destê Cemîlê dibûn nota, herf-notayên re­ û spî ser pelê kaxaza hev digirtin û dibûn pirtûk. Pirtûkek, du-du, sê-sê, çar, pênc… û hên berdewam dibin, çap dibin.

Karê ku xatûna Kurda daniye pê­berî xwe û eva êdî 50 salin dime­îne, karekî hêsa nîne. Îro jî gava jiyana Cemîla Celîl bûye 70 sal û ew bûye pîrka heft neviya(torina), dîsa wek berê, bi çelengiya ciwaniya xwe li pey stran û awazên Kurdî digere, wan dicivîne, dike nota û bi awayê pirtûk dibine malê dîrokê. şa dibe dilê Cemîlê gava dengbêjek ya jî zanayekî muzîka Kurdî dibîne, lê bînteng dibe, kêfa wê dikeve, gava stran û awazên me yên Kurdî di devê xelqê da dibihîse. Mirovek ku 50 salên jiyana xwe ji 70 sala diyarî karê vejiyandin û komkirina muzîka Kurdî kiriye, karekî pir giranbuhaye û hêjayî pesindayînê ye. Gere ji kesên wiha ra xelatên zêrîn bihata dayîn, lê mala bêdewletiyê wêran be, em Kurd hê­ta jî bêhêlînin. Hêjaye ku navê xizmetkarên xwediyê vî karî di dîroka gelê Kurd da bi herfên zêrîn bên nivîsandinê. Cemîle Celîl hewceyî van pesindayîna nîne, ji xwera li pey nav û nî­ana negeriyaye. Di salên ku li Ermenistanê rew­a aborî pir giran bû û gelek rew­enbîrên Kurd berê xwe dane Rusyayê, an jî çûne Ewropayê, Cemîla Celîl karê xwe li radioya Kurdî berneda. Ew tevî du-sê hevalên xwe, ma li radioyê, karê xwe berdewam kir û nehî­t ku dengê radioya Yêrîvanê bê birînê. Stran û awazên Kurdî, axaftina Kurdî ku dehan sala digihî­tin hemû parçê Kurdistanê û ber dilê hemû Kurda da gelek ­îrin bûn, hê­ta heta îro jî pêlwe­în dibin û jiyandarin. Bawer nakem qet jî bimirin.

Radio ya Yêrîvanê – ocaxa kûltûriyê ya Kurda, ku bingeha wê bavê Cemîlê (Casimê Celîl) danîbû, bê xwayî û xudan nema. Keça helbestvan û rew­enbîrê hezkirî Cemîla Celîl xwedî li milkê gelê xwe derket. Hêjaye ku li vira bêjim gotinê kal bava: „Şêr ­şêre çi jin çi mêre“.

Em bi dil û can, bi hezeke mezin 70 saliya muzîkazan û komponîsta gelê xwe ya hezkirî Cemîla Celîl pîroz dikin û jêra jiyaneke tejî bextewerî, dirêj û karê bi ber û berhem dixwazin.

Pirtûkên Cemîla Celîl yên çap bûyî evin:

  1. Kilamêd cimeta Kurda. Yêrîvan, 1964. 75 stran.
  2. Kilamêd cimeta Kurda. Moskova, 1965. 100 stran. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  3. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1973. 103 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rûsî.
  4. Stranên cimeta Kurda.Yêrîvan, 1977. 103 stran.
  5. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Stokholm, 1982. Bi tîpên Latînî.
  6. Kilam û miqamêd cimeta Kurda. Moskova, 1985. 102 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Peyv bi wergera Rsûsî.
  7. Goraniye milliyekanî Kurdî. Hewlêr. 1998. 100 stran. Bi tîpên soranî.
  8. Stran û dîlanên Kurdî. Benda I. Yêrîvan, 2001. 157 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî.
  9. Stran û awazên Kurdî. Benda II. Yêrîvan, 2002, 241 stran û awaz. Tevî Naza Celîl. Bi tîpên Latînî. Pêşgotin bi almanî.
  10. Goranî millî Kurdî. Sulêymanî, 2004. 100 stran. Bi tîpên Latînî û soranî.
  11. Stran û awazên Kurdî. Hewraman. Benda III, Yêrîvan, 2006. 179 stran û awaz. Bi tîpên Latînî. Starnên gelêrî veçêkirî bona koma sazbenda
  12. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para I. Bona koma sazbenda. Yêrîvan, 2001. 20 stran.
  13. Stranên Kurdî yên gelêrî. Para II. Bona koma sazbenda. Yêrîvan, 2001. 20 stran.

NOT: Ez sipasdarê mamosta Prof. Celîlê Celîl im ku di pêkanîna vê hevpeyvînê da hevkariya min kir ku ez ji rêya dûr xwe bigehînim Cemîla Celîl û ev hevpeyvîn wiha bikeve ber çavên we. Ger ew nebûya bêgoman karekî wiha hêsan nedigehi­t encamê. man karekî wiha hêsan nedigehi­t encamê.

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakshar/70saliya-Cemila-Celil.pdf

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *