Li sernaserê Îraqê derdora 2,3 milyon çermreş dijîn ku 900 hezarên wan li qezaya Zubêrê ya Besrayê dijîn.
Ew dibêjin ku xelk wan wekî koleyan dibîne, rastî cihêkariyê tên û derfetên ku ji çermspiyan re hene ji wan re nînin.
Nikarin herin dibistanê
Yek ji wan kesên ku rastî cihêkariyê tê jî Fexriye Ebdulaha 56 salî ye.
Fexriya li Zubêrê dijî, dêya sê keç û çar kuran e lê zarokên wê ji ber cihêkarî û bêrêziyê dev ji xwendinê berdeya û peydakirina karekî jî zehmet e ji bo wan.
Fexriya Ebdulahê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa cihêkariyê kir:
“Çermspî bi rehetî û xweşî dijîn lê em berovajiyê vê, di şertên gelekî xerab de dijîn.
Cihêkariyeke zêde tê kirin û ev gelekî darîçav e.”
Nûnerên wan jî dibêjin sedsala 21ê ye lê ew hîn jî rastî biçûkdîtin û cihêkariyeke zelal û berbiçav a civakî û siyasî dibin.
“Bila hikûmet me wekî kêmîneyan qebûl bike”
Zeyneb Keremliya ku yek ji nûnerên çermreşan e got, “Em ji Hikûmeta Îraqê dixwazin ku me jî wekî kemîneyan qebûl bike.
Bila wekî ku di qanûnan de cih digire mafê kemînebûnê bidin me û li gorî vê nêzîkî me bibin.
Herwiha bila di nav gelên Îraqê de û bi taybetî jî li Besreyê wekhevî hebe.”
Li gorî amarên Meclîsa Çermreşan, li Îraqê hejmara çermreşan ji du milyon û 300 hezarî zêdetir e û 900 hezar kes ji wan li Zubêrê dijîn.
Cigirê Sendîkayên Rojnamegerên Zubêrê Husên Dînar li ser nêrîna civaka Îraqê ya di heqê çermreşan de got:
“Civak hîn jî bi çavê koleyan li çermreşan dinêre. Xelk dibêje ‘Ew kole ne’. Wan li derdorê û malê wiha fêr dikin ku çermreş kole ne.”
Piraniya çermreşên Îraqê xeyn ji Zubêrê, li bajarên wekî Nasiriye, Kut û Semaweyê dijîn.