Rojnameya Qureyş: Amerîkayê 2 efserên xwe di dema hewldana radestkirina Îranê de ji dest YNKê rizgar kirin

Rojnameya Qureyş a Londonê belav kir, berpirsên ewlehiya YNKê 2 efserên îstixbarata Amerîkayê li Silêmaniyê revandine û ber bi sînorê Îranê ve birine, lê hêzên taybet ên Amerîkayê zû geheştine wan û karîne herdu efserên xwe rizgar bikin. Vê yekê Serokê YNKê Bafil Talebanî xistiye rewşeke şermezariyê û piştî wê jî di asta bilind de Amerîkayê peyvendî li gel pêkaniye.

Li gor wê raportê ku ji çavkaniyekî agahdar ve hatiye belavkirin, Wehab Helebceyî yê terorîst û serokê dijeteror a YNKê û Şukir Pişderî yê berpirsê îstixbaratê li dijeteror a YNKê li Silêmaniyê, di dema herdu efserên Amerîkayê ji Silêmaniyê ve ber bi Hewlêrê ve di rê de bûne, ew 2 efserên îstixbarata Amerîkayê revandine.

Heman rojnameyê ragehandiye, revandina wan herdu efserên Amerîkayê jî bi alîkariya îtlaata Îranê ve pêkhatiye, ku wan herdu efserên Amerîkayê veguhêzin bo Îranê.

Rojnameya Qureyş diyar kir, di dema çend demjimêrên revandina wan herdu efseran de, ji aliyê hêza Delta ya taybet a Amerîkayê ve cîhê wan bi GPSê hatiye diyar kirin û bi operasyonekî ji esman ve daketinê ve li zeviyekî nav gundê Kanî Serd a nahyeya Sîtek a li bakurê rojhilatê Silêmaniyê, ew herdu efserên îstixbarata Amerîkayê ji aliyê hêza Delta ya Taybet a Amerîkayê ve hatin rizgar kirin û ewên li gel wan jî hatin girtin.

Heman rojnameyê ragehand: ‘’Roja 25.01.2024ê di helmetekî de hêza Delta ya Taybet a Amerîkayê karî berpirsê îstixbarata dijeteror a YNKê li Silêmaniyê Şukir Pişderî jî bigre û veguhêze bo binkeyê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ya li Silêmaniyê (Me esker Selam) ya ser bi Yekînyên 70 ya Hêzên Pêşmerge lê ye.

Li gor heman çavkaniyê roja 25.01.2024ê demjimêr 18:00ê berpirsê hêzên Amerîkayê li Silêmaniyê Serokê YNKê Bafil Talebanî ji bûyerê agahdar kiriye û wergirtina tevdîran jî jê re gotiye û wî jî di bersivê de gotiye agahiya wî ji wî karî tine û min ti fermanekî wisa nedaye.

Rojnameya Qureyş dibêje: Bafil Talebanî ji berpirsê hêzên Amerîkayê re gotiye, dê lêpirsîneke tund li gel serokê dijeteror a YNKê Wehab Helebceyî bike û li ser vê bûyerê gotiye ezê wî ceza bikim. Lê ji aliyê din ve jî gotiye, ji ber givaş û fişarên Îranê ez nikarim wî ji vî erkê dûrbixim.

Heman rojname dibêje, ji ber wê bûyerê Serokê YNKê Bafil Talebanî bangî serokê dijeteror a YNKê Wehab Helebcey îkiriye bo binkeyê rêveberiya YNKê li Debaşan û qîr li ser de kiriye û nakokî di navbera wan de derketine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *