Li Îranê êrîş li ser çend binkeyên hêzên ewlehiyê pêkhatin: Kuştî û birîndar hene

Ajansên nûçe yên Îranê ragehandin ku li başûrê Îranê êrîş li ser çend binkeyekî hêzên ewlehiyê pêkhatin û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Hat ragehandin gruba bi navê Ceş El Edil êrîşî ser binkeyekî polîsê bajarê Teşabhar kirine û di encamê de cîgirê rêveberê wî binkeyî û du karmendên din ên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane. Lê piştre hat ragehandin ku di encama êrîşa çekdarên Ceyş El Edl de 5 karmendên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin. 

Berpirsekî payebilindê hikûmetê yê wê navçeyê jî ragehand, di encama wan êrîşên li ser hejmarek binkeyên leşkerî yên li başûrê Îranê pêkhatine de 5 polîsan jiyana xwe ji dest dane. Herwaha hat ragehandin 8 çekdarên Ceyş El Edil jî hatine kuştin. 

Herwaha wî berpirsê payebilindê Îranê îro 04.04.2024ê ji ajansa IRNA re aşkera kir, li bajarê Rask û bajarê Tişabhar di navbera hêzên ewlehiyê û wê grubê de pevçûn derketiye û di encamê de çend kesek hatine kuştin û hin kesên din jî birîndar bûne. Lê derbarê hejmara birîndaran de ti agahî nehatin belav kirin.

Basnews

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *