Pirtûka Serok Barzanî bi Kurmancî jî derket

BasNews – Pirtûka Serok Mesûd Barzanî ya bi navê “Bo Dîrokê” bi zaravayê Kurmancî hat çapkirin.

Pirtûka “Bo Dîrokê” ji aliyê nivîskar û rojnamevan Arif Zêrevanî ve hat wergerandin û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin.

Di pirtûkê de dîroka Kurdistanê, bûyerên pêvajoya referandûma serxwebûnê û nirxandinên li ser Kurdistan, Iraq û herêmê cih digrin.

Li ser berga pirtûkê van gotinên Serok Barzanî cih digrin: “Pirsyar ev e; Madem rê nayêt dan ko em şirîkên vî welatî bin em dê bi çi hêviyekê endamên vî welatî bin? Di gelek qunaxan de ji bo xatirê Iraqa nû û li ser sozên Emerîkayê me çavên xwe ji gelek mafên xwe û zêdegaviyên hikûmetê iraqî re neqandibû. Ev hemî sebebên wê çendê bûn ko em digel aliyên kurdistanî bigihîn wê netîceyê yan divêt em di dewleta Iraqê de şirîk bin yan jî wekî sedsala borî her di xelekeka vala de bizivirin. Madem Bexdayê jî nekarî me wekî şirîk qebûl bike, divêt em bidin ser rêya xwe.”

Serok Barzanî di pirtûka xwe de balê dikşîne ser wê yekê ku li hember daxwazên Kurdan ên rewa û aştiyane, bi çek û zilm û şovenîzmê bersiv têne dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku wergera bi zimanê Tirkî ya pirtûkê jî dê di demeke nêz de were çapkirin.

https://www.basnews.com/kr/babat/691532

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *