Li Emerîkayê krîza sîstemê, an darbeya gel çêbû?

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.)

Gelo eyalet dê serxwebûnê daxwaz bikin, an nekin? Sîyaset dê derkeve derveyî senatoyê û meclîsê, an na?

Wek tê zanîn Emerîkayê li hemberî sîstema sosyalîst pêşengîya sîstema kapîtalîst û rojavayê dikir. Yekîtiya Sovyetan jî, ji sîstema sosyalîst re pêşengî dikir. Piştî şerê Cîhanî ya 2emîn di navbeyna herdu sîsteman de Şerekî Sar dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku ev şer  di navbeyna Emerîka û Rûsyayê de bû.

Ev şerê di navbeyna herdu sîstem û împaratoriyên emperyalîst de bi gelek awayî meşîya. Di encama wî şerî de Rûsya û Sîstema Sosyalîst têk çû. Emerîka û sîstema kapîtalîst serkeftî bû.

Li dinyayê lihevkirinek pêk hat ku sîstema sosyalîst ji bona demokrat nebû û ji azadîyên kesayetî û grubî re rêz nedigirt û xwediyê pazara azad nebû têk çû. Lê ji alîyê din de, kêmasiyên sîstema kapîtalîst û bi taybetî jî sîstema Emerîkayê nehat dîtin. Heta dikarim bibêjim ku sîstema kapîtalîst û Sîstama Emerîkayê hat îdealîze kirin. Nehat rexne kirin. Ew sîstema ji bona pêşeroja mirovatîyê wek sîstema îdeal û herî baş hat dîyarkirin.

Loma jî Emerîkayê kêmasiyê xwe nedît. Bi taybetî jî sîyaseta xwe ya derve ji çav derbas nekir. Piştgiriya xwe ya derbeyên leşkerî yên faşîst, rejîmên otorîter û totalîter qet ji çav derbas nekir.

Piştî Şerê Sar jî bi awayekî, ew şaşiyên xwe yên emperyal domand. Li hûndirê mala xwe mêze nekir.

Gor bawerîya min, pirsgirêka kêmasîya sîstemê ya Emerîkayê, di bin serokatîya Obama de, bi gelek alîyan derket holê. Bi taybetî jî dema ku Trump û Clînton Xanim hatin hemberî hevûdu, gelek aşkere pirsgirêka sîstema Emerîkayê derket holê.

Ev kêmasî, bi taybetî, di berendametîya Trump de derket holê. Wê deme, diyar bû ku li Emerîkayê sîstemeke statuparêz û dewletçitî û kûr heye. Loma jî serokdewletbûna Trump wek qewimandineke ji derveyî nizama heyî ya kûr hat bi nav kirin.

Trump jî ev rastîya gelek aşkere diyar kir û anî ser zimên. Got ku “li Emerîkayê, sîstemeke statuparêz û dewleta kûr heye. Ew sîstema, li ber mezinbûna Emerîkayê astengîyeke mezin e. Vê statuyê Emerîka paşve xistîye. Ev dewleta kûr jî dixwaze li hemberî min kudeta/darbe çê bike.”

Wek ceribandina Trump diyar kir jî piştî ku Trump bû serokdewletê Emerîkayê ji derveyî statuyê tevgerîya. Gor xwe, gelek biryar û qerarname derxist. Li hûndir û li derve sîyasetek xweser meşand. Ji derveyî edetên siyasî ya Emerîkayê li dijî partiya demokrat û demokratan, şerekî dijwar birêve bir.  Aborîya Emerîkayê pêşxist. Jinûve avayîyên kevnere “reorganîze” kir.

Heta pandemiyê jî Trump wek serokdewlet gelek serkeftî dihat nîşan dan. Lê dema ku li hemberî pandemiyê sîyaseteke şaş meşand, dîyar dibû ku ew ber be wendakirinê diçe. Trump, berîya hilbijartinê 10-12 puan li pişt Biden dihat, lê dîsa jî roja hilbijartinê di navbeyna wan de kêm puan mabûn. Dîsa Trump bû favorî di hilbijatrtinê de.

Roja hilbijartinê jî, di despêkê de dengên Trump li pêş bûn. Dîsa gelek stratejîsyanên siyasî di wê bawerîyê de bûn ku Trump dê serokî qezenç bike. Bi dengên posteyê rewş hat guhertin. Berê jî Trump li dijî bi posteyê dengdanê bû.

Beriya ku deng bên hilbijartin di derbarê hilbijartinê de minaqeşeyên mezin hatin rojevê. Trump îdia kir ku Demokratan dengên wî dizî ne.

Ev qewimandinan, bi xwe re kêmasî û nexweşiya demokrasiya Emerîkayê û sîstema hilbijartinê derxist holê.

Derket holê ku gel rasterast serokdewlet hilnabijêre. “Koma Bijarte” serokkomar hildibijêre. Eyalet bi awayekî demokratîk di hilbijartinê de nayên temsîl kirin. Gor sîstema hilbijartina Emerîkayê, bi mîlyonan deng berhewa dibin. Beşek Emerîkî xwedîyê maf nînin ku deng bi kar bînin..

Piştî roja hilbijartinê, nekokî mezintir bû. Trump li hemberî demokratan dest bi dijayetîyeke xurt kir. Derket holê ku civata Emerîkayî, di nav xwe de dijmin û perçebûyî ye.

Vê rewşê her ku çû di nav civata Emerîkî de cûdatî anî holê. Bi taybetî jî bi helwesta Trump, li Emerîkayê, ji derveyî sîyaseta edetî ya rûniştî û statuparêz têkoşîneke siyasî derket holê. Trump, bi her awayî ew şerê siyasî germ kir. Mezinên Komarî jî li hemberî Trump şaş û mat man.

Trump, ev têkoşîna xwe duho (06.01.2021) bi xwepêşendanekê anî qonaxeke nû. Piştî xwepêşandanê, dema ku Serokdewletbûna Biden ji aliyê Senato û Meclîsê de bê erê kirin, hevalbendên Trump Senato dagîr kirin.

Ew bûyera, li Emerîkayê û li dinyayê dengekî mezin derxist holê. Kesî nedipa ku li Emerîkayê ev yeka dê bibe.

Lê ez bi xwe ne di wê nêrînê de bûm. Her çiqas min texmîn nedikir ku senatoya Emerîka bê dagîrkirin, lê min digot ku Emerîka dê wek berê nebe. Li Emerîkayê terzeke/cûrek nû dê bê sîyasetê. Rekabeta Komarîyan û Demokratan dê gelek xûrt bibe.

Sîyaset, dê li Emerîkayê derkeve derveyî senatoyê û meclîsê. Dê di kolanan de jî bimeşe.

Ev dagîrkirina senatoyê, beşek sîyasetvan û stratejîstan, wek helwestek li dijî demokraiyê nîşan dan. Beşek kes jî gotin ku ev darbeyeke gel e.

Gor bawerîya min, vê bûyera kêmasîya demokrasîya Emerîkayê û bi taybetî jî krîza sîstemê derxist holê. Ev bûyera, ji bona demokrasiyê, dikare bibe derfeteke xêrê.

Ez di wê baweriyê de me ku ev nekokî û dijîtîya siyasî û bûyer, dê di pêşerojê de jî biqewimin.

Dûr nîne ku ev qewimandinan, Komariyan jî parçe bike. Tevger û partîyeke sêyemîn jî di bin serokatîya Trump de derkeve holê.

Ev tevger û di sîyasetê de terza nû, dikare ji bona Emerîkayê xeterîya parçebûnê jî bi xwe re bîne holê.

Tê zanîn ku çend eyalet dixwazin ku ji Emerîkayê veqetin û dewletên xwe ava bikin.

Ez di wê baweriyê de me ku ew eyaletan, piştî derket holê ku Sîstema Emerîkayê kêm demokrat û her kesî temsîl nake, wê demê daxwaza eyaletan ya dewletbûnê dikare xûrt bibe. Tereftar qezenç bike.

Divê dinya xwe ji vê yekê re jî amade bike.

Diyabekîr, 08. 01. 2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir