Di roja Rojnamegerîya kurdî de, beramber Arşîva kurdî êrîşên dijminane!

JI BO RAYA GIŞTÎ;

Di roja Rojnamegerîya kurdî de, beramber Arşîva kurdî êrîşên dijminane!

Di roja Rojnamegerîya Kurdî de ji alîyên dijminên Kurd û Kurdistanê ve beramber sazîya me Arşîva Kurdî êrîşkarîyekî hack´ê hatîye kirinê. Dijmin dijmine, hemî dem û hemî firsendan de bi her rê û rêbazên hovane di dijminahîyên xwe de domdarin.

Em PWK Partîya Welatparêzên Kurdistanê radigihînin ku; dijê van êrîşên hovane em jî bêrawestan têdikoşin û ev êrîşane nikarin pêşîya têkoşîna me ya ji bo azadî û rizgarîya gelê me û welatê me Kurdistanê bigirin.

Di roja ROJNAMEGERÎYA KURDISTAN ê de, dijminên kurd û Kurdistanê bi rêya hackerkirinê êrîşek hanîn ser malpera me www.arsivakurd.org ê. Em kêfxweşin ku vê êrîşa nehezên hov serketî nebûn.

Şîrketa ku domeyna arsivakurd.org ê li cem wan e, ji bona parastinê ji bo demekî weşana arsivakurd.org ê da rawestandinê.

Em bi rehetî didin zanîn ku dijmin dê nikaribûn tu zirarê bidin www.arsivakurd.org ê.

www.arsivakurd.org; ji sala 2012 an virde bi ked û xebatek giranbuha ve hatîye amadekirin û ev xebata hanê bê rawestan berdewam e. Arsîvakurd bi giranî weşanên bi tîpên latînî ji sala 1898 an ku bi weşana rojnameya Kurdistan ku destpêka rojnamegerîya kurdî ye, li gor hêz û derfetên xwe weşanên kurdî û yên li ser kurd û Kurdistanê hatine weşandin di arşîva kurd de civandîye. Û yên ku bên weşandin li ser tora internetê dicivîne.

Helbet, merif li her deverê nikare bigihîje meteryalên jê re pêwist. Ji ber vê jî bi taybetî ji bona kesên lêkolîner, xwendevan, akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar û hwd. re gihîştina agadarîyan gelek girîng e, pêwistîyek bingehîn e. Me jî ji alîyê xwe ve, hewldaye li gor hêz û taqeta xwe ve vê valahîyê dadigirin.

Herweha em hêvî û daxwaz dikin ku her kurdhezek ji vê keda pîroz re alîkar be, çi weşan û belgeyek ku libawana hebe û têkeve destên wan bigîjînin me ku di Arsivakurd de bê bicîhkirin û jê sûd were girtin.

Arsivakurd, cîh dide belgeyên ku li ser kurd û Kurdistanê ne. Herweha nivîskarên ku destûra weşanên xwe dane me jî berhemên wana di Arsivakurd de hatine bicîh kirin.

Arsivakurd di bicîkirina weşanan de dubendîyê naxe navbera naverok û lênêrînên weşanan. Di nav Arsivakurd de ji deh hezarî pirtir weşan û belgeyên li ser kurd û Kurdistanê hatine bicîh kirin û eva berdewam e..

Dewleta Tirk, ji xwe tehemula dezgehekî weha giring nekir û li Tirkîyê weşana Arşîvakurd daye rawestandin. Li Tirkîyê tenê meriv dikare bi rêya bernameyên VPN yên cuda cuda ji Arsivakurd sûd wergire. Lê, wa diyare qedexeya li Tirkîyê têra wana nekirîye ku vê kiryara hovane ya, ji bona li derveyê desthilatdarîya xwe jî bicîh bînin, bê rawestan êrîşkarîyên xwe yên hovane li beramber berhem û hêjahîyên Kurdistanî didomînin. Ev bûyera dawî jî yek ji wan êrîşan e.

Ev cûre êrîşên hovane, wê her bê encambin. Wê xebat û têkoşîna me her domdar be.

23-04-2024

Komîteya Ragihandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *