Îbrahîm GUÇLU
Meha Adarê ji bona neteweya kurd mehake gelek girîng e. Di jiyana neteweya kurd de di Meha Adarê de gelek bûyerên nexweş û xweş qewimîne. Di 1ê Adara 1979 an de Serokê Nemîr û Efsanewî Mele Mistefa Barzanî jiyana xwe ji dest da. Ji bona bîranîna Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî xemgîniya neteweya kurd dom dike û di derbarê wî de civînên girseyî û gotarnivîs di rojname û medyaya civakî de didomin. 11ê Adara 1970yî ji bona neteweya kurd cejn e. Di vê rojê de, Şoreşa Neteweyî ya Îlonê (1961) gihîşt encameke serkeftî û di çarçoweya statuya otonomiyê de, li Kurdistanê Kurd bûn desthilatdar û serwer. 1975an de, encama şerê di derbarê Kerkukê de, desthilatdariya neteweya kurd di nav statuya otonomiyê de hat rûxandin. Qetklîama Helepçeyê di Meha Adarê de qewimî mixabin.
Di 3ê Adara 2023an de jî di derbarê Kerkuk de him du bûyerên balkêş û xerîb û him jî du biryarên êrenî hatin diyar kirin.
Daxûyaniya yekemin ya serokê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNKê) Bafil Talabanî ye. Daxûyaniya duyemîn ya berpirsiyariya Dewleta federal ya Iraqê ye.
XIYANETKARÊ KERKUKÊ ÇARESERİYA PIRSA KERKUKÊ Û DIJMINÊ PDK DIBÊJE KU “EM AMADE NE KU LI FEZAYÊ BI PDK-Ê RE CIVÎN ÇÊKIN”
Kerkuk bajarekî Kurdistanê ye. Bajarekî dîrokî û gelek girıng û dewlemendê petrolê ye. Loma jî Kerkuk ji bona dewletên kolonyalist yên herêmê û dewletên emperyalîst yên Rojava û Emerıkayê û bi taybetî jî ji bona neteweya Kurd û Dewleta kolonyalîst ya Iraqê girîng e.
Kerkuk di Peymana 11ê Adara 1970yî de girıng bû û loma jî ji bona ku statuya Kerkukê tespit bibe biryara plebîsîtê hat girtin. Di encamê de jî Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê ji bona ku biryara plebîsîtê cî bi cî nebe şer derxist. Bi çar dewletên kolonyalist re hevkarî û tîfaq çêkir Otonomiya Kurdistanê hat rûxandin.
Kerkuk him di sala 2003 an de di amadekirina makezagona Dewleta Federal ya Iraqê de û him jî di referanduma makezagona federal de (2005) girîng bû.
Encama Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê, di Dewleta Federal ya Iraqê de û di dewletên kolonyalist de erdhejek û şoqek çêkir. Piştî ku dewletên kolonyalîst ji şoqê derketin, biryar dan ku Dewleta Federe ya Kurdistanê birûxînin. Ji bona ku bi giştî encam bigrin jî di despêkê de êrîşî Kerkukê kirin. Lê wan dizanî ku dema ku xiyanetkarên Kurd ji wan re hevaltî û hevkarî û xulamtî nekin, nikarin Kerkukê îşgal bikin. Loma jî ji bona xwe xiyanetkar û xûlam çêkirin. Ev xiyanetkaran ji nav YNKê û PKKê û Goranê derketin. Ji vê xiyanetê re neviyê Îbrahîm Ehmed û kûrê Hêro-Celal Talabanî Bafil Talabanî û biraziyê Celal Talabanî Lahor Cengî serokatî kir.
Xiyanetkar Bafil di derbarê Kerkukê de û PDKê de dibêje ku “pirsgirêka sereke ya hemû Kurdistanê ji partiyan tê û got, “Pirsgirêka me ya bi PDKê re ev çarçove ye. YNK ji pirsgirêka me ya bi PDKê re ne rehet e. Ji ber ku gelê Kurdistanê herî zêde ji vê aloziyê zirarê dibîne”.
Bafil di derbarê PDKê de dibêje ku “Bi PDKê re di 5 deqîqeyan de pirsgirêk çareser dibin” û didomîne “divê em li şûna mijarên wisa hêsan bi mijarên girîngtir û stratejîk re mijûl bibin.
“Ne normal e ku aliyên siyasî bi hev re bikevin hevrikiyê, lê dema ku saziyên hikûmetê ji bo hilweşandina hêzek din a siyasî bikar bînin, ev mijarek ne rast e”.
Bafil Talabaî diyar kir ku YNK wê li ser boykotkirina civînên kabîneya Herêma Kurdistanê berdewam be û got, “Heta ku pirsgirêk çareser nebin, em ne amade ne beşdarî civînên kabîneyê bibin. Cîgirê serokwezîr Kubad Talebanî ev demek dirêj e beşdarî civînên hikûmetê nebûye, lê şirîkên hikûmetê qet telefonî wî nekirine û nepirsîne. Kubad ji bo ku bi hikûmetê re bi hev re kar bike, bi partiya xwe re şer kir. Ji ber ku li dijî partîbûnê bû berdêlên giran dan.
Dibe ku “ez partiyek im, lê Kubad ne wisa bû. Dîplomatek e, xêrxwazekî Kurd e”.
Bafil Talabanî bal kişand ser wê yekê ku ew amade ne ku bi PDKê re “li fezayê jî” bicivin û got, “Em li şûna hilgirtina ala partiyan, ala Kurdayetiyê hilgirin. Wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê deriyê me yê diyalogê her dem vekirî ye”.
“Eger em bi PDKê re tevnegerin, pirsgirêka Kerkûkê çareser nabe. PDKê ji bo Kerkûkê ti hewldanên hevpar nekirine. Lê ez vê yekê bibêjim, eger em bi PDKê re hevkariyê nekin em nikarin pirsgirêka Kerkûkê û 140 xalan çareser bikin”. (Rojevakurd)
Gelo li holê tabloyeke xerîb tune ye? Gelo Bafil dixwaze ku pirsa Kerkukê çareser bibe, çima bû sedem ku Kerkuk bê îşgal kirin?
Ev yeka, ma piştî baranê hesp cilkirin nîne?
GELO DEWLETA FEDERAL YA IRAQÊ LI XWE MİKÛR TÊ?
Di sala 2005an de, encama referanduma makezagonê, Dewleta Iraqê, bi taybetî, bi xîreta Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bû dewleteke federal.
Dewleta federal, dewleteke hevbeş û mişterek e. Li Iraqê jî ji bona ku dewlet federal e divê bibe dewleta Kurdan, ereban, neteweyên din.
Dewleta federal, dema bû dewleta hemû neteweyan. Wê demê netew, di dewletê de wek hev dibin. Hemû pîvanên dewleta federal, li neteweyan wek hev tê cî bi cî kirin.
Loma li Iraqê jî, ji bona neteweya ereb çi maf hene divê ji bona kuredan jî ew hebe. Zimanê kurdî li her devera Iraqê û li Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyî. Di dezgehên dewletê de, di Meclîsê de, di dibistanan û dezgehên dewletê yên îdarî de, wek zimanekî fermî cî bi cî bibe û bi kar bê.
Hezar mixabin, di Dewleta Federal ya Iraqê de ev yeka nebû. Min jî her demen ev mijara rexne kir û anî ser zimên.
Di van rojên dawî de, hat ragihandin ku wê zimanê Kurdî, li Kerkûkê û li hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê wek zimanê fermî bê bikaranîn.
Cîgirê Serokê Meclîsa Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah, bi daxuyaniyekê da zanîn û got: “Encûmena wezîrên Iraqê, bersiva daxwaznameya ku me di (28.02.2023) de pêşkêş kiribû da û pesend kir ku wê zimanê Kurdî wek zimanê fermî di saziyên dewletê yên hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyî Kurdistanê de bê bikaranîn ”.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê, di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Emê hewl bidin ku li gor destûra Iraqê di zûtirîn dem û di hemû waran de zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê bikaranîn“.(Rojevakurd)
Gelo Dewleta Federal ya Iraqê li xwe mikûr tê?
Her çiqas dereng be jî ev helwesta erênî ye. 03. 03. 2023