Li Batmanê panela ‘Statû û Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî’ tê lidarxistin

Li Batmanê panela ‘Statû û Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî’ tê lidarxistin
Li Batmanê, bi boneya roja zimanê zikmakî yê cîhanê panelek li ser kurdî tê lidarxistin.

Kesên wekî Fatma Budak Güler, Mele Huseyînê Êsî, Resûl Geyîk û Mîzgîn Ronak beşdarî panelê dibin.

Di panelê da mijarên wekî Jin û ZimanPerwerdehiya Bi Zimanê DayikêGirîngiya Çand û Zimên Di Baweriyê deHawar û Giringiya Zimên û Zimanê Dayikê Asîmîlasyon û Otoasîmîlasyon dê bêne nîqaşkirin û kesên navborî dê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Moderatorîya panelê dê ji alîyê Nuh Bozkur ve bê kirin.

Bername li Eywana Baroya Batmanê, 18yê Sibata 2024an, saet 13:30an dest pê bike.

Bername bi hevkarîya sazîyên wekî Komelaya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî, Şaxa Eğitim Senê ya Batmanê, Komeleya Nubihar û Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê tê lidarxistin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *