Li Başûrê Kurdistanê Polîtîka Sihetê?

Di nûçeyên Rûdawê de, min li axaftina Serokwezîrê Kurdistanê ya Konferansa Nexweşîyên Dil gohdar kir.

Serokwezîr dibêje: “kiryarên dibe egera nexweşîya dil, divê em pêşî lê bigirin. Rêya vêya ya herî bi bandor spor û xwedîbûna bi sihet e.”

Serokwezîr dibê: “di civata Başûrê Kurdistan de berê nexweşîyên dil peyda nedibû, li gorî berê em xwarinên bi sihettir dixun, lê kişandina pîvana cixarê bilind bûye û spor nayê kirin.

“Pirsgirêka sîstema sihetê ya herêma Kurdistanê, hukumet ji her tiştî berpirsîyar e, lê nikare her tiştî pêkbîne. Sîstemek Sosyalîst ya ji dema Seddam de mayî heye û li hemû Iraqê vê pirsgirêka heye. Divê vê ramana bê guhertin. Divê sektora taybet bê pêşxistin.”

Berî her tiştî ev nakokîyek e ku berê nexweşîyên dil pêde nebin û li gorî berê meriv “xwarinên bi sihettir” bixwe û nexweşîyên dil zêdetir bibe!

Hebûna xwarina zêde, nayê wateya ku ew xwarin bi sihet in. Xwarinên berê, bi giranê yên li welêt dihatin berhimandin; yanî bîyolojîk, xwezayî û bê hormon bûn; tê de maddeyên kîmyawî tunebû. Belkî xwarin kêmtir bû, lê bi sihet bû. Helbet kişandina cixarê û kêm liv û spor, heta astekê dikare bibe sebebê qelewî û cûre nexweşîyan.

Serokwezîr, ji bo çareserîya pirsgirêkên sihetê, rexne li sîstemê digire û wê sîstemê jî wek sîstemek sosyalîst ya ji dema Seddam de mayî destnîşan dike.

Rast e, divê hukumet ji her tiştî berpirsîyar be, çimkî ew erkê rêvebirîya dewletê girtîye ser milê xwe û divê bersîfa hemû pêdivîyên welatîyan bide. Lê nayê wateya ku wezîfedarên hukumetê wê her tiştî bi rêve bibe. Erka wezîfedaran, sazkirin û pêkanîna qanûnan û rêvebirenek bi edalet e. Ji bo vêya jî divê dewletek li hember hemû welatîyan bêteref û demokratîk bê sazkirin.

Seddam, hukûmet û sîstema wî çiqas sosyalîst bû yan sosyalîzm çi ye, ne çiye li alîkî, îro tu hukumet e û serokê hukumetê ye; tu gazina ji kê dike; çima tu sîstemê serast nake? Guhertina sîstemê ne hêsan be jî tiştên ku bê kirin heye:

Divê hemû derman, xwarin û vexwarinên tên berhimandin û ji der tê anîn, di venêrîn û controla sihetê ya standarta fermî re derbas bibe.

Divê sîgorta sihetê ya herkesî hebe û di bin temînata dewletê de be.

Divê mafê welatîyan yê tîmarê û serlêdana navendên sihetê wekhev be; gendelî, yanî îltîmas û bertîl sûc be.

Fermî yan taybetî, li her derê navendên sihetê, yên terapîyên fizîkê, yên pisporîya xwedîkirina zaro û mezina hebin.

Divê têra serjimêrê nexweşxane, sihetxane, bijîjk, karmendên sihetê, alavên sihetê û derman hebe.

Ji bo ku ev pêwîstî bêkêmanî pêkwerin, divê berê welat serbixwe û gel xwedîyê dewleta xwe be; mînakên gelek dewletên pêşketî û pêşneketî, baş û xerab hene:

Ya herî girîng jî gava bi giştî aborîya welat pêş keve, her welatî xwedî kar û xwedî mûçe be û polîtîka dewlet û hukûmetê di xizmeta welatîyan de be, wê gavê wê pirsgirêkên sihetê jî çareser bibe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *