Li bajarê dîrokî yê Darayê vê carê jî kanaleke ava pak a 1500 salî hat dîtin

Li bajarê dîrokî yê Darayê yê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kanaleke ava pak hat dîtin.

Dirêjiya wê nêzîkî 400 metreyî ye û dîroka wê vedigere hezar û 500 sal berî niha.

Heta niha 30 metreyên kanalê hatiye derxistin û tê texmînkirin ku kanal ji 2 sarincan avê vediguhêze cihên din ên bajêr.

Rêvebirê Muzexaneya Mêrdînê û Serokê Kolandinê Abdulgani Tarkan got:

“Me sîstemeke ava pak tespît kiriye ku ji sarincan diçe heta agorayê. Ew sîstema avê ji bo ava vexwarinê ya bajêr hatiye çêkirin û nêzîkî 400 metreyê ye.

Boriyên kanalê ji axa hatiye pijandin (terracotta) hatine çêkirin. Li Darayê sarinc dişibin Sarinca Yerebatan a Stenbolê.”

Beriya çend rojan bazareke ku zêdetirî 10 dikan û kargeh li xwe digirtin hat dîtin û kanala hatiye dîtin jî di nav re derbas dibe.

“Latên nêzîkî 2 tonan hene”

Arkeolog Devrîm Hasan Menteşe jî got:

“Me di bin dikanan de kanalên mezin dîtin. Kanalên gelekî mezin in. Li ser wan latên nêzîkî 2 tonan hene. Ev kanal ji sarinca zindanê ji bo aliyê rojavayê bajêr avê vediguhêze.

Li gorî texmîna me li ser kanalê 300 kevir hene ku yê herî biçûk zêdetirî tonekî ye.”

Bajarê dîrokî yê Darayê li deşta Mezopotamyayê li tenişt Çiyayê Turabdînê wekî binkeyeke leşkerî hatiye avakirin.

Di nav de sarinc, avahiyên îdarî, depoyên çekan, pir û qadên jiyana sivîl hene ku heta îro mane.

Di kolandinên li bajarê Darayê ku berî 38 salan hatin destpêkirin de heta niha dêr, koşk, zindan, nekropol, cokên avê, topxane û gelek amûrên şer hatibûn derxistin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *