Li 4 zanîngehên Kurdistanê sempozyûma hevbeş a federalîzmê birêve çû

 Li zanîngehên Selahedîn, Duhok, Soran û Zaxoyê li ser federalîzmê û awayê birêvebirina dewletê sempozyûmek hat lidarxistin.

Sempozyûm bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Gulanê li zanîngehên Selahedîn, Duhok, Soran û Zaxoyê li Hewlêrê birêve çû.

Zanîngeha Selahedînê li ser sempozyûmê ragihand, di sempozyûmê de behsa federalîzmê hate kirin ku dewleteke têkel e û tê de desthilat di navbera hikûmeta federal û hikûmetên herêmê de têne dabeşkirin, bi taybetî li dewletên pir pêkhate, ji ber ku mafên pêkhateyan zêdetir tê de têne parastin.

Di sempozyûmê de, biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê jî hatin gotûbêjkirin û hate diyarkirin, dadgehê bi tevahî prensîbên destûrî yên destûra Iraqa Federal, sîstema federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê neparêze û ew maf di metirsiyê de ne.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *