Lêkolînera Amerîkî: Tirkiye ne bi partiyekê re şer dike, bi gelê Kurd re şer dike

Bi Meghan Bodette re hevpeyvîn
 
Lêkolînera Amerîkî Meghan Bodetteyê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê got, “Tirkiye ne bi partiyekê re şer dike, bi gelê Kurd re şer dike.”

Lêkoler Meghan Bodette beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û dorpêça Amerîkayê ya li hemberî Hikûmeta Sûriyeyê kir.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê, cezayên darayî û aborî li ser Hikûmeta Sûriyeyê û hinek kesayetî û kompanyayên ser bi wê sepandine. 

Ev projeyasaya taybet a cezakirina Sûriyeyê ku bi Qeyserê tê nasîn, sala 2019an ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatiye qebûlkirin.

Niha jî du endamên Kongreya Amerîkayê projeyasaya qedexkirina asayîkirina pêwendiyan bi Hikûmeta Sûriyeyê re pêşkêş kiriye.

“Amerîka li dijî normalizekirina têkiliyan e”

Meghan Bodetteyê bal kişand ser vê projeyasaya Amerîkayê û got:

“Bi nêrîna min perspektîfa Kongreya Amerîkayê li ser Sûriyeyê ye. Beriya niha gelek qanûn li hemberî normalîzekirina têkiliyan a di navbera welatên derve û Sûriyeyê de hebûn.

Di kongreyê de jî gelekî qanûnên cezayên aborî li hemberî rejîma Sûriyeyê hebûn. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku dê Kongre vê yasayê bipejirîne. Amerîka li dijî asayîkirina têkiliyan e.

“Dê biryara Amerîkayê bandorê li gel bike”

Li ser pirsa “Têkiliyeke wisa heta çi astî dê bandorê li Esed û rejîma Sûriyeyê bike?” Bodetteyê got:

“Ez bawer nakim ku ev yek rejîma Sûriyeyê lawaz bike. Di rewşa asayî de bandora cezayên yasayî, ne li hemberî rejîmê lê li hemberî gelê Sûriyeyê bandora xwe heye.

Ji ber ku di warê aboriyê de rejîma Sûriyeyê têkiliyên herî girîng ne bi dewletên Rojava, Amerîka, Ewropa û dewletên Rojhilata Navîn re lê bi Rûsya û Îranê re danîne.

Ji ber vê yekê bandoreke neyînî ya aborî li ser Esed û hikûmeta wî çênabe.

Lê li hemberî gel îzalasyonek heye. Gel ji aboriya Rojhilata Navîn, ji aboriya cîhanî qut dikin û ev ji bo gel gelekî xeter e.”

“Peyamek ji bo Sûriyeyê”

Bodetteyê li ser pirsa, “Madem ku ev yasa rejîma Sûriyeyê û Esed lewaz nake, armanca Amerîkayê çi ye?” wiha got:

“Amerîka ji bo Hikûmeta Sûriyeyê û hikûmetên herêmê peyaman dişîne. Ango ew dibêjin em li dijî Hikûmeta Sûriyeyê ne û em naxwazin dewletên herêmê û Ewropa dewleta Sûriyeyê normalîze bikin.

Ev tiştekî sembolîk e lê peyama ku dişînin li gorî perspektîfa me ne baş e.”

“Bandor li Rojavayê Kurdistanê dibe”

Bodetteyê ragihand ku ev peyam ji bo Rojavayê Kurdistanê jî xirab e û wiha pê de çû:

“Mînaka qanûna Qeyserê heye. Li Amerîkayê dibêjin ev qanûneke parastina sivîlan e.

Lê dema ez li Rojavayê Kurdistanê bûm û me behsa yasaya Qeyserê kir gelek kesan ji min re got ku bandora vê yasaya cezayên aborî, gelekî li ser xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê heye.

Ango bi qasî bandorê li rejîmê dike, zêdetir li Rojavayê Kurdistanê dike. Ji ber ku rejîm têkiliyên xwe bi dewletên wekî Rûsya û Îranê re çêkirine.

Kompanyayên Rojavayê Kurdistanê nikarin bi dewletên Rojhilata Navîn, dewletên Ewropa û Amerîkayê re têkiliyên aborî çêbikin.”

Meghan Bodetteyê bi bîr xist ku Tirkiyeyê piştî biryara Qeyserê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ji bo ku dixwaze herêmê bêîstiqrar bihêle û ev jî ji bo pêşketina aboriyê astengiya herî mezin e.

Ji ber ku Tirkiye dizane eger bêîstiqrarî hebe, şirketên navneteweyî jî naxwazin biçin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeyan ava bikin û aboriyê pêş bixin.

Ji bo valaderxistina biryara Amerîkayê gefan dixwin û êrişan dikin.

Li aliyê din Amerîkayê ji bo çêkirina ewlehiya herêmê û pêşxistina aboriya herêmê heta niha tiştek nekiriye.”

“Dibe ku Sûriye û Tirkiye li hev bikin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bodetteyê got:

“Ez bawer dikim ku Rûsya dixwaze Tirkiye û Sûriye têkiliyên xwe asayî bikin. Ji ber ku Rûsya hevkarê rejîma Sûriyeyê ye.

Niha têkiliyên Rûsyayê bi Tirkiyeyê re jî xurt in. Ango Erdogan û Putîn dixwazin xurttir bikin.

Pirsgirêk ew e ku dewleta Sûriyeyê naxwaze Tirkiye li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên hatine dagirkirin bimîne. Dixwaze ew ji herêmê vekişin, dibêjin ew axa Sûriyeyê ye.

Lê Tirkiye naxwaze ji Efrîn, Serê Kaniyê herêmên dagirkirî vekişe. Ji ber ku li herêmê li dijî Kurdên Sûriyeyê şerekî dide meşandin.

Ev jî di navbera wan de dibe sedema nakokiyan. Hikûmeta Sûriyeyê û hikûmeta Erdogan jî dixwazin Rojavayê Kurdistanê lawaz bikin.

Dixwazin armancên Kurdên Sûriyeyê belav bikin. Dibe ku ji ber vê sedemê bi hev re kar bikin.

“Tirkiye li dijî destkeftiyên Kurdan e”

Tirkiye li hemberî hemû destkeftiyên Kurdan şer dike. Ango ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li her devera Kurdistanê vê dike. Tirkiye naxwaze Kurd ji bo mafên xwe tiştekî bikin.

Ew dibêjin em tenê li dijî YPG, HSD û van partiyan in lê ev ne rast e.

Li Bakurê Kurdistanê heta niha zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Siyasetmendarên Kurd di zindananên Tirkiyeyê de ne.

Li Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê jî êrişî sivîlan dike.

Têkiliyên dewleta Tirkiye û Îranê jî xurt in. Çima? Li hemberî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê li hemberî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê ne. Herwiha li hemberî destkeftiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê ne.

Tirkiye li hemberî hemû tiştên Kurdan e. Li hemberî Asûrî, Sûryanî, Aram û Êzidiyan in. Li hemberî hemû kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin demokrasiyê înşa bikin. Dixwazin mafê jinan, mafê pêkhateyan çêbikin.

Rejîma Erdogan li hemberî her tiştî ye, ne tenê li dijî partiyek an HSD an jî YPGyê ye. Li dijî hemû gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *