Kongreya PDKê ji bo 4 beşên Kurdistanê û Herême Federe û Iraqê û dinyayê girîng e…

Îbrahîm GUÇLU 

PDKê kongreya xwe ya 14emîn di 3ê Mijdara 2022an de li darxist. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî weke serokê giştî yê PDKê, Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek cigîrên serokê giştî hatin hilbijartin. Ez serokê giştî û cigirên wî pîroz dikim. Hêvîdar im ku him xizmetî PDKê bikin û him jî PDKê zêdetir xizmetî Dewleta Federe ya Kurdistanê bikin.

Lê ez di destpêkê de têbiniyekê dixwazim diyar bikim. Bê gûman Serokê Dewleta Federe yê Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê endamên PDKê ne. Mafê wan heye ku bibin cîgirên serokên giştî yên PDKê. Herkes baş dizane ku herdu kesan jiyana xwe bi PDKê re derbas kirine. Bi PDKê re mezin bûne. Ew jî bûne pêşmergeyên çalak. Her demê amade bûne ku ji bona Kurdistanê jiyana fêda bikin. Lê serokê Dewleta Federa yê Kurdistanê û serokwezîr di bin barekî gelek giran de ne. Ji Dewleta Federe ya Kurdistanê berpirsin. Karên wan gelek zêde ye. Di nav PDKê de jî gelek kesên çalak, zanyare, jêhatî, rewşenbîr, di jiyana partiyê de rolên gelek girîng lîstine hene, ew wek cîgirê serokê giştî bihatina hilbijartin dê baştir bnibûya. 

Diyar e ku endamên Meclîsa PDKê jî dê îro (04. 11. 20022) bên hilbijartin. Ez ji nûha ve wan jî pîroz dikim û ji bona wan serkeftinê dixwazim.  

Ez di wê baweriyê de me ku nûnerên Kongreya 14emîn ya PDKê dê mijarên girîng yên stratejîk niqaşe bikin û bigihîjin encamê û biryarên dîrokî bikin biryar. Dê encama kongreyê  jî, ji raya giştî ya Kurdistanê û Iraqa Federal û  dinyayê û Kurdistanê re werin diyar kirin. Pişt re şirovekirin ji bona me dibe wek wezîfeyekê. 

Kongreya 14emîn ya PDKê, piştî 12 salan hat li dar xistin. Loma jî kongreyeke gelek girîng e. Lewra gelek mijarên stratejîk hene ku nûnerên kongreyê wan şirove bikin û di wan mijarên stratejîk de bigihîjin encamê û biryarên dîrokî erê bikin. 

Kongreya 14emîn, qasî kongreya yekemîn ya PDKê girîng e. Kongreya yekemîn a damezrandinê ye. Kongreya yekem di 16ê Tebaxa 1946ê de li bajarê Bexdayê bi awayekî veşartî tê li dar xistin. 70 endam beşdarî kongreyê dibin. Di wê kongreyê de Mela Mistefa Barzanî amade nabe, lewra li Rojhelatê Kurdistanê bû ku ji bo parastina Komara Kurdistanê çûbû Mihabadê. Di wê kongreyê de destûr û bername tê pesendkirin û navê partiyê jî weke Partiya Demokrat a Kurd tê  diyarkirin. 

Kongreya 14emîn ya PDKê, qasî Kongreya çaremîn gelek girîng e. Lewra kongreya çaremîn piştî ku Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetên vegeriyan, tê li dar xistin.  Kongreya çarem a Partiya Demokrata Kurdistanê ji 4 heta 7ê Cotmeha 1959ê li bajarê Bexdayê bi amadebûna nêzîkî 130 endaman tê li darxistin.. Ev yekemîn kongre bû ku Mela Mistefa Barzanî beşdar bû. 

Kongreya 14emîn ya PDKê qasî Kongreya pêncemîn a Partiya Demokrata Kurdistanê Gulana 1960an û beriya Şoreşa Neteweyî ya Îlonê li Bexdayê bi awayekî legal tê li dar xistin. 

Gelek aşkere ye ku Kongreya 14emîn ya PDKê ji bo hemû beşên Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraq a Federal û Dinyayê gelek girîng e. 

Kongreya 14emîn ya PDKê ji bona hemû beşên Kurdistanê girîng e. Lewra PDKê bi awayê neteweyî û siyasî li hemû beşên Kurdistanê xwediyê bandorekî ye. Ev bandora dîrokî ye. Encama vê bandorê, li Rojavayê Kurdistanê di sala 1957an de û li Bakûrê Kurdistanê di sala 1965an de PDKê ava bûne.

PDKê ji bona ku ji Şoreşa Neteweyî ya Îlonê re pêşengî kiriye û di encama şoreşa neteweyî  de Otonomiya Kurdistanê avakiriye ji bona hemû beşen Kurdistanê girîng e. Avabûna otonomiya Kurdistanê ji bona hemû beşen Kurdistanê bû ronahî û model. 

PDKê ji  Şoreşa Neteweyî  Gulanê re û ji raperîna neteweya Kurd re pêşengî kir, encama wan şorêşeê neteweyî bi YNKê ve Herêma Federa ya Kurdistanê ava kirin.

 Kongreya 14emîn ya PDKê, ji bona ku li Kurdistanê ji Serokê PDKê û berpirsên wê, rê û rêbaza dimeşînî re xwedî bawerî ne, ji bona hemû beşên Kurdistanê girıng e. 

Kongreya 14emîn ya PDKê, ji bona ku PDKê partiya gel e, partiyeke demokrat e, partiyeke neteweyî ye, her dem ji bona berjewendiya neteweyî ya neteweya kurd têkoşîn kiriye û xebat kiriye, ji bona hemû kurdan girng e. 

Kongreya 14emîn ya PDKê, jj bona ku xwediyê armanca Dewleta Kurdistanê ye û di referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di sala 2017an de hat li darxistin jî îspat kir, ji bona hemû beşên Kurdistanê girîng e. 

PDKê, ji bona encama xebat û têkoşînek e dûrûdirêj ya neteweya kurd; tekoşîna Şêx Ûbeydûllah Nehrî, Mîr Bedîrxan, Şêx Ebdûlselam Barzanî, Şêx Seîdê Pîranî, Xalid Begê Cibrî, Dr. Nurî Dersîmî, Seyîd Rizayê Dersîmî, Şêx Mehmûd Berzencî û Simko Axayê Şıkakî ji bona xwe wek mîrad pejirandiyê û bi wan hêjayiyan re girêdayî ye, kongreya wê ya 14emîn ji bona hemû beşên Kurdistanê girîng e. 

                                         ****** 

PDKê, avakara Herêma Federa ya Kurdistanê ye. Li Kurdistanê di hilbijartina dawî de qasî hemû partiyan parlamenter qezenç kir.  Ji bona pêşketina Herêmê û li hemberî xeteriyan  rawestandin; ji bona xurtbûna Hikûmeta Kurdistanê û jiyana wê ya domdar; ji bona ku partiyên Kurdistanê re tîfaq çêkirin, Kongreya PDKê gelek girîng e. 

Di çareseriya pirsên Herêma Federe ya Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê debiryarên PDKê gelek dê gelek girîng bin. 

Di çareseriya hêzên biyanî û terorîst û dagirker yên wek PKKê û Haşdî Şabî biryarên Kongreya PDKê bigre girîng e. 

Ji bona çareseriya dagirkeriya Kerkûkê û Referandûma wê, ji bona  Şengalê, Maxmurê û gelek deverên din biryarên kongreya PDKê dê girîng bin. 

                                     ***** 

PDKê li Iraqê jî, gelê ereb ji wê xwediyê baweriyeke xurt e. Beşek ereban jî,  PDKê wek partiya xwe nas dikin û Serokê Kurdistanê wek serokên xwe qebûl dikin.. Hêvî dikin ku di çareseriya  pirsgirêkên Iraqê de PDKê xwediyê roleke girîng e. 

Wek tê zanîn di Li Iraqê  di hilbijartina serokê Meclîsa Dewleta Federel, serokkomar de rolekî girîng lêhîst. 

Di damezrandina Hikûmeta Federal de jî rolekî baş û sereke nîşan da. 

Di Federalbûna Iraqê de û di amadekirina Makezagona Federal de jî xwediyê rolekî girîng bû. Loma biryarên Kongreya 14emîn a PDKê ji bona Iraqê jî girîng in. 

                                              ***** 

Hêzên navneteweyî ji PDKê û ji serokê Kurdistanê û serokê Giştî yê PDKê bawer dikin. Biryarên PDKê ji bona wan û raya giştî ya dinyayê jî girîng in. 

Diyarbekîr, 04. 11. 2022     

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *