Kurte Jîyana Îbrahîm Guçlu û Hevpeyvîn

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 9

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz!
Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ez, Bêlla Stûrkî rêberîya bernameya „Civak û sîyaset“ ya 9an ya radyoya Ria taza dikim. Çawa me pêşda we agahdar kiribû, her heftê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnamager, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî wê bibin mêvanê bernameyê, yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.
Îro derbarê mijara 100 saliya Peymana Sykes-Picot û ev peyman ji bilî parçebûnê çi ziyanên din gihandin Kurd û Kurdistanê, herwiha ser mijara bidarxistina rêfêrêndûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û rewşa dawî li Bakûrê Kurdistanê, li ser wan pirsan û mijarên din yên rojane hizir û niherînên xwe sîyasetmeder, rojnameger, hiqûqzan û nivîskarekî kurd birêz Îbrahîm Gûclû ji me ra parvekir.

Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mêvanê bernameya me . Kî ye birêz Îbrahîm Gûclû ?

Îbrahîm Gûclû parêzer, rexnegirê civakî, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û kurdperwerê naskirî ye. Di sala 1949 an li gundê Hecîyan ya bi ser Şereflî Koçîsar ya navçeya Enqereyê ve ji dayik bûye. Dibistana destpêkî û ya navîn li Şereflî Koçîsarê temam dike. U dema xwendina xwe li ser pirsa kurd mijûl dibe û sosîalîzmê nas dike û jibo pirsgirêkan bawerî û sîmpatîya xwe bi “Turkye işçi partisi” ê tine. Lîsê û Zanîngehê li Enqerê dixwîne. Di Zanîngeha Enqereyê de beşa hiqûqê temam dike. Gûclû di sala 1962-an de, dema ku xwendevanê dibistana navîn ya sinifa diduyan bû, bavê xwe wenda kir. Diya wi, ew û birayên wi da xwendin. Piştî ku me bavê xwe wenda kir, rewşa wan bi giştî tevlihev û nebaş bû. Wana di bin wan şertên xirab de perwerdayîya xwe domand. Ew bûn xwendevanên bijarte yên wê demê. Îbrahîm Gûclû bakelorî (lîse) li Enqereyê xwend. Dema salên xwendkaryê de seyasetê ve mijûl dibe.. Ew bû endamê FKFê (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TÎPê (Türkiye Işçi Partisi), di van rêxistinan de bi aktîfî kar dikir. Di sala 1969-an de DDKO (Devrimcî Dogu Kültür Ocaklari) het damezirandin. Ew jî bû hîmdarê DDKO-yê. Di herdu deman de jî ewî ji DDKOya Enqereyê re berpirsiyarî kir. Di dema duyemîn de bû serokê DDKOyê. Dema ku ew xwendevanê sinifa dawî ya zanîngehê bû, ji bona ku ew serok û damezrênêrê Komela DDKOyê bû, wî û çend hevalên xwe (Mumtaz Kotan, Sebrî Çepîk, Nezîr Şemîkanli, M. Emîn Bozarslan, Musa Enter, Dr. T. Zîya Ekîncî, Canîp Yildirim) li Enqereyê, di Cotmeha 1970yî de, hatin girtin.

Îbrahîm Gûclû yek ji damezrênerê TEVKURD’e (Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd) û di heman demê endamê Meclîsa TEVKURD’ê ye. TEVKURD di encama xebatên Gruba Xebatê ya Demokrat û Neteweyî ya Kurd di 25-26’ê gulanê 2007’a de hat damezrandin. Îbrahîm Gûclû herwiha serokê komeleka kurda li Amedê bi navê KÜRD-DER e. Ji ber karên xwe yên sîyasî tê girtin . Piştî ku 5 salan li girtîgehên Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê de dimîne, şûnda bi efuyeke giştî tê berdan. Di sala 1973an de mekteba xwe ya nîvco mayî temam dike. Di sala 1978 de dîsa ji ber karên wî yên sîyasî, cardin biryara girtina wî derdikeve, lê ew teslîm nabe.

Di sala 1980an de piştî bûyarên derbeya Îlonê wek gelek kesên kurd yên sîyasetmedar, ew jî ji hemwelatbûna Tirkîyê tê derxistin. Piştî derbeya eskerî bi rêyên nelêgal ji Tirkîyê derdikeve û bi qasî 7 salan li dewletên cînar ên weke Îran, Îraq û Surîyê bicîh dibe. Îbrahîm Gûclû di encama dadgehkirinê de 16 sal û 8 meh cezeyê hepsê, 5 sal û 8 meh jî cezeyê surginê girt. Paşê di sala 1987an de derbazî Swedê dibe û pênaberîya wî tê qebûlkirin. Li Swêdê tev li partîya DKP dibe û heta ku ev partî ji alîyê dadgehên tirk ve tê girtin endamtîya wî ya di partîyê de berdewam dike. Di sala 2002 an de beşdarî û yek ji dameziranerê HAKPARê ye û ji ber çend nakokî û alozîyên di nav vê partîyê de partîyê bicîh dihêle û bi çend hevalên xwe re TEVKURDê ava dike. Dema ku ew li derveyî welêt bû, di gellek kovar û rojnameyên kurdî de li welêt û li devreyî welêt dinivîsand, ji gelek kovaran re jî berpirsiyarî kir. Ev kovar: Yekîtîya Sosyalîst, Rojev, TEVGER, Hevdem, Înîsîyatîf, Rojbaş, Armanc, Berbang, Welatparêz, Rastî û h.w.d. bûn. Îbrahîm Gûclû di kovar û rojnameyan de bi navên cuda nivîs nivîsandin. Wek: Îbrahîm Gûçlû, Selîm Keya, H.Baran, Mûrsel Nemir. Ew hem hemwelatiyê Tirkiyeyê û hem jî hemwelatiyê Swêde ye. Piştî ku Gûclû vegeriya Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ew çend caran dîsa hepis bû. Di derbarê wî de gellek dozên ku dom dikin hene. Ev doz, Li Enqereyê, Stenbolê, Amedê, Merdînê, Wanê, Urfayê dom dikin. Di gelek dozan de jî wî ceza girtiye û dozên wî li dadgeha bilind (Yargitayê) in.

Di gelek kovar û rojnamayan de nivîsên wî yên bi zimanê kurdî û tirkî yên derheqa pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de hatine capkirin. Carinan di çapemeniya tirkî de jî derheqa çareserîya pirsgirêka kurd û çekdanîna PKKê de hevpêyvînên ku pê re hatin kirin tên belavkirin. Salekê TRT kurdî de berpirsyar û amadekarê bernameya “Rojava herêmê” bû.
Gûclû niha di gel malbeta xwe li Amedê, li bajarê dilê Bakûrê Kurdistanê dijî. Bi êginî karê niviskarîyê, sîyasetmederîyê û parêzerîyê berdewam dike.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên seyasetmeder, rojnameger, hiqûqzan û nivîskarekî kurd birêz Îbrahîm Gûclû bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.


Riataza

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *