Roja Ziman

Piştî Derba Leşkerî ya 12 Îlonê 1980, li Bakurê Kurdistanê (tevlî ku bi fermî Kurdî qedexe bû jî) ji nuh de zimanê Kurdî hat qedexekirin.

Êdî ciyê ne fermî û tirk lê tunebana, Kurdan karîbû di nava xwe de bi Kurdî bipeyive! Li malê, li Kuçê, li bazarê, di nava mekîneyekê de yan di serdana girtîgehê de. Lê piştî derba leşkerî, peyva bi Kurdî, li her derê hat qedexekirin.

Ji bo ku dê, hevjîn, xweh û zarokên min bi tirkî nizanîbûn, di serdanên zîndana Amed ya dewleta mêtinkar de, nêzî sê salan wek ker û lalan tenê me li çavên hev dinerî! Wê gavê min ji xwe re got: heger wanî dewam bike, wê Kurdî bi tûmî ji holê rabe!

Loma min biryar da ku ez xwe bi rêk û pêk fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bikim; ez ji dê û bavê xwe û civatê, bi Kurdî fêrî çi bûme, divê bi awakî tevî binivîsim.

Ji salên 1980`an û virde, bi taybet li bajaran ku gelê Kurd bi giranî bi Kurdî dipeyivîn, em niha dinerin ku bi giranî bi tirkî dipeyivin! Ev jî rêdide ku mêtinkarên nîjadperest, di helwest û sîyaseta xwe ya bişaftinê de çiqas serketî bûne.

Helbet ev encam, ne tenê ji ber sîyaseta mêtinkaran e; gelek rêxistin û partîyên Kurd û bi taybet PKK di doza Kurd de li ser gelê Kurd bandorek mezin kirin ku bi zimanê serdestan rêxistinî û sîyaseta xwe meşandin. Heta Kurdên ku ji perçeyên Kurdistanê yên din jî ku beşdarî wan, tevlî ku gotinek tirkî nizanîbûn, wan fêrî tirkîyek “Îstanbolî” kirin! Piştî ku “eşkere” dev ji armanca Kurdistanek serbixwe û yekbûyî berda, hîn nuh wek ku girîngî didin Kurdî li vir û wir behsa Kurdî û perwerdeya bi Kurdî kirin.

Dewleta tirk ya mêtinkar, di warê hebûn û mafê gelê Kurd de, heta îro jî sîyasetek tunekirin û bişaftinê dimeşîne. Wek taktîk, bi kurdî destûr dan radyo, tv û hin zanîngehên beşên kurdolojî, lê hîn jî asîmîlasyon berdewam e, pêşveçûnek ciddî tune ye û bi keyfîyeta bêqanûnîbûnê bi van sazîyan re muamelê dikin.

Li Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêkên alfabe, zarav û perwerdê bi tûmî çareser nebûne, hîn gelek guhertin û serastkirin pêwîst in.

Li Kurdistana Rojhilat, gelê Kurd ji mafê perwerde û çandî bêper û bi gelek alî bişaftin û zordarî berdewam e.

Li Başûrêrojavayê Kurdistanê, sîstemek perwerdê ya yekpare û bi rêk û pêk ava nebûye. Gelek Kurdên ji binxetê ku li Başûr û li Bakur li kampên penaberan dijîn jî hîn zarokên xwe dişînin dibistanên Erebî û bi mufredata rejîmê perwerde dibin!

Îro li gelek dewletên Ewropa Kurd bi sedhezaran dijîn. Wek mafê herkesî di qanûnê van dewletan mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji Kurdan re jî daye naskirin. Lê piranîya Kurdan, heta piranîya Kurdên ku li ser navê partîyên Kurd wek penaber hatine Ewropa, ji bo perwerdeya zimanê dayikê, zimanê dewletên serdest tercîh dikin û zarokên xwe dişînin dibistanên neteweyên serdest!

Ziman û çandek gelê Kurd ya dîrokî û gelek dewlemend hey e. Ziman lebatekî zîndî yê pêwendîya nava mirovên civatê ne. Ziman, berhema hemû afirandêrîyên mirovî yên aborî, dîrokî, folklorîk, çandî û hunerî yên civatî ne.

Bi mirina zimanekî civatek jî ji holê radibe. Bi qedexekirina zimanekî re, hebûn û hişê wê civatê jî tê qedexekirin.

Mirov bi rêya ziman tê perwerdekirin; dibe xwedîyê zanîna çandî, dîrokî, zanîyarî û hunerî. Bi qwasî zanîna di bîra xwe de, dikare xwe û derdora xwe îfade û rave bike.

Piştî qedexekirina (perwerda) Kurdî, hiş, zanîn û bîra gelê Kurd hat qetilkirin û seqetkirin: civata Kurd hêdî hêdî çîrok, serpêhatî, sitran, meqamên awazan, peyvên pêşîya, biwêj (îdyom), mamik, tiştanok, tekirme, dijmîn, navê alav û amûrên di her warî de tên karanîn, navê pincar, kulîlk, kok, dar û beran, navê çûk, kurm û kêz, teyr û teban ji bîr kirin!

Heta çend nivşan wê hîn bibin ez nizanim, lê van tiştê min li jor hejmart, bi zimanê serdestan jî nizanin û fêr nabin! Ev bi xwe re korbûn û tengbûna hiş, raman û axaftinek normal dertîne!

Geva em ji bo zimanê bav û kalan, yê dayikê bitekoşin, em ji bo rizgarkirina hiş û aqlê xwe ditekoşin! 15-5-2016

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir