Kurdistan Barzanî: Ji pişt ve xencerek jehrî li me dan

Barzanî: Ji pişt ve xencerek jehrî li me dan

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke vîdyoyî de ragihand, di şeva 16ê Cotmehê de xiyaneteke mezin li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin û got: “Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan.”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de amaje bi êrişên Iraqê bo ser Kurdistanê kir û got, ku Bexdayê referandum kire hincet bo êrişên xwe, eger na wan ji mêj ve niyeteke wisa hebû û plana wê yekê hebûn.

Barzanî got: “Eger referandum jî nehatiba kirin, plana hebû bû êrişkirina ser navçeyên Kurdistanî û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê, çimku ferhenga Bexdayê nehatiye guhertin û bawerî bi federaliyê jî nebûye.”

Derbarê bûyerên Kerkûkê de jî Barzanî got: “Xiyaneteke mezin di şeva 15 li ser 16ê Cotmehê hat kirin, ewa ku me ti deman pêşbînî nedikir û nedihate xeyala me jî, ew xiyaneta niştimanî ya mezin bû ku li Kerkûkê hat encamdan, ji pişt ve xencereke jehrî li pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê hat dan.”

ji rudaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *