Ragihandina Damezrandina Federasyona Nivîskarên Kurdistanê Li Dîyasporayê

Di roja 26.12.2023ê Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Dîasporayê li Hola Hêlîn li bajarê Essen a Almanyayê hat ragihandin. Pêşî bi xêrhatina amadebûyan hate kirin û bi sirûda netewî ya “Ey Rekîb” û bi bîstikek bê deng rêz ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê hate girtin û piştre bername hate pêşkêşkirin û gelek axaftin bi herdû zaravayên kurmancî û soranî hatin bi cîh kirin. Axaftina Federasyonê ji aliyê her du mamosta Cemîl Îbrahîm û Hermîn Ehmed vê hate xwendin piştra mamoste Serdar Caf û Sidîq Şernexî ve gotarek li ser damezrandina Federasyonê hate xwendin û armanca wê û çawaniya hewldana ji bo xizmetkirina wêje û nivîskarên kurdî hate diyar kirin. ku daxwaz ewe nivîskar û bi hev re di bin sîwanekê de karbikin. Mamosta Huraman Tewfîq û Sebrî Resûl li gorî xwendina daxuyaniyê , piştgiriya xwe ji bo federasyonê û xizmeta wê û qebûlkirina endamên nû ji bo karkirina di rêzên Federasyonê de piştrast kirin

Di vê derbarê de nivîskar Îbrahîm El-Yûsif anî ziman û ji me re got .
Dema ku me projeyek ji bo damezrandina federasyonek ji bo nivîskaran li dîasporayê ji me re hate pêşkêş kirin, ji aliyê gelek nivîskar û rewşenbîran piştgiriya vê projeya çanda Kurdistanê, bi lez bersiv hat.
Helbet gava yekem bi avakirina komîteyeke amadekar ji bo amadekariyên lidarxistina yekemîn konferansa ku hemû pêkhateyên ji nivîskaran vê saziya yekemîn a Kurdistanê li hev kom dike hate avakirin. ev desteya amadekar a demkî, ez bang li hemû nivîskarên me dikim ku tevlêbûna xwe ji bo vê saziyê pêşkêş bikin, ku dê ji bo me hemûyan bi bandor be. Ji hemû nifşan, ji bo ku em erka xwe û nama xwe ya li dîasporayê bidomînin û bi gelên xwe yên li welêt re pirekê bimeşînin, di heman demê de hewl bidin ku bi çandên pirreng ên di nexşeya dirêj a koçberên xwe de têkilî deynin .
Her wiha di bernameyê de jî pêşkêşkirina helbestên bedew hat xwendin ji belî helbestvan Hafîz Ebdulrehman Hermin Ehmed Serhan Îsa û Ebdulletîf Omer. Hêjayî gotinê ye ku ev yekîtî ji aliyê hejmarek rewşenbîr û nivîskarên Kurd ve hatiye damezrandin û armanca wê jî xizmetkirina wêje û kêşa miletê Kurdistanê li dîasporayê ye.
Yusra Zibêr

Ragihandina Damezrandina Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Dîyasporayê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *