KURDÊN KURDÎSTANÊ Û YÊN ”KONFEDERALÊN NEDEMOKRATÎK”

Piştî kuştina Hrant Dînk gava mîrov li gengeşîyên di nav civata tirk de çêdibin dinêre, ji xeynî hinek rewşenbîr û muxalîfên cûda, mirov tu hevîyek baş ji bo pêşerojê nabîne. Weha xuya ye beşek ji civata tirk, bi kuştina Hrant Dînk gelek kefxweş bûne. Êdî bi dengekî bilind dibejin “em Ogun Samast’in, em kujerê Hrant’in”. Dema mirov li wêne û vîdeoyên Ogun û hevalbendên wî yên polis û leşkerên lîstîkvan dinêre, dîroka Tirkan tê bîra mirov. Xuyaye nîjadperestên tirk hê jî xwe di germiya salên 1915 de dibînin û karê jenesoîdê didomînin.

Rewşa ku îro gelê tirk têde ye, dema xurtbûna Îtîhat û Terakî û Hîtler tîne bîra mîrov. Wek em hemû dizanin, ew Îtîhatçîyên faşîst û nijadperestên bê esil, berê sadrazam Kamîl paşa û vezîrê ewlekarîyê kuştin. Bi darê zorê û bi lîstikên genî dezgehên dewleta osmanî bi dest xistin. Dûvre li Balkan, Afrîka û Arabîstanê, li hemberî gelên bindest şerê dizî û eşkere dane meşandin. Lê dawîya wan polîtîkayên dagirker, ji xeynî gelê kurd, ew gelên ku hatibûn dagîrkirin, xwe ji bin destê osmanîyan azad kirin û bûn xwedî dewlet.

Lê îro ruhê nîjadperestên bi nav û deng, Enwer paşa û hevalên wî Cemal û Talat paşa; Misto û Yaqup cemîl û hwd li ser civata tirk digere. Çep û rastên Tirkan û hinek kurden me yên ku do tûjik bûn, îro bûne Kemalîst wek enîyekê dibêjin “ji bo kurdan dewlet ne pêwîst e! dewletek yek deng, yek renk û yek netewe têrî me dike.” Rast e, ji bo tirkan daxwazekî ewha normal e. Mirov dikare wê daxwaza wan di cih de bibîne. Lê yên dibêjin em kurd in û xwedî doza kurd in, çewa dikarin li wan daxwazên nîjadperest xwedî derkevin?! Gelo, yên xwedîyê van polîtîkayên genî û gemarî, çi ferqa wan ji Zîya Gokalp, Silaman Nazîf, Dr Şukrî Sekban û hwd hene? Di dema nîjadperestên Îttîhat û Terakî de jî, di bin navê tirkan de xwestin hemû gelan bikin yek renk. Lê ji xeynî Kurdan hemû gelên din bûn xwedî dewlet. Ew camerên bi salan digotin îdolojîya kemalîzmê îdolojîyeke faşîst e, ma çi bû îro wê îdolojîyê û bapîrê wê wek demokratîk nîşan didin.

Gelo, çima ji bo hemû gelan dewletbûn mafekî xwezayî ye, lê ji bo kurdan na? Ev camêrên 20 sale mêjîye gele kurd tevizandine gere bersîvek bidin vî gelî. Gelo çi bû? Çi hat guherandin? An çi bi destê we ket? Heta do dewlata we çi digot? Ma we çi zû ji bîr kir. Ewqas gund, bajar ji bo çi hat şewitandin û talan bûn. 40 hezar mirov ji bo çi hatin kuştin? Ew wêrankirin û tofana hanê ji bo çi hat serê gelê kurd? Ger daxwaza we rola Zîya Gokalp û Şukrî Sekban bû, hewce nedikir hûn xwe ewqasî biêşînin! Roja pêşî we ji destbirakên xwe yên kemalîst re bigota “em kurdên konfederal û demokratîk in, em naxwazin ji tirkîyê cûda bibin.” Ez bawerim ku wê ewqas tofan nehata serê gelê me.

We çi zû dîroka xwe ya buhûrî ji bîr kir! Tirkan heta do çi digotin? Ma nayê bîra we? Ma hûn nizanin ku heta do aqilmendên Tirkan digot in Kurd tune nin. Ma nayê bîra we ku ji bona kurdan tune bikin, hemû zane û aqilmendên wan pirtûk dinivîsandin. Em hemû baş dizanin, karbidestên Tîrkan, tu carî naxwazîn di derheqê mîjara Kurd û Kurdîstan tiştekî bibihîzin. Gava ku di derheqê mîjara Kurd û Kurdîstan de nûçeyek nû dibihîzin, qala dîroka bihurî dikin. Gelo em jî bi qasî wan dîroka xwe dizanin? Di wê dîrokê da çi çê bûbû?

Em hemû dîzanîn ku karbîdestên dewleta Tîrk, pîştî tevkujîya gelê Ermenî, di derheqê tekoşîna gelê Kurd de dîtînên xwe weha dîyar kirine: “Yên digotin zo, me wan hal kîr, nîha dora yên dîbên lo ye.” Mana van gotinên wan pir eşkera ye. Zordarên xwînmij û nîjadperestên devbîxwîn dîbêjin me Ermenî qir kirin, nîha dora Kurdan e. Rast e wan li dijî gelê Ermenî, Asûrî, Sûryanî, Keldanî û gelê Kurd jenosîd bi kar anîn. Bi mîlyonan mirov kuştin û coxrafya em liser dijîn seranser kirin gorîstanek. Lê nizanin ku wan lî hemberî dîroka mirovahîyê xwe tawanbar kirine û bîryara tawanbarîya xwe jî bi destên xwe li rûpelê dîrokê nivîsîne. Di dîroka mirovahîyê de wê navê wan her tim bi jenosîd û nijadperestîyê bê bibîranîn. Cano Amedî 10:02:2007

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *