Kurdên Anatolyaya Navîn tevî asîmilasyonê karîbûne çanda xwe biparêzin

Ji aliyê Şewket Herkî 3 demjimêr berê 

Kurdên Anatolyaya Navîn çand, mûzîk, ziman, xwarin, şîn û şahiyên xwe tevî asîmilasyonê didomînin

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Rûdawê li gundekî kurdan Anatolya Navîn dibe mêvanê daweteke ku dibêjin ev kurdên Anatolya Navîn 500 sal beriya niha ji Çemçemal û Kerkukê hatine surginkirin û deştên Anatolyayê hatine bicihkirin. Şêxbizeynî yek jî eşîra herî mezin a kurdên Anatolyayê ye ku kesûkarên wan hêj li Başûrê Kurdistanê hene.

Kurdên ji deverên Kurdistanê bo Anatolya Navîn hatine sirgûnkirin hêj li ser kevneşopiya bav û kalên xwe çanda xwe didomînin. Li Gundê Sindiran êşîra Şexbizeyniyan piştî bi sedan salên sirgûnî hêj  li ser devsên bab û bapîran dijîn. Dawet li mala zava bi amadekirina xwarinê destpê dike û xwarînên kurdîwearî ji mêvanan re tê pêşkeşkirin.

Aşpêj Ewdila Xuriye dibêje: “Em di dawetên xwe de xwarinê amade dikin bo mêvanan. Xwarinên me ji goşt, sawar û çorbeyan pêk tê. Goşt ê mer û malatên me bixwe ye. Em golikan serjê dikin carna her golikek 500- 600 kîlo goşt dide. Em bixwe ajelvaniyê dikin û berhemên me xwemalî ne.”

Parvekirin taybetiyeke miletê kurd ku kurd di şînî û taliyan de êş û xeman li Anatolya Navîn di dawetê de jî roja şahî û xweşiyê dar û derametên xwe parvedikin û barê dawetê nahêlin li ser milê zava. Pêştir kevneşopî û adet bi rêkûpêktir bûne û li cihê zêr û pareyan jî  berx û mîh bûne   xelat.

Dayika bûkê Donê Mecidê jî dibêje: “Xizm û kesên me hatine sê roja daweta  me ye. Em gellek şad in û em spasiya hemû kesê dikin. Cîran û kes û kar hemû hatine, alikariya me dikin. Em bi hev re baş in.” 

Li berê mala babê bûkê pîyekê sivik ê govendê tê gêran ev jî edetekî kurdan Anatolaya Navîn e, dibêjin dayika bûkê keça xwe nade. 

Hemwelatiyê bi navê Elo Noke jî dibêje: “Berê ne wisa bû, sazbend û saz nebun, erebe nebûn, adetên berê xweştir bûn. Bûk li hespan siwar dikin û erebe nebûn, erebeyên wê demê hesp bûn. Niha êdî genç biryara xwe didin ew guh nadin mezinan herkes li gorî xwe daweta xwe dike.”

Roj li Anatolya Navîn ji bo kurdan careke din diçe ava . Şev hewa hinêk dibe û ciwan hemû hinirên xwe dirêjine meydanê, bûk li mala xwe ya nû ye, lê hem bûk hem jî zava şermîn in û naxwazin zêde qise bikin. 

Zava Mistefa jî dibêje: “Îro daweta min e, ez gellek kefyxweş im. Hevalên min hemû hatine nexşe li serê nezewiciyan. Rojek xweş bû.”

Bûk Dîlan Heymanê jî got: “Îro bo min rojek xweş bû. Hemû hevalênmin hatin. Daweta min qelebalix bû.”

Dawetên Anatolya bi hemû taybetiyên xwe weke dawetên Kurdistanê ne, tenê li hindek deverên Kurdistanê next anko qelen nemaye lê li anatolya her ciwanek neçare ku nexd bide.  Qelen ji deh hezar lireyê tirkî destpê dike û heta 100 hezaran jî diçe. 

Dayîka zava Nemikê Xane jî dibêje: “Me çend roja berê xwe amade kiriye. Niha jî bila dostên me şa bin. Bila dijmên û neyar bibînin. Em di dawetan de alîkariya hev dikin. Hûn dibînin kêyf û seyran e. Xwedê alîkarê hemû umeta Mihemed be.”

Mamê zava Ehmiko Qole jî wiha axivî: “Dawetên me yên rojhilat (Bakurê Kurdistanê) wek hev in. Li dawetên Bakurê Iraqê ( Başurê Kurdistanê) çi hebe li cem me jî heman tişt heye. Em kurd in, kî me înkar dike îmana xwe înkar dike, em kurd in û em zimanê xwe înkar nakin.”

Hinek kes dibêjin 300 hinek kes jî dibêjin 500 sal e ev kurdên niha li Anatolya Navîn ji Kurdistanê hatine sirgûnkirin. Tevî yekê jî sazbendên kurdên Anatyolya dibêjin “welatê me Kurdistan e cih û meskenê me kurdan e.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/210720191

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir