Kurd û Demokrasî / Davutoglu û Provokesyona Dersîmê…

Demokrasî, peyveke herêmî nîn e. Peyveke navneteweyî ye. Li dinyayê, li her herêmêkê û li her welatekî tê bi kar anîn. Sîstem û pergelek e.
Loma jî ji bona Kurdan, miletê Kurd û Kurdistanê jî girîng e.

Wek tê zanîn, nêzikî du salan e ku Qetlîama Dersimê tê gengeşî û niqaşe kirin. Di van rojên dawî de bi vexwendina Bahçelî ji aliyê Serokwezîr Ehmed de ji bona Dersîmê, ev gengeşîya hat merhelek nû.

Miletê Kurd û Tevgera Kurdistanê Zêdetir Hewcedarî demokrasiyê ye…

Di nav Kurdan û Tevgera Kurdistanê de jî, bi salan e ku mijara demokrasî tê gengeşî kirin. Ji niqaşeyê wêdatir, gelek Kurd û rêxistinên Kurdan, ji aliyê nazariyê/teoriyê de be jî, demokrasî wek çand û sîstemeke siyasî/civakî jî pejirandine. Lê niqaşeya demokrasiyê hîn jî di nav Kurdan de neqediyaye.

Bi taybetî jî di pirsa  “demokrasî, sîstemeke ku hemû mafên miletê Kurd dikare pêk bîne û an na de” girîngiya xwe muhefeze dike.

Ez di wê baweriyê de me ku Kurd, miletê Kurd, Tevgera Kurdistanê ji her miletekî û tevgerekê zêdetir hewcedarî demokrasiyê ye.

*****

Pêşî divê ku mijareke giştî û girîng, zelal bibe.

Dema li jiyan û ceribandina dinyayê, miletan û dewletan bê mêze kirin, gelek aşkere tê dîtin ku demokrasî yekîtiyê ava dike û diparêze; otorîterîzm, totalîterîzm, teokratîzm, faşîzm û dîktatorîyet cûdaxwaz e, milet û dewletan parçe dike.

Ceribandin û avayî ya welatên Ewrûpayê vê yekê nîşan dide. Yekîtîya milet û dewletên Ewrûpayê ya xûrt, encama demokrasiyê ye. Belçîqa, dewlet û welatekî pirrmilet e, ji bona ku li Belçîqa`yê demokrasî heye parçebûn pêk nayê. Eger miletên li Belçîqa`yê jî  bixwazin ku ji hevûdu veqetin jî, bê şer û bê zerar ji hevûdu vediqetin. Ev yeka ji bona Swîsre`yê, ji bona Îspanya`yê, Engilîstan`ê/Brîtanya`yê jî derbas dibe.

Lê hezar mixabin, li welatên ku demokrasî tune ye, wek Iraqê û Yekîtiya Sovyetan, parçebûna wan wek muqeder bû. Ew xeteriya li pêş Tirkiye`yê û Îran`ê ye jî.

Kurd, miletekî bindest e. Di bin hegemonya û serwerî ya dewletên kolonyalîst de ye. Kurdistan, bi destên çar dewletên kolonyalîst parçe bûye. Loma jî miletê Kurd û Kurdistan hewecedarî yekîtiyê ye.

Yekîtiya miletê Kurd û Kurdistanê, bi demokrasiyê dikare pêk bê. Heger demokrasî nebe, dûr nîn e ku Kurdistan bibe dewlet jî, dê bibe çar dewletên cihê.

Dewletek Kurd, demokrasî bipejirîne; dewletek Kurd jî, sîstemek nedemokrat bipejirîne. Ew rewşe yekîtiya miletê Kurd û dewleta Kurd ava nake. Cûdabûnê diqewimîne. Ceribandina miletê ereb li Rojhelata Navîn jî, vê  yekê ji me re diyar dike.

Lewra di demokrasiyê de, desthelatdarî û serwerî bi hilbijatrtinan û dezgehên demokratîk pêk tên. Wê demê her kes û her rêxistinek mecbûr e ku ji encama demokrasiyê re rêz û hurmet nîşan bide. Dema ku li Kurdistanê demokrasî bi tevayî neyê pejirandin, hêz û rêxistin û partîyên Kurdistanê demokrasiyê nepejirînin, wê demê bi hev re jiyanek hevbeş pêk nayê û cûdabûn dibe qeder. Heta ew cûdabûna şerê desthilatdarî û hegemonyayê jî diqewimîne.

                                               *****

Miletê Kurd bindest e. Di mercên gelek xerab yên ji metîngehkarî (koloniyê) xerabtir de dijî. Di pêvajoya têkoşîna azadî, rizgarî, serxwebûnê (avkirina dewleta federal, dewleta konfederal, dewleta serbixwe) de ye. Pirsa miletê Kurd: Pirsa her çîn û tebeqeya Kurdistanê ye. Pirsa hemû partî û rêxistina ye. Pirsa hemû kêmneteweyên li Kurdistanê ye. Pirsa hemû ol û mezheban e.

Loma jî, divê navbeyna van kategorîyan hemûyan de îtifaqek û koalîsyonek (ne eniyek. Lewra enî rêxistina dema şerê sar e û dîktatoriya partîyek û elîtekê diqewimîne wek li Çinê qewimand) pêwîst e. Ew jî hem bi çand û sîstema demokratîk dibe û hem jî bi pejirandana zîhnîyeta demokratîk dibe.

Eger demokrasî nebe û zîhnîyeta demokrasiyê neyê pejirandin, yekîtiya van kategorîyan nabe. Her kategorîyek xweser hereket dike. Ew jî zerar dide pêvajoya ku miletê Kurd tê da ye.

Ev yeka, di hemen dem de rêya şer ji bona rêxistin û partîyan vedike. Her rêxistinek û partîyek dê bixwaze rêxistin û partîyên din tasfîye bike. PKKê heta nûha bi piştgiriya dewletan ev yeka kir. Partî û rêxistinên Kurdistanê bi dewletê ve tasfiye kirin. Nûha jî dixwaze ku vê riyê bimeşîne.

Partî û rêxistinên din yên Kurdistanê bi demokrasiyê û bi pejirandina zîhnîyeta demokratîk dikare pêşiya vê tasfiyeyê bigire û pluralîzmê ava bikin.

*****

Miletê Kurd, dewlata federal, konfederal, serbixwe jî ava bike, divê sîstemekê bipejirîne. Ya divê sîstema otoriter, totalîter, faşîst, teokratîk bipejirîne; an jî demokrasiyê.

Dema li Kurdistanê sîstemên otorîter bipejirîne, wê demê li Kurdistanê partîyek, elîtek dibe desthilatdar û dîktatoriya xwe ava dike. Ew jî zerar dide milet û yekîtiya miletê Kurd û Kurdistanê. Li Kurdistanê wek li Iraqê, Suriyeyê û welatên din dibe û bûye, li Kurdistanê jî şerê hûndir dibe qeder.

Miletê Kurd, dema ku sîstemek parlamenter, ne otoriter, plural bipejirîne, wê demê jî demokrasî pêwîst e. Demokrasî, rê ji aşitî û parvekirina desthilatdarî û serwerîyê re vedike.

Di demokrasiyê de, desthilatdarîya siyasî bi hilbijartinên azad tên tespît kirin. Wek li dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê pêk tê. Wê demê desthilatdarîya siyasî û hikûmet, an jî partîyek, an jî bi koalîsyonên partîyan pêk tê. Di hilbijartinan de jî tê gûhertîn.

Maf û azadiyên kesan û gruban tê pejirandin û tê mûhafeze kirin.

                                           *****

Dîsa tê gotin ku “demokrasî pirsa miletê Kurd çareser nake”. Ev nerîna hem rast û hem ne rast e. Loma jî divê bê pirsîn ku “demokrasiyek çawa?”

Heger li ser axekê du û an jî sê welat hebin û çend milet bi hev re bijîn, li wî welatî demokrasî ji bona miletekî be, helbet ew demokrasî pirsa miletên din çareser nake.

Lê belê dema ku demokrasî federal be, wê demê pirsa hemû miletan çareser dibe. Di navbeyna miletan de bi her awayî wekhevî çê dibe. Dewlet, nabe dewleta miletekî, an jî ol û mezhebekê.

Dewleta federal, dewletek demokratik e. Demokrasi nebe, dewleta federal nabe. Bibe jî temenê wê dirêj nabe. Di sala 1975-an de ji bona ku li Iraqê demokrasî nehatibû pejirandin, dewleta federal nemeşiya. Di vê merhelê de jî hemen pirsgirêk dom dike.

Ji bona dewletek konfederal jî demokrasî pêwîst e. Du dewletên demokratîk dikarin, dewletek konfederal ava bikin. Dewletên ne demokrat, nikarin dewletek konfederal ava bikin.

Serokwezîrê Tirkan Di Pirsa Dersîmê De Provokesyon Kir. Dixwaze Ew provokesyona li Bajarên Din Yên Kurdistanê Jî Dom Bike…

Piştî Dewleta Kemalîst ava bû, miletê Kurd “tune” hat qebûl kirin. Loma jî hat xwestin ku miletê Kurd bibe Tirk, an jî ji holê rabe. Ew jî bi asîmîlasyonê û bi qetlîaman dibû. Ew jî hat kirin. Kurd, di her serîhildanek xwe ya heq û milî de hatin qetlîam kirin. Siyaseta jenosîda domdar heta îro hat meşandin.

Ew siyaseta jî û taybetî jî qetlîamên li Kurdiastanê hatine çêkirin her dem hatin înkar kirin jî. Lê di van salên dawî de Qetlîama Dersîmê şaş jî bê terîf kirin, hat îtiraf kirin.

Pêşî Serokwezîr Erdogan ev îtirafa kir. Davutoglu jî domand. Li Hecî Bektaşê got ku “Qetlîama Dersîmê Karbelaya Hevdem e.” Pişt re çû ew nerînên xwe li Dersîmê jî anî ser zimên.

Heta vira, derveyî naverok û tarîfa Qetlîama Dersîmê tu pirsgirêk tune bûn. Lê piştî bi hişkî daxwaz kir ku Bahçelî biçe Dersîmê, ev yeka propvokesyon bû.

Lewra tê zanîn ku Kurd Bahçelî dijminê Kurdan û nijadperest dizanin. Dizanin ku Bahçelî Qetlîama Dersîmê jî diparêze û Seyîd Riza û hevalên wî jî, dijmin dizane.

Bahçelî jî înad kir çû Dersîmê, li Dersîmê protestoyên gelek hişk çêbûn. Ew jî dihat zanîn. Gelo heger li Dersîmê bûyer mezintir bibûya û gelek kes bihatana kûştin, Davutoglu dê çawa hesab bida?

Davutoğlu ji bona Çolemeregê û bajarên din jî, ji Bahçelî re vexwendinê dike. Ev jî dê rê ji provokesyonan re veke. Divê seokwezîr ji vê helwesta xwe vegere û bi berpirsiyarî tevbigere.

Davutoglu, dibêje ku “MHP, CHP, HDP ji bona ku bibin partîyek Tirkiyevî, divê biçin her bajarekî.”

Qesta serokwezîr ji Tirkiyevîbûnê heger, partîya Kurdan, Tirkan û kêmneteweyên din be, ev Tirkiyevîbûn, bi çûyina bajaran nabe. Bi zîhnîyet û nerînên demokrat, rasyonal, realîst yên gorî sosyolojiya civakê çê bibin, dibe. Bi maf û azadiyên kesan û miletan re rêzgirtinê dibe. Ji mafê çarenivîsiya miletê Kurd re, “erê gotin” dibe.

Her çiqas AK Partî ji hemû bajaran deng jî bigre, gorî pîvanên min anîn ser zimên, ew nayê wê wateyê ku partîya Kurda ye jî.

Amed, 02. 12. 2014

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *