Kongreyê HDPê tû guhertinek çê nekir…

Îbrahîm Guçlu

(ibrahimguclu21@gmail.com)

HDPê dawiya hefteyê (23.02.2020) kongreya xwe ya giştî li dar xist. Hîç şik tune ye ku kongre beriya ku bê lidarxistin jî û pişt re jî bû sedema gelek şiroveyan û niqaşeyan. Di gelek şirove û niqaşeyan de gelek tiştên realîst tune ne. Gelek kesan ji derveyî rastiya HDPê şirove û nerîn anîn ser zimên. Gelek kes di wê nerînên de ne ku kongreya HDPê gelek tişt guhertîye. Ez bi xwe ne di wê bawerîyê de me. Lewra dema biryarên kongreya HDPê û rewşa HDPê bi çavekî objektîf bê şirove kirin, gelek bi hêsanî tê dîtin ku kongreyê di HDPê de guhertinek çênekirîye. Heta mirov dikare bibêje ku berê rewşa HDPê trajîk bû, piştî kongreyê bû trajîk-komîk.

HDP-Ê DÎSA KURDBÛNA XWE ÎLAN NE KIR…

Wek tê zanîn HDPê ji serî de û her dem gelek vekirî dibêje ku ez partiyeke kurd nînim. HDPê partiya kurd, li dijî pêşverûtiyê şirove dike û kevnepest dibîne. Lê gelek kurd jî, wek ku HDPê partiyeke kurd e, dengên xwe didin HDPê û ji HDPê re piştgirî dikin.

Loma jî ew kesên deng dabûn HDPê li bendê bûn ku HDPê xwe ji nûve terîf bike û xwe wek partiyeke kurd îlan bike. Bi  rê û rêbazeke nû û kurdî û Kurdistanî xebata xwe bidomîne.

Lê Kongreya HDPê ev yeka nekir. Zêdetir tescîl kir ku ne partiyeke kurd e.

Hevserokê HDPê di kongreya din de ereb û tirk bû. HDPê carek din hevserokên xwe ji kesên nekurd,  du ereban diyar kir. Ew kesên bir qerektera xwe kurd in, di kongreya HDPê de nebûn xwediyê qedir û qiymetekê. Navê wan jî nehat xwendin. Vê yekê jî diyar kir ku HDPê girêdayî Qendîlê ye. Lewra nûha li Qendîlê elewî û çepên stalînîst û radîqal PKKê birêve dibin. Ew ekola bi her awayî li dijî kurdewarî e.

Beşekî mezin yê Tirk ji vê rewşê memnun in. Ev helwesta HDPê ji kurdan dûr dixe û nêziktirîn Tirkan dike.

Beşek kurd jî dibêje ku “HDPê partiyeke kurdan e. Du ereb jî bibin serokê wê ev ne pirsgirêk e. Ev yeka HDPê ji kurdbûnê dernexe.”

Ev nêrına bi her awayî ne rast e. Filîstînî tu wext ji partiyên xwe re yahûdiyekî nakin serok. Li dinyayê neteweyên din jî vê yekê nakin û nekirin jî..

Ev sosreta di sayede PKKê de di kurdan de çêbû.

Lê em baş dizanin ku ev ne sitfeyî ye. Em dizanin ku ji bona ku  PKK projeya dewletê ye. Loma jî ev kirasa jî baş lê tê.

HDP-Ê DI BERNAME Û RÊÛRÊBAZA XWE DE GUHERTINEK NEKIR: DÎSA DÊ DI BIN ALA OCALAN Û QENDÎLÊ DE BIMEŞE

Kongreya HDPê di bernameyê de û di hiqûqa xwe de jî guhertinek nekir, biryareke li berjewendiya neteweya kurd û Kurdistanê wernegirt. Kongreya HDPê him ji Qendîlê re û him jî ji Ocalan re peyam şand. Mîthad Sîncar gelek aşkere diyar kir ku Ocalan rêberê wan e û riya wan ronî dike. Ocalan dîsa li ser navê wan di danûstandina de xwediyê erk e û mixatab e. Lê HDPê di hilbijartina herêmî de Ocalan ji tiştekî nehesiband. Gotinên wî neanîn cî û deng dan CHPê.

Dema ku Ocalan wek rêber hat îlan kirin, di hemandem de peyam ji hikûmetê re şandin. Lewra tê zanîn ku Ocalan di bin kontrola hikûmetê de ye.

Lê dema ku di mijara tîfaqê de siyaset hat diyar kirin jî, ji Qendîl û CHPê re peyam hat şandin.

Ev yeka jî tiştekî gelek xerîb derdixe holê ku HDPê dixwaze hemû terefên Tirk memnûn bike.

Ji aliyê din de dema ku di stratejiya xwe û bernameya xwe de guhertin nekir û gelek aşkere got ku emê ji bona Komara Demokratîk xebat bikin. Ev jî diyar dike ku HDPê  guhertina dewleta unîter ya Tirk jî naxwaze. Dewleta Tirk ji bona xwe wek dewlet dipejirîne.

Lewra Ocalan gelek vekirî dibêje ku ji bona kurdan dewleta serbixwe, dewleta federal, heta otonomî jî ne hewceye.

Ala Ocalan û Qendîlê bilind kirin, projeyabûna dewletê domandine.

HDP JI TÎFAQA KURDAN ZÊDETIR QÎMET DA TÎFAQA KEMALÎSTAN…

Demeke dirêj e ku HDPê ji yekîtiya neteweyî qal dike, ji bona vê jî bi partî û rêxistinên Kurdistanê re, bi Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê re danûstandin dike.

Lê di kongreyê de ev pirsa qet nehat ser zimên, di derbarê ev pirsa stratejîk a kurdî de biryarek nehat girtin. Lê qiymeteke mezin dan tîfaqa Kemalîstan û CHPê.

Ev jî diyar dike ku nêzikbûna HDPê ya kurdan û rêxistinên Kurdistanê taktîk e, ne ji bona rizgariya Kurdistanê ye, ji bona desthilatdariya xwe xurttir bike, ye.

HDPê, yekîtiya neteweyî ya kurdan naxwaze. Kurdan dixapîne. Beşek partî jî çavên xwe ji vê yekê re digrin.

DI TÎFAQÊ KEMALÎSTAN DE TIŞTÊN DIBÊJE TÊ ÇI WATE YE?

Piştî kongreyê berpirsiyarên û bi taybetî jî Hevseroka HDPê Perwîn Bûldanê diyar kir ku bi CHPê û Tîfaqa Milet re tîfaq bikin. Lê got ku em wek metoda berê bi CHPê re tîfaq nakin. Divê tîfaq “şeffaf” û vekirî be. Yanî CHPê bi HDPê re ji bona tîfaqê pêşniyar bike, HDPê jî, ji vê pêşniyarê re bibêje erê. Pişt re rûnin di navbeyna xwe de bazarî bikin.

HDPê bi CHPê re tîfaqê ji bona demokrasî û berjewendiya kurdan naxwaze. Bes derdê herdu terefan jî zora tîfaqa Cûmhûr û R.T. Erdogan birine.

Loma HDPê mecbûrê CHPê ye. Ev mecburiyeta van di hilbijartinên herêmî diyar bû. CHPê bi dizî bi HDPê re danûstandin kir, HDPê jî deng dan wan. Lê piştî hilbijartinan hatina Ekrem Îmamoglu ya Diyarbekîrê, di nav kurdan û HDPê de bû sedema pirsgirêkan. Lewra Ekrem Îmamoğlu wek temsîlkarekî Atatirk ku biryara qirkirina neteweya kurd daye, gav avêt şaredariya Diyarbekîrê û bi wêneyê Atatirk, yanî bi wêneyê kujerê neteweya kurd propaganda kir.

Ji aliyê din de HDPêyiyan dîtin ku CHPê li wan xwedî jî dernekeve. Loma jî hevalbendên HDPê, siyaseta di hilbijartina herêmî de hatibû meşandin rexne dikirin. Loma jî HDPê jî mecbûr ku siyaseta tîfaqa xwe ya nû bi awayekî din diyar bike.

Lê diyar e ku CHPê bi HDPê re tîfaqa vekirî nake. CHPê jî vê nêrina xwe gelek aşkere diyar dikin. Lewra CHPê ditirse ku dema bi HDPê re tîfaqê bike, “Tîfaqa Milet” belav dibe. Nasyonalîstên Tirk deng nadin CHPê.

HDPê jî îro tiştên aniyê ser zimên, di dema hilbijartinan de dê bide aliyekî, pişgiriya CHPê bike. Ji vê yekê jî hîç şik tune ye ku vê siyasetê Qendîla dê tespît bike. Gelek aşkere ye ku HDPê partiyeke xweser û azad nîne. Nikare xweser jî biryar bide. Qedera wan di destê Qendîlê de ye. Profesoriya Mîthad Sîncar jî li cem Qendîlê xwediyê qiymetekê jî nîne.

Ji aliyê din de mijara girîng ew e ku CHPê û HDPê du xwişk-birayên îdeolojîk yên cêwî ne. Kîmyayên wan wek hevûdu ne. Girîngtir mesele jî ew e ku PKK li hemberî kurdan, tegera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê bi destê dewleta Kemalîst wek projeyekê ava bû. Ji bona vê yekê jî her dem mecbûr e ku bi CHPê re tevbigere. 

TIFAQA DEMOKRAT, DEMOKRAT Û PARTIYÊN DEMOKRAT DIKARIN AVA BIKIN…

Di kongreya HDPê de şiyara stratejîk, “Tîfaqa DemokraT” û an jî “Tîfaqa Demokratan” bû.

Demokrasî hevokeke ji HDPê dûr e. Eleqeya HDPê demokratbûnê tune ye. Ew bi PKKê re girêdayî ye. Loma jî hiqûqa PKKê û hiyerarjiya ji bona PKKê derbas dibe, ji bona HDPê jî derbas dibe. Gor peymana KCKê bes Ocalan xwediyê biryarê ye. Hemû kes û dezgehên din mecbûr in ku gotina wî cî bi cî bikin û ji Ocalan re îtaat bikin.

Gelo HDPê dê çewa demokrat be?

Di nav HDPê de miqaşeyên azad tune ne. Organên wan ji aliyê Qendîlê ve tên tespît kirin. Loma jî HDPê nikare tîfaqa demokrat ava bike.

Mixatabên wê CHPê û Partiya Nû û Saadetê jî, rêxistinên demokrat nînin. Bi taybetî jî CHPê rêxistinekî otorîter û jakoben e û darbeçêker e. Bi gel jî baweriya CHPê tune ye. Loma jî hevkariya CHPê û HDPê nabe tîfaqa demokrat.

Tîfaqa demokat, bes bi destê demokratan û rêxistinên demokrat dê ve ava bibe.

Diyarbekîr, 28. 02. 2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir