Çaksaziyên bo yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam dikin: ‘Wê Amerîka alîkarîyan zêde bike’

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Korgeneral Bextiyar Mihemed ragihand ku her çiqas pêvajo giran be jî çaksaziyên di bin banê Wezareta Pêşerge de berdewam dikin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Korgeneral Bextiyar Mihemed, li ser proseya yekxistina hêzên Pêşmerge da xuyakirin, bernameya Reforman a Wezareta Pêşmerge berdewam dike û got, “Bi Amerîkayê re peymana me ya lihevkirinê heye. Her çiqas asteng li pêşiya me hebin û pêvajo giran be jî çaksaziyên di bin banê Wezareta Pêşmerge de berdewam dikin.”

Korgeneral Bextiyar Mihemed li ser sedemên giranbûna proseyê ji Rûdawê re gotiye: “Sedemên sereke yên giranbûna pêvajoya reforman ev in: Şerê bi DAIŞê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pirsgirêka budceyê û aloziyên siyasî yên nevxweyî.”

Bextiyar Mihemed li ser lîwayên hevpar ên hêzên Iraqê û Pêşmerge ku berê biryar hatibû wergirtin jî got: “Wan lîwayan hîn dest bi pêywîra xwe nekiriye. Me divê em hejmara wan zêde bikin.”

Herwiha Bextiyar Mihemed diyar kir, alîkariya ku Amerîka dide Pêşmerge bi rêjeya ji sedî 25an daketiye lê ev nayê wê wateyê ku hevkariya bi hêzên hevpeyman re kêm bûye û got: “Piştî ku peymana me û Amerîkayê bi dawî bû dibe ku peymaneke din were rojevê. Me bihîstiye ku dê Amerîka sala 2025an alîkariyên aborî zêde bike.”

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *