Siddik BOZARSLAN
Mixabin tarîxa avakirina (damezrandin-sazkirin-çêkirin) Komela Pêşketina Kurdistanê, ne kifş e. Prof. Tarık Zafer Tunaya, di vî derbarî da dibêje ku ew komele sala 1919´an li dora meha Gulanê hatîye sazkirin. (14) Lê ev tarîx ne rast e. Ji ber ku li ser ragîhanek em têdigihîşin ku komele çend meh berîya meha gulanê sazkirî bûye û di xebatê da bûye. Ev ragîhan, di derbarê sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û Weşanan” (Kürd Tamîm-î Maarif ve Neşrîyat Cemîyetî) da bûye û di tarîxa 2.1.1919´an da di kovara ”Jîn” da derketîye. Eslê vê ragihanê Tirkî ye û M.E. Bozarslan wê zivirandîye bo kurmancî û weha ye:
”Jibo ku li ser ziman û dîrok û cografya û abûrî û sosyolojiya kurd lêgerîn bên kirin, pirtûk bên weşandin û jibo ku di nava kurdan da zanînên hevdem bên belavkirin, dê komeleyek bi navê ”Komela Kurd jibo belavkirina Zanînê û Weşanan” bê sazkirin. Hazirîya di vî babetî da temam bûye. Jibo ku muamela tesdîqê ji hukumeta qedirbilind ra bê pêşkêşkirin, divê ku komita kargêr bê bijartin. Jibo vê yekê, daxwaz ev e ku kesên pêwend, roja 10´ê kanûna paşîn roja înê piştî nîvroyê saet di 2´an da werin Komela Kurdistanê (Kürdistan Cemîyetî) ya ku li kuça pey Dîwana Hesaban (Divan-i Muhasebat) di koşka Behcet Paşa da ye.”(15)
Zinnar Silopî jî di kitêba xwe ”Doza Kurdistan” da ragîhandîye ku Komela Pêşketina Kurdistanê piştê îmzakirina peymana agirbirrînê di navbera dewleta Osmanî û dewletên hevgirtî da hatîye sazkirin. (16)
Dr. Nûrî Dêrsimî jî di kitêba xwe ”Di Dîroka Kurdistanê da Dêrsim” da nivîsîye ku piştê îmzakirina peymana agirbirrînê ew çûye Stanbolê û bûye endamê Komela Pêşketina Kurdistanê, di oxira doza neteweyî da dest bi xebatê kirîya. (17)
”Tê zanîn ku peymana agirbirrînê di navbera dewleta Osmanî û dewletên hevgirtî da, di tarîxa 30.10.1918´an da hatîye îmzakirin. Li gora ku komele piştê wê tarîxê hatîye sazkirin û berî tarîxa ragîhana jorîn sazkirî bûye, em bi hêsanî dikarin bêjin ku Komela Pêşketina Kurdistanê di meha 11´an yan jî ya 12´an a 1918´an da hatîye sazkirin.”(18)
Sazkerên komelê Xelîl Xîyalî, berpirsîyarê ”Jîn”ê Hemzeyê Mûksî û Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî bûne. Paşê piranîya xwenda û zanayên kurdan ên li Stanbolê bûne endamên wê; bi wî awayî komele di demeka kurt da xurt bûye. Di kongrê da Civata Kargêrîya Komelê weha pêkhatîye (19):
Serek: Seyid Evdilqadir (Şemdînan)
Alîkarê Serek ê Pêşîn: Emîn Alî Bedirxan (Botan)
Alîkarê Serek ê Diduyan : Fuad Paşa (Silêmanî)
Sekreterê Giştî: Hemdî Paşa.
Muhasib: Seyid Evdilah (Kurê Seyid Evdilqadir)
Endam: Mîralay Xelîl Beg (Dêrsim)
Endam: Mîralay M. Elî Bedirxan (Botan)
Endam: M. Emîn Beg (Silêmanî)
Endam: Xoce Elî Efendî
Endam: Şefîq Erwasî (Wan)
Endam: Prof.Şukrî Baban (Silêmanî)
Endam: Fetullah Efendî
Endam: Dr. Şukrî Mihemed (Paxirmaden)
”Her wek di vê lîsteyê da em dibînin di rêveberîya komelê da ji gelek bajarên Kurdistanê (wek Amed, Wan, Hekarî, Kerkûk, Silêmanî, Mahabd û Sine) yên cuda kesayetên zana, navdar û naskirî û xwedan nifûs hebûne. Heman wêne xwe di navên endaman da jî nîşanê me dide. Endamên tewr naskirî û xebatkar ev bûne: Dr. Fuad Berxo (Amed), Kemal Fewzî
(Bedlîs), Necmeddîn Huseyn (Kerkûk), Kamran Bedirxan (Botan), Serekê Karkerên Kurd
Reşîd Axa, Qazîzade Mistefa Şewqî (Mehabad), Mihemed Mîhrî (Sine), Emîn Feyzî
(Silêmanî), Memdûh Selîm (Wan), Evdilwahîd Berzencî (Silêmanî), Dr. Hemîd Şakir, Law
Reşîd, Yamulkîzade Evdilezîz (Silêmanî), Evdirehîm Rehmî (Hekarî)”(20)
Navenda (merkeza) komelê li Stanbolê bûye; lê li Amedê, Bedlîsê, Xarpêtê û Dêrsimê jî şaxên wê hatine vekirin. Li Amedê, di derheqê avakirina ”Kurdistan Cemîyetî”yê da Ekrem Cemîl Paşa di kitêba xwe ”Muhtasar Hayatım” da van haydarîyan dide:
”… Ez bi silametî ji enîya şer zivirîm Dîyarbekrê. Zêde wext derbas nebû, du hevalên min jî ji enîya şer hatin Dîyarbekrê. Ev her du heval Cerciszade Fikrî û Ganîzade Reşat bûn. Ew jî di temenê min da bûn û em di heman fikrê kurdayetîyê da wek hev difikirîn. Me her sêyan çend roj gengeşe kir da ku vêkxistina (rêxistina) Cemîyeta Kurdistanê ava bikin. Em gihan encamek ku bi babê min Kasim Beg ra bipeyvin û destûra wî jî werbigrin. Kasim Beg wek esas, fikrên me eciband û soz da ku alîkarîya madî jî bike. Kasim beg xanîyeke xwe yê di kirê da bû, vala kir û xist bin xizmeta me. Me bi alavên pêwist nav malê raxist û xemiland. Her weha derdora du meh, me bi awayeke nîv dizî û nîv eşkera karê xwe meşand. Em gihan encamek ku xort jî yên kal jî tereftar bûn ku em hewildanek ava bikin. Di encamên gengeşeyên dirêj da biryar hat dayîn. Ekrem, dê serî li walîyê dîyarbekrê xe da ku destûr bistîne û li Tekkeya Şêx Ehmet Efendî wê civîn çêbe. Kurekî vî şêxî dostê Kasim Beg bû û wî babê xwe jî razî kiribû di vî derbarî da. Ekrem bi hêsayî destûrê ji walî wergirt. Rojtira dî di Tekkeya Gul Şenî da civîn çêbû…
… Civîneke serketî li tekkeyê çêbû. Zêde kes hatibûn civînê. Di hundûr da dora 400 kes û li derve jî bi tevayî derdora 4000 kes hebûn. Beşdarvan jî gelek bi deng û reng bûn. Ji miftî bigre heta ulemayên herî bi nav û deng; ji mamoste, memûr, karker û hemal û xwendevanan bigre heta bazirgan û pêxwasan û kal û cuwanan ji her temenî kes hebûn û loma ew kitle beşdarîya civînê pirrengîn û pirrdengîn dikir. Ji her çîn û tebeqeyên beşdarvanan axiftin çêbûn. Di axiftinên gelek kesan da hat gotin ku Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbolê ketîye bin kontrola ecnebîyan (xerîb-bîyanî), laşê dewleta Osmanî kangren girêdaye û divê ew were emelîyatkirin, divê kurd jî çareya serê xwe mêzekin (binêrin) da ku eqîbeta Ermenan neyê serê wan jî û wd.. Piştî du seetan êdî beşdarvan cîyê civînê terikandin û di nav Tekkeyê da qasî 40 kes man ku ew di fikra kurdayetîyê da xwedî bawerîyeka qeîm bûn. . Piştî gengeşeyeka kurt biryara damezrandina Cemîyeta Kurdistan (Kürdistan Cemîyetî) hat dayîn. Ekrem wek serekê cemîyetê hat hilbijartin ku heta wê demê rêxistinên Kurdistanî çênebûbûn û loma Ekrem dibû serekê ewil li Kurdistanê. Heyeta Îdareyê (Komîta Karger- rêvebir) ji van kesan pêk hatibû: Reşat, Fikrî, Omer û Ekrem. Di demeke kurt da cemîyet xurt bû û jimareya endaman ji 500´î derbas kiribû û bi hezaran jî dilxwaz hebûn ku qeyda xwe çênekiribûn.
Şûbeyên cemîyetê li Nisêbînê, Savûrê, Farqînê û Licê jî hatin avakirin. Li Madenê, Xarpêtê (Elazîz) û Malatyayê jî gelek dilxwazên cemîyetê çêbûbûn. Têkilîyên me bi cemîyeta Stanbolê ra jî hebû ku heşt neh meh piştî ya me li wir avabûbû.
Ekrem Cemîl Paşa di kitêba xwe da ku navê wê li jor hat nivîsîn, di rûpela 33´yan da vê haydarîyê dide. Wisa xuya dibe ku li vir piçek şaşîtî û tevlîhevî heye. Ji ber ku li jor di kovara Jîn da haydarîyên di derbarê avakirina Cemîyeta Kurdistanê ya Stanbolê da xuya dibe ku ewil li Stanbolê ew hatîye damezrandin û wek navend hatîye qebûlkirin-Siddîq Bozarslan-SB
”Têkilîyên xurt û daîmî di navbera cemîyeta me û ya Stanbolê da hebû. Me alîkarîya pere kir da ku Mem û Zîn li Stanbolê çap bibe. Me dîsa alîkarîya pere ji Muhammed Muhrî Efendî ra kir ku ew endamê cemîyeta Stanbolê bû û wî Mecmûaya Kurdistan derdixist. Em li Dîyarbekrê bûbûn xwedîyê metbaayek jî. Digel metbaayê kaxiz û mirekkeba ku du sal têra me dikir jî me amade kiribû. Nîvê pereyê wan min ji babê xwe û nivê dî jî ji mamê xwe Omer sitandibû. Vê metbaaya piçûk gelek karên me dît. Rojnameya ”Gazî” ya çar rûpelî me li vê metbaayê çap dikir. Yên qelemên (pênûsên) wan xurt û tûj bûn gelek kes ji rojnameyê ra dinivîsand. Wek numûne; gorbihişt (şehîd) avûkat Hacî Muhammed Efendî (Axtî-Bavê Tujo; wek jêrenotek ez dixwazim bêjim ku wî di Dadgeha Îstîklalê ya Dîyarbekir da digel Şêx Seîd û 51 hevalên xwe cezayê dardakirinê xwarin. Balkêş e ku tenê wî gorbihiştî li hemberê dadgehê parastina xwe bi kurdî kirîye, SB.), gorbihişt kurê Cemîlpaşa Cevdet, Pertew Begê Licêyî yê herî xort, Alî, Mîrî katibî Cemîl Beg, Ganîzade Reşat û wd.
Rêveberîya me ya pêşîn ku min serkêşîya wê dikir, hemî ji xortan pêk hatibû. Piştî demekî me guhartineka girîng pêkanî. Ji ber ku gelek kesayetên bi emir ku xwedî şexsîyetên girîng bûn, pêwist bû ku ew jî bikevin bin vî barî. Di civînekî da ku derdora sêsed (300) endam beşdar bûbûn; jibo kargerîyê me heyeteke nû hilbijart. Li gora lîsteya nû ev kes bûn berpirsîyar: Reîsê Cemîyetê Kasim Beg, Dr. Cevdet Beg û Hamdî Efendî Xoce wek şêwirmend, cîgirê serek Ekrem Beg, berpirsê abûrî Kerîm Efendî û endam jî Omer, Reşît û Fikrî Beg bûn. Komite di nav xwe da du grub çêkiribû. Grubek jibo propaganda û ya dî jî jibo çapemenî û weşangerîyê bû.
Jibo me gelek zehmet bû ku em bi xelqê xwe bidin bawerkirin ku têkçûna Osmanîyan jibo Kurdan firsendeke zêrîn çêkirîye û hewce ye em ji wê firsendê fêdeyê werbigrin û xwe ji bindestîya 600 salên Osmanîyan rizgar bikin. Zehmetîya herî mezin ew bû ku %90´ê xelkê cahil bûn, nezan bûn û rastî û xirabîyan ji hev cuda nedikir û zû dihatin xapandin. Di nav pêvajoyeke dirêj da hin tebeqe çêbûbûn ku hevalbendên Tirkên Îttîhatçî bûn. Hin kes jî menfeetên xwe yên malbatî di ser her tiştî da digirtin ku ew jî hevalbendên Tirkan bûn. Wek mîsal; miftîyê me Îbrahîm Efendî kesekî cahîl, bêexlaq, menfeetperest bû; kurê wî yê ku xwenda bû û xismên wan malbata Pirincçî hemî hevalên Îttîhatçîyan bûn. Ew di encama qirkirina Ermenan da dewlemend bûbûn. Bi sedan diz û pêxwas, şêx û mela û alimên sextekar hemî ketibûn nav sefên xîyanetê. Loma karên ku cemîyeta me jibo qencîya xelkê dikirin; van kesên xwe firoş bi hezar dek u dolaban dixebitîn ku xirab bikin.
Me wek heyeta rêvebir li nav bajêr, qesebe û gundan xebatên pirralî yên haydarî û zanînê belav kir, mewlûda Kurdî xwend, weez da û wd. Lê eşkera bû ku van xebatên me têr nedikir. Em wek rêvebirên cemîyetê gengeşeya pêwistîya serhildana çekdarî jî kir. Em dizanibûn ku li wîlayetên Dîyarbekir, Sêêrt, Mêrdîn û Elazîzê digel kêmayî û xizanîyê jî gelek çek û cebilxane û teqemenî di destên xelkê da hebûn. Lê çi fêde ku seferberlixa giştî malik li xelkê şewitandibû û wan bêzar hiştibû. Bi tabîreka dî qeweta xelkê ya madî û manewî hatibû şikenandin. Ji ber encamên Şerê Cîhanî yê Yekemîn, xisareke mezin gihabû Kurdistanê. Di du salên dawîyê yên şer (1917-1918) da li seranserê Kurdistanê nexweşî û birçîtî (xela) xwe nîşan dabû. Ev bi xwe ra birînên giran çêkiribû. Tirkçîyên Îttîhat Terakkkî jî bi saya serê îdareya eskerîyê li Kurdistanê dest bi teda û zilmê kiribûn. Bi taybetî di dawîya şerê cîhanî da kirinên wan ên derbarê Qanûna Îskanê da çêdibûn; ji qirkirinên ser Ermenan zêdetir dijwar bûbûn. Bi awayeke dî gelê Kurd hem bi çekên Tirkan, hem jî bi nexweşî û serma û xelayê ve hatibû qirkirin.
”Xebatên me yên li Dîyarbekir ku bi şev û rojan hatibû domandin, berhemeke baş bi xwe ra anîbû. Lê di bahara 1918-1919´an da astengeke pirr mezin ku me qet hesab nedikir derket pêşberî me. Ev asteng Mistefa Kemal bixwe bû. Wî li ser navê Sultan Vahdettîn îcazeta Mifettişîya Eskerîyê wek ritbeyeke payebilind wergirtibû û 70.000 lîrayê zêr xistibû heqîba xwe û bi awayeke dizî li Erzurumê dest bi karê xwe kiribû. Li Erzurumê Mîralay Xalit Begê Cibrî jî di nav da serekê eşîreta Haydaran Hecî Mûsa Beg û birayê wî Nûh Beg, ji beglerên Farqînê Sadiq Beg û gelek giregirên herêmê bi awayeke hêsa hatibûn xapandin. M. Kemal di kongreyên Erzirum û Sêwasê da bi awayeke vekirî û zelal dabû zanîn ku gelên kurd û tirk bira ne, ew dê mafên siyasî yên kurdan bide û wd. Dîyarbekrê bi van sozên xapandinê yên M. Kemal bawerîyê pê neanîn. Ji Kasim Beg ra gelek name û telgrafên birayetîyê rêkiribû û di wan da hurmetên xwe pêşkêş kiribû. Lê ne bavê min, ne ez û ne hevalên min, em tu kes pê bawer nekirin û em pê dizanibûn ku ew kurdan li ser navê dîn û biratîyê dixapîne.
Lê di dawîyê da wî rîyeke dî ya xapandinê dît. Ew muafeq bû ku mamê min Mistefa Beg bixapîne. Cemîl Paşazade Mistefa 20 sal ji bavê min meztir di temenê 80 salî da bû û kesekî nezan bû û tenê sofîtîyê dikir û ew reîsê malbata me bû. Gelek balkêş e ku Mistefa Kemalê Selanîkî bi hêsayî Mistefayê Dîyarbekirî xapand. Wî ne tenê Cemîl Paşazade Mistefa Begê Dîyarbekirî xapand; digel wî gelek paşazade, axazade, begzade, şêxzade, serekeşîr, mela û miftî xapand û bi saya serê wan dewleta tirk damezrand…” (21)
”Piştî ku mamê min Mistefa Beg dest bi propaganda M. Kemal kir; rewşa Dîyarbekir roj bi roj ber bi xirabîyê ve diçû. Di nav xelkê da mamê min jibo M. Kemal digot ku ”… Ew Mehdîyê heqîqî ye û ji alîyê xwedê ve ji me ra hatîye û ew dê Hukumeta Bab-î Alî ya Stanbolê ji bin dagirkerîya gawiran rizgar bike û wd.” Bêguman ev propaganda mamê min gelek tesîreke mezin li ser xelkê Dîyarbekrê dikir û her ku diçû rewşa wan ber bi xurtbûnê û ya me jî ber bi qelsbûnê ve diçû. M. Kemal sê paşayên dî şandibû Dîyarbekrê. Piştî çend carên ku min digel wan paşayan gengeşe kir; em negihan encameke heyînî. Lê rojek me li ber avayîya beledîye û Camîya Mezin li pêşberî xelkê civînek li darxist. Me gazîyê hemî xelkê Dîyarbekrê kiribû. Ew qelebalixa ku salekunîv berê beşdarî kiribûn, dîsa beşdar bûbûn. Paşayên Tirk jibo xelkê bitirsînin digel muzîka bandoyê û bolukek eskerên pîyade beşdarî kirin. Van eskerên pîyade di hewşa camîyê da tifingên wan di dest da di diruşma amadeyîyê da sekinandî bûn. Ez û sê hevalên xwe jî bi şal û şapik û tebance û xencerên xwe ve beşdar bûn. Li ser navê paşayan Kenan Paşayê Çerkez axifî. Reîsê cemîyeta me Kasim Beg û deh hevalên xwe digel paşayan runiştî cîyê xwe girtibûn. Bavê min û çend kesên dî bersiva Kenan Paşa dan û di dawîyê da min bersiva wî da û di derbarê Qanûna Îskanê û sirgunkirina kurdan wek qetlîam bi nav kir. Di encamên civînê da heyeta M. Kemal bi moraleke xirab vegerîyan cîyên xwe. Lê wer xuya dibû ku van Îttîhatçîyan dev ji pêsîra me bernadin.
Demek berîya vê civîna me ya bi paşayên Îttîhatçîyan, M. Kemal Kongreya Erzurûmê çêkiribû û bi xapandin û derewan herêmên Erzirum û Bedlîsê bi xwe ve dabûn girêdan û îcar dor hatibû ser xapandina herêma Dîyarbekrê. Piştî civîna me ya li Camîya Mezin, civîneke taybet di navbera paşayan û Kasim Beg û Hamdî Efendî Xoce da çêdibe. Ji ber ku di wê civîna teng da jî Îttîhatçî tiştek bi dest naxin; ew taktik diguherin û li ser malbat û kesayetan radiwestin ku di serî da malbata me dibe hedefa wan. Ji miftî, mela, şêx, mamosta, esnaf û bazirganên cuda û xurafeperestên ku salmezin bûn komek çêdikin û ew digel mamê min dest bi propagandayê dikin. Ew li camîyê pesnê M. Kemal didin û jibo wî duayan dixwînin. Wan, Hamdî Efendî Xoce birîndar kirin û çend roj paşê wî mecbûr kirin ku ji Cemîyeta Kurdistanê vekêşîya (veqetîya). Hevalên min ên ku bi şal û şapik digel min digerîyan, ji meydanê berze (winda) bûn. Rojnama me Gazî êdî nikaribû neşir bibe (çap bibe); ji ber ku karkerên matbaayê karên xwe terikandin û revîyan. Paşayên Îttîhatçî li herêmên dervayê Dîyarbekrê jî xebateke pirralî dimeşandin û ji xwe ra terefdar peyda dikirin.
Êdî wer bûbû ku jîyana cemîyeta me ketibû nav xeterê. Ji dervayê Hamîd Efendî Xoce digel hemî endamên rêvebir civîna cemîyetê çêbû û piştî gengeşeyên dirêj van biryaran hatin sitandin: Divê Ekrem ji cemîyetê vekêşe û ji Dîyarbekrê dûr bikeve. Heyeta rêvebir divê bi Kenan Paşa ra biaxifin û helîyeke minasib bibînin.
Ez rojtira din ji Dîyarbekrê çûm ber bi Halebê ve jibo rêwîtîya Stanbolê. Min dixwest ku ji Stanbolê vegerim Belçikayê û xwendina xwe ya mihendîsîyê bidomînim. Dema ez ji malbata xwe veqetîyam bavê min çenta min bi banknotan û kemera pişta min jî bi zêran tije kiribû. Ez digel 10 xizmetkarên bi çek li ser xeta wêranşarê hatim Rihayê (Urfa). Wê çaxê Riha di bin dagirkerîya Îngilîzan da bû. Xizmetkar ji Rihayê zivirîn Dîyarbekrê. Ez dema giham Halebê, ez rastê heyetek hatim ku ji Kurd û Îngilîzan pêkhatibû. Yên Kurd Celadet Bedirxan û
Kamûran Bedixan Beg bûn û yên Îngilîz jî Major(binbaşi) Noel û du hevalên xwe bûn.”(22)
Eger xwendevan bi dîqet bala xwe bidin bîranînên Ekrem Cemîl Paşa, ku min ne wek wergêra ji tirkî bo Kurmancî, lê wek naveroka nivîsîna wî min bi kurtayî bi şêweyeka bîranînê bijart û xist ser kaxezê. Di van 15 rûpelên bîranîna wî da em bi hêsayî dibînin ku di serî da Ekrem Cemîl Paşa û qadroyên wê çaxê ku li Dîyarbekrê serkêşîya rêxistinê kirine; li ser xaleka herî girîng û esasî bi ciddîyet nesekinîne ango zanîna wan ew bûye ku ji têgihîştina rêxistinîyê dûr bûne. Ez bixwe wek kurdekî ji kurdperwerî û niştîmanperwerîya Ekrem Cemîl Paşa û hevalên wî şûpheyek nakim. Lê di warê rêxistinbûnê da bi awayeka ciddî û pirralî divê em kêmanîyên wan raxînin ber çavan û rexneyên xwe li wan bixin ku ev jibo siberoja me pêwist e. Ya giringtir jî ew e ku neslên berîya Ekrem Cemil Paşa li Dîyarbekrê, di warê kurdevînîyê da pirazeyeke çawa derxistine meydanê, esas problem li wir e. Lê divê em binê wê çixêz bikin ku ev kêmasî yan xeta û şaşîtî, ne ya wan tenê bûye; ev jibo hemî sîyasetmedar, rewşenbîr, zana û kurdperweran bûye ku sed sal berê em dê bikaribûna bi serkevin; lê mixabin ev pratika sed salê çûyî berewajîyê wê nîşanê me dide û loma em heta nuha jî nebûne dewlet. Ez dê di beşeka dî da li ser vê babetê bi kûrayî rawestim.