Kesî rê li ber kesî negirtiye!

Cano AMEDÃŽ

Em hemû dizanin ku di têkoşîna doza neteweyî de gelek demsalên zor û zehmet hene. Beşek ji me di wan pêvajoyên dijwar de, di ezmûnên ceribandinê de derbas bûn û îro jî li qadên têkoşînê bi serbilindî cîh digirin.

Li gorî şert û derfetên xwe yên şexsî li dijî sîstema dagirkerîyê, li dijî şaşî û neheqîyan di nav refên rêxistinan de, an jî weke kesayet, weke ronakbîr, weke çalakvanê doza netewî tevdigerin û têdikoşin, bertek nîşan didin û di rîya hewldanên cuda de dimeşin. Di menzîl û hedefa wan de nîşangehên sîstema mêtingerî yê heye rexne û êrîşên xwe li dijî wê hovîyanê bi kar tînin.

Lê mixabin hinek jê jî, weke çîroka Hirçê her tim benîştê xwe diçûn û qala çîroka Hirçê dikin. Dixwazin herkes ji wan re her dem bilîrîne, pesnê wan bide. Bi rastî ez pirî caran xemgîn dibim, di êşim û li ber wan hevalên xwe dikevim ku çima di kolanên gilî û gazindeyan de ji rolên negatîf sûd digirin.

Gelo ew kesên ku di qad û kolanên netewî de li diji sîstema mêtingerîyê, li dijî dagirkeran di nav hewldanên têkoşîna netewî de ne, çima ewqas li dijberê hev tûj û talin? Gelo çima li dijberê hev bê taxamul û dijwarin?

Tu rê li ber alternatîfên cuda nehatîye girtin, îmkan û derfetên hene li holê ne. Kesên bixwazin di pêvajoyên îroyîn de bitêkoÅŸin, dikarin bi hêsanî li gorî rexne, daxwaz û nêrînên xwe li welat alternatîfên cuda ava bikin û rê li ber reqabetek modern vebikin. Pêwistî bi hewldanên bi vî rengî jî heye. Lewra hêz û alîyên li qadan hene vekirî dibêjin em têr nakin werin em bi hevra bibin hêz û qewet…

Ew kesên xwedî tecrube ku bi deh salan e ku li dervî welat dijîn, bi hesanî dikarin vegerin û ji bo azadîya milletê Kurd tevbigerin, alternatîfan peyda bikin û li gorî rexneyên xwe rîya çareseriyê peyda bikin. Pewîstîya milletê Kurd bi ezmûn û tecrubeyên wan heye, bi ked û xebatên wan yên pratîkî heye. Barê doza welat barekî hevbeş û gelemperî ye. Mafê tu kesî tuneye li gorî konfora xwe aqil bifiroşe û ji xebatên pratîkî xwe dûr bihêle.

Çima? Ji bo çi? Ji ber çi? Çewa bû?… Û hwd…

Nifşê me û yên pey me gelek zehmetî, nehekî, bêbextî û ezîyetên mezin dîtin. Di rojên reş û tengasîyê de bi serê xwe man, ji silaveke germ bêpar man. Dîsa bi salan di helmêza mirinê de, di kûrahiya zîndanan de, di zindanên derdorî de man. Pirî caran bi mirinê re rûbirû bûn. Lê xwedî bîr û bawerîyek netewîbûn, xwedî ûjdan û hêvî bûn. Sal derbas bûn ji deh hezaran her çû hejmara kom û derdoran kêm bûn, her çû dûrketinek ket navbera hevrêyan. Her çû gilî û gazindeyên heqî û neheqîyan tevlîhev bûn. Her çû em kêm bûn, her çû em ji hev dûr ketin û her çû ji bo dûrketina xwe bingeh ava bikin, me hevdû tawanbar kir.

Di pêvajoya rabirdû de, hinek ji me bi serfirazî û bi serbilindî rolên xwe yên kesayetî bi cîh anîn, bê deng, bê reklam, xwe ne sipartin çîrokên pûç û vala! Li gorî derfet û qeweta xwe, tevî kêmasî û şaşiyên xwe kar û xebatên xwe domandin. Li hemberî dagirkeran û siyaseta wan ya kedîkirinê helwest nîşan dan, seknek nîşan dan.

Hinek jê jî li ser keda hevalên xwe, ji xwe re jiyanek konfor avakirin û domandin. Ji bo bi ser bikevin, ji dijberîya hevalên xwe sûd hêvî kirin û her çû ji ked û xebatên xwe yên doyin, ji bîr û bawerîyên xwe yên paqij dûr ketin.

Pirî caran çend nifÅŸ dikevin nav hewldanên serkeftin û azadîyê. Di rê û gêrînokên dijwar de ketin û veqetandin çêbûn. Di wan pêvajoyan de gelek travma û neheqîyên giran çê bûn, çê dibin û wê hêjî çêbibin… Gava muhasebe û nîrxandinek giÅŸtî pêkneyê, wê gilî, gazinde û karekterê Beko Ewanî bibe desthilatdar. Wê mirovên dilsoz û bawermend ji hev dûr bikevin, bi fesadîya Beko Ewanan, dest bavêjin tîr û kevanan û bi zimanekî êrîşkar, hevdû sûçdar bikin.

Em hemû baş dizanin ku di encamên pêvajoyên dijwar de, nêrîn û ramanên cuda derdikevin holê. Hewldanên lêgerîn û çareserîyan zêde dibe. Veqetandin û cudabûn derdikevin holê. Munaqaşe û tawanbarîya di derbarê serneketinê de, heta cihekî mirov fam dike û maqûl dibîne. Lewra gava armanc serkeftin û pêşketin be, mirov mil dide hewldanên heyî. Lê mixabin carnan mirov rastî bêbextî û neheqîyan dibe. Bêdengî û edeba mirov pirî caran cesaret dide xêrnexwaz û xiraban.

Bi gelemperî ji xwe re çîrokên pûç ava dikin, li ser wan çîrokan rolên xwe yên di pêvajoyên têkçûn û bisernetinê de vedişêrin, sedemên ku giredayî wan in dixwazin bidin ji bîrkirin. An jî, ji bo berjewedî û konforên xwe hebûn û jiyana xwe li ser dijberî û neyartiya kevne hevrêyên xwe saz bikin çîrokên xwe dubare dikin. Ev helwestên şaş û xirab her diçe rê li ber diyalogên medenî asê dike.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *