Kek Hemîd Kiliçaslan Jîyana xwe ji dest da!

Dema min vê sibehê bi xemgînî bihîst ku Hemîd Kiliçaslan ji ber şewba Korona jîyana xwe wenda kir, ez matmayî mam; min nexwest bawer bikim; çimkî mirin li bejna wî nehat!

Gava li Qoser rakirin nexweşxanê, min telefonî wî kir. Got: “ez baş im!” Kêfa min hat. Lê ev şewba mirdar, vê nexweşîya bêbext, gelek merivê hêja bêwext ji me siten! Hîn jîyanek dirêj ya berhemdar li pêş Kek Hemîd hebû! Ez gotina wî ya “Qurbano!” qet ji bîr nakim! Wî ji yekî hez bikira vê gotina bi kar tanî!

Pêwendîyên min û kek Hemîd ji 1975an de, bi anîna mala min ya 17 pêşmergeyan geş bû. Piştî Şoreşa Gulanê, êdî gelek carî pêşmerge tanîn ba min. Di seranserê tekoşînê de, wek her hevalekî wî yê kevin, gelek Bîranînên min û Kek Hemîd hene; lê ezê niha bi kurtî behsa wî bikim!

Piştî Kongreya PDKT ya 1977 û partî wek KUK hat naskirin. Êdî di xebat û çalakîyên partîyê yê karker, gundî û ciwanan, yê aborî, komeletî û rêxistinî de me wer bi hev re karkir. Her kesî zanibû Kek Hemîd endamê Komîta Navendî ye, lê bi her kesî re wek endamekî ji rêzê tevdigerîya. Her roj ew li gundekî, navçeyekê yan bajarekî bû: ew bê sekin û bê westan xebata Kurd û  Kurdistan dikir!

Hemîd, berî bi heyvekê bi şewba Korona ketibû, piştî rewşa wî giran bû, di 31ê Cotmehê de ew rakirin nexweşxaneya Anqera, piştî 27 rojan li nexweşxanê, jîyana xwe ji dest da!

Kek Hemîd, di sala 1948an li gundê Dêrika Qoser`a Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana sereta, navîn û amadeyî li Qoserê qedand. Piştre dest bi xwendina Zanîngeha Huqûqê ya Ankerê kir. Ji ber xebatên sîyasî yê doza Kurdistan, ji Zanîngeha Huqûqê hat avêtin. Bû yek ji endamê çalak yê PDKT. Di vê demajoyê de bû yek ji damezrênerê DDKO (Komelên Çanda Şoreşgêrên Rojhilat). Ev sîh sal in ku di Koma Lêkolîna Zaravê Kurmancî de, wek endamê vê komê çalakî, xebat û lêkolîna xwe ya li ser vî zaravê Kurdî didomîne.

Hemîdê Îsmaîl Axa, ji xortanîya xwe de, di seranserê jîyana xwe de, di doza Kurd û Kurdistan de, wek mirovekî çalakvan, partîzan, kadir û rêvebir cîyê xwe girtîye.

Di dawîya salên 1960an de, wek endamekî PDKT, bi awayekî çalak dest bi xebatê dike. Sala 1975 têkçûna şoreşa Başûrê Kurdistan, dema vekişandina pêşmergeyan, ji bo bicîhkirin û beşek derbaskirina wan ya binxetê bê westan kar û xebat kir.

Di xebata destpêkirin û berdewamîya Şoreşa Gulanê 1975an de, Hemîd Kiliçaslan bê westan heta salên 1980yan xizmet û xebata şoreşê kirîye.

Di Kongra PDKT ya 1977an û damezrandina PDKT-KUK de rolekî sereke lîst. Kadirekî herî çalak û xebatkar yê navendî yê KUK bû. Di êrîşên PKK li hember KUK û şerê dijwar yê di navbêna PKK û KUK de, Hemîd xwe neda alî, bi mêrxasî karê rêvebirîyê kir û bêwestan di nava tekoşînê de xebata xwe domand.

Piştî derba leşkerî ya 12 Îlon 1980 ew jî derket dervî welat û bû penaber. Lê çalakîyên xwe yên sîyasî tu demê ne sekinand. Dest bi lêkolîn û xebata zaravê Kurmancî kir. Bi Enstituya Kurd ya Parîsê re û Grûba Kurmancî re xebata xwe ya li ser Kurdî berdewam kir.

Di van salên dawîn de, li Kurdistanê xebatên xwe yên sîyasî domand. Di rêvebirîya PDK-Bakur de cîh girt û nûnertîya vê partîyê dikir.

Gelê Kurd xebatkar û rêberekî xwe yê çalak û hêja wenda kir. Serê gelê Kurd, malbata Axê û hemû heval û hogiran sax be!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *