Kamîran Bedirxan û Kamuran İnan

 

Kamîran Bedirxanê BOTAN û Kamûran İnanê HIZAN.

 Yaxut Botan û Hîzan.

Weyaxut hêjandina Mîrzadeyek û Şêxzadeyekê Kurd.

Miqayeseyêk di navbera van herdû welatan, kesayetîyan û xanedanan da.

Welatê Botan û welatê Hîzan.

Botan, ji hemî Mîrekîyên Kurdistanê bêhtir hikim kiriye. Lê Hîzan  jî bi hindikayî hikimdarî û satatuyêk  600 sale ye. Hîzan jî azad û serbixwe hikim kirî ye û ew jî weka Cîzîra Botan desthilatdarîyêk Kurdistané ye.. Ev dera ha jî di tifaqa Kurd û Osmanîyan da “Ekrad Hikûmet Sancaxî” ye û hikûmetêk ji hikûmetên kurdan e ku cîyê xwe di Kanûnnameyên Osmanîyan da girtî ye.

 Hîzan  û Sapyêrt û Mukus 3 mîrekîyên serekeyê vê herêmê nin. Piştra li van dor û beran Karkar, Karçikan û Bestan(Best) li van Mîrekîyan zêde kirin e. Hîzan û Mukus û Spayêrd sé Mîrekîyên eqrûbanin.

Li Botan jî Mîrekên Gurgil û Findikê her tim ji Cizîrê cûda ne. Tenê firqa van herdû mîrekîyan ewe kû Mîrê Cizîrê Mîrêmîran ne û bayek ji kêdera dinyayê radibû, miheqeq li Birca Belek dixist. Lé welaté Hizan nepend û aram bû. Hérîşén barbar û dagîrkeran bi ser Cizîr, Amedî, Hekarî, Bedlîs, Palo, Çemîşkezek û Xarpêtê va bûn.

Hîzan bi Kele û Seraya xwe û Medresa Siltan Dawid, Cizîra Botan jî bi Medresa SOR û Birca Belek navdar e.

Li gora Şerefnameyê Siltan Dawid û kurê wî Siltan Ehmed li cem Siltan Silêman gelek meqbûl û qedirbilindin. Her wisa Mir û hikimdarên Cizîré jî, wek Şah Elî Beg û Bedir Beg, li cem Kanûnî Siltan Silêman bi qîmet û rûmetbilindin. Ev herdû Mîrekî jî ketine tifaqa Kurd û Osmanîyan û bi 28 Mirekîyên Kurdistanê va hevbendin û yekrêz in.

Gotineke pêşîyan heye kû dibêjin “- Botî bi Mîrên xwe, Şêrwî bi Şîrên xwe, Hîzanî bi tedbîrên xwe meşhûrin.” Ew gotin ewçend rast e kû em vê helwestê di jîyana herdû Kamîranan da dibînin. Yek bi rastî Mîr e û yê din tenê û tenê bi tedbîr e.

Herdû herêm jî Kurmancin, ehlêsinet û cemaetin, Şafiî nin û neqşebendî nin. Li herdû herêman jî eşîret helîyane û qewmîyet hatîye holê û insanên wan pir nefsbiçûk û mıtewazî nin.  Botî dibêjin  “-Ez benî û mamxulam” Hîzanî jî dibéjin “-Ez xulam û ez gorî.”

Çewan kû   li Cizîr û Gurgil (Dergul) û Findikê û  wan derên din yê Botan Medrese hebûn û Kurd bi şîweyê Kurmancî perwerde dibûn, her wisa Medresa Siltan Dawid û ya Spayêrt jî, Hîzanîyan perwerde dikir; Medresa  Şêrwan û bi taybet Medresa Miksé jî, li ser Hîzanîyan tesîra xwe bi erênî çêkirî ye.

Ji Cizîra Botan bê jimar alim û ilimdar derketine û em dikarın Feqi yê Teyran bidine ber Mela Ahmedê Cizîrî û Melayê Meşhûr Mela Saidê Kurdî kû Jêra dibêjin “Bedîuzzeman” mînak nîşan bidin. Ne wek Cizîrê be jî Hîzan jî pir alim û ilimdaran afirandî ye. Medreseyên Heskîf,  Gurdilan, Sêrt, Fêrsaf, Berwarya, Şêrwan, Derzin(Zirkan), Bedlîs, Hîzan, Spayêrt, Karçikan, Karkar û Miksê jî, şewq û şemala xwe didan hev û welatên Kurdan ronî dikiran.

Melîkan, Gurdilan, Şêrwan, Zirkan, Rojkan, Hîzan heya dighêje bajarê Wan ê bi wan Medreseyên Mîran perwerde dibûwan.

Şeref Xan, Behsa Mewlana Muhammed Şêrnasî û çend ilimdarên Hîzanî dike. Di warê ilm û tesawifê û tarîqetan da jî Hîzan bi nav û deng e. Şêxên Norşên, ji Gundê Taxikê ya Hîzan nin û Seydayê Şêx Ebdirehmanê Taxikî kû Şêx ji xwe ra bi tecwîdî dibêjin “Taaxxî” xelîfeyê Xewsê, bapîrê Şêx Silheddînê babê Kamîran Înan e. Xewsé Hîzan, Şêx Sebxetullah  Arwasî di sala 1870ê yê da wefat kirîye. Şêx Sebxetillah Xewsê Hîzan e..

Kurê Seyda yê Şêx Ebdirehmanê Taxikî (Şêx Dîyaeddîn) Hezreté Norşénî yé babé Şéx Mehsûm e. Mihyedîn Mutlû kuré Şéx Mehsûm e û ev Mihyedîn Mûtlû demeke dirêj endam parlamanê Bedlîsa Şeref Xan bû. Ev Malbata Mala Seyda Xelife û mensubê Mala Xews in. Zoqeyd, Hezan, Xezna, Menzîl û gelek der û dergahên Neqşebendîyên Xalidî bi Norşênê va girêdayî nin.

Halê Cizîrê û rewşa Botan ji vê rewşê ne kêmtir e, lê héja zêdetir e. Bi şêx û Mîr û Wezîr û kizîran va li xar û jor weka hevin. Tenê Bekoyêkî Ewan ji Hîzan kêm bû, ez ditirsim kû van salên paşîn car caran hin kesên Hîzanî vê valayîyê jî dadigirin.

Sala par (2006) ez li Amedê li teqsîyê siwar bûm ber bi Xabûrê va diçûm. Wê  evê teqsîyê min bibira Zaxo. Gava kû em ketin Cizîrê min go “- Em hatin Cizîra Mîran…”Şifêr go:”-Çi Cizîra Mîran… Cizîra Beko yê Ewan…”Mın go “-Ma tu Şirnexî yî? Go “na, ez Silopî me.” Min go “kifş e hûn ji Cizîrîyan ne xweşin.” Go “-Şeytan jî ji Cizîrîyan xweş nîne.”

Niha Cizîr çû ye. Ne Cizîra Mîr Sevdîn e. Ne Çeko, ne Arıf û ne Stîya Zêrîn e. Dibêjim gelo ku niha Feylozofê Kurd Şêx Ahmedê Xanî Cizîr bîne ziman wê çi binivisîn e.

………


Herdû Kamîran jî malmazin in, xanedan in û Kurd in. Yek bo xwe bibêje “Xaldî”,  yê din ji xwe ra  bibêje “Seyyîd” jî,  bê şik û şibhe herdû malbat jî Kurd in û malmezinên kurdan in. Malbata Azîzan  1300 sal li Cizîra Botan Hikim kirin e. Li gor urf û adet û toreya Kurdan hereket kirine û di tu wextî da irf û adet û zimanê Ereban nexebitandin e. Bedirxan Begê Mîrê Botan di nîveka sedsala 19’an da bûye serdar û serfermandar û pêşkêşê hemî Kurdistanîyan û micadela netewîyet û serxwebûna Kurdan li dar xistî ye. Ewî wê Qralîyeta Kurdan ava bikira.

Malbata Kamîran Beg jî Arwasî nin. Kû ev kes Seyîd bin, kengê hatine lı Arwas niştecî bûne? Em bêjin kû 1400 sal berê hatine. Başe ev kesên han, ev malbata mibarik kû Seyîd in, wek Hekarîyan, Hîzanîyan, Wanîyan û Miksîyan hereket dikin ane na? Fırqa Seyîdêkî Arwasî û gundîyêkî Kawaşî an Miksî çî ye? Bi Kurdî dipeyvin, bi Kurdî didin û distînin û ji xeyrî Kurdan tu dan û standina wan eva 1400 sal in ku bi Ereban û Eceman ra çênebûye. Dibe kû rast bî  û ev camêr ji nesla Pêxenberê Ezzimmûşşan bin. Lê ew Serekê  hemi Enbîyan û Nebîyan hezretê Muhemmed, ma ne ji sılala Hz Îbrahîm e? Hemî tişt li alîyek, xews xelîfeyê Seyîd Taha yê Nehrî ye û Seyîd Taha xelîfeyê Mewlana Xalidê ji Eşîra qedîma Kurd ya mintîqa Şehrezor û Suleymaniyé ji eşira Caf’ e.

Eger Seyyîd bin, Seyîdên Kurdan in. Mezinbin, mezinên kurdanin û şirîkbin, şirîkên Kurdan in û Kurdistanî nin. Lê bi şertê kû xwe li me danin, ku ew tenazulê me bikin em wan datinine ser serê xwe. Em ji Muhemed jî, ji Elî jî zor hezdikin û Firqa Seyid Rza û Şêx Seîd û Seyid Elî li ba me nîne. Hersê jî mezin û pêşkêşên me nin.

Ew jî ji xwe ra  bibêjin em ne Kurd in û Kurd jî ji wan ra bêjin hûn ne Kurd in gelek eyb e, lê gava ew bêjin em ji vê meşrebê, ji vê malbatê an nîjadê tên, di vê da tu eybek nîne, lê bi şertê ku yek ji xwera bêje ez ji silala Hezretî Muhemed im(AS), divé ku nebe terefdaré zaliman û dijberîya mezlûman nekin. Wexté ku yekî ji xwe ra go ez Seyîd im û bû xulamé zaliman, ew kes seyîd be jî, Hz. Muhemed kesén wisa di silala xwe da napejrîné. Di vî babetî da hedîsa wî heye. Hezretî Muhemed dibêje”-Ewê ne li peyî rêçika min bî, ne ji min e..”

Rêçika Hz.Mûhemed rêçika heq û hiqûq û edaletê ye. Difermê:”-Ew kesên ku ji bo xwe bixwazin û ji bona cîranên xwe nexwazin ne ji umata min in.”

………..


Kamuran İnan Şéxzade ye, Kamîran Bedirxan Begzade ye. Van herdû malbatan jî serî li ber Osmanîyan rakirin e. Ev herdû malbat jî ketine ber xişm û xezeb û zilma İttîhatçîyan û Millî mukawemetçî û Cimhuriyetçîyan.

Emîn Elî Beg, kuré Bedirxan Paşa ye û Babé Kamîran û Celaded û Sefter e. Şéx Silhedîn Bey, kuré Seyîd Elî ye, babé Kamuran û bapîré Sefter û Celadet e. Ev yeka ha ne tesedif e. Şéx Silhedîné kuré Seyd Elî yé Nevîyê Xewsê Hîzanê, dosté malbata Bedirxanîya ne.

Navé Şéx Sılhedîn di raporén İttihatçiyan yé salén 1913é da dibore. Ew Şêx Silhedîn û Seyd Enver bi Seyîd Elî, kurapên wan Mehmed Şîrîn û Şéx Şabedîn va di belgeyén dagirkeran da cîyén xwe girtin e. Gava ku operasyon û taqîbata Xews didomînê ‘kurê biçûk yê Seyîd Elî di destê Ittîhatçîyan da rehîn e‘.  Ez dibêm ka ev ‘Kurê Biçûk’ Şêx Silhedînê babê Kamuran Bey e. Her waha Bedirxan Beg, kuré wî Emîn Elî û nevîyé wî Kamîran  Beg jî ketin ber xişm û xezeba Dewleta Osmanîyan. Babén herdû Kamuranan jî bi hesreta azadîya welat çun rehmeté.

Sala 1847é Bedirxan Begé Botan serî li ber dewleta Osmanîyan rakir ji bo ku Dewleta Kurdistanê ava bike û millet Kurd ji bindestiyé rizgar ke. Di vé tevgera azadîyé da nekarî bi Osmanîyan û hevalbendén wanén Awropî. Bedirxan Beg teslîm bû û bi malbata xwe va sirgûn bû.

Sala 1913’an Seyîd Elî yé bapîré Kamuran İnan jî seri  li ber Dewleta Osmanîyan rakir û bi xwe û bi birayén xwe û bi 28 kesan va  hatin bi dardakirin û malbata wan sirgûn bû, Ji Bedirxanîyan bêhtir mexdûr û perişan bun. Seyîd Elî yê nevîyê Xews xeniqandin, malbata wan sirgûn kirin, bi firarî, hepis û sirgûnan heya salên 1960’an ji desté dewleta ku di dilê Kamuran Bey da zor ezîz e, vê malbatê gelêk zehmet û eziyetê  kişand. Niha îdî ne Seyid Eli, Şêx Şabedîn henin û ne Şêx Silhedîn û Abidîn Beg. Mala Xews idi ne malbata berê ye.

Mixabin ku malbata Bedirxanîyan jî wêran bûye. Salêk berê ez li Paytextê  Kurdistana Azad li Hewlêrê, rastî Sînem Xana keça Mîr Celaded hatim. Min ji Prensesa Kurd Sînem Xan pirsî ka gelo kî ji Bedirxanîyan maye, ka ewên cîyê Kamîran û Celaded Beg bigrin hene an na? Keça Mîr Celaded go: ”-Mixabin ku ew Bedirxanîyên  ku tu pirs dikî neman e. Mişterekêkê malbata Şêxzade û Mîrzadeyên me jî eve. Lê ferqêk tenê heye kû Malbata Xews hê li ser axa xwe dijîn. Belkî bi hemdê xwe va bên. Roj roja xîretê ye û dinya ne dinya berê ye. Belkî, belkî û belkî  …

Herdû Kamuranan li Tirkîyê dest bi xwendinê kirine û li Awropa xwendina xwe qedandin e. Herdû jî dîplomatin û xanimên wan Fransiz in. Herdû jî kordûndar in û zarokên wana çênabin û çênebûn e. Dayikên herdû diplomatan jî ne Kurd in û ev herdû dayîkên hêja şêrejinên rûmetbilind in.

……………..

Ferqa ku di navbera van herdû xanedan û xwendevan û dîplomatan da heye eve ku yekî hemû jîyana xwe daye xizmeta mileté xwe û yé din beré xwe ji mileté xwe guhastî ye, pişta xwe daye yé û bûye xulamé zaliman û dagîrkeran. Kamîran Înan merivék Awropî ye. İnsanék zana û demoqrat e. Gava ku mesele té ser pirsa mileté wî, di cîda dibî milîtarîst. Di derheqé Kurdan da ramana wî û ya Turkeş wek hev in û ji Baxçelî dijbertir e. Lê Mala Xews tu wextî kêfa xwe ji Turkeşçîyan ra nanîn e. Dî salên l970’îyan da pêşkêşêkê Motkîyan navê partîya Turkeş bi dû xwe xist, ev camêr li Bedlîsê diçe Kamuran Bey zîyaret dik e. Gava dide derî û çavên Şêxzade Kamîran pê dikevê, bi dengek bilind dibêje:”- Hooo.! Ka were, ka were! Filankeso ka wer e! Tû heya niha kurê kerê bûyî … tû niha bûyî kurê gurê..? “  Li ser vê xeberê ewî camêrî partîya nijadperest MHP é li bajarê Bedlîsa Şeref Xan ava nekir.

……………………..

Kamûran Bedirxan li Parîsé di Zangoya Sorboné da berpırsyaré beşa Kurdolojîyé bû. Hemî jîyana xwe xistibû bıné emré mileté xwe. Di warén ziman, wéje, ferheng û komelî da xebat û xizmetén giring dikir û Kurdevîn û welatparézék bé henpa bû. Di waré diplomasî û sîyaseté da jî emega wî nayé jibîrkirin.

Kamîran Înan xwendina xwe li Awropa û Emerîkan qedand û salén l970’îyan hate welaté bab kalan Bedlîs û Hîzan, bû namzeté Senatorîya Bedlîs é. Kû ne xeletbim sala 1973’îyan kete nava xelké û go “- Efendîler!”.. Kamuran Bey bi “efendîlerê” xîtab li xelkê xwe yê jar û êsîr û geda kir.

Ez wé demé li Tetwan ticar bûm. Ji Hepsa Antalya yê derketibûm û ji dawîya sala l969é va min li Tetwan şolé ticareté dikira. Mehkema me ya Antalya yé doza Partî Demoqrata Kurdistana Tirkîya bû. Ji ber vé sebebé ez jî merivêkê sîyasetvan bûm. Min sala l968ê berevanîya programa PDKT yê li ser xeteka welatî û sîyasî kiribû, midefanamyek bi rêk û pêk û sîyasî min dabû mehkema Antalya. Hayê min ji dîroka Kurdan hebû. Di hepsa Antalya yé da em 11 heval li ser vê dawayê radizan. Baş tê bîra min ku çend caran navé Kamûran Bey di sobetén me da borî. Seîd Elçî digo: ”- Wé Kamûrané Şéx Silhedîn xwendina xwe biqedîné û bé bide péşîya xelqé xwe.”

Kamuran Bey, di saya seré Kurdan da û bi taybet Hîzanîyan da karibû biçe Emerîkan û Awropa bixwîné. Deyndaré Kurdan bû û Kuré Şéx Sılhedîn û nevîyé Seyd Elî bû. Me wisa dizanîya ku heqé Kurdan li ser vî Şéxzadeyî heye. Ji ber vé yeké bi hatina Kamîran Bey heyecanék kete nava welatparézan.

Ev béjeya “Efendîler !“ é jî  weka işareteka dîrokî hate bîra Kurdan. Lewra Mistefa Kemal jî bi vé béjeyé li hemî gel û miletén bermayîyén Osmanîyan hêşyar dikira.. Ku we ya rast divé, wan salan bandora Kemalîzmê li ser xwendevanén Kurdan ji niha girantir bû. Min bi xwe jî ‘Tek Adam, Anadolû Îxtîlalî, Nûtûq û gelek çavkanîyên pêvajoya hereketê Mistefa Kemal xwendibû.

Rojék ji van rojan Mela Remezan Uzun, Mela İzzet, Mela Tahir, Mela Ûnis, Seîd Begé kuré Nuh Beg û çend heval diçine Otéla Îşletmeyé ya Tetwan, Kamuran Bey ziyaret dıkın. Ev cemaeta mela û began bala Kamuran Bey dikéşe û eleqeyék germ nîşanî van beg û mamosteyan dide. Mela Remezanê Bilanixî cesaretê ji vê eleqe ya germ digrê û dibé “-Kamuran Bey, gelo we û Kamîran Begé me li Parésé hev didîta ane na?” Kamuran Bey dibé “-Kîja Kamîran Begé te?” Mela Remezan dibé “-Kamîran Bedirxan “. Kamûran Bey dibéje “-No, no, no! … Ew merivék tehlîke ye. Carék din li cıvata min qala wî nekin..”

Ev hevalén welatparéz zor poşman bibûn bi vé ziyareté. Lé baş bû, me Kamurané Silhedîn nas kir. Me zanî ka çiqas li peyî dewsa bab û bapîrên xwe ye.


…………..


Kamîran Begé prensé Botan di helbesteka xwe da dibéje:

“ – Ne Xerzî me ne Botî me, xulamé axa Kurdistan. Ne Mîrim ez ne axa me, peyayé dewleta Kurdan..”

Sala l968é Serokkomaré Dewleta Fransa General DîGOL  hat Komara Tırkîye yé zîyaret kir. Wé demé ez li hepsa Antalya yé li ser dawa Partî Demoqrata Kurdistané bi Seîd Elçî û hevalén din va girtîbûm. Kamîran Bedirxan ji Generel Dîgol ra télxırafék ré kiribû. Di télgrafa xwe da waha gotibû;

“- Ekselansé héja û qedirbilind, Cenabé we diçine Tirkîyé, hun ji kerema xwe ra ji karbidestén dewleta Tirkan ra béjin bila bes zilm û tedayî yé li Kurdan bikin.”

Min vé hewadisé di rojnameyén Tirkan da xwend û ji Seîd Elçî pirsî ka gelo wé Dîgol tenbîya Prensé Kurdan bîne cî ane na… Rehmetîyé Seîd go; ”- Şakir, Dîgol ne ji Tirkan ditirsé û ne ji wan şerm dike, wé zédetir jî Béjé …”

Kamîran Bedirxan, xwe wek elçîyéké Kurd dihesibanda. Kurdén bé dewlet û bé otorîte û bé xwedî, ma ku ronakbîr û xanedan û péşkéşén vî miletî lé xwedî dernekevin, wé kî li me béçaran xwedî derkevé..?

……………..

Sala 1970’éyan dewleta İraqé bi Sedam û Ebdirehman Arif va seré xwe li ber Generalé Cimhûrîyeta Mahabadé Mela Mistefa Barzanî tewandin û heqé otonomîyé ji Kurdan ra nas kirin. Di vé salé da  Mîr Kamîran Bedirxan té prozbarîya  Mela Mistefa  û Mekteba Sîyasî ya Partî Demoqrata Kurdistan. Barzanîyé Mezin diçe istiqbala Mîr û radihêjê çenteyê Kamuran Beg. Prensesê Kurd, xwe davê çente, lê nikarê çente ji destê Serok bistînê. Seroké dîrokî, Mela Mistefa yê nemir, ji méhvané xwe yé ezîz ra dibéje:

 “-Tû méhvanî, bihéle kû ez wecîba xwe ya méhvandarîyé bınim cî. Ez péşmerge yé te me..” Kamîran Bedirxan dibéjé:

“-Qehremané Navdar û Ezîz, ku ne di saya serê te û Péşmergeyên te da bûya ma ez dikarîyam bihatama véderé? Ev dar û devî û çol û çîya jî di biné mineta te û Péşmergeyén te da nin.” Seroké Péşmergan dibé je :

“-Raste, em bi saya xun û xwîdan û fedakarîya Péşmergan li ser vê axê azadin. Bê Péşmerge nabî, lê bé xwendevan û dîplomatan hîç nabî. Malbata Bedirxanîyan ji beré va malmezinén Kurdistané nin. Divé ku em qedré mezinén xwe bigrin û qîmeta wan bizanin…”

Lé Kamuran Înan çi dibéje..”No, no, nooo! carek din hûn navé wî li civata min dûbare nekin! Ew merivék tehlûke ye…”

Wey çarmalo gundo bê xwedîyo!…  

 Bereket be ku Kamuran Bey kém derdikevé ser têl û telewizyonan, lé gava derté, eynî weka şagirdén mektebén sereta dersén xweyén ezberkirî dide ser hev û di yek bénék da dixwîné. Wey babo, hîç nayé bîra wî ku Kurd guhdarîya wî dikin. Ne Viyana dihélé û ne Fizan û Xeza yé …

Ji Kamîran weye ka Kurd ji dinyayé fém nakin. Di ezbera wî da neyartîya Kurdan û ya Yûnanîyan pir kûr û giran e. Ya Kurdan ez fêm dikim ku ji ber qencîya wan e, lê gelo ji Yunanîyan çi dixwaz e? Gelo Yewnaniyan jî qencîyé bi Mala Xews ra kirin e?

Dibéje Tirkan:”- Bi siyaseta weya xelet, serek eşîr bûne serekkomar. ”Way li miné û wey li miné. Evî camérî çî xwendî ye?

Ma nizané kû Malbata Bedirxanîyan l300 sal li Cizîra Botan hikim kirin e, an nexwe Biréz Mesud Barzanî ji malbata malmezinén Kurdistané ji Mîrekén Behdînan yén Amedîyé  ye. Gelo hîç navé Şéx Riza Telebanî nebihîstî ye? Hewçend sipehî behsa şeré Osmanîyan û Wîyana yé dike, lé dîroka Kurdan hîç nexwendî ye?

Barzan, navé gundék e û li vî gundî û dor û beré vé nehîyeyé Berojî ji qedîmî va niştecîyên vêderê ne. Evder jî weka gundé Kamîran Beg Xeyda(Gayda)  yê gundéké kurmanca ne. Ji xelkén véderé ra Berojî dibéjin. Berojan berqible ye. Li péşberé Berojan jî Nizar e, Nizar ber bakur e. Nizarî û Berojî 2 mintîqeyên li péşberén hevin, çemé Zapa Mezin di navbera wan da diheriké û 2 mintîqeyén berfireh û berçîya û ber berwar in.

Ev rézegundén van herdû best û berwaran bi 2-eşîran téne binavkirin. Yek Berojî û ya din Nizarî nın. Nehya Barzan nawenda Berojan e. Piştî kû Şêx Ebdiselam Barzanî, federasyona 8 Eşîrên Barzan û Şêrwan û Mêrgesor ê bi heva  girê da, ev 400 gund hemî bi hevra bûne Barzanî.

Malbata Mela Mistefa bi eslê xwe Mîrên Amedîyê nin. Ev Malbat bûne pêşkêşên Federasyona 8 Eşîrên Barzanîyan. Berîya Osmanîyan û di wextê Osmanîyan da ji sala l5l6ê heya l836ê ku dike 310 sal ev hikumeta Amêdî yê li Barzan, Akrê, Şêxan, Dihok, Zaxo û Berwarya hikim kirin e.

Yanê hêja Eşîrên Tirkan dewlet û Imparatorîya Osmanîyan ava nekirin e, ev Welatê Behdînan û bi Hîzana Siltan Dawid Beg va dewlet bûn. Li gora zemanê xwe dewlet bûn û dîplomatên wan hezar caran ji dîplomatên weka Kamuran Bey zanetir, zîrektir, serkeftîtir û ilimdartir bûn. Mînak: Şeref Xan, Idrîsê Bedlîsî, Mihemed Axayê Kelhokî û bi seda‘nin. Di wan deman da navbera Siltan Huseynê Mîrê Amedî yê û Siltan Yawuz Selîm û Kanunî Sultan Silêman kû Kamuran Inan  bivê ka çawane, bila ji kerema xwe Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî bixwînê.

Şeref Xan dibêje, “Siltan Silêman Xan bê pirs û mişawera Siltan Hiseyîn Beg gav nedavêta. Hemî hakîm û hikimdarên Kurdistanê pirsa xwe bi Siltan Hiseyn dikiran.”

Çewan ku Mîrekîya Hîzan di sala l847é da bi mexlûbiyeta Bedirxan û Xan Mehmûd va ket û ji wé rojé péda révabirî, desthilatdarî û statuya mileté Kurd heyanî îro ava nebû, Çewan kû di şûna hikumetén Kurdan yén rewadar û yasal, li her derén Kurdistané Şéxén Neqşebendî bi réberîyéké rohanî, bi keşf û kerametan ketin pêşîya vî mileté ésîr û bé otorîte  û destên wan ji mal û milk û zewq û xweşîyén dunyewî kişandin, her wisa  di vé projeya ha da weke bab û kalén cenabé Kamîran Bey, bab û kalén cenabén Celal Telebanî û Cenabé Mesûd Barzanî  jî ciyén xwe girtin. Hetta Şéx Ebdiselamé bapîré Mela Mistefa di vé şaxé da ji bapîré Şéx Silhedîn dereceyék qidemlîtir e. Yané ji Mewlana Xalid’ra nézîktir e. …

Şéx Ebdiselamé yekemîn nifşé Seyîd Taha ye û Mewlana Xalid bi nefsa xwe hatîye Tekya Barzan zîyaret kirîye, xelîfetî ya Neqşebendî daye yé û ev herdû péşkéşén Tarîqeta Neqşebendî li gel hev çone ba Seyîd Taha yé Nehrî.

Mewlana Xalid izin daye Seyd Taha û Seyîd Taha destûr daye Xews. Xews, Şéx Sebxetilla yê Awrasî ye. Wî xwe bi kerametan kirî ye xews. Di vé hémané da hé germîya Mîran heye. Mîrén Hîzan, Spayért, Karçikan, Karkar û Miksê tékçun e. Lé Malbata Téllî Begê Besté û ji wan malbatén din hé nesla wan neqelîya ye. Mîrén Hîzan winda bûn, lé Mîrekén Spayért bûne mirîd û sofî û vé paşîyé serkaré mala Şéxén Xeyda yé ne. Mala Xews, Mîrên Sipayêrtê kirin xulam û bende, lê miletê Behdînan û Soran û Babanîyan xwe kirin dewlet û Rêzdaran Mesûd Barzanî û Celal Telebanî kirin Serokkomarên Kurd û Ereban.

Kur û birazî û nevîyén Xews bi Seyd Elî, Mehmed Şîrîn û Şéx Şabeddîn  û Mela Selîm va di sala l913é da serî li ber dewleta Osmanî rakirin û xwestin dewleta Kurdan ava bikin. Babé Kamuran û apé wî jî di nava vé hereketé da ne. Ku vé malbaté jî weka Malbata Barzanîyan li ber xwe bidana belkî ku Kamuran İnan vé gavê Serokkomaré Dewleta Federala Kurdistana Tırkîye yê bû. Vê gavê jî rola Kamuran û malmezinên Kurdan nevemirî ye. Rol hey e lê sed mixabin cesareta medenî ya Şéxé miné diplomat hîç tine ye. Xwelîya mirîyan li mezin û xwendevanên Kurdên Tirkîyê reşandin e.

Malbata Barzanîyan weke Malbata Xews nekirin. Şéx Ebdiselam sala l905é dest bi hereketé kir, hemî gund û ax û zewîyén xwe li gundîyén Barzan belav kir. Yané reforma axé (toprak reformu) çékir, qelen rakir û bo zewicandina qîz û xortan komelayêk alîkarîyé ava kir, li her gundék mizgevték da avakirin, xwendina medresan xwurt kir û ya heré giring heşt eşîrén vé mintîqé organîze kir û Federasyona van 8 eşîran saz kir. Berpirsyarén van eşîran kifş kir û rengéké çekdarî da vé hézé. 400 gundên Barzan bûne yek dil û yek can û yek mist.

Ev Eşîr Mizûrîyén Balayî, Şérwanî, Dolemérî, Herkî, Gerdî, Berojî, Nizarî û Binecî nin. Çewan ku Malbata Kamîran Beg Şéxén Hîzaniyanin, her wisa Barzanî jî şéxén Barzanin. Barzan û Mêrgesor û Şêrwan 3 nawendên vê herêmênin. Hîzan jî hêşîn e, bi çem û kanî ne, Barzan di eslê xwe da ceneta rengîn e. Hizan jî bi Hizan û Uçim û Spayert 3 herémin, Barzan jî wisa.

Eva 50 salin kû Malbata Xews li peyî kursîyên parlamento ya Tirka nin, lê bi lave lav jî, Dewleta Iraqê nekarîn Barzanîyan bi van kursîyan bixapînin. Lewra ku statuyên yasal nebin û milet û eqelîyet ne li ser navê miletê xwe herin parlamento yê, firqa wan parlementer û êsîran nîne. Barzanî eva 100 salin ku vê yekê dizanin, lê ka bêjin çend xwendevanên Kurdên Tirkîyê vê rastîyê dibînin? Mixabin ku Kamîran Bey jî naxwezê vê rastîyê bizanê.

Kamuran Bey ku vê rastîyê bizanîya, şert û mercên xwe, malbata xwe, dê û bab û bapîrên xwe û miletê xwe bizanîya, ma mimkin bû ku bibûwa talibê iqtîdara Tirkîye yê?. Kamuran Înan salên 70’îyan bû talibê serokayetîya Partîya Edalet ê ya Slêman Demirel. Di Kongrê da bû namzed. Tê bibaya Serokê Partîya Adaletê, paşî wê bibwa Serek Wezîr, belkî ku piştra bibûya serokkomar jî.

Baş tê bîra min ku ji Hîzan û Tetwan û Bedlîsê bi dehan otebos tejî mirîd bûn û çone Kogra şêxê xwe. Slêman Demirel û partîyên faşîstên Tirkan hemî bi carêk li pêşberê nevîyê Seyid Elî bûn yek û ya herê ne xweş Kamuran Beg bi Kurdîtîyê lanse kîrîn û deftera xêr û şeran vekirin. Dosya Kamuran Bey ji deftera min ya xêr û şeran qalintir e.

Dengên delegeyên Kurdan têrê nekir, Kamuran Bey ji Tirkan yek dengêk tenê nestand û serê diplomatê me li kevirê heddê ket. Ew kesên kû ji Bedlîsê çobûn hewara şêxê xwe, ji virva wek mirîdan bi çepik û selewatan çon û ji wêva hemî bûne Kurdperwer û bi şirûdên niştimanî zivirîn

… Lê Kamuran Beg hêjajî lî ser ehda xwe ya berê ye û di xewa xwe da xeyalên boş û betal dıbinê.

Kamuran Beg li Lozanê çi xwendîye ez nizanim. Lê wisa dixwîyê ku xebera wî ji Serhildana  Seyîd Elî û Hedîsa Bedlîsê ya 1913e yê hîç nîne. Pêşkêş û mîmarê vê hereketê Mela Selîmê Zaza bû. Mela Selîm, Seyîd Elî, Şêx Şabedîn, Mehmed Şîrîn, Enwer û Selaheddîn Péşkéşén vê hereketê nin. Şêx Silhedîn û Seyîd Enwer wê gavê hê biçûkin, wana idam nakin, belê wan pêşkêşên din û bi 28 kesan va idam dikin. Mamê babê min Hacî Kamil Efendî yê Minarî jî bi beşa yekemîn ra hatîye dardakirin. Hacî Kamil Efendî di sala l893 yê da Alaybegî û Defterdarê Wilayeta Bedlîsê ye. Ew jî weke Kamuran Bey xwendevan e û bi nav û nîşan e. Di vé babeté da heqéké malbata min jî li ser nevîyé Seyd Elî heye. Min sala l973 yê li beranberî Orhan Kurumoxlû dengê xwe û malbata xwe da Kamûran Bey.  Ji ber vê yekê 2 heqên min li ser cenabê wî hen e.

Ew kesên kû di beşa yekemîn da daleqandin(İdam kirin) evin; Seyîd Elî, Şêx Şabedîn, Mehmed Şîrîn, Hacî Kamil Efendî yê Minar’î, Slêman Axa yê Xaçûkî, Mecîdê Korcanî, Elî yê Eyndîlî, Mihyedînê Karkar’î, Heyranê Xumaşî, Bazir ê Hivrêsî, Elîyê Hivrêsî, Cindî yê Korcan î, Mîrxanê Qaso yê Xumaş î, Mela Resûlê Şetekî, Selîmê Qaso yê Yeqo yî, Feqe Xelîlê Hirîtî û Xurşîdê Xoroz’î..

 Ev 17 kes roja 27é Nîsana l9l3’a da hatine idamkirin. Ew pêşkêşên din bi Seyîd Elî û Mela Selîm va piştî hingê daleqandin e. Mela Selîm û bi 12 kesan va xwe avêtine Konsolosxana Uris. Di sala 1914 da Dewleta Osmanîyan Kosolosxanê işgal kirin û vana jî idam kirin. Wisa dibéjin lé heye ku Urusaté di berîya şer da teslîmî Osmanîyan kiribin.

Ji Belgeyên Arşîwan û raporên wezareta daxilî ya Osmaniyan tê xuyakirin ku hevalbendên hereketê ji Hirît û Xoros û bi Deşta Tatikê, milê Karkar, mintîqa Sîmek, Gelîyê Bedlîsê, Motkan, Bayîkan û mintîqa Minar(Zirkan) ketine nava vê serhildanê. Hîzanî di vê hedîseyê da jî bi rêzik û tedbîrin. Ya xwe nedane hereketé ango hemi neferin, merivén berçav di nava wan da nînin.

Serhildana Bedlîsê sala 1913ê di heyva Nîsanê da dest pê kirîye, di navbera çend rojanda têkçoye û di nava vê heyvê da giragir û pêşkêş hatine darda kirin. Ji ber ku bi lez û bez û bê mehkeme van pêşkêşan dardakirin li Kurdan  xweş nehatî ye. Niha jî benik qetana sêdarên Şêx Şabedîn û Mehmed Şîrîn işareta bê edaletîya Ittîhatçî û Jontirkan e.

28 idam , 5 kes miebbed, 235 kes cezayê zîndan û mehkûmîyetên din xwarin e û bi sedan malbat hatine sirgûnkirin û koçber bûne, bi ser av û lehîyan ketin e. Rûreşîya mezin ewe ku xelîfeyên mensûbên meşreba Mala Xews yên weka Norşên û Oxîn û Kofrewîyan bêbextîyê bi şêxên xwe ra kirin e û ‘Nîşanên Siltanî yê’ ji Osmaniyan wergirtin e.

Gelo bo çi qedera Kurdan evçend reş û tari ye. Li Hindistanê Cewahir Nehro û Mahatma Gandî’ xwendin hatin miletê xwe xilas kirin. Mehmed Eli Cinnah dîsa wisa. Lumumba çend ba li xwe da Kongo xilas kir. Bomedyen, Ehmed Mixtar û ewên din hemuyan welatên xwe azad kirin. Lê niha nîv milyon xwendevanên me henin. Gelo sebebê vê çîye ku em ne weka miletê dinyayê nin? Ev pirs divê hûr û kûr û dûr bête analîzkirin.

Gelo ma Kamuran Bey nizanê û nabînê ku mesela Kurdan çareser bibe, ji Tirk û Kurdan ra qençtir e? Lê bo çî dengê xwe nak e? Bo çî rola Mewlana Idrîsê Bedlîsî naleyzînê? Qe nebî nikarê tenbîyêk li desthilatdarên Makedon bike. Umuda kesî bi Kamuran Înan tinebî jî ya min pê heye. Heq û mafên Kurdan jî li ser Kamuranê Şêx Silhedîn heye. Hîvîdarim ku şermezar neçe hizûra Rebê Alemê. Hîvîdarim ku bes xerabîyê bi miletê xwe yê mexdûr û mezlûm ra bike. Hîvîdarim ku Kamuran Bey, weka navê xwe Kamiran û dilovan û dilevînê xelqê xwe yê qedîm û aştîxaz bî…

Şakir Epözdemir – Lékolîner Nivîskar

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir