Jûra Bazirganiyê ya Hewlêrê: Berhemên Îranê boykot bikin

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê bangî karsaz û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşa Îranê ya li Hewlêrê, hawirde û bikaranîna kelûpelên Îranê boykot bikin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê got ku bazirgan dikarin li şûna Îranê ji Tirkiye, Urdin û Erebistana Siûdiyê hawirde bikin.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê li ser êrişa Îranê ya li Hewlêrê daxuyaniyeke belav kir.

Di daxuyaniyê de Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê êrişa Îranî bi tundî şermezar kir û ji bazirgan û welatiyên herêma Kurdistanê kir ku berhemên Îranê boykot bikin.

Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê di daxuyaniyê de wiha got:

“Wekî ku her kes dizane, şeva 15ê Kanûna Paşîn, hêzên Komara Îslamî ya Îranê bi mûşekên neheq û hovane êrişî Hewlêrê kir.

Bêyî hincet sivîlên bêguneh di malên wan de hedef girtin. Bazirganê naskirî yê bajarê me û endamekî çalak ê odeya me Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîne ku temenê wê kêmtirî salekê ye û kasibkarê Îraqî Kerem Mîxayîl şehîd bûn.

Di encama êrîşê de gelek kesên bêguneh ên ji malbatê birîndar bûn.

Armanca van êrişan ew e ku aramiya Herêma Kurdistanê têk bibe, tevî ku bazareke girîng e ji bo berhemên wan ku rojane ji aliyê Kurdistan û Îraqê re tên hawirdekirin.

Em êriş, tawan, zext û gefên hêzên Komara Îslamî ya Îranê li dijî xaka welat bi tundî şermezar dikin.

Tevî ku Herêma Kurdistanê bazarek girîng e lê em banga boykotê li hemû karsaz û welatiyan dikin.

Em daxwazê ji wan dikin ku hawirdekirin û bikaranîna kelûpelên Îranê û hemû pêwendiyên aborî û bazirganî yên bi Îranê re rawestînin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seyîd ji Rûdawê re axivî û got:

“Gelek berhem ji Îranê tên hawirdekirin, wekî mînak berhemên pîşesazî û avahîsaziyê, berhemên paqijiyê û pêdiviyên bijîşkî.

Lêbelê, welatên alternatîf hene û veberhêner û bazirganên me dikarin ji welatên din sûd wergirin.

Gelek welatên alternatîf hene, wekî mînak Tirkiye, Siûdî û Urdin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *