JİN Û MÊR

Mêrik mizgînek min he ye
Bibêje xelata xwe ye

Mizgîna te a xêrê be
Ger hebûna min têrê be

Mêrik ma gelo tu zanî ?
Jina te êdî ducanî…!

Keçê min pê zanî bû
Ji zikê te xwuyanî bû..!

Qet payvê li nav mexe
Xwe ji bin bar dernexe

Dînê dilekî min he ye
Ew jî di sînga tede ye

Xelata te min qebûl e
Tu Dewrêş e ez Edûl e

Pir ji te razî me Jinê
Kevanîya mala minê

Ka em tevdîra xwe bikin
Gelo em navê wî bi çi kin.?

Jinik ka bira çê bibe
Çêbibe, navê lê bibe

Ew nuqutîye dilê min
Lawê wer ser milê min.!

Em navê wî bi Welat kin
Ji Welêt re bi xelat kin……

……27-10-2018……
__// Kalo Şado​ \\__

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *