Jibo pêşveçûna civatî rola rewşenbîran giring e! -4

Siddik BOZARSLAN

Di hemî civatan da (kevnar, koledar, feodal û kapitalist) jibo pêşveçûna civatî rola rewşenbîran gelek girîng bûye. Mirov dema li dîroka mirovatîyê hûr dibe; mirov dibîne ku li cîhanê û di her serdemê da rewşenbîrên wê civatê derketine holê û jibo hişyarkirina civata xwe fikrên xwe gotine û rastê gelek astengan jî hatine û hin ji wan jî di vê xebatê da canê xwe ji dest dane. Bi tabîreka dî di ronîkirina  civatê da gelek rewşenbîr bedelên mezin dane û hin ji wan bûne cangorîyên civatê û welatê xwe. Ji ber ku rewşenbîr, di her civatê da adeta bûne mejîyê civatê û loma di pêşketinan da ew kes û dezgahên ku bûne asteng li pêşîya geşbûn û pêşketinan; ew bi awayek bûne hedef û dijminê rewşenbîran.

Ez pêwist dibînim ku bi kurtayî be jî piçek behsa civatan bikim. Wek tê zanîn di dîroka mirovatîyê da Civata Kevnar (îptîdayî, prîmîtîf) ewilîn cî û warên mirovan e ku bi awayeke xwezayî hemî kes digel hev jîyane. Di Sazûmana Kevnar da çîn û tebeqeyên serdest û bindest tunebûne. Bi awayeka dî feqîr û dewlemend tunebûne. Hemî endamên civatê li gora hêz û zanebûn û zîrekîya xwe di nav xebata domandina jîyana xwe da cî girtine. Kalemêr û pîrejinên civatê; jiber tecrûbeyên xwe yên jîyanê ji civatên xwe ra rêvebirîyê kirine.  Aletên çêkirinê û çinandinê, malên her kesî/ê bûne. Loma ji vê sazûmana kevnar ra Komunizma Kevnar jî tê gotin.     

Di sazûmana koledarîyê da têkilîyên navbera kole û koledaran (efendîyan); di çarçoveya disiplinek da û li ser fikirandinek sistemek hatîye avakirin û li gora wê sistemê jî  li ser xeta wê sistemê hin kaîde (prensib) hatine çêkirin ku ew hemî digel hev bûne sazûmanek û ev jî bûye semedê domandina bi hezarsalan. Loma car caran serhildanên koleyan çêbûne; lê wan serhildanan bi xwînê hatine pelçiqandin. Lê di wê têkoşîna man û nemanê da fikir û hestên edlayîyê û azadîyê jî roj bi roj geş bûne û ew zemînek (bingehek) çêkirîye ku Dînên Yekxwedayî çêbûne. Lê ev sistema koledaran piştî qonaxeke nû ku pêşveçûna aletên  çêkirin û çandinîyê gihaye radeyek ku çîna feodalan derketîye holê û menfeeta wan û koleyan di nuqtayek da gihane hev. Di wê qonaxê da rola oldaran jî bi awayeke heyînî çêbûye, lê ev heya radeyek bûye. Ev rewş bi taybetî di  Dînên Musewî û Îsewîyan da û heya radeyek jî di Îslamê da xwe nîşanê me daye.

Giringiya ronayîbûnê                                                                                                                                                      Di derbarê bizava ronayîbûnê da dîtinên İmmanuel Kant (1724-1804) giring in û di navberê da 350 sal jî derbas bibe, ev dîtin jibo dema me jî ronayîya xwe diparêze û loma dirêj be jî ez wê metnê li jêr pêşkêşî we hêjayan dikim da ku neslên nû jê fêdeyê werbigrin. Min, metna tirkî wergerand bo kurmancî. Ji İmmanuel Kant pirsîne da ku ronayîbûn çîye. Di derbarê bizava ronayîbûnê da ew weha bersiv dide:  

”Ronayîbûn, rewşeke însên e ku ew bi îradeya hin kesên dî ketîye nav sucdarîyê, ji ber ku nikaribûye bi aqilmendîya xwe tevbigere; însên ku bi îradeya xwe ya azad dixwaze ji wê rewşê rizgar bibe. Bi tabîreka dî, semedê bêkamilbûna însên, ne ku bêaqilîya însên bûye; ew negirtîye ber çav ku îradeya xwe bikar bîne. Loma hevoka ”Cesareta karanîna aqilê xwe nîşan bide!”  (mç) jibo ronayîbûnê bûye parola esasî.

Xweza (tabîet), ji mêjve ye ku mirovan ji girêdana rêbirîya kesekî bîyanî rizgar kirîye, lê piranîya mirovan (kes-însan) di seranserê jîyana xwe da kamil nebûne û mane. Ji ber ku ew tilar û tirsonek in; ji ber ku nekamilbûn pir hêsa ye. ”Eger ji bedêla min, kitêbeka min a fikirandinê hebe, ji bedêla wijdana min keşîşekî min hebe, hekîmeke min hebe ku perhîza min bibêje, êdî tu pêwistî namîne ku ez têkevim nav zehmetîyan.” (mç) Wekî dî, piranîya mirovan, gavavêtineke ber bi kamilbûnê ve tişteke zehmet, heta bi talûke (xeter) dibînin. Jibo wê ye ku kesên serwêris (wasî) ku xwedî hûner in da ku wan dişopînin û hunermendîya xwe nîşan didin. Ewil ew (wasî), lawirên (heywanên) ku birêvedibin dikin ebdal, wan afirandinên bêdeng ku di cîyê girtî da ne, qedexe dikin ku derkevin derve; paşê jî ji wan ra dibêjin, eger tek u tek bimeşin wê bela were serê wan. Her çiqas ev xeter ne zêde mezin e; yên ku wê xeterê bigire ber çav, piştî carek du car bikevin erdê jî paşê dikarin bi tena serê xwe bimeşin; lê numûneyeke weha dikare bide tirsandinê, ev jî dê pêşî li ceribandinên dî bigire.

Di însên da bêkamilbûn, bûye tişteke xwezayî; ji wê rizgarbûn pir zehmet e. Wekî dî qanûn, mewzuat, bi berdewamî kamilbûnê radiwestîne, ji ber van sedeman e ku gelek hindik mirov mane ku ji bêkamilbûnê xilas bibin û bi bîrubawerî bikaribin bimeşin. Lê her tim çend kes hene ku bifikirin,  serbixwe bibin. Van kesan, ewil dê nîrê bindestîyê ji ser xwe rakin, dê paşê jî bi cewhera însên, fikirandina serbixwe jibo însên bibe vatinîyek (wezîfeyek) ku wê bigihîne derdoran.

Jibo ronayîbûnê, ji bil azadîyê pêwistî bi tişteke dî tune. Jibo wê jî tiştê pêdivî hebe, azadîyên ku herî kêm bê xisar e. Li pêşberî raya giştî bi awayeke vekirî karanîna azadîyê ye ya bi her awayî. Lê çi heye ku di çar alîyan da  ”nefikirin” tê qîrandin: serbaz, ”Nefikire, talîma xwe bike”, keşîş (keşe), ”Nefikire, bawerî pêbîne”, qolçî,”Nefikire, bide” dibêje. Lê li pêşberî rayagiştî bi karanîna fikrê, yanê kesekî/a wek însaneke zana bi karanîna aqilê xwe li pêşîya xwendoxên xwe divê serbest bibe. Ronayîbûn, bi vî awayî dikare pêk were.

Tu sazîyek nikare peymanek çêke ku li pêşîya ronayîbûna cinsên însên bibe asteng. Çu mafê pêvajoyek tune ku peyman çêke da ku li pêşîya zanyarîyên demê were girtin û jibo derbasî pêşedemê nebe ango geşbûyîn û pêştaçûna wê were astengkirin, welê dê bibe cinayetek li hemberî xulqandina însên.  Belam ev li dijî pêşveçûna tabîeta însên e.” (Prof. Dr. Macit Gökberk, Aydınlanma Felsefesi, Atatürk ve Devrimleri, Cem Y. İst.)

Bawerî û Zanîn                                                                                                                                ”Tiştên ku em pê nizanin, tiştên ku jibo xapînê û xapandinê herî zêde kêrhatî ne. Carek, însên tiştên ku nabîne, her ji ber çi be, bi hêsayî pê bawer dike; paşê jî jibo ku em hîn nebûne li ser tiştan bifikirin, biaxifin,  em li hemberî wan bi hêsayî nikarin rawestin. Jibo wê ye ku însên, bi tiştê ku herî hindik pê dizane, herî zêde pê bawerî tîne. Yên ku ji me ra çîrokan  dixwînin, pir hêsa diaxifin; alşimistan, kahinan, huquqzanan, falkeran, doktoran û wd: eger ez netirsîbam, hinekên dî jî dikaribûm li wan zêde  bikira. Mesela hin kesên ku ji daxwazên Xwedê ra nûnertîyê dikin, hene; xwe bi awayek nîşan didin ku ew bi semedên her bûyerî dizanin. Tiştên ku Xwedê kirîye û sira îradeya (vîna) wî ya gewre ku veşartîye, xwedêgiravî  wan tiştan dibînin. Tiştên diqewimin ku ew hev nagirin, geh bi vî alî ve û geh bi wî alî ve direvin, yek ji rojhilat tê û yek ji rojava tê; van tiştan wan zilaman nawestînin. Dîsa her tiştên ku dizanin, dixwînin, bi heman qelemî ve reş û sipî dinivîsin û disekinin.” (Michel de Montaigne, Denemeler, Türkçesi Sebahattin Eyuboğlu, Cem Y. 1995 İstanbul )

İsmail Beşikci: Pêwendîyên kes û civatê

27th Şubat 2021– wergêr ji tirkî bo kurmancî /Siddik Bozarslan 

Dewletên ku Kurdistanê û kurdan parve kirine, parçe kirine, di derbarê kurdan da gelek fikrên nehênî (negatif) gotine û wan geş kirine; di derbarê kurdan da gelek hestên nehênî çêkirine. Van hestan, van fikran, bi kurtayî mirov dikare weha raxîne meydanê: Kurd, xelkekî paştamayî (ilkel e) ye, ew nikarin xwe bi rêve bibin. Heta nuha miletên ku  di medenîyetê da pêştatir bûn, li ser wan hukum kirin. Di rêvebirîya li ser kurdan da ereb, faris û tirkan rolên gelek girîng lîstine. Kurdî, zimanekî paştamayî ye. Ne mumkun e ku kurd bikaribin bi vî zimanê paştamayî têkilîyan bi dinya medenî ra dayne û bikeve nav dinyayê. Encax bi erebî, farisî û tirkî dikarin bikevin nav dinyayê. 

Pêvajoya ku şikil daye fikrên civatên ereb, faris û tirk di derbarê Kurdistan û kurdan da, van fikrên nehênî yên dewletan bûne. Çêbûn û geşbûna hestên ereban, farisan û tirkan di derheqê kurdan da, ji rewşa nehênî yên van dewletan çêbûne. Ev sedsal e ku van dewletan bi propagandayeke bi hêz, van hest û fikrên nehênî pêkanîne. Dezgahên perwerdeyî, eskerî, kargêrîyên civatî yên van dewletan, di vê propagandayê da rolên çalak (aktif) girtine ser xwe. Çapemenî, vatinîyeke (wezîfe) bi tesîr anîye şûnê. Du dezgahên esasî yên dewletê, zanîngeh û dadwerî, di pêvajoya propagandayê da bi awayeke çalak hatine xebitandin. Dezgahên wek dîn, malbat û spor bi vî awayî di çarçoveyeke fireh da hatine xebitandin.

Di navbera civat û kesayetîyê da têkilîyeke pir qeîm heye. Ev hest û fikrên civatî, şikil dide ku hest û fikrên kesayetî biafirîne û hewildan û rewşa wan ra rê nîşan bide. 

Çawa ku van dewletan hest û fikrên nehênî di nav civatên ereb, faris û tirkan da dane ajotin û çinandin; heman hest û fikran di nav civatên kurdan da jî dane ajotin û çinandin. Tevdîl û kirinên van dewletan yên nêzîkî sedsalî bûne semedê ku hest û fikrên kurdan jî li gora daxwazên dewletan şikil bistîne. Ev, rewşeke welê xirabkirî çêkirîye ku hestên xwe bi xwe bawerkirinê yên kurdan ji wan dûr ketine. Hest û fikrên wek; ”Ji dervayî ereban em nikarin bijîn”, ”Encax bi tirkan ra em dikarin bijîn” bi vî awayî xuluqîye. Tê gotin ku ”baş e ku erebî, farisî, tirkî heye ku em bi saya wan bi dinya medenî ra dikarin têkilîyan çêkin, bikevin nav dinya medenî.” Gelek kurd difikirin ku ew ji dervayê ereb, faris û tirk nikarin jîyanê bidomînin. Di navbera kesayetên kurd û civata kurdî da têkilîyeke xurt heye. Ev hest û fikrên ku di kesayetên civata kurdî da çêbûye, ew şikil dide hest û fikir û helwestên kurd. Ev jî tê maneya helandina bawerîya xwe bixwetîyê.  

Dused sal e ku kurd têkoşîna azadî û welatevînîyê didomînin. Ev tê wê wateyê ku jibo afirandina pêşedemeke baş têkoşîn hatîye dayîn. Di vê pêvajoya têkoşînê da jî ew hest û fikrên ku dewletên dagirker afirandine bo civata kurdî, şikenandinek çênebûye ku ev mirov heyîrmayî dihêle. Mirov heyîr dimîne ku hew qas bedêl were dayîn, lê zanîna jibo kurdî, jibo neteweyê kurd, jibo Kurdistanê nehatîye afirandin.

Di vê merhaleyê da balkişandina Serekê Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo Serxwebûna Kurdistanê, despêkirina şikestina pêvajoya nehênî ye ku dagirkeran wê afirandine. Ev helwest, di kurdan da bawerîya fikir û hestên xwe bixwetîyê afirandîye. Bêguman, encamên pir girîng ên geşbûna hestên bawerîyê yên xwe bixwetîya nav kurdan wê hebe. Kargêrîya Herêma Kurdistanê ku ji 1990î virve di jîyanê da ye, dîtina ku ”kurd nikarin kargêrîya xwe bi xwe pêkbînin” jî pûç kirîye. 

Dema Kargêrîya Harêma Kurdistanê tê rojevê, babetên gendelî, bertîl û wd. davêjin meydanê. Li vir, pêwist e ji vê têkilîyê ra jî were balkişandin. Erebekî ku pêşveçûnên Herêma Kurdistanê dîtîye, Kargêrîya Baxdayê û Hewlêrê miqayese kirîye û gotîye ku li Kurdistanê bertîl û gendelî hindiktir e, li alîyê Îraqê bertîl û gendelî gelek zêdetir e. Babetên wek bertîl, gendelî, cudayetî û wd. ji alîyê Tevgera Goran û YNK ve jibo qelsxistina Hukumeta Kurdistanê, tînin rojevê. Ma li nav wan, têkilîyên bertîl û gendelîyê tuneye? Helbet girîng e ku li hemberî bertîl, gendelî û wd. têkoşîn were dayîn. Eşkera ye ku di avayîya dewleta serbixwe da bi hêsatir têkoşîna wê û tesîra wê dê were kirin.     

Bêguman helwesta balkişandina Serok Barzanî ya bi îsrar jibo serxwebûna Kurdistanê, pir baş e û erênî ye. Ev bi xwe ra despêkirina pêvajoyên siyasi û civatî anîye. Têkilîyên însên jî di alîyê erênî da diguherin.

Girîng e jibo Cemîyeta Neteweyan ku di 1920an da dema Kurdistan hatîye parçekirin û parvekirin, rolek neyênî leyîstîye, divê balkişandin were nîşankirin. Rolên dewletên emperyal yên wê demê Britanya Mezin û Fransa jibo van babetan, têkilîyên wan bi kargêrîyên ereb, faris û tirk ra, divê ji dîqetê dûr neyê girtin. Dîqetkirin girîng e ku li Kafkasya jî Kurdistanek heye. Çarîka yekê ya sedsala 20î… Ev, dema qirkirinên komî yên ermenî, rum-pontus û suryanî ye. ”Zilamê Nexweş” çawa komkijîyê kirîye, helwesta Dewleta Almanyayê ya di vî babetî da, divê di nirxandinên siyasî û civatî da cî bigire. Divê neyê îhmalkirin ku van têkilîyên rasteqîn were rojevê. Girîng e ku şolên kurd û Kurdistanê di vê çarçoveyê da were nirxandin..”  /22.11.2016 /Ismail Beşikçi

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *