Ji wêjeya cîhanî nivîskarek û romanek (1)

AMÎN MAALOUF Û ROMANA WΠ“SEMERKANT”

 Lokman Polat

Di nav edebiyata cîhanê de gelek berhemên edebî hene ku mirov gava dixwîne xweşhaliyek/hazek dide mirov. Bi xwendina wan berheman mirov gelek tişt fêr dibe. Romana SEMERKANT jî berhemek weha ye. Beriya ku em bikevin nav rûpelên romanê û têde gereke dirêj bikin û biçin rojhilatê, Îranê, pêşî em binêrin ka ev nivîskarê vê romanê kî ye?

Amîn MAALOUF di sala 1949-an de li Lubnanê ji dayik bûye. Di xwendegeha bilind de beşa aborî û zanîstiya civakî xwendiye. Piştî xwendinê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye. Wî di gelek weşanên cure de nivîs nivîsiye.

Amîn MAALOUF, ji sala 1976-an pêve li Parîsê dijî. Ew niha wextê xwe bi pirranî dide ser nivîsîna pirtûkên xwe. Beriya romana wî ya bi navê “SEMERKANT”ê, du berhemên wî yên hêja jî hatibû weşandinê. Berhema wî ya yekem; “Croisades Vues Par Les Arabes – Bi Nêrîna Araban Xaçperest” di sala 1983-an de hate weşandin û piştre bi gelek zimanên din hate wergerandin. Romana wî ya duyem jî bi navê; “Lêon L’Africian – Leo’yê Afrîkî” ye. Ev romana duyem, di cîhanê de, di dema me de wek “berhemek klasîk” têt bi nav kirin. Ev berhema wî xelat jî wergirtiye. Berhema wî ya sêyem jî; romana bi navê “SEMERKANT” e. Ev roman jî di sala 1988-an de hatiye weşandin û di eynê salê de bi gelek zimanên din hatiye wergerandin û weşandinê. Roman li kurdî jî hatiye wergerandin û niha di malpera Çandname de beş bi beş tê weşandin. Romana nivîskar Amîn MAALOUF yek jê jî bi navê “Les Jardins De Lumiere – Bexçeyên Ronahîyê” ye. Di vê romanê de behsa dîtin, raman û felsefeya Manî dike.

Niha em bên ser romana bi navê “SEMERKANT”.

Ev roman ji çar (4) beşan pêk tê. Beşa yekem li ser “Şaîr û Evîndaran” e. Di beşa duyem de “Bihuşta -Ceneta- Haşhaşiyan” a Hasan Sabah heye. Beşa sêyem bi navê “Dawiya Sala Yekem” e. Beşa çaran jî “Di Behrê de Şaîrek” e. Ez dê bi kurtahî li ser naveroka van herçar beşan jî bisekinim.

Roman bi meraqeq dest pê dike. Di sala 1912-an de di Atlantîkê de gemîyek -Keşte- noqîn -bat- dibe. Navê vê gemiyê “Tîtanîc” e. Di vê keşteyê de pirtûka Omer HAYYAM “Rubaiyat” a ku yek nushayeke û destnivîse heye. Ev pirtûk jî bi gemiyê ve diçe bin behrê. Omer Hayyam vê pirtûkê li kuderê nivîsî? Ev pirtûk çawan dikeve destê mirovek rojava?

Di romana SEMERKANT de, di beşa yekem de, qehremanê -lehengê- romanê Omer Hayyam e. Omer Hayyam diçe bajara Semerkantê. Di vî bajarî de bi her awayî xirabî heye. Kesên serserî mirovan davêjin erdê, li wan dixin, li wan heqaret dikin. Di bajêr de gelek meyxane hene, şerabên xweş hene, şox û şeng heye, keyf û zewq heye. Omer Hayam di sala 1072-an de Rubaiyên xwe di vî bajarî de dinivîsîne.

Rojek Omer Hayyam di nav suka bajêr de digere, dibîne ku waye hinek zarok û xort dane pey serxweşekî kalepîr û dixwazin lê bixin. Omer Hayyam diçe cem wan, ji wan re dibêje li vî kaloyî nexin. Ew jî dibêjin ev kalo feylesof e, dîn bûye. Omer Hayam nahêle li wî kalepîrî xin. Hinek kesên din jî tên liwê û ji Omer Hayyam pirs dikin, dibêjin: “Tu ji vî bajarî nînî, tu kîyî?”. Ew jî dibêje ez Omer Hayyam im. Ew kesên liwê navê wî bihîstine, dibêjin: “Tu jî feylesofî” û êrişê wî dikin, lê didin. Leşkerên bajêr tên nahêlin ku ew kesên liwê li Omer Hayyam bixin. Ew kesên liwê dibêjin : “Ev Omer Hayyam e, feylesof e, sîmyacî ye, kafir e.”

Omer Hayyam liwê vê malîkê dixwîne:

Li van cahîlan binêrin, li cîhanê hikûm dikin.

Heger tu ji wan nebî, ji te re dibêjin kafîr.

Guh nede wan Hayyam, li riya xwe dom bike.

Di bajarê Semerkantê de Simyacîtî qedexe ye, loma jî leşker Omer Hayyam digirin, ku wî bibin cem Qadîyê Semerkantê ku wî mehkeme bikin. Cezayê sîmyacîtiyê ji di Semerkantê de îdam e.

Omer Hayyam dibin cem qadî. Navê Qadî Ebu Tahîr e. Qadî ji Omer Hayyam re dibêje: “Di vê meqemê mezin de, Omer Hayyamê Nîşapurê qebûl kirin şerefek e.” Û herdu bi hevre dest bi sohbetê û gotubêjê dikin.

Piştî sohbetê Qadî defterek ku hemû rûpelên wê vala ne diyariyê Omer Hayyam dike û dibêje: “Wexta ku îlham hate te, helbestên xwe di vê defterê de binivîse.”

Qadî, ji Omer Hayyam re qala -behsa- birayê xwe dike, dibêje: “Birayê min ji ber ku helbestek nivîsand, wî di şkenceyê de kuştin.”

Omer Hayyam ew şev di qesrê de raza.

Qadî, Omer Hayyam mahkeme nake. Ew pê re dibe dost. Di sukê de wî bi xwe re digerîne. Ew bi hevre diçin pêşiya Nasir Xan. Nasir Xan melîkê -Kral,Padîşah- Maveraunnehîrê û Buharayê ye. Nasir xan tê bajara Semerkantê. Di bajêr de gelek dengbêj û helbestvan diçin huzûra Nasir Xan û jê re helbestên xwe dixwînin. Jineka şaîr, navê wê Cîhan e, ew jî diçe hizûra melîk, Omer Hayyam jî liwê ye, ew hevûdu dibînin, dilê wan dikevê hevûdu. Piştre, ew herdu gelek caran hevdu dibînin, bi hevre radizin, eşq û keyf dikin, pevşadibin.

Di dema ku Omer Hayam dijî, serokwezîrê navdar Nîzamûlmûlk û navdarekî din Hasan Sabah jî dijîn. Omer Hayyam û Hasan Sabah di Xanek-kerwansarayek- de bi tesadufî, di odeyek de radizin. Ew herdu bi hevre dibin heval. Hasan Sabah jî gelek zana bûye. Şevek Omer Hayyam û Hasan Sabah di odeya Xanê de hetanî serê sibê bi hevre sohbet dikin, munaqeşe dikin. Omer Hayyam ji Hasan Sabah re dibêje: “Tu gelek zanayî, tu dê vê zanabûna xwe çawan bi kar bînî?”. Nîzamûlmûlk bi zanabûna xwe li dinyayê-cîhanê- hikûm dike, Hasan Sabah jî “Bexçeyên Cenetê” ava dike û bi canfîdayên -fedaîyên ku her tim ji kuştin û mirinê re amade ne- xwe dinyayê-cîhanê dihejîne. Hasan Sabah rêxistinek dizî, veşartî saz dike. Ji bo ku endamên rêxistina wî hemû jî Afyon-Haşhaş- dikşînin, ji wan re “Haşhaşî” dibêjin.

Di romana SEMERKANTê de polîtîka -siyaseta- Îranê ya dema me têt xuyakirin. Polîtîkayek ku li ser fen û fûtan, li ser komployan hatiye avakirin. Hasan Sabah bi komployan dixwaze wezîrê Melîkşah, Nîzamûlmûlk ji ber çavê Melîkşah reş bike û ew bikeve şûna wî. Nîzamûlmûlk komployek mezin tîne serê Hasan Sabah. Melîkşah dixwaze Hasan Sabah bikuje, wî îdam bike. Lê, Omer Hayyam nahêle ku Melîkşah, Hasan Sabah bikuje. Hasan Sabah sirgûn dikin.

Di romana SEMERKANTê de, di hinek tiştan de teferuat heye, li di hinek tişt û bûyeran de teferuat tûne ye. Ji bo şexsiyeta Omer Hayyam û evîndara wî, Cananê jî ewqas teferuat tûne ye.

Em vegerin li ser rêxistina ku Hasan Sabah damezrandiye. Hasan Sabah li pey heyfsendinê -tolhildanê- ye. Wî rêxistina xwe ji bo vê ava kiriye. Lê armanca tolhildana wî hakîmiyeta -desthilatdariya- Melîkşah xirab bike ye. Rêxistina ku Hasan Sabah damezrandibû her diçû xurt dibû, berfireh dibû, bi hêz dibû. Di nav gel de, ji wan re “Batinî” jî dihatin gotin, yanê mirovên neyênî, mirovên karê dizî. Hukmatê jî, ji wan re digotin; mirovên bê dîn, mirovên bê xweda. Piştî demek fedaiyekî Hasan Sabah bi suîqastê serokwezîr Nîzamûlmûlk dikûje.

Romana “Semerkant” romanek dîrokî ye. Di vê romanê de dema Melîkşah û wezîrê wî Nîzamûlmûlk, ji hev cûdabûn û têkoşîna di nav mezhebên dînî (olî) de, berxwedan û têkoşîna di nav mezheba Îsmaîlîyan bi hawayekî gelek balkêş tê qalkirin.

Nivîskarê romana “Semerkant” ê Amîn MAALOUF di vê romanê de metoda meraqê gelek bi hostatî bi kar tîne. Ji ber vê meraqê ye ku mirov bi heyecan û bi kêfxweşî romanê dixwîne.

Omer Hayyam di sala 1311-an de, di 84 saliya umrê-temenê- xwe de dimire. Ew li pey xwe pirtûkek gelek bi qîmet dihêle. Ev pirtûk di pirtûkxaneya kela Alamûtê de ye. Piştî mirina Omer Hayyam êrişa Mongolên hov, xwînxwar û barbar dest pê dike. Mongol (bapîrên Tirkan) her derî xirab dikin, hemû pirtûkxaneyên Kurdistanê û Îranê agir pêdixin, dişewitînin. Pirtûkxaneya kela Alamûtê – ku di nav axa Kurdistana rojhilat de bûye- jî, ji alî Mongolan ve têt şewitandin. Pirtûka Omer Hayyam di wê pirtûkxaneyê de bûye, lê gelo ev pirtûk ji wê pirtûkxaneyê çawan hatiye xilaskirin? Ev pirtûk çawan ji ber şewatê filitiye? Paşê çawan û li ku hatiye dîtin? Ev jî meraqek din e a di vê romanê de ye. Beşa sêyem a romanê li ser vê meraqê tê honandin.

Heşt sed sal (800) piştî mirina Omer Hayam û piştî nivîsandina çarînên Hayyam, Benjamîn O. Lesage yê Amerîkî li pey pirtûka Omer Hayyam digere, dixwaze wê bi dest bixe. Benjamîn du car diçe Îranê. Çûndina wî ya cara yekem de Şahê Îranê bi suîqastê têt kuştin. Di Îstanbûlê de Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ nameyek daye Benjamîn O. Lesage ku bide mirûdekî wî. Name digihîşe Mirûd û ew mirûd bi Şah suîqast dike, Şah dikûje. Ji bo wî li Benjamîn digerin, dibêjin ew jî alîgirê wan e. Benjamîn bi xêra Prenses Şîrîn û bi alîkariya eşîra Bextîyarîyan ji Îranê direve.

Benjamîn O. Lesage carekî din, cara dûyem jî diçe Îranê. Di herdu caran de jî gelek bûyer têne serê wî. Wexta ku Benjamîn cara dûyem di Îranê de ye, li Îranê tevlîheviya nav xwe, şerê nav xweyî dest pê dike. Rêxistinek bi navê rêxistina “Benî Adem” li dij Şah serîhildan çêdike. Serokatiya vê rêxistinê muridên Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ dikin. Ayetullah Cemaledîn AFGANÎ ji alî Şah ve hatiye sirgûnkirin û di Îstenbolê de bi komploya Sultanê Osmanîyan Sultan Abdulhamîd ve tê kuştinê.

Mirov gava romana “Semerkant”ê dixwîne û ew komplo û suîqasrên ku hatine kirin fêr dibe, komplo û suîqastên ku rejima Îranê li dij şehîd Adurrahman KASIMLO û Sadik ŞEREFKENDÎ pêk anîbû tê bîra mirov. Komplokarî û suîqastvanî, dek û dolab û kujerî bûye şêweya xirabiyên desthilatdariya farisan, bûye anane û tradisyonek ji bo rejimên Îranê û bi taybetî jî,  bûye metodek ji bo rêxistinên Îslamî yên Xizbûlahî û Îranîyan.

Di beşa çaran a romanê de, Benjamînê Amerîkî, pirtûka Omer Hayyam bi çi hawayî dibîne û têkiliyên wî û yên Prenses Şîrînê têt qalkirin. Bi hevûdu re razana Benjamîn û Prenses Şîrînê – ku di nav ciyan de bi hevdu re çawan eşq dikin- şadiman dibin, tehm û hazekî xweş dide mirov.

Ez ê carna berhemên edebî yên wêjeya kurdî û wêjeya cîhanê bidim danasînê û binirxînim.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *