Li Kurdistana Başûr Xwepêşandan û alozî gurtir dibin

Li gor agahîyên Rûdawê
Silêmanî (Rûdaw) – Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin. Li hinek deveran xwepêşanderan êrişî navend û avahiyên PDKê kirin.

Îro danê sibê li bajarokên Seyîd Sadiq, Raniya, Kelar, Koye û bajarên Helebce û Silêmaniyê xwepêşandan û nerazîbûna mamosta û karmendên hikûmetê li dijî gîrobûna mûçe dest pê kir.

Peyamnêrên Rûdawê ragihandin, li bajarokên Seyîd Sadiqê yê girêdayî Silêmaniyê, navenda PDKê rastî êrişa xwepêşanderan hat ji ber wê jî di navbera wan û hêzên polîs ên ku navenda PDKê diparastin de alozî derket.

Li bajarokê Kelarê yê Germiyanê jî xwepêşanderan xwestin êrişî navenda PDKê bikin lê ji aliyê hêzên polîs ve hatin astengkirin.

Li bajarokê Raniya yê Silêmaniyê jî xwepêşandan hat kirin û xwepêşanderan berê xwe dan navenda PDKê lê avahiya PDKê bi tundî ji aliyê hêzên polîs ve hat dorpêçkirin.

Li bajarokê Koye yê Hewlêrê jî xwepêşandan hat kirin û li dijî gîrobûna mûçe nerazîbûn hat nîşandan.

Di tevahiya xwepêşandan û çalakiyên îro de piştgirî ji bo xwepêşandana duh a bajarokê Qeladizê yê Silêmaniyê hat nîşandan.

Di bûyerên duh ên Qeladizê de 2 kes miribûn û 18 kes jî birîndar bibûn.

Xwanêye ku di xwepêşandanan de alîyê sîyasî pirtir derdikeve pêş û berê xwe dide PDK û baregehên wê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *