Ji Netanyahu peyama Kurdistana serbixwe û PKKê

Ji Netanyahu peyama Kurdistana serbixwe û PKKê

Ji aliyê RÛDAW

Benyamîn Netanyahû

 

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû got: “Îsraîl li dijî terorê ye lê di heman demê de hewldanên gelê kurd ên ji bo avakirina dewleta xwe jî rewa dibîne.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû ragihand, ku dewleta Îsraîlê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) weke rêxistineke terorîst dibîne.

Netenyahû got: “Îsraîl li dijî PKKê ye û berovajiyê Tirkiyê, ku piştgirî dide rêxistina terorîstî ya Hamasê, PKKê weke rêxistineke terorîst dibîne.”

Benyamîn Netanyahû herwiha diyar kir: “Îsraîl li dijî terorê ye lê di heman demê de hewldanên gelê kurd ên ji bo avakirina dewleta xwe jî rewa dibîne.”

Hêjayê gotinê ye, ku çend roj beriya niha di civîneke de li Amerîkayê, Cîgirê Sererkanê Îsraîlê Yaîr Golan gotibû PKK ne rêxistineke terorîstî ye.

Golan diyar kiribû: “Dibe ne bi dilê we be, lê ez nêrîna xwe dibêjim PKK ne terorîst e. Eger hûn kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê bînin cemhev ev nabe hizreke xirab û nabe çirav.

Ji aliyê din ve roja 11ê Îlona 2017ê, Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked ragihand, Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê û bi kêmanî piştevanî li serxwebûna kurdên Iraqê dike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *