Ji bo ROJDA em xemgîn in!

SERSAXÎ

Qîza hevalê me Bedrî bi krîza dil jîyana xwe ji dest da!

Rojda dema malbata wê koçî Hollanda kir hêj zarok bû. Ew li Hollanda mezin bû, keçikek dilgerm û xwînşêrîn bû. Lê çi heyf û mixabin di xamatîya jîyana xwe de, malbata xwe û me dost û hevalên xwe di nav xemgînîyê de hîşt.

Rojda hîn di temenê 34 salî de bû, xama bû! Hîn li pêş wê jîyanek dûr û dirêj pêşerojek bi hêvî hebû.

Rojda bi hêz û cansivik bû, ew derketibû bazdana werzişê. Lê di vî temenê ku qet nedihat hêvîkirin de, dilê wê berxwe neda rawestîya, heta ambulans gehîşt ser, wê jîyana xwe ji dest da!

Ji bo malbata Bedrî bû egerê trajedîyekê û ji bo hemî meriv, dost û hevalên malbatê bû xemgînîyek mezin!

Îro şîna wê li Komela KOÇ-KAK hat danîn.Bavê wê Bedrî, dayika wê Sultan û birê wê Serkan di xemgînîyek bê tarîf û bi metanet sersaxîya malbat, meriv, dost û hevalên li Hollanda qebûl kirin!

Em wek dost û hevalên malbatê, bi hestên kûr sersaxîya malbatê dikin, sebir û aramîyê ji wan re dixwazin!

Li ciyê ku ROJDA jîyana xwe wenda kir, ji alî dost û hevalên wê û malbatê gul hatin danîn û mûm hatin vêxistin!..

Li komela KOÇ-KAK şîn berdewam e!

Roja sêşemê 07.12.2021 saet 12:15 heta 13:00 li adresa Maaslaan 7 6826 AC  ARNHEM wê nimêja cenaze bê kirin û dûvre ji bo Amedê bê şandin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *