Îbrahîm GUÇLU
Li Tirkiyeyê makezagoneke nû di rojevê de ye. Ji bona makezagonê serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş bi hemû partiyên siyasî re danûstandin dike. Di destpêkê de ji bona metoda çêkirina makezagonê pêşniyaran werdigre, Pişt re jî diyar e ku dê ji partiyên siyasî ji bona naveroka makezagonê pêşniyaran werbigre.
Lê tê zanîn ku makezagon peymaneke civakî ye. Civata li Tirkiyeyê di navbera xwe de divê peymanekê çêkin. Loma ji nerînên partiyên siyasî girîngtir, nerînên civatê ne. Divê nerîn û pêşniyarên wan jî bên girtin. Loma jî divê plûralîzma sosyolojî û neteweyî û sinifî û fikrî û olî û mezhebîbûna civatê bê nas kirin, gorî wê nerîn û pêşniyar bên girtin.
Hezar mixabin heta nûha civata Tirkiyeyê, piştî ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, civat bi rengekî terîf bû.
Neteweya Kurd hat înkar kirin. Mafên kurdan hatin xesip kirin. Dema ku ji bona mafên neteweyî, kurd tevgeriyan û serîhildanên neteweyî li darxsitin komkujî û qirkirina kurdan hat rojevê. Serok û berpirsên Kurdan hatin dardakirin û pêşengê civat û neteweya kurd bi awayekî komî ji holê hatin rakirin.
Rengê kêmneteweyan nehat qebûl kirin.
Olek û mezhebeke dewletê hat pejirandin.
Bes sinifa burokrasiya sivîl û leşker wek çîn hat pejirandin. Çînên din dijmin hatin qebûl kirin.
Encama vê hişmendiyê, dewlet jî bi rengekî hat terîf kir. Dewlet bi giştî wek Dewleta Tirk hat qebûl kirin. Neteweya Kurd jî, ji bona ku bê helandin û bê tune kirin hat tevgerandin.
Loma jî makezagonên li Tirkiyeyê her demê  bi destên leşkerên bi apolet û sivîlên bê apolet hatin çêkirin, tu demê qerektereke, peymaneke civakî qezenç nekir.
Makezagon bû makezagona elîtekê û bi giÅŸtî bû makezagona elîta xwediyê dewletê. Makezagon nebû makezagona Kurdan û Tirkan û hemû kêmneteweyên din. Â
Li Tirkiyeyê ji bona makezagoneke nû çêbibe û makezagon wek peymaneke civakî bê amade kirin, divê qerektera dewletê bê guhertin.
Beriya çêkirina makezagonê, divê bê pejirandin ku dewlet, dê bibe dewleta hemû neteweyên li Tirkiyeyê dijîn. Dewlet, bibe dewleta Kurdan û Tirkan û hemû kêmneteweyan.
Dîsa bê qebûl kirin ku Kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer bibin. Di navbera neteweya Tirk û Kurdan, bi her awayî wekhevî çê bibe. Neteweya kurd bibe xwediyê hemû mafên xwe yên neteweyî, statuyî, civakî, çandî, aborî. Kurd, bibin xwediyê dewlemendiyê welatê xwe. Zinmanê kurdî, bibe zimanê fermî û perwerdeyî.
Dema biryara guhertina dewletê çê bibe, divê avabûna dewletê jinûve bê rojevê. Ew dewlet jî divê bibe dewleta federal. Bibe dewleta mişterek ya Kurdan û Tirkan û hemû kêm neteweyan.
Ji bona guhertina dewleta heyî ya ûnîter û yekneteweyekî, helwesta CHPê gelek girîng û stratejîk e. Lewra Dewleta Kemalîst ya Tirk, nîjadperest, kolonyalîst, îşgalker, îlxakkar, hemû mafên neteweya Kurd tune hesibandiye, xwestiye kurdan bi rêya asîmîlasyon û qirkirinê ji holê rake, bi destê CHPê hat ava kirin. CHPê bi xwe jî dibêje û qebûl dike ku dewlet bi destê wan ava bûye.
Loma jî, ji bona dewleteke federal ava bibe, makezagoneke sivîl demokrat, federal çêbibe, pêşî divê CHPê bê guhertin. Heger CHPê dewleteke nûh daxwaz bike, divê guhertina xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê re diyar bike. Wê demê ji bona makezaagoneke nû, sivîl, demokrat, federal rê vedibe.
Bi tayebetî kurdên ji CHPê re alîkar in, di hilbijartina serokkomar û meclîsê de û di hilbijartinên herêmî de jî deng dane CHPê, divê vê guhertinê ji CHPê daxwaz bikin.
Piştî ku Dewleta Kemalîst ya Tirk ava bû, girêdayî qerektera xwe bû dewleteke kolonyalîst û nîjadperest û dijiminê kurdan. Îdeolojiya fermî ya dewletê jî bû nîjadperest. Loma jî bi riya îdeolojiya dewletê ya nîjadperest, di nav pêvajoyê de bû îdeolojiyeke civakî jî. Cıvata Tirk jî bû dijminê kurdan û ji xesipkirina mafên neteweyî yên kurdan kêfxweş bûn.
Dema di CHPê de guhertin çêbibe, ew li nîjadperestiya civatî jî bandor çê dike; sivîlîzasyon û demokratîze bûn tê holê.
Diyarbekîr, 13. 05. 2024