Ji bo Kurdan Tu Alternatîfek Kurdistanî Tune ye

Çeto Omeri bersiva pirsên Rojevakurd de dibêje:
Pêwîstîya me bi namzetên Kurdistanî heye. Namzetên Kurdistanî yên kubêtirs, yên ku doza azadîya miletê xwe di ser her tiştî rebibîne re heye.

Rojevakurd: Hilbijartinên herêmî rewşek çawa de têne kirin? Hun di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin?

Çeto Omerî: Hilbijartina ku di 29`ê Adara 2019`de li bakûrê welatê me û li tirkiyê dê çêbibe, di binê hikumranîya zordestîya hikumeta AKP de ye.

Bi taybet li bakûrê Kurdistanê û li hemî heremên ku Kurd lê dijîn, bandora akp, mhp, pkk û olî li ser heye. Mixabin ev hemî hêz jî komarperestên tirkiya ne. Ji dervayî van ger hinek aliyên din hebe jî ew hêzên bê piştgir an jî hêzên pirr qels in û nikarin rolek erênî li ser hilbijartinê bilîzîn. Di rewşeka weha de helbet li herêma Kurdistanê jî bêhêvîbûn û tabloyek tarî derdikeve pêş çavên me.

Ji dervayî van hêzên komarperestîya tirkan, heta hilbijartinên niha, ji bo Kurdan tu alternativek Kurdistanî jî tune. Yên ku bi navê Kurdistanê û bi îddîayên maf û azdîya Kurda û heta ji bo doza serxwebûna Kurdistanê hatin damezirandin, di qada pratîk ya xebatan de vala derketin û hinek ji wan dewsa ku bibin alternatîfa yên heyî, ketin nava lêgerînên yekîtiyê li gel hdp û hwd. Mixabin hêz û partiyên ku di qada legal de hatin avakirin, bûn sedemên şikandina hêviyên Kurdan.

Rojevakurd: Li gora we divê tevgera Kurd di van hilbijartinan de çawa tevbigere?

Çeto Omerî: Mixabin ji bo vê pirsa we tenê dikarim bêjim ku heta îroj Tevgerek Kurdan bi bandor ku bikaribe ji bo doza Kurd û Kurdistanê tesîrek erênî bike tune ye.

Rojevakurd: Hinek aliyên Kurda ji nihave kêm zêde helwesta xwe eşkere kirine. Hun vê yekê çawa dinirxînin û helwesta aliyên siyasî çaw dibînin?

Çeto Omerî: Li ser vê pirsa we, dikarim dûbare bêjim ku mixabin wan komel, rêxistin û partiyên legal ku di van çend salên dawîn de hatin avakirin, zirarek mezin dan doza mili ya gelê Kurd. Ji ber ku li ser navê partîyên ku di dîroka me ya nêz de xwedî navên dîrokî ne, li ser wan navan ketin dûv hesap û berjewendîyan.

Li bakûrê welatê me û li metrepolên tirkan, zêdetirî 25-30 milyon Kurd hene û ji dervayî partiyên komarî, tu hemî partiyên biçûk yên legal bîne ba hev, nikarin 100 hezar deng bistînin. Îcarê em dê çawa hêviyên mezin ji wan bikin û nirxandinên qerase li ser wan bikin?

Rojevakurd: Hûn pêkanîna Tifaqa Kurdistanî pêwist dibînin yan na? Eger hun pêwîst dibinên gerek li ser çi prensîban Tifaqa Kurdî /Kurdistanî bê avakirin?

Çeto Omerî: Ger rojekî li gel hdp û rojekî li dij hdp helwest bê danîn, êdî bawerî bi wan hêzên ku dibêjin em netewîne jî nema tê.

Ez îddîa dikim: nuke ji bo gelek partiyên me, di nava gelê Kurd de anketek were çêkirin, piranîya kesan, weke bersîv; yan wê bêjin me navên van partiyan nebihîstiye yan jî wê bahweriya wan bi wan partiyan tune be.

Em di dema nîmet û derfetên hevdemî de ne; bi taybet jî derfetên înternetê, ragihandina tora medya ya dijîtal, derfetên rojname, malper, tv, facebook, twitter û hwd. hene. Lê mixabin, îro em nikarin bi rûhîyeta DDKO ya ku berîya 50 salî, di tengasîyên wê demê de çalakiyên ku li dar dixist û xebata ji bo gelê Kurd dikir bi têkoşîn! Ha pêwîstî çiye?

Pêwîstîya me bi namzetên Kurdistanî heye. Namzetên Kurdistanî yên ku bêtirs, yên ku doza azadîya miletê xwe di ser her tiştî re bibîne re heye.

Pêwîstiya me, mîna salên beriya 80`î, bi namzetên Kurd yên weke Mehdî Zana heye. Mehdî Zana li Amadê bu serokê şaraderîyê ku heta nuke navê wî cîyê dilsozî û miletperwerî tête zanîn!

Mîna serokê şarederîya bajarê Agirîyê şehîd Urfan Alparslan ku xwe kir cangoriyê welatê xwe.

Gava ku Kurd doza mafên xwe yên rewa eşkere û bêtirs nekin, helbet dê di qada xebatê de jî tu gavên neteweyî neyên avêtin. Ji bo ku wan gavên pratîk were avêtin û di nava gelê Kurdistanê de bibe ciyê bahweriyê, pêvîstî bi xebat û xebatkarên nuh heye.

Lêgerînek heye; car caran ji bo demkî be jî hilma miletperwerî ji aliyê ciwanan ve tê. Mînak berîya nuke bi çand salan Tevgera Ciwanên Kurd derketin; bi xebatên xwe yên pratîk, di demek kin de bala gelê Kurdistanê kişandin, lewra xebatek erênî bu. Dîsan Ciwanên Netewî yên Kurdistanê bi xebatên xwe tesîrek erênî li ser doza Kurd kirin. Lê cîyê mixabinîyê ye ku wan ciwanên Kurd hêzên xwe nekirin yek û ev demek e ku bê deng mane.

Dîsan dixwazim li vira bêjim ku di wan rojan de hinek Kurdên welatperwer bi navê PLATFORMA KURDÊN NETEWEYÎ belevokek belav kirin. Platform dibêje ku di hinek herêman de namzetên wan ji bo hilbijartina 29`ê adarê heye. Ew jî tê vê wateyî ku gelê Kurdistanê li bakûrê welatê me ketiye nava lêgerîna alternatifek miletpewer ku bikaribe serkeşîya doza milî ya gelê Kurdistanê bike. Hemî gavên ku ji teref Kurdên milî ji bo doza welat were avêtin gavên erênî ne..

Ji dil pirr sipas ji bo malpera Rojevakurd ku bi hevpeyvînên weha cîh dide dîtinên Kurdistanîyan!

05.12.2018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir