LÊKOLÎNEK Lİ SER ALA KURDİSTAN

       Abuzer Balî Han

       Lêkolîner-Nivîskar

           

LÊKOLÎNEK Lİ SER ALA KURDİSTAN

 

GİRİNGİYA ALA KURDİSTAN Jİ KÎDERÊ TÊ YE?

Li cîhanê hemî netew (millet) bi ziman û bi alaya xwe, li ser erda ji bav û kalên xwe mayî dijîn. Bi van hebûnên xwe ew têne nasîn û têne nimandin (temsîl kirin). Îro li ser rûyî erdê cîhanê hindik gel (xelk) hene ku ew bê ala û bê ziman mayîne! Lê îro Ala Kurdistan li başûrê welat, li ser ew erda azad pêldide. Dema mirov bêje yek ziman, yek netew û yek ala, wê demê pêwiste ku hemî Kurd li ser ew hebûnên xwe yên netewan dikin „Netew” bi yek dengî lê xwedî derkevin…

Pir mixabin ku em Kurd heya roja îro ya di xewê de mayîne; an ji mercên raburdî yên dîrokî rê nadayîne ku em Kurd azad bin. Lê rewşa cîhanê ya îro hatiye guhartin. Di nav çar perçên Kurdistanê de, îro pêwiste ku hemî Kurd ew ala xwe ya ji aliyê piraniya hêzên Kurd ve hatî pejirandin lê xwedî derkevin û wê li ser deverên azad bipêlpêlînin…

Lê ma rastî wusa ye? Di nav her beşê Kurdistanê de bi dehan zêdetir rêxistin û partiyên Kurd hene ku hemî dibêjin „Azadî ji bo Kurdistan!”. Lê dema bibin yek û kongreyek netewî û Kurdistanî sazbikin, ew rêxistin û partî, ji wana her yek xwe ber bi aliyek din dikişînin û yekîtiya Kurdistanê têk dibin! Dema yekîtiya  Kurdan li ser bingehên esasî pêk be, yên ji yekîtî û hevkariyê direvin û ji xwe re nekokiyan derdiêxînin, bila ewna ji xwe re hesabê xwe yê dîrokî jî bikin… 

Her sal 17 ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê ye. Li Kurdistana azad Parlamentoya Kurdistanê ji sala 2009 an vir de, bi awayekî fermî roja 17 yê Kanûnê wek roja serbestbûna Ala Kurdistanê diyar kirye. Di vê rojê de li perçeyê Kurditana azad gelek çalakiyên netewî ji bo ala Kurdistan tên amade kirin. Di perçeyên Kurdistanê yên din de jî, li gor mercên heyî pêwiste ku ew roj bêye bîranîn û pîroz kirin…

Hemî hêzên Kurd bêguman dixwazin ku di xizmeta gelê Kurd de bin. Lê ew rastiya Kurdistanê, dema yekîtiyek netewî di nav Kurdan de ava ne ke,  berpirsiyariya vê sedemê dikeve ser milê rêxistinên Kurd. Ji bo vê jî, di civîn û çalakiyên Kurd yên netewî de, çi li welat, çi yên li dervayî welat dibin de, bi ew ala Kurd, wê bidin pêldayîn, ew ji bo welatparêziyê dibe şanaziyek herî girîng. Ji bo vê jî dema kesek bêje: „Ez Kurd im”, rêza xwe bi ala Kurd û sirûda Kurdan ya netewî „Ey Reqîb” negire, kurdewatiya wan (wî, an jî wê) wê demê bê wate dimîne. Dema mirov ji bo vê mînakek balkêş bide: Li başûrê welat di Parlamena Hikumata Herêma Kurdistanê de dema sirûda netewî ey reqîb bête gotin, kesên ku parlament bin û ranebin ser xwe, ew vê mijarê hîn jî gırîngtir dike. Kesên ku Kurd bin û ew ji netew, ala û sirûda Kurd re giramiyê negirin, pêwiste ku mirov bi tundî wana şermezar biket.  Her wuha hin awerteyên sosret wusa hebin jî, ewên roj bi roj ber bi pişavtinê biçin û wenda bibin! Roja Ala Kurdistanê çi li welat û çi li dervayî welat dibe, bila ew li hemî sazî û keseyetiyên Kurd yên niştimanperwer pîroz bet!..

Di ew sala borî de qasî 80 komelên xortên Kurdan komcivîna xwe li Kurdistana Başur pêk anîn. Cara yekemîn bû ku ewqas komelên xortên Kurd gîhîştî bûn cem hev û du. Ji van 80 komeleyan berpirsiyarên 10 komeleyan xwe ji civînê şunda vekişandî bûn. Sedema vekişandina wan, li ser alaya Kurdistan, wana wekî 70 komeleyên dîn nadifikirîn!.. Îro di nav tevgera li Rojavayê Kurdistanê de jî, ji bo ala Kurdistanê tevliheviyek heye. Ew tevliheviya heyî piçûk bêt dîtin jî, ew  kar û barê li pêş Kurdan heyî dijwartir û girantir dike!..

Ji bo amade kirina Konferensa Kongreya Netewî ya Kurd pêk bê, di ser amade kirina wê re nêzîkî salek borî. Di encama dawî de, bi şaşetiyên hêzên netewî û bi bandora hêzên dagirker, ew xwesteka bi dil û can ya Netewa Kurd carek dîsa pêk ne hat. Bi têkçûna wê welatparêz xemgîn bûn û bi serneketina wê jî neyar pêşabûn. Di berpirsiyariya pêknehatina konferensê de bêguman hemî hêzên Kurd berpirsiyar in. Ji ber ku ew erka dîrokî ya li ser milên wan bû, wana ew pêk ne anîn…

Lê dîsa jî bila şervan û pêşmergeyên Kurdistan xem nekin! Bi gotinên xwe yên di sala 1998 an de min bi helbestek gotî bûn, wê carek din dubare dikim û dibêjim: Îro dibe, sibe dibe! Kurdistanê çê be!

Ala Kurdistan di nav komek alayên dewletên cîhanê de

 

KURDİSTANÊ ÇÊBE!..

Gelo ez dizanim,

Kurdistanê çêbe!..

Roj ewqas jî ne dûr in,

De werin, brano werin  !

Di nav koma xwe de,

Hun ciyê xwe bigirin.

De werin helê werin,

Ne tenê, yek bi yek,

Bi hezar û hezaran,

Bi çil û pênc milyon!

Dengê xwe zû rakin,

Ala Kurdistan bakin.

Îro, an jî hîn nêzîktir e!

Dewleta Kurd yê çêbe.

Rengê kesk û sor û zer,

Li ser wê spî û gewher

Ew ala yê nîşana wê be!..

  1. Balî

 

Lİ CÎHANÊ CARA YEKEM ALA KURD ÇAWA ÇÊBÛ?

 

Gotina „al, ala“ bi Farisî „beyrak“ bi Erebî „alem“ e. Dema mirov li ser ala Kurdistanê raweste, li pêş vê, ma wateyê gotinê ala ji ku têye?  Hezaran sal e, ku ala di nav netewan de bi kar têye. Lê kes nizane heya îro cara yekem kê û kîjan miletî ala çêkirye û dîtiye? Li berî baweriya yek Xwedêtiyê, pût û pûtperestî hebûye. Mirovan pûtên xwe yên çêkirî ewna bi reng û bi şerîtên cuda cuda dixemilandin. Paşê qiral, şah û hikumdaran ji xwe re sembol, nîşan danîne. Ew sembol dem bi dem bi guhartinan pêş ve çûne û dawî de ciyê wana alên îro  bi kar hatine. Ji civatên kevn vir de, heya roja îro alan her dem di nav civatan de hebûna xwe parastine.

Dema em tê de her ala netew û dewletekê temsîl dike. Ji bo vê jî her ala, nîşana (sîmgeya) netewbûnê ye. Di nav welat de li ciyên fermî (resmî) û li dervayî welat de li nav ciyên navnetewî de ala her miletî, wî miletî temsîl dike. Ji bo vê sedemê jî, ala ji aliyê her miletî ve pîroz û bimbarek têt pejirandin. Dema du dewlet li dijî hevdu şer bikin, li pêşiya hêzên wan dewletan, ew alayên xwe radikin banî. Dema ala hêzekê ket erdê, ew tê wê wateyê ku wan şer wenda kirye. Hêza ku ala xwe ketî erdê, hêdî ew di aliyê moral de têkdiçe.

Alagirên (beyreqdar) ordiyan ji kesên bejn û bala xwe bilind û yên bi hêz û quwet tên hilbijartin! Di şer de ala hêzekê kêt destê hêza dîn, têt wê wateyê ku hêza ala xwe wendakirî dîl (esîr) hatiye girtin.

Di dema Împaratoriya Romiyan de wan bi sembola qertal xwe nîşan didan. Napolyon jî sembolek wusa bi kar aniye. Îro li Yekîtiya Dewletên Emerîkî, li Elmanya Federal li gel alayên xwe sembolên qertalan dewlet û hêza dewletê temsîl dike. Ne bes tenê welatên rojava, welatên Hîndo-Ewrûpî jî piraniya wana rêza xwe ji qertal re heye. Îro li Başûrê Kurdistanê, Dewleta Federal ya Kurdistan li gel ala Kurdistanê PDK di nav nîşana partiyê de sîmgeya serê qertal jî bi kar tîne. Bi kurtahî qertal sembola azadî û serxwebûnê ye. Di aliyê dîn de qertal bilind firînê, hêz û quwetê temsîl dike…

Di dema îro em tê de dijîn de, ala netewî ya Kurd hemî Kurdan temsîl dike. Îro çilûpênc milyon Kurd bê ala nîn in. Di nav alayên cîhanê de alayên bi sê rengan gelek pir in. Ji bo ku sê reng, rengên serketin, pêşketin û şoreşê (dewrîm) hatine pejirandin. Yên di vê baweriyê de dibêjin cara yekemîn di sedsala 16 an de, di şerê navbeynê Îspanî û Holandiyan bûyî de, Holandiyan sê reng wek tirincî, spî û şîn (hêşîn) bi kar anîne. Wê demê Holand û gelê Holandî di bin nîrê Îspanyolan de bûye. Paşê di ala xwe de li ciyê tirincî rengê sor bi kar anîne.  Di şoreşa Fransiz de ew rengên ber bi pan, wek ber bi jor Fransizan di devgera xwe de nîşan dayîne û paşê jî, ji xwe re kirine ala netewî ya Fransê.

Wusa xûya dibe ku kesê ala Kurdistan çêkirî, ew ji agahdariya li jor hatî nivisîn agahdar bûye. Rengên alayên pir welatan jî rengên xwe wek ala Kurdistanê ye. Lê şikil û sembolên li navçeyê alan heyî, ew alan ji hevdu cuda dikin. Rengên ala Kurdistan dema ala serî bînî hevdu bibe, ew rengên ala  Îranê pêk tîne. Reng û şirîtên ala Mecaristanê (Ungar, Mecar) bi hemî avayî rengên xwe wek ala Kurdistanê ye. 

Di jiyanê gelan de rol û wateya alan girîng e. Di dîrokê Kurdan de cara yekem navê ala Kurd di efsaneya Kawayê Hesinkar de derbas dibe. Kawayê Hesinkar bi pêştemala xwe ya pê kar dikirî, ew wê wek ala berjor radike û pêl pêl badike. Li dijî Dehaqê xwînrij ew serê xwe radike. Bi tevger, têkoşîn û raperîna xwe, ew bi ser dikeve. Tê gotin ku Kawa, Kurdan azad dike û dibe serokê Kurdan. Wek hikumdarekî dadmend welatê xwe rê ve dibe û pêştemala xwe jî wek ala Kurdan bi kar tîne.  

Dema îro em li ser ala Kurdistanê  rawestin, cinarên Kurdan baweriya wan ya li ser ala Kurdan heyî qet ne baş e! Ji ber ku Kurd bindest in, ew bi çavekî neyartî li ala Kurdistanê dinêrin. Dixwazin bi nirxekî piçûk wê bê wate bikin. Wek çawa naxwazin Kurdan bipejêrin, ala Kurdan re jî dibêjin ew qerpala (çapût) ne nas, nizanim ku li kî derê hatî dibêjin û bi nav dikin. Em bêjin gotina neyaran heya ciyekî em rê bidin wan, ji bo ku neyar hatine bi nav kirin. Lê Kurdên bi alaya xwe re wek devê neyaran qise dikin re emê çi bêjin? Nezanîna kor, mirovan ji neyaran bêtir dike neyarê nijada xwe!..

Gelo di jiyanê mirovan de ala çi ye? Ez dixwazim hebûna alayê cara yekem di jiyana min de çawa çêbû û min ew çawa naskir, wê ji we re mînak bidim: Heya heft saliya xwe di jiyana min û di jiyana rojane ya şahiyên gundê me de wateya alayê wusa bawerim ku nîn bû. Heya salên 1950 î li bakurê rojavayê welatê me tesîra şoreşa Kurdistanê gelek hindik bû. Ne navê Kurd û Kurdistanê, ne jî şikla ala Kurdistan di mejûyê Kurdên li wir dijîn de tune bû. Bes Kurdî diaxiftin û bi xwe re jî „Kurmanc“ digotin. Bi gotinek din dema mirov ne di xizmeta neteweyê xwe de be, ew dibe pêyayê xelkên beyanî (yad). Rojavayê welat herkî dem diborî wek roja îro Kurd ber bi pişaftinê (asîmîlebûnê) dimeşîn û diçûn. Di wê demê de şerê di navbeynê kapîtalîzma cîhanê bi sîstema sosyalîzmê re hebû. Di navbeyna Koreya Bakur û Koreya Başur de jî şer derketî bû. Di şerê Korê de ji gundiyên gundê me jî yek tê de beşdar bûyî bû. Wî bi xwe re yek ala Korêya Başur jî anî bû. Wê demê wexta berbû diçûn bûkan bînin, digotin:“ Biçin ala Xalê Hesen bînin!“ Ew ala Koreya Başur pir salan li gundê me, di şahiyan de wek ala bi kar dihat. Dema min li gundekî cînar dest bi dibistana seretayî kir, li wir cara yekem min ala Tirkan dît û lê seyr kir! Di wan salan de kesên ku Kurd bûn û xwendin dizanîn gelek hindik bûn. Rojname û kovar jî çi bi zimanê Tirkî û çi bi zimanê Kurdî be ewna di nav Kurdan de qet tune bûn. Pirtûk xwendin, di radyo de nûçe bihîstin ne mimkun bû. Televîzyon hîn ne hatî bû dahênan (îcat nebû). Radyo hebû, lê hîn ne hatî bû navçeya em lê dijîn. Rojekê gotin mamhosteyê Tirk radyoyek anîyê mala xwe. Dema ez jî çûm radyo bibînim, di radyo de kilamên Tirkî dihatin gotin û cara yekem bû, ku min mala mamhoste jî dît. Ez li her tiştê wan eceb mam. Lê radyoyê wek sanduq mezin, bêtir bala min kişandî bû  ser xwe. Çend xwendekarên mezin li min nêrîn û bi eceb mayîna min kenîn û pişt re bi min re gotî bûn:“ Belê, belê sibe dora te ye. Emê tê jî di hundirê radyo kin û li dengê te guhdar bikin!“ Baş bîra min têye ku roja duwem, ez ne çûyî bûm dibistanê…

Paşê rêyek dirêj li ber min vebû û ez jî tevî rêwiyên rêya têkoşîna azadiya Kurdistanê bûm. Di wê rê de hêdî hêdî qasî ji destên min derketî bi rêhevalan re, ez jî wek nîv sedsale ku dimeşim. Lê ez îro li zaroktiya xwe ya wê demê dinêrim û difikirim, ku mirovên wek min yên wê demê heyî, îro jî jimara wan ya di nav Kurdan de, ji jimara wê demê ne kêmtir e! Şaîrê Kurd yê bi navê Nabî (1642-1712) bi eslê xwe Kurdê Rûhayê ye û bi Kurdiya îro wusa dibêje: “Ew mahîna (masî) ku di nav derya de dijîn û lê nizanin ku ew deryayê tê de dijîn heye!“ Demên borî ne tenê li gundê me, dema mîritiyên Kurdan de jî hin mîrên Kurd bi neyarên Kurdan re şer kirye, hinek mîrên Kurd ya li şer seyr kirine, an jî aliyê neyaran girtine!.. Sedsal wusa borîne. Di nîvê sedsala bîstan de Kurd ji xewa sedsalan ya reş şiyar dibin û li Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê (1946) Komarek Kurdan ava dikin. Lê komar zû dixile. Alîkariya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn bila li alîkî bimîne, kes ne çêbûna wê, ne jî, ji têkçûna wê behay dibin. Li Başûrê Kurdistanê Kurdên bi rûmet bi navê „pêşmerge“ qet tu caran çek ji destê xwe bernedane. Paşê li Bakurê welat jî di destpêka salên 1970 yî pê de dengê çekan carek dîn destpêdike. Çi Başur dibe û çi li Bakur, Rojhilat û Rojava li her derê Kurd li benda roja azadiya xwe  bûn! Lê di dawî de li Kurdên Başur roj hilat û wê jî şewqa xwe daye hemî welat! Ew roja zer, tîrojên xwe avêt her der. Di navçeya ala Kurdistanê de ala Kurdan wek ala Komara Mahabat wê jî rengên xwe kir sor, spî û kesk…

 

Di Jiyanê Gelan de Hebûnên Girîng çi nê?

Di jiyanê netewan (milet) de pir hebûnên girîng hene. Ji wana sê sembol pir girîng in. Ji wan girîngiyan yek ala netewî, duwem sirûda netewî û ya sêyemîn jî nexş (xerîte) û sînorên welat in. Sirûd û ala Kurdistanê  îro baş xûya ye. Li ser wan qet ti guftugo nabin. Gotina ji rûspiyan hatî û dibêjin ku: „Her giya li ser koka xwe şîn dibe!” Her sazî, partî û komelên Kurd nîşanek (sembolek) xwe heye. Her nîşan wê saziyê, an jî wê partiyê temsîl dike. Lê ala Kurdistanê hemî sazîyên Kurdan di bin siya xwe de li hev dicivîne. Pêwiste ku hemî sazî û partiyên Kurd jî, ew wek neteweyên din li ala xwe ya netewî xwedî derdikevin. Ew rêzik (qeyde) ne ji bo Kurdan tenê, ji bo hemî neteweyên cîhanê derbas dibe. Di hebûna sêyemîn de, yanê di sînorên nexşa Kurdistanê de, di mercên îro em tê de dijîn de mirov dikare bêje û rê heye ku li ser sînoran jî li hev neke. Ewa ne di destê me Kurdan tenê de ye! Kesê kor dixwaze çavekî ronî, lê Xwedê du çavên ronî bidê, hîn çiqas xweştir jî dibe! Kurd sînorên tê de dijîn dixwazin wan hemî bi dest xwe xin. Xwestin tiştek e, lê xwedî derketin, dest xwe xistin û paşê lê hikumkirin, ew tiştekî din e!..

Yekî dîn (şêt) kevirekî davêje bîrekê, lê çil kesî bi aqil nikarin wî kevirî ji wê bîrê derxînin!.. Di salên borî de li ser ala Kurdistan û sirûda netewî „Ey Raqîb“ hin gengeşî dibin. Lê ew gengeşiya ne rast û ne di ciyê xwe de, ji aliyê welatparêzan ve zû hate vemirandin. Ji bo ku ala Kurdistan îro li ser erdek azad ya bi navê Kurdistan li ser pênc milyon Kurd pêl dide. Ji xeynî neyarên Kurdan, gelo ma kî dikare li dijî rewşek wusa û li dijî ala Kurdistanê rawest e?.. Çend salan berê mirov dikarî li ser mijarên wusa biaxive. Lê di rewşa îro de dijmin bi dilê xwe bixwazin, an jî nexwazin ewna ala Kurdistanê dipejêrin (qebul dikin). Dema xêrnexwazên Kurdistan ewna bi mivanî diçin Kurdistanê bi gotina sirûda netewî „Ey Raqîb“ bejna xwe li ber ala Kurdistanê ditewînin. Ji bo vê jî pêwiste ku hemî Kurd ala xwe ya îro bipejêrin, lê xwedî derkevin û bejna xwe li ber wê bitewînin. Ew jî erka ser milê her Kurdî an jî her kurdê ye!..

Lê ez dixwazim mijara alan bi çavekî zanistî bikolînim. Gelo ma roja em tê de dijîn, Kurdek dikane li dijî ala Kurd derkeve?  Ez ne di wê baweiyê de me, ku bi zanîna xwe Kurdek bêje : ”Ez li dijî ew ala ya îro heyî me!“ Rengên ala Kurdan kesk û sor û zer, li navçeya wê de roja wek gewher, ma ji van rengan xweştirîn li cîhanê kîjan ala hîn heye? Lê li gor her netewî ala xwe çiqas pîroz e, ala Kurdistanê jî, ji bo Kurdan ewqas pîroz e!..

 

Ala Kurdistanê cara yekem kê çê kiriye?

Ala Kurdistanê di destpêkê de heya roja îro çawa hatiye vê qonaxê? Çend gotinan dixwazim li ser vê mijarê bêjim û ronahîxim. Gorbehişt Şêx Mehmud Berzencî dema bibe qiralê Kurdistanê li ser ala Kurdistanê jî karûbarên xwe pêk tîne û dixwaze ala Kurdistanê bide amadekirin. Li ser bingeha ala Kurdistanê ew çawa hate amadekirin û cara yekem kê ew çêkir û ji destê kê hate der, dixwazim çend gotinan pêşkêşî xwedevanan bikim.

Di dema Komara Kurd Ya Mahabadê de, di ew ala Kurdistanê ya îro de hinek guhartin hatine çêkirin. Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paş) ji wan kesan yek e, ku di civîna pêşkeş kirina avabûna Komara Mahabadê de jî beşdar bûye. Wî di berhema xwe ya dîrokî bi navê „Doza Kurdistan” û di pirtûka serboriyên xwe de li ser ala Kurdan jî rawestiye.

Zinar Sîlopî

(Qedrî Cemîl Paş)

(1891-1973)

 

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paş) li ser ala Komara Mahabadê wusa dinivisîne: „Hukumeta Cumhuriyeta Mahabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919 an de ji aliyê -Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî- ve hatibû tesbîtkirinî ji wê alê girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê -Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan- nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mahabadê qebûl kirin.“ Komara Mahabadê 31 ê Adarê sala 1947 an de dema Qazî Muhamed hatê dardakirin şunda dawî lê hat. Komar hate rûxandin şunda jî, heya roja îro, ew ala bû ala Kurdistan. Zinar Sîlopî dinivîse û dibêje: „Dema Barzaniyê nemir bi hêzên xwe yên çekdar ve vegeriya Kurdistana Başur, jina Qazî Muhamed ew ala ji Stenbolê ya orîjînal di dest de heyî, ew dayî bû Serok Barzaniyê nemir.”

  1. Mustafa Barzani

(1903 – 3 Adar 1979)

Lê di dema Xoybûn û Serhildana Agirî  de, ew  ala  îro li Başûrê welat ji bo Dewleta Federal Ya Kurdistan fermî hatî pejirandin, hin dibêjin ew ala li ser bingeha ala Ahmed Muxtar Caf çêkiriye. Di gotar û gotinên berê de navê alaçêkerê Kurd yê yekemîn Ahmed Muxtar Caf pir derbas nabe. Îro hemî Kurd û dostên Kurdan li ew ala Kurdistanê xwedî derdikevin. Di muzeya alên cîhanê yên li Stockholmê, bi navê ala Kurdistanê, ew modelê îro Kurd bi kar tînin, wê alê li vir ciyê xwe girtiye.  Min bi xwe jî ew şikla ala Kurd li Stockholmê dîtiye. Lê tîrojên rojê ne wek tîrojên ala îro ne. Serî tîrojan wê ne tûj in, ew hinek pan in!..

AHMED MUXTAR BEGÎ CAF

(1896-1935)

Ala Kurdistanê ji bo hemî hêz û saziyên Kurd û Kurdistaniyan nîşana yekîtiya wan e. Heke hêz û partiyek Kurd an jî mirovên welatperwer yekîtiyek rasteqîn bixwazin, pêwist e, ku ew di bin siya ala Kurdistanê de bicivin.  Ji bo vê jî ala neteweya Kurd ji Kurd û ji Kurdistaniyan re gelek girîng e! Pêwist e, ku her Kurd û Kurdistanî ji ala Kurd ya îro re giramî û rêz bigirin. Rastî, li her ciyî dinê rastî ye; nezanîn jî li serê mirovên nezan her bar û bela ye!.. Ji nezanîn û xinisiyê (xayîn) nebe, ma Kurdek neyartiya netewe û ala xwe dike?..   

Bi vê gotarê jî baş tête dîtin û xûyakirin, ku di şikla ala Kurdistanê de guhartinên mezin  çênebûne. Di destpêkê de ala çawa ye, bi guharinên piçûk, îro jî ew ala wusa ye.

 

Çend mînak û dîtinên din yên dîrokî di derheqê ala Kurdistanê de

Di derheqê ala Kurdistanê de birêz Mahmûd Lewendî jî, di gotarek xwe de ew li ser ala Kurd radiweste. Bes di nixteya „ala cara yekem kê çêkirye?“ de ne wekhevî heye. Di vê derbarê de li gor Lewendî “ Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên „Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî“ ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kiriye û di hukmata Şêx Mehmûd de jî bûye wezîr û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê „Bangî Kurdistan“ ne dûr e, ku ala Kurdî ya Şêx Mehmûd ku di 10.10.1922 an de hatiye tesbîtkirin jî bi pêşniyaza wî hatibe qebûlkirin.“ dibêje û di derheqê ala Kurdistanê de dîtina xwe ûsa berdewam dike:“Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan ya ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920 an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.“ (1)

Di derheqê alên Kurdan yên dîrokî de Lokman Polat (2) wusa dinivîsine: „Wek tê zanîn Med bapîrên Kurdan in. Medan di dîrokê de împaratoriyek mezin damezrandine. Wekî her mîletî ew jî di dema xwe de xwedanê ala xwe bûne. Ala wan sembola împaratoriya wan bûye. Ala Medan weha bû: Li alî jor şerîtek sor heye. Di nav vê şerîta sor de taç heye. Tac zer e. Li navê şerîtek spî heye. Di  nav vê şerîta spî de wêneya şêr heye û li pey şêr jî tîrêjên rojê derketine. Roj bi rengê zer e û şêr jî bi rengê gewher e. Li alî jêr şerîtek kesk heye. Di nav vê şerîta kesk de ti wêneyek lê nîn e… Ala Medan ku di dema dîroka qedîm de bi kar anîne û ala Kurdan ku ya niha wek sembola netewî diparêzin ne wek hev bin jî, rengên wan wek hev in. Kesk û sor û zer di her du alayan de jî cih girtine. Alaya Kurdan ya niha de taç û şêr jê derketine. Di ala Medan de roj nîv roj e, di ala niha de roj bi temamî heye.“ dibêje.

Ala Împaratoriya Med

Ew ala Medan û ala Kurdan ya îro raberî hevdu dike û nêzîkatiya rengên wan nîşan dide.

Dîsa Karîm Zand yê Silêmanî di derheqê ala Med û Kurdan de wusa dibêje: „Kurd ji Medan vir de (li pêşzayinê 700) heya roja îro alayek tenê bi kar tînin. Li Kurdistanê rengê sor, spî û rengê kesk û li navçê roja ji 21 şuayan (tîrêj) pêk hatî her diparêzin.“ Ew gotinên xwe yên li ser Medan wusa berdewam dike: „Medan ew ala xwe ji bo siruştê sîmge bikin hilbijartine. Ji bo ku her dem Kurdan ji siruştê hez kiriye. Ew rengên ala Kurdan îşaretî ew nixteyan dikin. Rengê sor, temsîlî qurbanên Kurdan dayîne, rojhilatina rojê ronahiyê, rengê spî sadetiyê û aşitiyê, rengê kesk jî rengê siruştê ye. Şuayên (tîrêj) li dorê rojê jî 21 ê Adarê, Cejna Newrozê sîmge dikin.“ Karîm Zand zaneyekî Kurdan li ser nexşa Kurdistanê bi kar kirina xwe  têye nasîn. Li sala 1946 an de, dema Komara Kurd Ya Mahabadê hate damezrandin, wî li wê derê mamostetî jî kirye. (3)

Weneyê Ala Kurdistan

(1916-1946)

Di dema şerê cîhanê yekemin de ji bilî Kurdistana Rojhilat hemî erda Kurdistanê di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de dima. Ronakbîr û siyasetmedarên Kurdan piraniya wan li Stenbolê niştecîh bûn. Dayîn û standina Kurdan ji her perçeyî wê demê gelek baş bûye. Ji bo vê sedemê jî welatekî azad di nav wan de dihatiye goftugo kirin. Di bingeha avakirina ala Kurdistanê de her çiqas pêşniyaz û kar li ser erda Kurdistanê bûyî bin jî, komelên siyasî yên li Stenbolê heyî li ser yên welat tesîrek xwe hebûye. Biryarên li Stenbolê dihatin girtî li ser hemî hêzên li Kurdistan heyî  muteber bûne. Di salên 1920 an şunda dema komarên İraq û Suriyê çêbûn şunda xwendekar û ronakbîrên Kurdan piraniya wan vegerîne İraq û Suriyê. Kesên bi ala Kurd çêkirinê re mijul dibûn û yên baweriya xwe bi hebûna ala Kurdistanê heyî, ew ji Stenbolê vegeriyan nav welat şunda, ala Kurdistanê jî di nav tevgera azadiya Kurdistanê de ciyê xwe digire.

Di avakirina Dewleta Şêx Mehmud Berzencî û di destpêka saziya Xoybûnê vir de,  di nav komele, sazî û partiyên Kurd de, ew nîşana dibe ala Kurdistanê. Ew ala di weşana Cemiyeta Kurd ya bi navê Xoybûnê de wek li jêr hatî diyar kirî hatiye weşandin û pejirandin. Bes heya ala îro tîrojên ala Kurd de  jimara tîrojên rojê ne wek hev in. (4) Dema jimara tîrojên rojê li alîkî bin, di nav alayên bi kar hatin de, ala wek ya îro ew ala Xoybûnê ye.

Ala Xoybûnê

(5. Oktober 1927-1946)

Kovara Hawarê û Ala Kurdî (1932)

Di dîrokê me Kurdan de Kovara Hawar wek dibistanek nûjen e. Hejmara wê yekemîn 15 Gulanê 1932 an de hatiye weşandin. 57 hejmar derketin şunda  15 ê Tebaxê sala 1943 an de dawî lê hatiye. Ew kovar, dîrokê Kurdan ya sedsalê 20 an di aliyê zimanê Kurdî, çand û mejûyê Kurdî de pir nixteyên tarî ronahî diket. Hawarê di aliyê civatnasîn û netewetî de jî li ser rêçek nûjên gavên girîng avêtine. Di aliyê netewebûnê de mînakên gotarên rêzanî (siyasî) ji welatên Rojava hatin girtinî, ew cara yekem di vê kovarê de hatine belavkirin û weşandin. Gotara ji aliyê Celaded Bedirxan ve, ya di Kovara Hawar hejmara 9 an, 30 yê Îlonê sala 1932 an de hatî nivîsîn de, ew li ser ala Kurdistanê agahiyan dide û wusa dibêje: “Her milet xwediyê alakê ye. Ala nîşana milet û welat e. Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiya ye. Al namûs, rûmet û bextê miletan e. Zaroyên her miletî ji bona bilindî û bi kedrbûna ala xwe, bêperwa xwe didin kuştin. Ala her miletî jê re beha ye… Ala Kurdan ji jor ber bi jêr ve, ser hev sor, spî û kesk e, di di nava wê de roj diçirise.“ Dibêje. Di hejmara 11 an de jî kovar bi rengîn ala Kurdistanê hatiye weşandin. Roj, di navenda ala de ji 18 niçikan (tîrêj) pêk hatiye. Di destpêkê de ala bi destan hatî çêkirinî de hesabê niçikan baş nehatiye hesab kirin. Lê bi teknika îro ala Kurdistanê wek Celaded Bedirxan nîşan dayiye. Lê niçikên alaya rasteqîn bes 21 in. Hejmara Hawarê ya bîst yekan, hem roja 21 ê Adarê Newrozê, hem jî serê sala salnameya Kurdî nîşan dide. Wateya 21 ê Adarê ya din jî, di aliyê navnetewî de ew roj, roja têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî nijadperestiyê ye…

Di Kovara Hawar, hejmara 5 an, 20 ê Tîrmehê sala 1932 an de, bi leqebê „Herekol Ezîzan“ Celadet Bedirxan li ser ala Kurdistanê helbestek jî nivîsiye. Ji bo şikla ala Kurdistanê baştirîn bête dîyarkirin, ew helbesta wek bingeha xwe çawa hatiyê nivîsîn li jêr tête xûya kirin. (5)

         Herekol Ezîzan

(Celadet Ali Bedirxan)

  (1893-1951)

Ala Kurdan

 

Ala Kurdan di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengên te

Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesor e, bi roj e

Ev li jêr û ew li jor.

Semyana keç û lawan,

Rûmeta jin û mêran,

Neyarên te pir jî bin,

Tu dê bidî bera wan.

Ko çirisî roja te ,

Dê belav bin mij û dû.

Rabe ser xwe ser bilind,

Nêzîk bûye roja te.

 

Herekol Ezîzan

Hawar, 1932

Nûva kirin û weşandina duwemîn ya Kowara Hawar di sala 1975 an di rûpelê pêşî û paşî de carek din bi rengîn ala Kurd ciyê xwe digire. (6) 

Têkoşer û helbestvanê nemir Osman Sebrî jî di nav nivîskarên Kovara Hawar de cih girtî bû. Dema min dîwana wî li Şamê di salên 1980 yî de amade dikirî, di nav axaftinan de wî ji min re behsa ala Kurdan jî dikir. Ew endamê rêxistina Xoybûn, paşê jî ew bû têkoşer û siyasedmedarekî Kurd li Başurê Piçûk yê bi nav û deng. Ew di helbesta di dîwana xwe de (7) ya bi navê „Ala Rengîn“ ala Kurdan wusa pêşdarî (tasvîr) xwendevanan dike:     

 

Gelo ez dizanim,

Kurdistanê çêbe!..

Roj ewqas jî ne dûr in,

De werin, brano werin  !

Di nav koma xwe de,

Hun ciyê xwe bigirin.

De werin helê werin,

Ne tenê, yek bi yek,

Bi hezar û hezaran,

Bi çil û pênc milyon!

 Osman Sebrî

(1905-1993)

  Ala Rengîn

Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn kesk û zer.

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

Dûr, nêzîk ezê te hildim.

Tu yî xemla banê min.

Ger bi vê derman mirin bî

Bo te gorî canê min!

Sê salan bi te kêfxweş bûm,

Agrî, Zîlan, Tendûrek,

Li pêş suhna te bûne ax.

Leşkerên Turk lek bi lek

Dêrsîm û Sasun û Pijder

Bo te xwînê dirêjin.

Herçî xort in, herçî Kurd in

Bo te lavjan dibêjin,

Leşker im bot e ala min.

Min divê gurmîn û şer

Duwanzde mîlyon bûne pandî,

Bo te Kurdên pir huner.

              Osman Sebrî,  Hawar-1936

 

Lehengê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de li ser ala Kurdistanê

dinivisîne. Di 1926 an de, Bro Heskî Têlî, ji êla Celaliyan, li çiyayê Agriyê serî hildide.

Îhsan Nûrî Paşa

(1893 – 1976)

Di sala 1927 an de Îhsan Nûrî, xwe digîhîne Çiyayê Agiriyê. Rêvabirina şoreşê digire destê xwe. Ji alî rêxistina Xoybûnê ve wek serfermandarê leşkerî têt hilbijartin. Di wê salê de ala sê rengîn ya serxwebûna Kurdistanê, ku di sala 1920 an de ya „Teşkîlatî Cemîyeta Kurdîstanê” qebûl kirî bû, rêxistina Xoybûnê ew al şandî bûn Agiriyê. Îhsan Nûrî Paşa wê alê cara pêşîn li Agiriyê bilind dike.

Ala serhildana Agirî

Îhsan Nûrî Paşa:“Min posteke esker ji xortên nebezê Kurdan amade kir, ala Kurdistanê li serê çiyayê Agiriyê daçikand. Hêzên Romî ku li dora bajarê Bayezîdê bûn. Pasevanên qaremanên Agiriyê ji dûr ve ji bo alê hurra dikişandin û li çepikan dixistin. Wê çaxê li Agiriyê teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû.” dibêje.

Qazî Muhamed

(1893 – 30 Adar 1947)

Ala Komara Kurd Ya Mahabad

Di pirtûka William Aegleton (8) bi navê „ Komara Kurd Ya Mahabad“ di sala 1962 an weşandi de li ser ala Kurd ûsa dinivîsîne: „Di sala 1944 an meha Gulanê de rêxistina (saziya) bi navê „Komele“ bi hevalbendên xwe yên li Iraqê ve ala Kurd ya netewî amade kir. Ala ku sê şiritan pêk hatî de her şirît bi rengekî bû. Li herî jor rengê sor, li navê de spî, li herî jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî avayî rengên ala Îranê hatî bûn ser binî hev. Di navendê alayê de sembola Kurdan roj, li her du aliyên rojê de simbêlên genim, li paş çiyayek û weneyê pênivîs cih girtî bû.“ Di vir de nivîskar şikla ala Kurd ya Mahabad li pêş çavan dide diyar kirin. Li jor ala Kurd ya rasteqîn çima wusa hate guhartin li ser wê tu agahiyên dîn nade. 

Ala Komara Mahabad

Lê di dema Xoybûn û Serhildana Agirî  de ew  ala  îro li Başûrê welat ji bo Dewleta Federal Ya Kurdistan fermî hatî pejirandin, ew ala li ser bingeha ala ya Ahmed Muxtar Caf çêkiriye. Hemî Kurd û dostên Kurdan li wê ala Kurdistanê xwedî derdikevin. Di muzeya alayên cîhanê ya li Stockholmê de bi navê Kurdistanê ew modelê îro bi kar têt ciyê xwe digire.

Ala Kurdistanê ji bo hemî hêz û saziyên Kurd û Kurdistaniyan nîşana yekîtiya wan e. Heke mirov yekîtiyek rasteqîn bixwaze, pêwist e, ku ew di bin siya ala Kurdistanê de pêk be.  Ji bo vê jî ala neteweya Kurd ji Kurd û ji Kurdistaniyan re gelek girîng e! Pêwist e, ku hemî Kurd lê giramî û rêz bigirin.

Şehîdê Kurdistan Apê Musa Anter

(1920 – 1992)

Di pirtûka xwe ya bi navê „Serboriyên Min“ de dema pêwistiya alayek Kurdistan dibe û çêkirina wê dide ser milê xwe. Musa Anter dibêje „ Di sala 1948 an de li gel Yusif Azîzoglu û çend Kurdên din rêxistinek danî bûn. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo wê destê xwe datanîn ser ala Kurdî û bi çekekê sonda xwe dixwarin!“. Musa Anter ji bo vê alayê ûsa dibêje: “Wezîfa çêkirina alayê li ser min bû. Ez li Stenbolê çûm Kapaliçarişyê, min her yek nîv mîtro, çar reng qûmaş kirîn. Ala îro jî tê zanîn: Sor, spî û kesk, li ortê jî rojek zer heye. Sembola reng û roja li ser alayê jî weha ye; spî, aştî ye, sor xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê milî yê Kurdan Zerdûştî ye.” 

Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbîyan

(1929 -2013)

„Min di avakirina Komara Mahabadê de ala Kurd bilind kir!..” Ubeydulah Eyûbîyan.

 Di rojnameya hefteyî ya siyasî û çandî „Dema Nû“ de li Hewlêrê bi mamhoste Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbîyan re hevpeyvînek gelek balkêş 21ê Tîrmeha 2005 an de hatiye çêkirin. Dema ew gotar hate bilav kirin mamoste hîn li dinê bû. Ji bo vê jî ew çavkaniya di nav me de dijît yê li ser ala Kurdistanê herkesî ronahî bike. Ez bawerim ji vê pê de li ser dîroka ala Kurdistanê ji bilî neyaran tukes nikare gengeşiyê jî bike!..

Bi çend gotina ez dixwazim Ubeydulah Eyûbiyan bidim nasandin. Di sala 1928 an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya seretayî û navîn ciyê lê hatî dinê, ya bilind jî li Zanîngeha Tebrîzê xilas kiriye.

Ew di 17-18 saliya xwe de beşdarî şoreşa avakirina Komara Kurdistan ya Mahabadê dibe. Bi gotina xwe dibêje: „Di nav refên şoreşgerên Komara Kurdistan ya Mahabadê de ala Kurdî min bi destê xwe bilind kir!..“ Ew yek ji wan kesên hîmdarên Komela Jêkev (J.K.) ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev komele di şiyarkirin û serkeftina tevgera rojhilatê Kurdistanê de roleke girîng lîstiye. Wî hevalbendî û hevkariya Serhildana Agirî û ya pêşengê wê Îhsan Nurî Paşa jî kirye. Ew bi helbestvan û ronakbîrên Kurd yên nemir wek Qedrî-Can, Cigerxwîn, Celaded Bedirxan û Osman Sebrî re jî bûye heval. Ew  profesorekî Kurd bi dehan berhemên xwe yên zanistî bi afirandina wan jî têye nasîn. Ew bi emrê xwe yî dirêj îro li Kurdistana azad dijît.

Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbiyan bersiva kovarê ûsa dide: „Min hem avakirin, hem jî rûxandina Komara Kurdistanê ya Mahabad bi çavên xwe dîtin!..“

Seydayê Eyubiyan, hûn bûne şahidê dîrokeke dûr û dirêj. We avakirin û rûxandina Komara Kurdistan ya Mahabadê bi çavên xwe dîtiye. Hûn dikarin behsa wê dîrokê ji me re bikin?

Prof. Dr. Eyûbiyan:“ Ev tevgera sala 1946 an, yanî Komara Kurdistan ya Mahabadê, ji aliyê Komeleya J.K. ve hat lidarxistin. Ji perçeyên dinê jî li başûrê Kurdistanê Komeleya Hêwa, li bakurê Kurdistanê jî Komeleya Hêvî ji bo hişyarkirina gelê Kurdistanê di nav tevgerekê de bûn. Yanî ev komele her çendî yekser bi hev ve girêdayî nebin jî, pêwendiyên wan yên netewî li gel hev hebûn. Komeleya J.K. di avakirin û di hişyarkirina bizava Kurdên Îranê de çalakiyên baş kirin. Paşê jî Rûs hatin ew çalakiyên wan dan rawestandin, nehîştin ku xebatên netewî (milî) bikin. Paşê jî wê navê xwe guhart, di ciyê wê de Hîzbî Demokratî Îran (PDK-Î) ava bû. Hemû endam û alîkarên wê komelê bûn yên ku Komar ava kirin. Ez bi xwe jî endamê wê komelê bûm. Min bi xwe di avakirina Komara Kurdistan ya Mahabadê de ala Kurdî bilind kiriye. Ez wê demê hêj 17-18 salî bûm. Qazî Mihemed û Mela Mistafa Barzanî li ser banê Îdareya Adliyeyê dipeyivîn. Serokê Komeleya J.K. Husein Fayîk jî li wê derê bû. Ev ala Komarê ya ku min bi destê xwe bilind kir, her ew ala bû, ya ku Îhsan Nurî Paşa di Serhildana Araratê de bilind kir; her ew al bû, ku Şêx Mehmûd Berzencî jî li Silêmanîyê bilind kir; her ew al bû, ku nuha kek Mesud li başûrê Kurdistanê bilind kiriye. Li her sê ciyan jî her eynî al bû. Lê li ser arma Komara Mahabadê xencer û guliyê zeytûnê hebûn. Lê paşê ji ser ala Kurdistanê ew xencer û zeytûn rakirin.“ dibêje. (9)

Prof. Dr. Ubeydulah Eyûbîyan Ji bo Ala Kurdistanê mînakek dîrokî zîndî ye. Ji xwe tu welatparêz û neteweperwer li dijî şiklê û rengên Ala Kurdistanê nîn in. Di nav pir alan de dema mirov lê ninêre bêtirî piran ew bala mirovan dikişîne ser xwe. Ala Kurd hem xweşik û hem jî rengîn e,  ew bi hebûna neteweya Kurd gelek zengîn e! Dijmin li wê dinerin, dipeqin û  dimirin! Kurd û dostên Kurdan jî pê wê şadibin. Ey Ala Kurd! Tu her bijî, heta hetayê!..

Prof. Dr. Jemal Nebez

(1933 – 08.12.2018 )

Jemal Nebez zanyarekî hemdemî kurd e. Di salên 1970 an de ew li zanîngeha Berlînê ya Azad (FU) di Înstîtûta Êranîstîk de, di destpêkê de mîna wanebêj û piştî hîngê mîna Ass. Prof. Dr. ders dida. Beşek ji waneyên wî, Kurdolojî, Farîsî û dîrokê Êran bû. Herwuha dîrokê Êran bû. Min ew di wan salan de naskir û ew bû mamosteyê min jî. Ji Qiralê (Shahê) Kurdistan Shêx Mahmudê Berzencî bigir heya roja îro, ew gelek Kurdên bi nav û deng dinase û hevaltiya xwe bi wan re heye…

Jemal Nebez li ser ala Kurdistanê di meha Tebaxê sala 2008 an de bi min re wusa axaft: „Li ser ala Kurdistanê pir tishtên tên gotin ku ji wana gelek ne rast in. Helbestvan û walatparêzê mezin Hejar ku di dema Komara Kurdistan (1946) de jiya ye û ew bûye dîdarê ala Komara Kurdistan jî. Li ser ala Kurdistanê gotinên  xwe wusa tîne ziman û dibêje:

           

    Kurdistanim rengîne,

    Beheştî ser zevîne!

    Xakim weku alakem

    Reng sor û spî û şîn e.

 

Mîna ku em dibînin, di navenda ala Kurdistanê de roj heye.  Ew ji hizra mîtraîzmê hatiye. Dîtina min li ser ala Kurdistan ji zû de heye: Di sala 1951 an de, dema ez li zanîngeha Bexdayê da xwendekar bûm, min Kurdperwerek bi navê Beşîr Muşîr dinasî. Dikanê wî bûyî bû malbenda Kurdên Bexdayê. Rojekê jimarek pir bi temen hatin dikana Beşîr Muşîr. Di nav wan de yê temenê xwe herî xort ez bûm. Ew roj, roja Cejna Newreozê bû. Wê demê pîrozkirina Newrozê ne fermî bû li Iraqê! Pîrozkirina Newrozê li Başûrî Kurdistan di dema Şoreşa Eylûlê de (1969/1970) bû cejnek serbest û fermî.

Kesên di civînê de beşdar bûyî, hemî bi hevra rabûn û em hemî çûn mala parêzer Maruf Ciyawuk. Ew ji xelkê Hewlerê bû. Di sala 1927 an de li Bexdayê Yana Serkewtinê Kurdan (Kluba Kurd) çêkirî bû. Ji ber ku endamên Klubê kirêya xanî nedayî bûn, ew hatî bû girtin! Maruf Ciyawuk neçar bûyî bû ku li ser deryê mala xwe tabloyek dabîne li ser wê jî ”Kluba Serkewtinê Kurdan“ binivisîne!.. Em çûn wî ciyî. Di nav me de Şakîr Mecrum (wezîrê post di dema hikumata Şêx Mahmud Berzencî de)  mamoste Refîk Hilmî, serheng Emîn Rewandizî, serheng Arîfê Sor, Refîq Çalak (şoreşger, şanoger, helbestvan, nivîskar), serheng Cemal Arîf Kerkûkî, Abdulqadîr Qezaz, Mela Wahîdî Hewlerî jî hebûn. Pirsyar hatin kirin ku ji bo çi li ser derê Yana ala Kurdistanê nehatiye nişan dayîn! Beşdarên civînê ji wan her yekî ji xwe tiştek gotin! Gotûbêja ala Kurdistan derket holê. Herkes reyek digotin ku ew ji hevdu cuda bûn.  Şakîr Mecrum dest bi axaftina xwe kir û wusa gotina xwe berdewam kir: „ Ala Kurdistan ji şerê cîhanê yekemîn vir de heye û ji aliyê hozan û niştîmanperwerê Kurd Ahmed Muxtar Caf ve cara yekem li Helepce hatiye çêkirin.  Piştî şerê cîhanê Mêjer Noel (efserî hêzên Brîtanya yên li Silêmaniyê bû) ew ala heyî li Silêmaniyê birî bû, bo Bakurê Kurdistan.

Di dema qraliyeta Kurdistan (1922-1924) de Şêx Mahmud Bercencî alayek teybet bi kar anîye ku di nav rengên wê de rengê zer nîn e. Roj di nav alayê de bi rengê sor, bi rengê spî jî  hîvek di nav rojê de hatiye alandin.  Li dorbera wan, ala bi rengê kesk tewaw bûye. Di nav rengê ala Kurd de her roj heye û bi rengê zer e. Di vê alê de hîv, wê ji alayên din cuda diket.

Ala Qraliyeta Kurdistan

(1922-1924)

Qralê Kurdistanê Şêx Mahmud Bercencî

(1878-1956)

Mamhoste Dr. Cemal Nebez dibêje:„Gava em çûn dîtina wî (Şêx Mahmud), ji me re li ser Noel sala 1956 an wusa got:“Ew mirovekî baş û alîkariya Kurdan dikir!“gotî bû. Dîsa Wezîrê Şêx Mehmud yê Poste Şakîr Mecrum li sala 1951 an de di derheqê „Ala Kurdistanê“ de bi Mamhoste Nebez re axifiye û reng û şikla ala Kurd ya îro wusa şayesandin (tewsîr) kirye û gotinên xwe wusa berdewam kirye: „ Xor (roj) ji çi hatiye? Eva li dijî heyfê Osmaniyan bû ku ew li cem wan sembolek bû. Kurdan roj bi xwe re mîna sembol bi kar anîne.“ Çonku bîrûbaweriya Ahmed Muxtar Caf wusa bû ku Kurd rêzî tiştek digirin ku bikare bibexşe. Xor, germ e, ronahî dibexşe. Lê heyv jî ew ronahî digire. Ew bi xwe sar û tarî ye!..“ Şakîr Mecrum digot: „Rengên ala Kurdistan ji rengên siruşta Kurdistan hatine girtin. Kurdistan kesk û sor û spî ye!

Mamoste Jemal Nebez dibêje: „Dozê Xor (ro, roj) tiştekî pir kevn e, di mîtolojiya Kurd û Mezopotamyê de. Di salên 1920 an de Reşîd Şewqî, Saleh Zekî Sahîbqiran li Bexdayê kovarî „Diyarî Kurdistan“ derdiêxistin. Kekê Reşîd mirovekî niştîmanper bû, di serdemê xortî de ew efsarî Osmaniyan bû li navçeyê Hewreman. Gelek zanîna kevn û çavkanyên girîng li cem wî hebûn. Wî bi min re got: „Ew alaya Kurdan heyî serdemê cengê cîhanê yekemîn vir de heye.“ Ew jî rastiya gotinên Şakîr Mecrum  teyîd dike…“

Şakîr Mecrum

(Wezîrê poste di dema hikumatê Şêx Mahmud Berzencî de)

Di sala 1960 î de Mîr Kamuran Bedîrxan ji Jemal Nebez re dibêje: „Ew ala Kurdistan di serdema peymana Sevrê vir de li ser tête axaftin. General Şerîf Paşa (eslê xwe ji Silêmaniyê ye û li Stenbolê û Stockholmê jiya ye) di peymana Sevrê û Lozanê de wî, Kurd bi ew ala îro Kurdan temsîl dike, Kurd bi wê alê temsîl kirye.

Mîr Kamuran Bedîrxan

(1895-1978)   

Şerîf Paşa

(1865-1951)

Di derbara ala Kurd de bi gotinên Dr. Jemal Nebez, ew dibêje: „Mamoste Mehemed Qizilcî Turcanî heval û hevkarê Simko Axa bû. Wî li Urmiyê rojnameyê „Rojî Kurd“ weşandiye. Di salên 1950 î de Mamhostey Kolecî Şerîetê Îslam li Bexda bû, ku zû zû dihatî dikanê hostad Beşîr Muşîr. Ez jî carna waneyên (ders) wî de beşdar dibûm û min jî guhdarî dersan dikir. Carekê mamhoste got, ew ala serdemî Simko de li rojhilatî Kurdistan hebû.

Simko Axa

(1887-1930)

Qizilcî bi gotinên xwe berdewam kirî de got: Dr. Ezîz Zendî (Bokan) di sala 1937 an de „Komelê Azadîxwazî Kurdistan“ li rojhilat çêkir. Ew komel piştî çend salek kêm têk çû. Ala Kurdistan li cem Ezîz Zendî bû. Piştî wê, ala Kurdistan kete destê komela bi navê (J.K.). Weneyê xor (roj) tenê li ser kovara wan ya bi navê „Niştîman“ hebû. Wan nedizanîn yê komarê Kurdistan bi zûyî çêdibe. Lê komar çêbû. Şunda ew xor û rengên sor û spî û şîn, ew bûn bingeha ala Kurdistan”. Mamhoste Nebez gotina xwe wusa berdewam dike: „Li pêş çil salî berê li Ewrûpa di civîn, semînar û Newrozan de, me ew ala îro her dem dadinan. Ew demên borî de kesên Kurd ku xwe pêşverû, çepajo didîtin dema me ew ala pîroz radikir û şanî dida, wana bi me re bi navê şoreşgeriyê henek û siqefên xwe dikirin!” dibêje…

Lê herkes îro dibîne ku ala Kurdistan bi fermî û bi teybetî bûye ala xelkê Kurdistan.

Serokê Dewleta Kurd Ya Federal

Mesûd Barzanî

(16 Tebax 1946)

 

Serokê Dewleta Kurd Ya Federal Birêz Mesûd Barzanî îro ew ala Kurd ya ku bi salan e ji bo wê xwîn têye rijandin roj bi roj li ser erda bav û kalan wê bilindtir dike. Ne Kurd tenê, îro dijmin jî vê rastiyê dibînin û bi ew hebûna ala Kurdan ya evra û pîroz baweriya xwe tînin û  bejna xwe li ber wê ditewînin. Ew ala Kurdistanê ya îro heyî hemî Kurdan hembez û temsîl dike. Di ew helbesta bi navê ala Kurd de bi regên Kurd yên hêja ala Kurdistanê hatiye nişandayîn. Di ew helbesta dirêj de mizgîniya sazbûyîna Dewleta Federal ya Kurdistanê usa hatiye nivîsin. Lê dema ew gotar hat nivîsîn gotina „Kurdistanê Çê Be!“ ez dikarim bi dilxweşiya xwe ya îro bêjim: ”Îro Kurdistan çêbûye. Lê ewê çawa baştirîn bigîhîje sînorên xwe û yê çawa bide parastin?.. “

Serokê berê yê Komara Iraqê Mam Celal Telebanî û Serokê Dewleta Kurd Ya Federal Birêz Mesûd Barzanî Kurd bi navê wan Îro li cîhan Fermî têne nasîn.

Dem hatiye ku hêdî Kurd hevdu hembêz bikin û li hemî serokên xwe xwedî derkevin!

Ji bo vê jî yekîtiyek netewî ji Kurdan re şert e, ku Kurdistan jî wê demê ava be û ala Kurd li çiya û baniyên Kurdistanê pêl bide…

Dîmena Ala Kurdistan (**)

(Ya bi teknîk hatiye çêkirin)

Nîgar (Fîgur) 1

Bi hendaz çêkirina dîmena Ala Kurdistan

Nîgar (Fîgur) 2

Dîmena rojê û ya tîrêjên  (21) rojê di navenda alê de

Nîgar (Fîgur) 3

Dîmena hendeze ya rojê û tîrêjên (21) rojê di alayê de

Nîgar (Fîgur) 4

 Dîmena çêkirina rojê û 21 tîrêjên rojê bi teknîka hendeze  çawa çêdibin di nîgara jor de xûya dibe.

Nîgar (Fîgur) 5

Dîmena Ala Kurdistan Ya Resteqîn

(Roj û 21 tîrojên wê bi çêkirina teknîka hendeze)

 

Dema mirov derheqê ala Kurdistan de binivisîne, behsa sirûda netewî ya Kurd îro têye gotin „Ey Reqîb“ neke, wê demê kêmasî jê re çêdibe. Ji bo ku hemî civîn û kombûyînên netewi yên Kurd bi „Ey Reqîb“ dest pêdikin. Ala Kurd û sirûda Kurd ji hev û du cuda nabin. Ey Reqîb ji aliyê helbestvanê Kurd Dildar (Yonis Reuf) ve hatiye nivisîn û Şêx Husên Ebdulkerîm jî ew sirûd bêste kiriye:

Dildar (Yonis Reuf)

(1917-1948)

 

EY REQÎB                            

Ey Reqîb her mawê qewmî Kurd ziman,

Nayşikênê daneyî topî zeman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Qewmî Kurd heste ye serpê wek dilêr,

Ta be xwîn nexşî bikat tacî jiyan.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Ême roley mîdya û Keyxusrewîn,

Dînman, ayînmane nîştiman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

 

Ême roley rengî sor û şoreş in,

Seyrîke xwênawiya raburdûman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Lawî Kurd hazir û amade ye,

Giyan fîda ye, giyan fîda ye, giyan fîdan.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

                        (Ji dîwana Dildarê Koyî)

(Bi bingeha rastnivîsîna bi zaravayê Soranî)

 

                                                                       Bêste: Şêx Husên Ebdulkerîm

 

Ey Reqîb bi rengê marş bi zaravayê kurmanciya jor heya devoka Behdînan bi guhartinên bûyî wusa tê gotin:

 

EY REQÎB

 

Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman

Naşikê û danayê topê zeman

Kes nebên Kurd dimirin,

Kurd jîn dibin.

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

 

Lawê Kurd rabûye ser piyan wek şêran

Ta bi xwîn nexşîn bike tacî jiyan

 

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

 

Em xortên Medya û Keyxusrew in

Dîniman û ayînman Kurd û Kurdistan

 

Kes nebên Kurd dimirin

Kurd jîn dibin

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

Jîn dibin qet nakeve ala Kurdan

 

Çavkanî: 

 

1) Ala Kurdistan, Mahmûd Lewendî, Ek polîtîka, hejmar 130,         26.02. 2000

2) Ala Medan, Lokman Polat, Rojnameya Hêvî, hejmara     teybetî 2; 06.03.1999

3) Ala Kurdan û ya Medan, Karîm Zand, Ozgur polîtîka,       Elmanya, 18.02.2004

            The National Flag of Kurdistan, by: Dr. B. A. Eliasi, and       Prof. Mehrdad Izady

 4) Ji weşana Cemiyeta Kurd, 1927

5) Hawar (1932-1943), No: 9, 30 Îlon 1932

6) Hawar, Kovara Kurdî-Revue Kurde, kurdish Journal, Nos.24- 57 ,Damascus             (Şam)/Syria, 1975

7) Dîwana Osman Sebrî, A. Balî, Weşanên Apecê, Stockholm, 1998

8) Komara Kurd Ya Mahabadê, William Aegleton, Weşanên Koral, Stenbol, 1962

9) Dema Nû, 21 Tîrmeh 2005 / Diyarbakir (Amed) hejmara 111

10) Ji hevpeyvîna Mamhoste Dr. Jemal Nebez ya bi A. Balî ve di Meha Tebaxê 2008 an de        li Berlinê hatiye amadekirin

            (*) Ji hin beşên gotara A. Bali ya 23.04.2012 an hatî weşandî

            (**) Ji arşîva alayên Kurd

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *