Ji bo bîranîna Yilmaz Güney: li Parîsê Sêyemîn Festîvala fîlmên kurdî

programmation-ffkp-2024-final.pdf

Ji bo bîranîna Yilmaz Güney: li Parîsê Sêyemîn Festîvala fîlmên kurdî

Sêyemîn Festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê (FFKP), 9ê heyva nîsanê saet di 18û30ê de, li Centre Wallonie-Bruxellesê, li Parîsa 4ê bi projeksiyoneke taybetî ya fîlmê sînemagerê mezin Yilmaz Güney dest pê dike û wê heta 13ê Nîsanê bi nîşandana fîlmên kurdî yên heta niha nehatine nîşandan dom bike.

Di daxwiyaniya çapemeniya ya Festîvalê de wiha tê gotin: “FFKP bi kêfxweşî we vedixwîne festîvala xwe ya sêyemîn ku wê ji 9 ta 13ê Nîsana 2024ê, li Centre Wallonie-Bruxellesê, ku li Parîsa 4ê ye bê lidarxistin. Bi vê wesîleyê dê çend fîlmên kurdî yên nehatine belavkirin; fîlmên kurt û dirêj metraj, belgefîlm, fîlmên karton û honak li gel hev werin pêşandan. Cihêrengiya fîlmên ku wê bên nîşandan, dê nûnerayetiya şexsî û hevbeş a sînemagerên li Kurdistanê berheman dertînin bike.

Ev zêdetirî bîst salî ye ku festîvalên Kurdan li çar aliyên Kurdistanê (Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye) di heman demê de li dilê metropolên cîhanê yên wekî Londron, Stockholm, Stenbol, New York, Kopenhagen, Hamburg û Berlînê pir dibin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê, bi heman rengî ji bo profesyonel û heskirên sînemayê cihekî mezin ê hevdîtinê ye.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê ji aliyê Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Komeleya Sinemayê ya Fransizî-Kurdî CinéBêjê ve bihevkariya Centre Wallonie-Bruxelles û piştgiriya Wezareta çandî ya Fransayê û şaredariya Parîsê tê li dar xistin.
Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê ji bo bîranîna sînemagerê kurd Yilmaz Güney ku salên jiyana xwe ya kurt yên dawîn li Parîsê derbas kiribû û çil sal in koça dawîn kiriye pêk tê. Ji bo bîranîna wî, projeksiyoneke taybetî ya fîlmê wî yê dawîn « Dîwar », li gel gotûbêjekê pêk tê.

Maweyê pênc rojan, festîval dixwaze piştgirî û hevkariyeke hûnerî bihewldan xwe rizgarkirina ji sînorên hatine danîn pêk bîne. Ew nêzîkbûneke rexnegirî li dora fîlmên ji asoyên cihê hatine pêşniyar dike. Her wiha ew dê hewl bide ku derhêriyeke fîlmî ya ji salên 2000î vir de her ku diçe mezin dibe bibîr bîne da ku bibe misogerkereke hunerî û ciyekî bîranînê ji bo pêşerojê.”

Yaqûb Karademir
Rûpela Nû, Parîs

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *