“Hîç armancek ji mafê çarenûsî û serbixweyîyê bilindtir û pîroztir nîne!”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweragirê Kurdistanê

Hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê

Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê û ezmûna wê jî li ber qonaxekî hestiyar û çarenûssazdaye, nabê ev derfeta vê carê ji bo gelê me hatiye pêş, ji dest bidîn. Îro pêgeha gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî asoyekî xwe ya ronak heye û li şerê terorê jî bi hewla Pêşmergeyên qehreman û li sayeya xwîna şehîdên me û bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û piştevaniya hevpeymanan, serkeftineke mezin bi dest hatiye û terorîst tûşî şikestên mezin hatin lê belê metirsiya wan her maye.

Hemwelatiyên Kurdistanê

Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û serbixweyî û hengava yekem eweye li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û birayane.

Ji bo vê mebestê hemû hêz û aliyan vedixwînim ku civîneke taybet ji bo vê babetê encam bidîn ji bo biryardana li ser hengavên paşarojê û ji bo eve jî Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê peywendiyê bi hemû aliyan ve dike.

Mesûd Barzanî
23.06.2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *