Hêzên Îranê zêdetirî 120 ciwan kor kirin

Li gorî rapora dawî ya Navenda Mafên Mirovan a li Zanîngeha Berkeley a Kalîforniya ya Amerîkayê, di çarçoveya tepeserkirina xwepêşandanên sala 2022yan de ji aliyê rejîma Îranê ve, zêdetirî 120 xwepêşanderan çavên xwe ji dest dane yan jî çavekî wan hatiye kor kirin.

Di encama lêkolînê de derketiye holê, ew ciwan ji aliyê hêzên Îranê ve bi tifek û gaza rondikrêj hatine korkirin. Piraniya wan xwendekarên bin 30 salî bûn, di nav wan de keçeke pênc salî ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatiye korkirin ku ji balkona xwe li xwepêşandanan temaşe dikir jî heye.

Hefteya borî jî Komisyona lêkolînê ya li ser binpêkirina mafên mirovan a Encûmena Asayişa Navdewletî li Cenevê Îran bi tawanên li dijî mirovahiyê tawanbar kiribû û ragihandibû, wê di dema xwepêşandanan de bi pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê, mafên mirovan binpê kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye,13ê Îlona 2022an, keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ligel malbata xwe serdana Tehranê kiribû. Jîna wê rojê ji aliyê Polîsê Ewlehiya Civakî ya Tehranê ve bi tometa “guhnedana hîcabê” hatibû girtin. Piştî ku li rêveberiya polîsan rewşa wê xirab bûbû, rakiribûn nexweşxaneyê. Jîna piştî 3 rojan li nexweşxaneyê can dabû û roja 17ê Îlonê li goristana Seqizê hatibû veşartin.

Piştî kuştina Jîna Emînî bi îşkenceyê, di protesyan de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes jî hatin girtin. Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku zêdetirî 500 kes di dema xwepêşandanan de hatine kuştin, ku 71 ji wan biçûk bûn, bi sedan birîndar bûne û bi hezaran kes jî hatine girtin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *